Mexdûrên erdhejê yên roman 11 meh in di konan de ne 2023-12-21 09:00:52   MEREŞ - Tevî ku 11 meh di ser erdhejê re derbas bûne jî pirsgirêka stargehê ya mexdûrên erdhejê hêj nehatiye çareserkirin. Mexdûrên erdhejê yên roman ku konteynir bi dest wan neketine, di şert û mercên dijwar ên zivistanê de di konan de dimînin.   Di ser erdhejên 6'ê Sibatê yên navenda wan Mereş bûn û bandor li ser 11 bajaran kirin, 11 meh derbas bûn. Li gorî daneyên fermî, di erdhejê de bi tevahî 50 hezar û 783 kesan jiyana xwe ji dest daye û 107 hezar û 204 kes jî birîndar bûne. Li navenda erdhejê Mereş ku yek ji bajarê herî zêde ji erdhejan bandor girtibû, tevî 11 meh ji ser erdhejê re derbasbûne jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin. Li gorî daneyên fermî di erdhejan de li Mereşê 12 hezar û 622 kesan jiyana xwe ji dest daye û 15 hezar û 940 avahî hilweşiyane. Li bajarê ku hê xebatên rakirina xirbeyan bi dawî nebûne, ji bo 19 hezar û 194 avahiyan bi lezgîn biryara hilweşandinê hat dayîn. Piştî erdhejê pirsgirêka sereke ya mexdûrên erdhejê stargeh in.   Li Mereşê li 51 deveran 23 hezar û 212 konteynir hatin bicihkirin. Piraniya mexdûrên erdhejê li bajarên konteyniran zivistanê derbas dikin û pêdiviya wan a xênî hê nehatiye dabînkirin. Hin mexdûrên erdhejê jî tevî ku 11 meh derbas bûne, vê zivistanê di konan de derbas dikin. Mexdûrên erdhejê yên roman jî li Taxa Namik Kemal a navçeya Dulkadîroglû ya Mereşê ji ber ku konteynir bi dest wan neketine 11 meh in di sir û seqema zivistanê de di konan de dimînin. Mexdûrên erdhejê diyar kirin ku wan ji bo konteyniran serîledan kiriye lê konteynir nedane wan.    11 MEH IN DI KON DE YE   Mexdûra erdhejê Medîne Şahîn    Mexdûra erdhejê Medîne Şahîn (75) ku xaniyê wan ê kirê di erdhejê de xirab bûye 11 meh in bi 5 neviyên xwe re di kon de dimîne. Şahîn ku ji ber lingên we felc e nikare bimeşe, tevî ku nexweşiyên tansiyon, şekir, pişik û dil pê re hene jî konteynir nedane wê. Şahîn, diyar kir ku ji roja ku erdhej çêbûye heya niha di kon de dimîne û wiha got: “Me her tişt winda kir. Kurekî min astengdar e, konteynir dan wî lê nedan min. Ew di konteynirê de dimîne û ez bi neviyên xwe re di vê konê de dimînim. Ji ber ku kurê min du caran zewicîye, zarokên wî bi hevjina wî re li hev nakin û 5 neviyên min li cem min dimînin. Ya herî mezin 10 salî ye. Ne êzing hene ku em xwe pê germ bikin ne jî tiştekî me heye em bixwin. Min ji bo konteynirê serlêdan kir lê derneket. 11 meh in ez di kon de me. Zivistanê pir sar dibe. Em nikarin di kon de îdare bikin."   'EM HETA SIBÊ DI NAV AVÊ DE BÛN'   Şahîn, ji bo pêdiviyên xwe yên demborî bi cih bînin daxwaza konteynirê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em nikarin paqijiyê bikin, nikarin serê xwe bişon. Dema baran dibare, kon tije av dibe. Lehî rabû û em heta sibê di nav avê de man. Min tu alîkarî nedît. Wan pîlên kursiya min a biteker dizîn. Hatin, lê nihêrîn, lê dîsa jî yekî nû nedan min. Ez nikarim bimeşim, nexweşiyên min ên wekî pişik, şekir, tansiyonê û dil hene. Ez nikarim dermanên xwe bigirim. Daxwaza min ew e ku konteynirekê bidin me."   'EM PERÎŞAN BÛNE'   Ji mexdûrên erdhejê Saniye Yanbasti   Ji mexdûrên erdhejê Saniye Yanbastiyê (64) ku 11 meh in li heman taxê di kon de dimîne pirsgirêk û daxwaza xwe wiha vegot: “Rewşa me pir xerab e. Em perîşan bûne. Em di zivistanê de ne. Heke berf bibare em ê çi bikin? 11 meh in em di kon de ne. Me serî li konteynirê da, lê konteynir nedan me. Em çûn qeymeqamtiyê û her derê lê konteynir nedan me. Em di kon de dicemidin. Di her du lingên min de pilatîn hene. Ne xwarin, ne hemam, ne daşira me heye. Bila konteynirekê bidin me da ku em karibin serê xwe bikin cihekî."   'ZAROKÊN MIN NEXWEŞ DIKEVIN'   Mexdûra erdhejê Guler (22) ku bi hevjînê xwe û 4 zarokên xwe re di kon de dimîne bi lêv kir ku zarokên wê ji ber sermayê nexweş bûne û ev tişt gotin: “Piştî erdhejê xwediyê malê em avêtin derve. Ji erdhejê vir ve em di konan de ne. Me ji bo konteynirê serlêdan kir, lê konteynir nehat. Êzing tune ne ku em bişewitînin û xwe germ bikin. Kon pir sar e. Zarokekî min ji ber sermayê nexweş ket. Me ew bir nexweşxaneyê. Em ne dikarin serê xwe bişon ne jî dikarin paqijiyê bikin. Ez nikarim zarokên xwe bişînim dibistanê ji ber ku ne pêkan e. Heke konteynirek bidana me, qet nebe ji bo demekê kurt em di wir de diman û zarokên xwe dişand dibîstanê."   MA / Mahmût Altintaş