'Derheqê girtiyên di greva birçîbûnê de lêpirsîn tên vekirin’ 2023-12-21 16:20:18   COLEMÊRG - OHD, ÎHD û DEM Partî ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de jinêzve dişopînin, diyar kirin ku rêveberiyên girtîgehan cezayên hucreyê yên dirêj li girtiyên ketine grevê dibirin û derheqê wan de lêpirsînên disiplînê tên vekirin.    Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Colemêrgê û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Geverê têkildarî polîtîkaya tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan daxuyanî dan.    Daxuyanî, li avahiya DEM Partiyê ya Geverê hate dayîn û gelek kes tev li bûn.    HEVDÎTINA PIŞTÎ GREVÊ BI GIRTIYAN RE HATIYE KIRIN    Hevseroka Şaxa OHD’a Colemêrgê Cevahî Agrali di daxuyaniyê de axivî û got ku ew rewşa tenduristiyê ya girtiyan û mercên girtîgehan jinêzve dişopînin. Agrali, wiha got: “Me li gelek girtîgehan bi girtiyan re hevdîtin kirin. Hat dîtin ku rêveberiyên girtîgehan vîtamîna pêwîst nadin girtiyên di grevê de û li gorî protokola grevên birçîbûnê pêdiviyên girtiyan pêşwazî nakin. Her wiha derheqê girtiyan de lêpirsînên disiplînê hatine destpêkirin û heta mehekê lê hatiye qedexekirin ku tev li çalakiyan bibin. Rayedar, van sepanan ji bo bêzarkirina girtiyên di çalakiyê de û bidawîkirina çalakiyê dikin. Ji bo ku pirsgirêkên cudatir dernekevin holê; divê xebatkarên tenduristiyê bi awayeke birêkûpêk rewşa çalakvanan bişopînin, ji bo kesên pêdiviya wan bi av, xwê, şekir û vîtamîna B’yê heye jî pêdiviyên wan bi cih bînin. Ji bo kesên nikarin sexbêra xwe bikin jî divê derfet bên afirandin, di tecrîdê neyên ragirtin û li dijî wan tehde neyê kirin.”    Agrali, destnîşan kir ku ji ber tevlibûna çalakiya greva birçîbûnê, li gelek girtiyên siyasî cezayên weke qedexeya tevlibûna çalakiyên civakî û çandî hatiye dayîn. Agrali, got ku derheqê girtiyan de lêpirsînên disiplînê tên destpêkirin û cezayên hucreyê yên demdirêj tên birîn. Agrali, bi lêv kir ku rayedaran li dijî girtiyan sepanên zalimane, biçûkxistin û dermirovî xistine meriyetê. Agrali, bang li rayedaran kir ku tavilê dev ji van sepanên xwe berdin.    'TECRÎDA LI SER OCALAN BINPÊKIRINA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ YE’    Di berdewamê de Agrali destnîşan kir ku mafên jiyanê û tenduristiyê yên girtiyan tên binpêkirin û wiha pê de çû: “Heke pêdiviyên girtiyan neyên pêşwazîkirin, dê ev yek di laşê girtiyan de rê li ber xesarên mayînde veke. Heta dê bibin sedema mirinê. Her wiha tecrîda li ser Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, binpêkirina hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye. Divê hemû cihêkariyên di pergala înfazkirina cezayê de bên bidawîkirin.”   DAXWAZ HATIN RÊZKIRIN   Agrali, bang li îktîdara siyasî û rayedarên têkildar kir ku erk û berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û bang li raya giştî jî kir ku têkildarî grevên birçîbûnê bi hestiyarî tevbigerin. Agrali, ev daxwaz rêz kir:    “*Ji bo ku kontrola tenduristiyê ya girtiyên di greva birçîbûnê de birêkûpêk bên kirin, bila destûr were dayîn ku bijîşkên ji hêla TTB’ê ve hatine peywirdarkirin biçin girtîgehan.    *Çalakiya greva birçîbûnê û xwepêşandan jî di nav de, divê rêz ji bo mafê xweîfadekirina girtî û hikûmxwaran bê girtin.    *Ji bo daxwazên çalakvanan bila Wezareta Edaletê bi girtiyan re pêvajoya guftûgoyê bide destpêkirin û ji bo nîqaşkirina van daxwazan jî di serî de parlamenter, bi nûnerên rêxistinên maf, hiqûq û tenduristiyê re hevdîtinan bike destûrê bide ku şandeyên serbixwe bikarin biçin serdana girtîgehan û lêkolînan bikin.”