Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê 2024-02-04 11:59:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar û nûnerên rêxistinê girseyî yên demokratîk ên tev li “Meşa Mezin a Azadiyê” bûn, wiha gotin: “Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e.”  “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk di 1’ê sibatê de li Qers û Wanê hatiye destpêkirin di roja 4’an de didome. Rêwiyên azadiyê guh nadin şert û mercên nebaş ên hewayî û bi coş û biryareke mezin meşa xwe didomînin. Li her cihê diçinê jî bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Kolan bi kolan, cade bi cade û malbat bi mal tecrîdê û girîngiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan vedibêjin. Meşvanên ku komkujiyên li Kurdistanê hatine kirin ji bîr nakin, li Dîgorê kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin û li Giyadînê jî zarokên bi navên Muhammed Aydemîr û Orhan Arslan ên di sala 2015’an de ji hêla polîsan ve hatine kuştin bi bîr anîn. Meşvanên li Qersê ku berê xwe dan fîlozofê kurd Ehmedê Xanî, tevî sir û seqemê jî li qontarê Çiyayê Gilîdaxê tîrêjên rojê yên ewil pêşwazî kirin.    Meşvanên li her du baskan dimeşin hestên xwe bi ajansa me re parve kirin.    SEFERBERIYA JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk got ku di baskê meşê yê Qersê de rastî eleqeyeke mezin tên û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê krîzên roj bi roj girantir dibin hene. Em di nava kaoseke mezin de ne. Sedema vê jî kûrkirina pirsgsirêka kurd û neçareserî ye. Muxatabê çareseriya vê krîzê birêz Abdullah Ocalan e. Ev yek di pêvajoya 2013-2015’an de hate dîtin. Divê êdî gelên Tirkiyeyê jî vê bibînin. Em ji bo azadiya hemû gelan têdikoşin. Em hewl didin hestiyariyekê ava bikin. Tecrîda îro li milyonan kesên dibêkin ‘birêz Ocalan îradeya me ye’ tê ferzkirin. Nifteya çareseriya tevahiya krîzên li Rojhilata Navîn di destê birêz Ocalan de ye. Hemû gelên cîhanê di çalakiyên xwe de daxwaza azadiya birêz Ocalan dikin. Peyama me ji bo gelên Tirkiyeyê ye. Heke pêşeroj û aştiyekê bixwazin, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Heta birêz Abdullah Ocalan azad nebe çareserî çênabe.”    ‘TÊKOŞÎNA HEVPAR A LI DIJÎ FAŞÎZMÊ’   Ozturk, wiha domand: “Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bi sala ye kampanya tên lidarxistin. Me her tim qala aştiyeke birûmet kir û dê bikin jî. Dibe ku hûn fikrên birêz Ocalan nepejirînin lê heke aborî ketibe vî halî, divê mirov guh bide Îmraliyê. Îktîdar hewl dide bi tecrîd û di şexsê birêz Abdullah Ocalan de gelê kurd ceza bike. Lê bi kuştin û girtinan pirsgirêk çareser nebûn. Niha hemû kesên muxalîf di tecrîdê de ne. Heke daxwaza me edalet û hiqûq be, wê demê divê her kes dengê xwe bike. Bi têkoşîneke hevpar em ê bikarin paşvegav bi faşîzmê bidin avêtin.”     ‘EV MEŞ HÊVIYÊ DIDE’   Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr jî got ku heta tecrîd bi dawî dibe û Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt anî ziman: “Ev meş, meşeke birûmet û pîroz e. Di bin sir û seqemê, di bin berfê de hêviyê diafirîne.”    ‘DÎROKA ME DÎROKA GELÊ BIRÊXISTINÎ YE’    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek jî bal kişand ser nivîsa “Kurdistana xeyalî li vir veşarî ye” ku li ser gora ku li Çiyayê Agiriyê hatiye kolandin hatibû nivîsandin û ev tişt anî ziman: “Zihniyeta qirker xwest her bihosteka xaka Kurdistanê tune bike. Xwestin mirovahiyê li erdnîgariyê tune bikin. Lê gelê kurd ê azadîxwaz, ev erdnîgarî veguherand navenda têkoşîna li dijî zihniyeta qirker. Kurdistanê ne tenê nirxên xwe, nirxên hemû mirovahiyê diparêze. Em ê vê xakê bikin paytexta aştî û wekheviyê. Divê her kes vê rûmetê bijî û xwedî li meşê derkeve. Dê encama vê meşê teqez bi azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bi dawî bibe. Divê hemû gel li dora fikrên birêz Ocalan bibin xelek û bikin ku azad bibe. Tu kes nikare gelekî birêxistinkirî têk bibe. Dîroka me dîroka gelê birêxistinkirî ye. Em îro ji bo azadiya xwe dimeşin.”    ‘RASTIYA GELÊ NAYÊ TÊKBIRIN HEYE’    Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk jî bal kişand ser têkoşîna hevpar û wiha got: “Bi vê meşa mezin re em careke din bi bîr dixin ku têkoşîna azadiyê ya gelên Kurdistanê têk neçûye. Tevî hemû êrişan jî gel li ser pêya ye û baweriya wan bi têkoşîna hevpar heye. Ji serkeftinê bibawer in. Em çûn serdana girtiyên 30 salan. Rastiya gelekê ku dewletê 30 salan nekarî di zindanê de serî pê bide tewandin heye. Em niha li qontarê Çiyayê Araratê dimeşin. Gelê kurd bi hesreta azadiyê dijî û dê bi ser keve.”    ‘JIYANEKE BÊYÎ SEROK NABE’     Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Xakên Qedîm Windakirin re (KATDER) Ramazan Demîr ku di baskê meşê yê Wanê de cih digire jî ev tişt anî ziman: “Me 20-30 kesan dest bi meşê kir lê bi milyonan kes piştgiriyê didin. Em ê bi alîkariya wan vê meşê heta 15’ê Sibatê bidomînin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Divê Serok di demekî herî nêz de azad bibe. Li gorî min heke azad bibe, ne tenê kurd dê tirk jî azad bibin. Ji bo azadiya Serok û kurdan divê em deriyên Îmraliyê bişikînin. Jiyaneke bêyî Serok nabe. Em ê armancên meşa xwe pêk bînin û banga tevlibûnê li her  kesî dikim.”    ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’     Hevseroka Komeleya Yekitî Çand Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) Hanim Kaya jî got ku li her deverê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêşwazîkirina bi girseyî hem mirûzê me xweş dike hem jî coşa me zêde dike. Dem dema azadî û serkeftinê ye.”