Doza xebatkarên tenduristiyê yên hatin qetilkirin li DMME'yê ye

  • rojane
  • 09:06 29 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Dozên xebatkarên tenduristiyê Abdûlezîz Yural, Şeyhmus Dûrsûn û Eyub Ergen ên di dema qedexeya derketina derve ya Şirnexê de hatin qetilkirin, li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li benda biryarê ne. Malbatên ku gotin "Dewletê ew qetil kirin" bertek nîşanî necezakirina berprisan dan. 
 
Di ser qetilkirina şofêrê ambûlansê Şeyhmus Dûrsûn, hemşîre Eyûb Ergen û xebatkarê tenduristiyê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê Abdûlezîz Yûral ên di qedexeyên derketina derve yên li Şirnex û navçeyên wê de jiyana xwe ji dest dan re 8 sal derbas bûn. Dozên der barê qetilkirina 3 xebatkarên tenduristiyê de hatin vekirin, piştî ku rêyên hiqûqa navxweyî xitimîn, sewqî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatin kirin. Her sê doz li DMME'yê li benda biryarê ne.
 
NEHIŞTIN KES NÊZÎ WAN BIBE
 
Xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê Eyûb Ergen ê ku di 27’ê tebaxa 2015’an de li Taxa Çemkûrk a navçeya Cizîrê di encama gulebarana Fermandariya Garnîzonê de birîndar bû, du saetan di wesayîtê de li bendê me mudaxile li birîna wî bê kirin. Çekdarên ku li nêzî cihê bûyerê bi cih bûbûn gule li gel û ekîbên tenduristiyê yên xwestin mudaxeleyî Ergen bikin reşandin û nehiştin kes nêzî wî bibe. Ekîbên tenduristiyê ambûlans ji xwe re kirin mertal û Ergen birin nexweşxaneyê, lê wî di rê de jiyana xwe ji dest da. Li heman cihê bûyerê Baran Çagli yê 7 salî, Emîn Yanaş ê 19 salî û xebatkarê DEDAŞ'ê Mesût Sanrî yê 39 salî ku ji bo tamîrkirina elektrîkê li wir bû jî, jiyana xwe ji dest dan.
 
GAVA BI HAWARA BIRÎNDARAN DE ÇÛ HAT QETILKIRIN
 
28 roj piştî qetilkirina Ergen, ajokarê ambûlansê Şeyhmus Dûrsûn li navçeya Elkê hat qetilkirin. Birayê Dûrsûn ê di encama gulebarana li nêzî qereqolê de jiyana xwe ji dest da dema diçû birîndaran bigire, di daxuyaniya xwe ya wê demê de diyar kir ku birayê wî ji aliyê polîsan hedef hatiye girtin û qetilkirin.
 
Xebatkarekî din ê tenduristiyê yê di dema qedexeya derketina derve de hat qetilkirin Endamê Desteya Rêveber a Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Cizîrê Abdûlazîz Yûral bû. Yûral ê ku di 30'yê kanûnê de li navçeya Cizîrê dema hewl dida alîkariyê jineke birîndar bike, ji aliyê polîsên tevgera taybet ve ji serê xwe ve birîndar bûbû û gava ew rakirin nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yûral piştî 11 rojan radestî malbata wî hat kirin.
 
SES'ê ji bo bîranîna 3 kedkarên tenduristiyê yên hatin qetilkirin 30'yê kanûnê wekî "30'ê Kanûnê Roja Şehîdên Aştiyê yên SES'ê" îlan kir. Xebatkarên tenduristiyê yên hatin qetilkirin her sal di 30'yê Kanûnê de li ser gorên xwe û bi çalakiyên cur bi cur tên bibîranîn. Dayika Yûral, Menahîl Yûralê û hevjîna Ergen Hayriye Ergen, der barê bûyerê de axivîn.
 
‘DEWLETÊ EW QETIL KIRIN'
 
Dayika Yûral, Menahîl Yûral diyar kir ku kurê wê li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê dixebitî û wiha got: “Mala wî li Taxa Çemkurkê bû. Di roja 16'an a qedexeyê de xebera êşbar hat. Azîz çûye jineke birîndar rizgar bike. Dema ku ber bi kesa birîndar ve diçe gule li wî tên reşandin. Ew xwedî li gelê xwe derdiket. 8 sal derbas bûn, lê fikir û ramanên wî hê jî dijîn. Kes wan ji bîr nake. Bû nirxê gel. Heta ku em sax bin em tu carî ji bîr nakin. Rûmeta wî besî me ye." Yûralê diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî ya ji bo darizandina berpirsyaran bidomînin û got: “Di nava pevçûnan de ma. Dewletê ew qetil kir."
 
Hevjîna Eyûb Ergen ê ku dema ji karê xwe yê li nexweşxaneyê vedigeriya hat qetilkirin Hayriye Ergenê jî bi bîr xist ku her çend 8 sal derbas bûne jî hê jî berpirsyar nehatine darizandin. Ergenê diyar kir ku dema hevjînê wê hat qetilkirin keça wî 3 sal û nîv û kurê wî jî 3 mehî bûye û der barê roja bûyerê de ev tişt gotin: “Hevjînê min dema hat qetilkirin ji nexweşxaneyê vedigeriya. Wî telefonî min kir û ji min xwest ku ez taştê amade bikim. Dema ez li malê li benda wî bûm, min dengê çekan bihîst. Me deriyê xwe girt û em li bendê man. Piştî demekê ew xebera êşbar hat." Ergenê diyar kir ku hevjînê wê bi hevalekî xwe re di nava gulebaranê de maye û wiha got: “Wesayîta wan hat gulebarankirin û Eyûb birîndar bû. Sedema mirina Eyûb dewlet e. Ji ber ku piştî birîndar bû du saetan li wir ma. Destûr nedan kes mudaxile bike. Dema ku hevalên wî xwestin mudaxile bikin, dewletê ew jî gulebaran kirin. Heta ambûlansê jî gulebaran kirin. Eyûb nêzî du saetan li wir birîndar ma. Ger di wextê xwe de ew rakirina nexweşxaneyê, dibe ku ew bijiya. Ev hemû li ber çavên cîhanê qewimîn."
 
‘TÊKOŞÎN DIDOME'
 
Ergenê destnîşan kir ku dewlet berpirsyar e û wiha dewam kir: “Eyûp, pir ji mirovan û gelê xwe hez dikir û dixwest alîkariya wan bike. Wî hewl dida ku alîkariya her kesî bike. Her kesê ku wî nas dikir pir jê hez dikir. Her kesê ku diçû nexeşxaneyê bê guman wî nas dikirin. Li malê her tişt çawa wî dest dayê wiha ye. Destnivîs û pirtûkên wî hê jî wekî xwe ne. Ez li vir im, kur û keça wî li vir in. Gelê Cizîrê li vir e. Eyûbek çû, ê bi milyonan Eyûb çêbûn. Têkoşîna wan berdewam dike.”
 
MA / Omer Akin 
 

Sernavên din

05/01/2024
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar