‘Çareserî gelekî zelal e, divê Ocalan bang li derve û hundir bike’

  • rojane
  • 15:51 21 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bang li Wezareta Dadê kir. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci jî wiha got: “Çareserî gelekî zelal e, divê Ocalan bang li derve û hundir bike.”
 
Koordînasyona Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza “ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” didome li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqa Civakî, nûnerên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştgirî dan civînê. 
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen a di civînê de axivî, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê di roja 25’an de berdewam dike. Çevîrmen, bal kişand ku hêj desthilata siyasî di vê mijarê de gavek jî neavêtiye û bang li Wezareta Dadê û saziyên têkildar kir ku bikevin nava liv û tevgerê. 
 
‘DIVÊ MAFÊN TENDURISTIYÊ YÊ GIRTIYAN WERE PARASTIN’ 
 
Çevîrmen, anî ziman ku ji bo mafê jiyan û tenduristiyê yên girtiyên ketina çalakiya greva birçîbûnê were parastin divê şertên tibî bên avakirin û wiha got: “Ji bo girtiyên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine jiyana xwe bidomînin, divê 5 şûşeyên ava mezin, 2 kevçiyên çayê xwê, 5 kevçiyên xwarinê şekir, kevçiyekî şirînahiyê karbonat û preparatên vîtamîna B’yê ya kompleks ku vîtamîna B1’ê di nava xwe de dihewîne bidin wan. Berovajiyê ve helwesteke ku mirov dikare weke îşkence û mûameleyeke nebaş a belavî demê hatiye kirin binirxîne.”
 
Çevîrmen, anî ziman ku divê girtiyên di çalakiyê de bi awayekî rêk û pêk bên şopandin û daxwazên wan werin bicihanîn û destnîşan kir ku divê rayedar hestiyar bin.  
 
‘JI ENCAMAN DESTHILAT BERPIRSYAR E’ 
 
Çevîrmen, bi bîr xist ku agahînegirtina mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê li dijî destûra bingehîn û peymanên navnetewî ye û wiha berdewam kir: “Desthilata siyasî, divê bêyî ku pêvajoya çalakiyê veguhere xetereyê daxwaza çalakgeran binirxîne. Heke dê ji encamên neyînî desthilat berpirsyar be. Ji ber vê yekê Wezareta Dadê û saziyên têkildar demildest bikevin nava liv û tevgerê.”
 
BANGA HESTIYARIYÊ 
 
Çevîrmen, ji bo pirsgirêkên li girtîgehan bi esasgirtina maf û azadiya bingehîn werin nirxandin û çareserkirin di serî de Wezareta Dadê û hemû rayedar, bang li saziyên netewî û navnetewî yên mafên mirovan û hiqûqê kir ku hestiyar bin. 
 
TURKDOGAN: ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ HIŞYARIYEKE 
 
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku herkes qebûl dike ku daxwazên girtiyan maqûl in û dikarin werin bicihanîn û wiha got: “Di qanûna înfazê ya ceza ya Tirkiyeyê de tecrîda domdar nîne. Em desthilatê vedixwînin ku li qanûnên dewletê tevbigere. Em bang lê dikin ku tecrîda li ser birêz Ocalan û hevalên li cem wî were rakirin. Divê em van çalakiyên greva birçîbûnê weke hişyariyekê bigirin dest. Hêvî dikim ku ev çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û dorveger na veguhere bêdem û bêdorvegerê, ji ber ku mafên wan ê jiyan û tenduristiyê ji bo me gelek girîng e. Li gorî agahiyên me bi dest xistin bi taybetî vîtamînan nadin girtiyan. Divê mirov girtîgehan hişyar bike; ji ber ku ji mafê jiyanê yê girtiyan hûn berpirsyar in. Bi rakirina tecrîdê û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ev pirsgirêk dikare were çareserkirin.”
 
‘BILA XWEDÎ LI DAXWAZÊN WAN WERE DERKETIN’ 
 
Mehmet Baytekîn ê li ser navê MED TUHAD-FED’ê axivî diyar kir ku weke malbat bi fikar in û xwest ku xwedî li daxwazên girtiyan were derketin. 
 
