Rojnameger Ozdemîr: Siyaseta AKP-MHP’ê li Kerkûkê têk çû

  • rojane
  • 11:25 20 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Mervan Ozdemîr ku hilbijartinên encmûnaniya parêzgehan dişopand têkildarî encama hilbijartina Kerkûkê wiha got: “Polîtîkaya AKP-MHP’ê li ser Eniya Tirkmen a li Kerkûkê dimeşand, îflas kir.” 
 
Encamên hilbijartinên encmaniya parêzgehan ku li 13 bajarên Iraqê û li Kerkûk û Mûsilê hatin lidarxistin zelal bûn. Di şert û mercên asayî de hilbijartinên behsa xeberê 4 salan carekê tê lidarxistin lê belê ji ber êrişên DAIŞ’ê, ji sala 2013’an heta niha cara ewil hatin lidarxistin. Di hilbijartinê de mafê 15 milyon û 108 hezar û 135 hilbijêran hebûn ku dengê xwe bidin lê ji van tenê 6 milyon û 599 hezar û 668 hilbijêr çûn ser sindoqan. 
 
DI HILBIJARTINÊ DE KURD BI SER KETIN 
 
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê rêjeya tevlibûna hilbijartinan weke ji sedî 41 eşkere kir. Ji ber girîngiya xwe, gelemperî çavê her kesî li Kerkûkê bû. Li Kerkûkê rêjeya tevlibûna hilbijartinê weke ji sedî 65 hate diyarkirin. Meclisên Giştî yên Parêzgehan, waliyan diyar dikin. Di heman demê de meclis diyar dikin bê ka bûdçeya bajar ji bo kîjan projeyan bên xerckirin û walî berpirsyar dike ku van projeyan bi cih bîne. Walî jî li gel rayeyên qanûndanîn û venêrînê, her wiha xwedî wan mafan e ku mewzûatên ne li dijî Destûra Bingehîn derxîne. 
 
KERKÛK
 
Di hilbijartina heyî de çavê her kesî li ser Kerkûk û Mûsilê bû. Li gorî encamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê; lîsteya “Kerkûk Hêza Me û Îradeya Me ye” ya bi pêşengtiya Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) bi 139 hezar dengan bû yekemîn. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku tev li vê lîsteyê nebû jî 46 hezar deng stand. 
 
Li gorî encamên fermî; Ji 16 kursiyan YNK’ê 5, Koalîsyona Ereban 3, Eniya Tirkmen 2, Qaîdeya Ereb 2, Ereb-Urube 1 û kotaya xiristiyanan jî kursiyek bi dest xist. 
 
MÛSIL
 
Partiyên kurd ên di hilbijartinên Mûsilê de yekitiya xwe ava nekirin jî têk çûn. Koalîsyona Nînovayê ya Sunnî 141 hezar û 749 deng, PDK’ê 127 hezar û 938 deng, Koalîsyona Peymana Navneteweyî ya Sunnî 83 hezar û 82 deng, Koalîsyona Seerweriyê ya Sunnî 72 hezar û 787 deng û tifaqa YNK û Partiya Komunist jî 45 hezar û 939 deng standin. 
 
Li gorî vê encamê; Koalîsyona Nînovayê ya bi pêşengtiya waliyê berê Necîm Cîburî 5 kursî, PDK’ê 4 û YNK’ê jî 2 kursî bi dest xistin. 
 
SELAHADDÎN Û DIYALA
 
Li Diyalayê ku yek ji bajarên Herêma Federe ya Kurdistanê ya nîqaş li ser tê kirin e jî YNK’ê kursiyek wergirt. Li bajarê Selahddîn jî Koalîsyona Hasmê ku PDK jî di nav de cih digire 2 kursî bi dest xist. 
 
Rojnameger Mervan Ozdemîr ku hilbijartin ji nêz ve dişopand, têkildarî hilbijartinê û encamên wê ji ajansa me re axivî.  
 
