Doza xebatkarên tenduristiyê yên hatin qetilkirin li DMME'yê ye 2023-12-29 09:06:41   ŞIRNEX - Dozên xebatkarên tenduristiyê Abdûlezîz Yural, Şeyhmus Dûrsûn û Eyub Ergen ên di dema qedexeya derketina derve ya Şirnexê de hatin qetilkirin, li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li benda biryarê ne. Malbatên ku gotin "Dewletê ew qetil kirin" bertek nîşanî necezakirina berprisan dan.    Di ser qetilkirina şofêrê ambûlansê Şeyhmus Dûrsûn, hemşîre Eyûb Ergen û xebatkarê tenduristiyê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê Abdûlezîz Yûral ên di qedexeyên derketina derve yên li Şirnex û navçeyên wê de jiyana xwe ji dest dan re 8 sal derbas bûn. Dozên der barê qetilkirina 3 xebatkarên tenduristiyê de hatin vekirin, piştî ku rêyên hiqûqa navxweyî xitimîn, sewqî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatin kirin. Her sê doz li DMME'yê li benda biryarê ne.   NEHIŞTIN KES NÊZÎ WAN BIBE   Xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê Eyûb Ergen ê ku di 27’ê tebaxa 2015’an de li Taxa Çemkûrk a navçeya Cizîrê di encama gulebarana Fermandariya Garnîzonê de birîndar bû, du saetan di wesayîtê de li bendê me mudaxile li birîna wî bê kirin. Çekdarên ku li nêzî cihê bûyerê bi cih bûbûn gule li gel û ekîbên tenduristiyê yên xwestin mudaxeleyî Ergen bikin reşandin û nehiştin kes nêzî wî bibe. Ekîbên tenduristiyê ambûlans ji xwe re kirin mertal û Ergen birin nexweşxaneyê, lê wî di rê de jiyana xwe ji dest da. Li heman cihê bûyerê Baran Çagli yê 7 salî, Emîn Yanaş ê 19 salî û xebatkarê DEDAŞ'ê Mesût Sanrî yê 39 salî ku ji bo tamîrkirina elektrîkê li wir bû jî, jiyana xwe ji dest dan.   GAVA BI HAWARA BIRÎNDARAN DE ÇÛ HAT QETILKIRIN   28 roj piştî qetilkirina Ergen, ajokarê ambûlansê Şeyhmus Dûrsûn li navçeya Elkê hat qetilkirin. Birayê Dûrsûn ê di encama gulebarana li nêzî qereqolê de jiyana xwe ji dest da dema diçû birîndaran bigire, di daxuyaniya xwe ya wê demê de diyar kir ku birayê wî ji aliyê polîsan hedef hatiye girtin û qetilkirin.   Xebatkarekî din ê tenduristiyê yê di dema qedexeya derketina derve de hat qetilkirin Endamê Desteya Rêveber a Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Cizîrê Abdûlazîz Yûral bû. Yûral ê ku di 30'yê kanûnê de li navçeya Cizîrê dema hewl dida alîkariyê jineke birîndar bike, ji aliyê polîsên tevgera taybet ve ji serê xwe ve birîndar bûbû û gava ew rakirin nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yûral piştî 11 rojan radestî malbata wî hat kirin.   SES'ê ji bo bîranîna 3 kedkarên tenduristiyê yên hatin qetilkirin 30'yê kanûnê wekî "30'ê Kanûnê Roja Şehîdên Aştiyê yên SES'ê" îlan kir. Xebatkarên tenduristiyê yên hatin qetilkirin her sal di 30'yê Kanûnê de li ser gorên xwe û bi çalakiyên cur bi cur tên bibîranîn. Dayika Yûral, Menahîl Yûralê û hevjîna Ergen Hayriye Ergen, der barê bûyerê de axivîn.   ‘DEWLETÊ EW QETIL KIRIN'   Dayika Yûral, Menahîl Yûral diyar kir ku kurê wê li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê dixebitî û wiha got: “Mala wî li Taxa Çemkurkê bû. Di roja 16'an a qedexeyê de xebera êşbar hat. Azîz çûye jineke birîndar rizgar bike. Dema ku ber bi kesa birîndar ve diçe gule li wî tên reşandin. Ew xwedî li gelê xwe derdiket. 8 sal derbas bûn, lê fikir û ramanên wî hê jî dijîn. Kes wan ji bîr nake. Bû nirxê gel. Heta ku em sax bin em tu carî ji bîr nakin. Rûmeta wî besî me ye." Yûralê diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî ya ji bo darizandina berpirsyaran bidomînin û got: “Di nava pevçûnan de ma. Dewletê ew qetil kir."   Hevjîna Eyûb Ergen ê ku dema ji karê xwe yê li nexweşxaneyê vedigeriya hat qetilkirin Hayriye Ergenê jî bi bîr xist ku her çend 8 sal derbas bûne jî hê jî berpirsyar nehatine darizandin. Ergenê diyar kir ku dema hevjînê wê hat qetilkirin keça wî 3 sal û nîv û kurê wî jî 3 mehî bûye û der barê roja bûyerê de ev tişt gotin: “Hevjînê min dema hat qetilkirin ji nexweşxaneyê vedigeriya. Wî telefonî min kir û ji min xwest ku ez taştê amade bikim. Dema ez li malê li benda wî bûm, min dengê çekan bihîst. Me deriyê xwe girt û em li bendê man. Piştî demekê ew xebera êşbar hat." Ergenê diyar kir ku hevjînê wê bi hevalekî xwe re di nava gulebaranê de maye û wiha got: “Wesayîta wan hat gulebarankirin û Eyûb birîndar bû. Sedema mirina Eyûb dewlet e. Ji ber ku piştî birîndar bû du saetan li wir ma. Destûr nedan kes mudaxile bike. Dema ku hevalên wî xwestin mudaxile bikin, dewletê ew jî gulebaran kirin. Heta ambûlansê jî gulebaran kirin. Eyûb nêzî du saetan li wir birîndar ma. Ger di wextê xwe de ew rakirina nexweşxaneyê, dibe ku ew bijiya. Ev hemû li ber çavên cîhanê qewimîn."   ‘TÊKOŞÎN DIDOME'   Ergenê destnîşan kir ku dewlet berpirsyar e û wiha dewam kir: “Eyûp, pir ji mirovan û gelê xwe hez dikir û dixwest alîkariya wan bike. Wî hewl dida ku alîkariya her kesî bike. Her kesê ku wî nas dikir pir jê hez dikir. Her kesê ku diçû nexeşxaneyê bê guman wî nas dikirin. Li malê her tişt çawa wî dest dayê wiha ye. Destnivîs û pirtûkên wî hê jî wekî xwe ne. Ez li vir im, kur û keça wî li vir in. Gelê Cizîrê li vir e. Eyûbek çû, ê bi milyonan Eyûb çêbûn. Têkoşîna wan berdewam dike.”   MA / Omer Akin