‘DIVÊ OCALAN HEM BANG LI DERVE HEM LI HUNDIR BIKE’ 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Omer Farûk Yazmaci jî bi lêv kir ku bi şewitandina înfazê gef li girtiyên ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê hatine kirin tê xwarin û wiha got: “Dîsa li hin girtîgehan dermanan nadin girtiyan û li hin cihan girtiyan dixin hucreyan. Çareserî gelekî zelal e, divê Ocalan bang li derve û hundir bike.”
 
 
 
 

Sernavên din

24/12/2023
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine
10:13 Hevkariya bêdeng a CPT û Tirkiyeyê ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de
09:36 Li Semsûrê 2 kes hatin girtin
09:35 Girtiyên siyasî 26 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 59 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 73 salî ye Nobeta Edaletê digire: Bihêvî me, serkeftina me nêz e
09:10 Hunermendê dengê têkoşîna gelê xwe: Mîr Perwer
09:08 Birayê Evîn Goyî: Evînê bi sekna xwe bandoreke mezin li civakê kir
09:06 Xwişka Mazlûm Dogan: Çalakî girîng in divê em li cihê xwe nesekinin
09:04 Heke xanî biheje di kon de ne neheje jî di nav kavilan de ne
09:02 Parlamenterê DEM Partiyê Îrmez: Di nava 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn
09:00 Li dijî şerê topyekûn berxwedaneke topyekûn ya kurdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2023'YAN
21/12/2023
18:14 Li Hespistê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ye
16:55 Aydenîz: Divê Meclis li dijî tecrîdê xwedî însiyatîf be
16:35 Di 5 rojan de 237 hezar û 768 kes çûn serdana Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê
16:28 Ji Nobeta Edaletê edaletê banga têkoşîna bi hev re hate kirin
16:20 'Derheqê girtiyên di greva birçîbûnê de lêpirsîn tên vekirin’
16:02 Li Girtîgeha Menemenê cezayê qedexeya hevdîtinê li 7 girtiyan hate birîn
15:51 ‘Çareserî gelekî zelal e, divê Ocalan bang li derve û hundir bike’
15:44 Gundiyan RES protesto kirin: Dê bibe sedema ziyanên jêneveger
15:25 Sercerdevan êrişî zaroka 10 salî kir: Diranên wê şikand û laşê wê reş û şîn kir
15:12 Danişîna doza DÎAY-DER’ê hate taloqkirin
14:09 Almanyayê di nava 10 mehan de 13 hezar û 512 kes dersînor kir
14:00 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde 11 bajar hişyar kir
13:59 ‘Em êrişên li dijî nirxên gelê kurd qebûl nakin’
13:27 AYM’ê ji bo Can Atalay cara duyemîn biryara binpêkirinê da
13:25 WHO: Varyanta nû ya Covîdê belav dibe
11:33 Xizanî roj bi roj zêde dibe: Ji bo tiştên erzantir bikirin em dikan bi dikan digerin
11:06 Keskîn bang li wezîr Yerlîkaya kir: Rêbazên Soylu, Agar û Akşener bi kar neyînin
10:40 Nunerên rêxistinên sivîl: Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
10:39 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 25’an de didome
10:38 Ji rojnameger Silêman Ehmed 58 roj in tu agahî nayên girtin
10:34 AKP ‘hilbijêran’ vediguhêze kîjan navend û navçeyan?
09:24 Hevserokên MSD’ê yên nû hatin diyarkirin
09:10 Jinan di sala 2023'yan de got 'azadî'
09:05 Endamê Meclisa Ciwanan Guvercîn: Em bi hev re jiyaneke birêxistinkirî ava bikin
09:04 Parêzerên bi girtiyan re hevdîtin kirin: Azadî û çareseriyê dixwazin
09:03 Rojnameya Xwebûnê dikeve 5 saliya xwe: Xwebûna herkesî ye
09:02 Girtiyê nexweş ê bi tena serê xwe di hucreyê de di greva birçîbûnê de ye