BOYKOTA TEVGERA SADRÊ
 
Ozdemîr, da zanîn ku li herêmên binîqaş ên Herêma Federe ya Kurdistanê hilbijartin bêpirsgirêk derbas bûne û wiha got: “Ji ber hilbijartinê fikarên me hebûn lê gelemperî aram derbas bûn. Li hinek deveran li dijî navendên hilbijartinan bi teqemeniyan êriş hatin kirin lê ne rewşeke wisa bû ku hilbijartin bên taloqkirin an jî sekinandin. Ev yek ji bo Iraqê pir balkêş bû. Ji ber ku ji ber hevrikiya di navbera partiyan de gelek caran provakasyon tên kirin. Li gorî hilbijartinên berê, rêjeya tevlibûna hilbijartinê zêde bû. Di hilbijartinên Iraqê de herî zêde Tevgera Sadrê deng distîne lê hilbijartin boykot kir. Tevî vê jî rêjeya tevlibûnê ji sedî 41 bû. Heke ne ji boykotê bûya dê ev rêjeya pir bilind bûya.” 
 
‘TEVÎ PDK’Ê JÎ KURD LI KERKÛKÊ BI SER KETIN’ 
 
Bi domdarî Ozdemîr bal kişand ser rewşa Kerkûk û Mûsilê û ev nirxandin kir: “Em dikarin bibêjin ku xelkê ereb li bajarên din ên Iraqê zêde eleqe nîşanî hilbijartinê neda. Lê belê di serî de Mûsil û Kerkûk, li herêmên binîqaş ên Herêma Federe ya Kurdistanê tevlibûneke zêde hebû. Li Selahaddîn, Diyala, Mûsil û Kerkûkê xelk herikî ser sindoqan. Ji bo tifaqa kurdan a li Kerkûkê zextekî giran li partiyên kurd hate kirin lê PDK’ê destûra tifaqê neda. Li gorî encaman, tevî PDK’ê jî kurd li Kerkûkê bi ser ketin. Li gorî van encaman, ji bo diyarkirina walî pêdiviya YNK’ê bi 3 kursiyan heye. Hema hema êdî teqez bûye ku dê waliyê Kerkûkê kurd be.” 
 
‘SIYASETA AKP-MHP’Ê YA LI KERKÛKÊ TÊK ÇÛ’ 
 
Rojnameger Ozdemîr da zanîn ku ber bi hilbijartinê ve AKP-MHP’ê li Kerkûkê mudaxileyên cuda dikirin û wiha pê de çû: “Tirkiyeyê, tirkmenên vê derê fînanse dikir. Eniya Tirkmen li vê derê bi gotinên provokatîf û nîjadperest civak aciz dikir. Eniya Tirkmen di vê hilbijartinê hema hema qet deng nestand. Tevî vê yekê jî gotinên xwe yên provokatîf didomîne. Me dît ku polîtîkaya AKP-MHP’ê li ser Eniya Tirkmen li Kerkûkê dimeşand îflas kir. Gelek tirkmenên bi demokrasî û pêkvejiyanê re dengên xwe dan partiyên kurdan. Siyaseta AKP-MHP’ê li Kerkûkê têk çû.” 
 
‘ŞENSEK DAN PARTIYÊN KURD’
 
Ozdemîr, diyar kir ku kurdên li Kerkûkê li dijî partiyên kurd bi bertek in û axaftina xwe wiha qedand: “Lê ji ber girîngiya hilbijartinê, şensekî din dan YNK’ê. Gel li dijî PDK û YNK’ê bibertek bû lê ji ber girîngiya hilbijartinê, şensekî dan partiyên kurd ku yekitiya xwe ava bikin û berjewendiyên neteweyî biparêzin.” 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

25/12/2023
11:12 Dema ji bo serlêdanên bernamzetiyê yên DEM Partiyê îro bi dawî dibe
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin