Rojnameger Ozdemîr: Siyaseta AKP-MHP’ê li Kerkûkê têk çû 2023-12-20 11:25:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Mervan Ozdemîr ku hilbijartinên encmûnaniya parêzgehan dişopand têkildarî encama hilbijartina Kerkûkê wiha got: “Polîtîkaya AKP-MHP’ê li ser Eniya Tirkmen a li Kerkûkê dimeşand, îflas kir.”    Encamên hilbijartinên encmaniya parêzgehan ku li 13 bajarên Iraqê û li Kerkûk û Mûsilê hatin lidarxistin zelal bûn. Di şert û mercên asayî de hilbijartinên behsa xeberê 4 salan carekê tê lidarxistin lê belê ji ber êrişên DAIŞ’ê, ji sala 2013’an heta niha cara ewil hatin lidarxistin. Di hilbijartinê de mafê 15 milyon û 108 hezar û 135 hilbijêran hebûn ku dengê xwe bidin lê ji van tenê 6 milyon û 599 hezar û 668 hilbijêr çûn ser sindoqan.    DI HILBIJARTINÊ DE KURD BI SER KETIN    Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê rêjeya tevlibûna hilbijartinan weke ji sedî 41 eşkere kir. Ji ber girîngiya xwe, gelemperî çavê her kesî li Kerkûkê bû. Li Kerkûkê rêjeya tevlibûna hilbijartinê weke ji sedî 65 hate diyarkirin. Meclisên Giştî yên Parêzgehan, waliyan diyar dikin. Di heman demê de meclis diyar dikin bê ka bûdçeya bajar ji bo kîjan projeyan bên xerckirin û walî berpirsyar dike ku van projeyan bi cih bîne. Walî jî li gel rayeyên qanûndanîn û venêrînê, her wiha xwedî wan mafan e ku mewzûatên ne li dijî Destûra Bingehîn derxîne.    KERKÛK   Di hilbijartina heyî de çavê her kesî li ser Kerkûk û Mûsilê bû. Li gorî encamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê; lîsteya “Kerkûk Hêza Me û Îradeya Me ye” ya bi pêşengtiya Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) bi 139 hezar dengan bû yekemîn. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku tev li vê lîsteyê nebû jî 46 hezar deng stand.    Li gorî encamên fermî; Ji 16 kursiyan YNK’ê 5, Koalîsyona Ereban 3, Eniya Tirkmen 2, Qaîdeya Ereb 2, Ereb-Urube 1 û kotaya xiristiyanan jî kursiyek bi dest xist.    MÛSIL   Partiyên kurd ên di hilbijartinên Mûsilê de yekitiya xwe ava nekirin jî têk çûn. Koalîsyona Nînovayê ya Sunnî 141 hezar û 749 deng, PDK’ê 127 hezar û 938 deng, Koalîsyona Peymana Navneteweyî ya Sunnî 83 hezar û 82 deng, Koalîsyona Seerweriyê ya Sunnî 72 hezar û 787 deng û tifaqa YNK û Partiya Komunist jî 45 hezar û 939 deng standin.    Li gorî vê encamê; Koalîsyona Nînovayê ya bi pêşengtiya waliyê berê Necîm Cîburî 5 kursî, PDK’ê 4 û YNK’ê jî 2 kursî bi dest xistin.    SELAHADDÎN Û DIYALA   Li Diyalayê ku yek ji bajarên Herêma Federe ya Kurdistanê ya nîqaş li ser tê kirin e jî YNK’ê kursiyek wergirt. Li bajarê Selahddîn jî Koalîsyona Hasmê ku PDK jî di nav de cih digire 2 kursî bi dest xist.    Rojnameger Mervan Ozdemîr ku hilbijartin ji nêz ve dişopand, têkildarî hilbijartinê û encamên wê ji ajansa me re axivî.     BOYKOTA TEVGERA SADRÊ   Ozdemîr, da zanîn ku li herêmên binîqaş ên Herêma Federe ya Kurdistanê hilbijartin bêpirsgirêk derbas bûne û wiha got: “Ji ber hilbijartinê fikarên me hebûn lê gelemperî aram derbas bûn. Li hinek deveran li dijî navendên hilbijartinan bi teqemeniyan êriş hatin kirin lê ne rewşeke wisa bû ku hilbijartin bên taloqkirin an jî sekinandin. Ev yek ji bo Iraqê pir balkêş bû. Ji ber ku ji ber hevrikiya di navbera partiyan de gelek caran provakasyon tên kirin. Li gorî hilbijartinên berê, rêjeya tevlibûna hilbijartinê zêde bû. Di hilbijartinên Iraqê de herî zêde Tevgera Sadrê deng distîne lê hilbijartin boykot kir. Tevî vê jî rêjeya tevlibûnê ji sedî 41 bû. Heke ne ji boykotê bûya dê ev rêjeya pir bilind bûya.”    ‘TEVÎ PDK’Ê JÎ KURD LI KERKÛKÊ BI SER KETIN’    Bi domdarî Ozdemîr bal kişand ser rewşa Kerkûk û Mûsilê û ev nirxandin kir: “Em dikarin bibêjin ku xelkê ereb li bajarên din ên Iraqê zêde eleqe nîşanî hilbijartinê neda. Lê belê di serî de Mûsil û Kerkûk, li herêmên binîqaş ên Herêma Federe ya Kurdistanê tevlibûneke zêde hebû. Li Selahaddîn, Diyala, Mûsil û Kerkûkê xelk herikî ser sindoqan. Ji bo tifaqa kurdan a li Kerkûkê zextekî giran li partiyên kurd hate kirin lê PDK’ê destûra tifaqê neda. Li gorî encaman, tevî PDK’ê jî kurd li Kerkûkê bi ser ketin. Li gorî van encaman, ji bo diyarkirina walî pêdiviya YNK’ê bi 3 kursiyan heye. Hema hema êdî teqez bûye ku dê waliyê Kerkûkê kurd be.”    ‘SIYASETA AKP-MHP’Ê YA LI KERKÛKÊ TÊK ÇÛ’    Rojnameger Ozdemîr da zanîn ku ber bi hilbijartinê ve AKP-MHP’ê li Kerkûkê mudaxileyên cuda dikirin û wiha pê de çû: “Tirkiyeyê, tirkmenên vê derê fînanse dikir. Eniya Tirkmen li vê derê bi gotinên provokatîf û nîjadperest civak aciz dikir. Eniya Tirkmen di vê hilbijartinê hema hema qet deng nestand. Tevî vê yekê jî gotinên xwe yên provokatîf didomîne. Me dît ku polîtîkaya AKP-MHP’ê li ser Eniya Tirkmen li Kerkûkê dimeşand îflas kir. Gelek tirkmenên bi demokrasî û pêkvejiyanê re dengên xwe dan partiyên kurdan. Siyaseta AKP-MHP’ê li Kerkûkê têk çû.”    ‘ŞENSEK DAN PARTIYÊN KURD’   Ozdemîr, diyar kir ku kurdên li Kerkûkê li dijî partiyên kurd bi bertek in û axaftina xwe wiha qedand: “Lê ji ber girîngiya hilbijartinê, şensekî din dan YNK’ê. Gel li dijî PDK û YNK’ê bibertek bû lê ji ber girîngiya hilbijartinê, şensekî dan partiyên kurd ku yekitiya xwe ava bikin û berjewendiyên neteweyî biparêzin.”    MA / Omer Akin