'Derheqê girtiyên di greva birçîbûnê de lêpirsîn tên vekirin’

  • rojane
  • 16:20 21 Kanûn 2023
  • |
img
COLEMÊRG - OHD, ÎHD û DEM Partî ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de jinêzve dişopînin, diyar kirin ku rêveberiyên girtîgehan cezayên hucreyê yên dirêj li girtiyên ketine grevê dibirin û derheqê wan de lêpirsînên disiplînê tên vekirin. 
 
Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Colemêrgê û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Geverê têkildarî polîtîkaya tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan daxuyanî dan. 
 
Daxuyanî, li avahiya DEM Partiyê ya Geverê hate dayîn û gelek kes tev li bûn. 
 
HEVDÎTINA PIŞTÎ GREVÊ BI GIRTIYAN RE HATIYE KIRIN 
 
Hevseroka Şaxa OHD’a Colemêrgê Cevahî Agrali di daxuyaniyê de axivî û got ku ew rewşa tenduristiyê ya girtiyan û mercên girtîgehan jinêzve dişopînin. Agrali, wiha got: “Me li gelek girtîgehan bi girtiyan re hevdîtin kirin. Hat dîtin ku rêveberiyên girtîgehan vîtamîna pêwîst nadin girtiyên di grevê de û li gorî protokola grevên birçîbûnê pêdiviyên girtiyan pêşwazî nakin. Her wiha derheqê girtiyan de lêpirsînên disiplînê hatine destpêkirin û heta mehekê lê hatiye qedexekirin ku tev li çalakiyan bibin. Rayedar, van sepanan ji bo bêzarkirina girtiyên di çalakiyê de û bidawîkirina çalakiyê dikin. Ji bo ku pirsgirêkên cudatir dernekevin holê; divê xebatkarên tenduristiyê bi awayeke birêkûpêk rewşa çalakvanan bişopînin, ji bo kesên pêdiviya wan bi av, xwê, şekir û vîtamîna B’yê heye jî pêdiviyên wan bi cih bînin. Ji bo kesên nikarin sexbêra xwe bikin jî divê derfet bên afirandin, di tecrîdê neyên ragirtin û li dijî wan tehde neyê kirin.” 
 
Agrali, destnîşan kir ku ji ber tevlibûna çalakiya greva birçîbûnê, li gelek girtiyên siyasî cezayên weke qedexeya tevlibûna çalakiyên civakî û çandî hatiye dayîn. Agrali, got ku derheqê girtiyan de lêpirsînên disiplînê tên destpêkirin û cezayên hucreyê yên demdirêj tên birîn. Agrali, bi lêv kir ku rayedaran li dijî girtiyan sepanên zalimane, biçûkxistin û dermirovî xistine meriyetê. Agrali, bang li rayedaran kir ku tavilê dev ji van sepanên xwe berdin. 
 
'TECRÎDA LI SER OCALAN BINPÊKIRINA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ YE’ 
 
Di berdewamê de Agrali destnîşan kir ku mafên jiyanê û tenduristiyê yên girtiyan tên binpêkirin û wiha pê de çû: “Heke pêdiviyên girtiyan neyên pêşwazîkirin, dê ev yek di laşê girtiyan de rê li ber xesarên mayînde veke. Heta dê bibin sedema mirinê. Her wiha tecrîda li ser Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, binpêkirina hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye. Divê hemû cihêkariyên di pergala înfazkirina cezayê de bên bidawîkirin.”
 
DAXWAZ HATIN RÊZKIRIN
 
Agrali, bang li îktîdara siyasî û rayedarên têkildar kir ku erk û berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û bang li raya giştî jî kir ku têkildarî grevên birçîbûnê bi hestiyarî tevbigerin. Agrali, ev daxwaz rêz kir: 
 
“*Ji bo ku kontrola tenduristiyê ya girtiyên di greva birçîbûnê de birêkûpêk bên kirin, bila destûr were dayîn ku bijîşkên ji hêla TTB’ê ve hatine peywirdarkirin biçin girtîgehan. 
 
*Çalakiya greva birçîbûnê û xwepêşandan jî di nav de, divê rêz ji bo mafê xweîfadekirina girtî û hikûmxwaran bê girtin. 
 
*Ji bo daxwazên çalakvanan bila Wezareta Edaletê bi girtiyan re pêvajoya guftûgoyê bide destpêkirin û ji bo nîqaşkirina van daxwazan jî di serî de parlamenter, bi nûnerên rêxistinên maf, hiqûq û tenduristiyê re hevdîtinan bike destûrê bide ku şandeyên serbixwe bikarin biçin serdana girtîgehan û lêkolînan bikin.” 
 

Sernavên din

25/12/2023
11:12 Dema ji bo serlêdanên bernamzetiyê yên DEM Partiyê îro bi dawî dibe
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin