‘Çareserî gelekî zelal e, divê Ocalan bang li derve û hundir bike’ 2023-12-21 15:51:58   ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bang li Wezareta Dadê kir. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci jî wiha got: “Çareserî gelekî zelal e, divê Ocalan bang li derve û hundir bike.”   Koordînasyona Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza “ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” didome li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqa Civakî, nûnerên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştgirî dan civînê.    Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen a di civînê de axivî, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê di roja 25’an de berdewam dike. Çevîrmen, bal kişand ku hêj desthilata siyasî di vê mijarê de gavek jî neavêtiye û bang li Wezareta Dadê û saziyên têkildar kir ku bikevin nava liv û tevgerê.    ‘DIVÊ MAFÊN TENDURISTIYÊ YÊ GIRTIYAN WERE PARASTIN’    Çevîrmen, anî ziman ku ji bo mafê jiyan û tenduristiyê yên girtiyên ketina çalakiya greva birçîbûnê were parastin divê şertên tibî bên avakirin û wiha got: “Ji bo girtiyên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine jiyana xwe bidomînin, divê 5 şûşeyên ava mezin, 2 kevçiyên çayê xwê, 5 kevçiyên xwarinê şekir, kevçiyekî şirînahiyê karbonat û preparatên vîtamîna B’yê ya kompleks ku vîtamîna B1’ê di nava xwe de dihewîne bidin wan. Berovajiyê ve helwesteke ku mirov dikare weke îşkence û mûameleyeke nebaş a belavî demê hatiye kirin binirxîne.”   Çevîrmen, anî ziman ku divê girtiyên di çalakiyê de bi awayekî rêk û pêk bên şopandin û daxwazên wan werin bicihanîn û destnîşan kir ku divê rayedar hestiyar bin.     ‘JI ENCAMAN DESTHILAT BERPIRSYAR E’    Çevîrmen, bi bîr xist ku agahînegirtina mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê li dijî destûra bingehîn û peymanên navnetewî ye û wiha berdewam kir: “Desthilata siyasî, divê bêyî ku pêvajoya çalakiyê veguhere xetereyê daxwaza çalakgeran binirxîne. Heke dê ji encamên neyînî desthilat berpirsyar be. Ji ber vê yekê Wezareta Dadê û saziyên têkildar demildest bikevin nava liv û tevgerê.”   BANGA HESTIYARIYÊ    Çevîrmen, ji bo pirsgirêkên li girtîgehan bi esasgirtina maf û azadiya bingehîn werin nirxandin û çareserkirin di serî de Wezareta Dadê û hemû rayedar, bang li saziyên netewî û navnetewî yên mafên mirovan û hiqûqê kir ku hestiyar bin.    TURKDOGAN: ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ HIŞYARIYEKE    Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku herkes qebûl dike ku daxwazên girtiyan maqûl in û dikarin werin bicihanîn û wiha got: “Di qanûna înfazê ya ceza ya Tirkiyeyê de tecrîda domdar nîne. Em desthilatê vedixwînin ku li qanûnên dewletê tevbigere. Em bang lê dikin ku tecrîda li ser birêz Ocalan û hevalên li cem wî were rakirin. Divê em van çalakiyên greva birçîbûnê weke hişyariyekê bigirin dest. Hêvî dikim ku ev çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û dorveger na veguhere bêdem û bêdorvegerê, ji ber ku mafên wan ê jiyan û tenduristiyê ji bo me gelek girîng e. Li gorî agahiyên me bi dest xistin bi taybetî vîtamînan nadin girtiyan. Divê mirov girtîgehan hişyar bike; ji ber ku ji mafê jiyanê yê girtiyan hûn berpirsyar in. Bi rakirina tecrîdê û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ev pirsgirêk dikare were çareserkirin.”   ‘BILA XWEDÎ LI DAXWAZÊN WAN WERE DERKETIN’    Mehmet Baytekîn ê li ser navê MED TUHAD-FED’ê axivî diyar kir ku weke malbat bi fikar in û xwest ku xwedî li daxwazên girtiyan were derketin.    ‘DIVÊ OCALAN HEM BANG LI DERVE HEM LI HUNDIR BIKE’    Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Omer Farûk Yazmaci jî bi lêv kir ku bi şewitandina înfazê gef li girtiyên ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê hatine kirin tê xwarin û wiha got: “Dîsa li hin girtîgehan dermanan nadin girtiyan û li hin cihan girtiyan dixin hucreyan. Çareserî gelekî zelal e, divê Ocalan bang li derve û hundir bike.”