Mexdûrên erdhejê yên roman 11 meh in di konan de ne

  • rojane
  • 09:00 21 Kanûn 2023
  • |
img
MEREŞ - Tevî ku 11 meh di ser erdhejê re derbas bûne jî pirsgirêka stargehê ya mexdûrên erdhejê hêj nehatiye çareserkirin. Mexdûrên erdhejê yên roman ku konteynir bi dest wan neketine, di şert û mercên dijwar ên zivistanê de di konan de dimînin.
 
Di ser erdhejên 6'ê Sibatê yên navenda wan Mereş bûn û bandor li ser 11 bajaran kirin, 11 meh derbas bûn. Li gorî daneyên fermî, di erdhejê de bi tevahî 50 hezar û 783 kesan jiyana xwe ji dest daye û 107 hezar û 204 kes jî birîndar bûne. Li navenda erdhejê Mereş ku yek ji bajarê herî zêde ji erdhejan bandor girtibû, tevî 11 meh ji ser erdhejê re derbasbûne jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin. Li gorî daneyên fermî di erdhejan de li Mereşê 12 hezar û 622 kesan jiyana xwe ji dest daye û 15 hezar û 940 avahî hilweşiyane. Li bajarê ku hê xebatên rakirina xirbeyan bi dawî nebûne, ji bo 19 hezar û 194 avahiyan bi lezgîn biryara hilweşandinê hat dayîn. Piştî erdhejê pirsgirêka sereke ya mexdûrên erdhejê stargeh in.
 
Li Mereşê li 51 deveran 23 hezar û 212 konteynir hatin bicihkirin. Piraniya mexdûrên erdhejê li bajarên konteyniran zivistanê derbas dikin û pêdiviya wan a xênî hê nehatiye dabînkirin. Hin mexdûrên erdhejê jî tevî ku 11 meh derbas bûne, vê zivistanê di konan de derbas dikin. Mexdûrên erdhejê yên roman jî li Taxa Namik Kemal a navçeya Dulkadîroglû ya Mereşê ji ber ku konteynir bi dest wan neketine 11 meh in di sir û seqema zivistanê de di konan de dimînin. Mexdûrên erdhejê diyar kirin ku wan ji bo konteyniran serîledan kiriye lê konteynir nedane wan. 
 
11 MEH IN DI KON DE YE
 
Mexdûra erdhejê Medîne Şahîn 
 
Mexdûra erdhejê Medîne Şahîn (75) ku xaniyê wan ê kirê di erdhejê de xirab bûye 11 meh in bi 5 neviyên xwe re di kon de dimîne. Şahîn ku ji ber lingên we felc e nikare bimeşe, tevî ku nexweşiyên tansiyon, şekir, pişik û dil pê re hene jî konteynir nedane wê. Şahîn, diyar kir ku ji roja ku erdhej çêbûye heya niha di kon de dimîne û wiha got: “Me her tişt winda kir. Kurekî min astengdar e, konteynir dan wî lê nedan min. Ew di konteynirê de dimîne û ez bi neviyên xwe re di vê konê de dimînim. Ji ber ku kurê min du caran zewicîye, zarokên wî bi hevjina wî re li hev nakin û 5 neviyên min li cem min dimînin. Ya herî mezin 10 salî ye. Ne êzing hene ku em xwe pê germ bikin ne jî tiştekî me heye em bixwin. Min ji bo konteynirê serlêdan kir lê derneket. 11 meh in ez di kon de me. Zivistanê pir sar dibe. Em nikarin di kon de îdare bikin."
 
'EM HETA SIBÊ DI NAV AVÊ DE BÛN'
 
Şahîn, ji bo pêdiviyên xwe yên demborî bi cih bînin daxwaza konteynirê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em nikarin paqijiyê bikin, nikarin serê xwe bişon. Dema baran dibare, kon tije av dibe. Lehî rabû û em heta sibê di nav avê de man. Min tu alîkarî nedît. Wan pîlên kursiya min a biteker dizîn. Hatin, lê nihêrîn, lê dîsa jî yekî nû nedan min. Ez nikarim bimeşim, nexweşiyên min ên wekî pişik, şekir, tansiyonê û dil hene. Ez nikarim dermanên xwe bigirim. Daxwaza min ew e ku konteynirekê bidin me."
 
'EM PERÎŞAN BÛNE'
 
Ji mexdûrên erdhejê Saniye Yanbasti
 
Ji mexdûrên erdhejê Saniye Yanbastiyê (64) ku 11 meh in li heman taxê di kon de dimîne pirsgirêk û daxwaza xwe wiha vegot: “Rewşa me pir xerab e. Em perîşan bûne. Em di zivistanê de ne. Heke berf bibare em ê çi bikin? 11 meh in em di kon de ne. Me serî li konteynirê da, lê konteynir nedan me. Em çûn qeymeqamtiyê û her derê lê konteynir nedan me. Em di kon de dicemidin. Di her du lingên min de pilatîn hene. Ne xwarin, ne hemam, ne daşira me heye. Bila konteynirekê bidin me da ku em karibin serê xwe bikin cihekî."
 
'ZAROKÊN MIN NEXWEŞ DIKEVIN'
 
Mexdûra erdhejê Guler (22) ku bi hevjînê xwe û 4 zarokên xwe re di kon de dimîne bi lêv kir ku zarokên wê ji ber sermayê nexweş bûne û ev tişt gotin: “Piştî erdhejê xwediyê malê em avêtin derve. Ji erdhejê vir ve em di konan de ne. Me ji bo konteynirê serlêdan kir, lê konteynir nehat. Êzing tune ne ku em bişewitînin û xwe germ bikin. Kon pir sar e. Zarokekî min ji ber sermayê nexweş ket. Me ew bir nexweşxaneyê. Em ne dikarin serê xwe bişon ne jî dikarin paqijiyê bikin. Ez nikarim zarokên xwe bişînim dibistanê ji ber ku ne pêkan e. Heke konteynirek bidana me, qet nebe ji bo demekê kurt em di wir de diman û zarokên xwe dişand dibîstanê."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

25/12/2023
12:36 Dewleta tirk êrişî Qamişloyê jî kir: 3 welatî birîndar bûn
12:15 Suryanan li Mêrdînê Cejna Zayînê pîroz kirin
12:09 Salih Muslim: Dê êrişên wan negihijin armanca xwe
11:52 Ji bo berdana Can Atalay careke din serlêdan hate kirin
11:12 Dema ji bo serlêdanên bernamzetiyê yên DEM Partiyê îro bi dawî dibe
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye