Girtiyê nexweş li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye

  • rojane
  • 09:30 16 Kanûn 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Reşît Ûyar ê bi daxwaza "Azadî ji Abdullah Ocalan re" ket greva birçîbûnê got: "Ez di vir de bimrim jî, cenazeyê min ji vê girtîgehê derkeve jî heta ku ev pirsgirêk çareser nebe û ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî nebe, ez ê greva xwe ya birçîbûnê berdewam bikim û dermanan jî nexwim."

 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de tê girtin ev zêdetirî 33 meh in tu agahî nayên standin. Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan her ku diçe girantir dibe. Der barê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê de bertek jî her ku diçe zêdetir dibin. Li dijî tecrîda li ser Ocalan li girtîgehan girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd çareserî” de hat destpêkirin greva birçîbûnê dan destpêkirin. 
 
Ji girtiyên di greva birçîbûnê de yek jê jî girtiyê nexweş Reşît Ûyar ê 60 salî ye. Uyar ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzon de tê girtin, nexweşîna penceşêra prostatê û birîna mideyê lê peyda bûne û ev 4 sal in di girtîgehê de bi dermanan tedawî dibe. Uyar ê ku roja sêşemê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî ragihand ku ew jî di greva birçîbûnê de ne. Hevjîna wî Hatîce Ûyarê der barê rewşa wî de axivî. 
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE
 
Ûyarê diyar kir ku hevjînê wê aniye ziman ku tevî nexweşiya xwe ya giran jî erk û berpirsyarî girtiye ser milê xwe û ketiye greva birçîbûnê û wiha axivî: "Hevjînê min ev 11 sal û nîv e di girtîgehê de ye. Ji ber ku pir dûr e, 2 sal in ez neçûm hevdîtina wî. Roja sêşemê li min geriya û got, 'em di greva birçîbûnê de ne.' Ev 3-4 sal in nexweşiyên wî hene. Ji ber van nexweşiyên xwe divê her roj dermanan bixwe. Lêbelê tevî vê nexweşiya xwe jî wî ji hevalên xwe re gotiye, 'ez ê bikevim greva birçîbûnê û ez ê dermanan jî nexwim.' Heta ku di greva birçîbûnê de be nikare dermanên xwe jî bixwe. Nexweşiyên wî jî nexweşiyên giran in. Ji min re got, 'ez di vir de bimrim jî, cenazeyê min ji vê girtîgehê derkeve jî heta ku ev pirsgirêk çareser nebe û ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî nebe ez ê greva xwe ya birçîbûnê berdewam bikim û dermanan jî nexwim.' Wî ev berpirsyarî girtiye ser milê xwe û divê em barê wan sivik bikin."
 
'HETA OCALAN AZAD NEBE EM JÎ AZAD NABIN'
 
Ûyarê bi lêv kir ku azadiya Ocalan azadiya gelê kurd e û wiha berdewam kir: "Daxwaza wan ew e ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan û girtiyan bê rakirin. Daxwaza wan cîhaneke bi aram e. Em bi xwe jî dixwazin ev tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Heta ev tecrîd li ser birêz Ocalan û girtîgehan berdewam bike dê dinya tevahî di bin vê tecrîdê de bimîne. Îro ev tecrîd ne tenê li ser birêz Ocalan û girtîgehan heye, li ser hemû dinyayê ev tecrîd heye. Heta birêz Ocalan azad nebe em jî tu caran azad nabin. Em ê her û her vê êşê bikişînin. Em dixwazin aramiyek çêbibe. Daxwaza me ew e ku hemû girtiyên siyasî bên berdan."
 
'HEKE EM XWE KERR BIKIN PIRSGIRÊK ÇARESER NABE'
 
Hatice Ûyarê bêdengiya li dijî tecrîda girankirî rexne kir û ev bang kir: "Çi kesê ku diziyê bike, qirêjiyê bike û mirovan bikuje efû dikin û berdidin. Lê mirovên ku xwedî li vê axê û vê dozê bibêje 'ez kurd im' heta ku sax be di girtîgehê de dihêlin. Van mirovan doza malê kesekî nekiriye. Xwîna kesekî jî nerijandine. Ji bo ku zimanê wan kurdî ye di girtîgehê de ne. Banga min ji gelê kurd re heye; bila li van girtîgehan binêrin, di van girtîgehan de ev mirov li ber xwe didin û wan bibînin. Ev mirov dikevin rojiya mirinê, cenazeyên wan bi ser me de tên, rabin ser pêyan. Heke me piştevaniya xwe bi hêz kir, îxtîmaleke mezin dê ev çalakî encam bigire û çareseriyek ji vê pirsgirêkê re bê dîtin. Lê heke ku her kes di mala xwe de, xwe kerr bike bi xwedê ev pirsgirêk çareser nabe. Di van girtîgehan de mirov dimirin, cenazeyên wan tên. Ji me re şerm e ku di girtîgehan de cenazeyên zarokên me ji me re bên. Mirovê kurd xwe li mala xwe ker bike û xwe nede ber vî barî dê çareser nebe. Bila her kes bi berpirsyarî tevbigere." 
 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

18/12/2023
09:04 Xwişka girtiyê nexweş: Ev gel rewşa birêz Ocalan mereq dike
09:01 Bi ser Komkujiya Mereşê re 45 sal derbas bûn: Êşa me hêj mîna roja ewil e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Bi ser şaredariya CHP’ê de girtin
07:31 Rojnameya Xwebûnê bi ‘Cîhan Ocalan dixwîne’ derket
00:14 Li Yalovayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
17/12/2023
23:23 Ciwanên DEM Partiyê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê meşiyan
20:33 Wêneyên pêşengên kurdan bi Keleha Wanê ve hatin daliqandin
20:28 Abdurrahîm ê cerdevanan ew birîndar kiribû cara duyemîn emeliyat bû
19:33 Bertek nîşanî Wezîrê Perwerdehiyê da û Kovara Jineolojiyê dayê
19:18 Parlamentera DEM Partiyê Sagyîgît: Kurdî xeta me ya sor e
18:35 Hatîmogûllari: Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr li Tirkiyeyê jî pêk bînin
17:01 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo kongreyê belavok belav kir
16:49 Ciwan tev li Nobeta Edaletê bûn
16:29 Fûara Pirtûkan a Amedê didome: Panela pirtûka ‘Bîrgehê’ hat lidarxistin
15:56 ÎHD û TÎHV'ê çalakiya ‘Nobeta Mafên Mirovan’ li dar xist
15:16 Li Amedê berteka li dijî hedefgirtina Şêx Seîd: Hedê xwe bizanin
14:29 DEM Partiyê ji bo bernamzetiyên Rihayê bang kir
13:39 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Deriyê me ji bo hevkariyê vekirî ye
13:31 Îsraîlê li Xezeyê êrişî dêrê kir: Dayik û keça wê hatin qetilkirin
12:52 DEM Partiyê biryarên di civîne de hatine dayîn eşkere kir
12:51 Îrmez: Divê tecrîd rabe, çareseriyeke din tune
11:16 Amed di nava mijê de ma
10:53 Li Lîbyayê keştiyek noqî avê bû: 61 kes winda bûn
10:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 21’an de didome
09:59 Meteorolojiyê ji barînan hişyarî da
09:58 Ji rojnameger Silêman Ehmed 54 roj in tu agahî nayên girtin
09:58 Kovara Jînê bi sernavê ‘Dê ev roj ji bîra we dernekevin' derket
09:57 Dê DEM Partî namzetên xwe kengî eşkere bike?
09:18 Li KYK’ê dîsa asansor ket
09:09 Qeyûm agahiyên şaş dane wezaretê
09:08 Li Manîsayê pankarta pêşengên kurdan hate daliqandin
09:08 Ji ber ku pala xwe daye qalorîferê 2 hezar lîre ceza li girtî birîn
09:05 Ji DEM Partiyê bi 3 zimanan banga ji bo serlêdanên bernamzetiyê
09:04 Tevî pitika xwe ya 4 mehî di Nobeta Edaletê de ye: Em bibin dengê zindanan
09:01 Gurbuz ê DBP'î: Ji bo erdnîgariyeke jiyanbar divê tecrîd bê şikandin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2023'YAN
16/12/2023
20:54 Ciwanên rihayî wêneyên pêşengên kurdan daliqandin
20:34 Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê dest pê kir
20:20 Nobeda Edaletê: Heta daxwaz neyên cih dê çalakî bidome
16:52 Leyla Guven sewqî Girtîgeha Sîncanê hate kirin
16:49 Parêzer Sarica: Nikarin vîna Ocalan têk bibin lewma tecrîd girantir kirin
16:05 Li Enqereyê piştgirî dan Ozak Tekstîlê
15:53 Rûniştina F: Bila mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin
15:31 Dozgerî ji bo xebatkarê Demokratîk Modernîteyê cezayê hefsê xwest
15:28 ‘Bila girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz tavilê bê berdan’
15:06 ÎHD’ê faîlên 5 kesên hatine windakirin û qetilkirin pirsî
14:36 Ji bo pirtûka Nagihan Akarsel a ‘Nîsan’ dê roja îmzeyê bê lidarxistin
14:30 Felsefevanê îtalyanî Antonio Negri jiyana xwe ji dest da
14:24 Îhsan Haran 29 sal berê hate windakirin: Bila bêcezatiya di dosyayê de bi dawî bibe
14:05 Di 10 mehan de ji bo Komîsyona Mafên Mirovan nêzî 2 hezar serlêdan hatin kirin
13:53 Pirs ji wezîran hate kirin lê AFAD’ê bersiv da
11:39 Hilbijartina taybet a ji bo encûmanên bajaran a Iraqê dest pê kir
11:36 Ji bo bihayê dermanan ji sedî 20 zem hate kirin
11:27 NÇM: Em biryara qedexeyê nas nakin, dê li du cihan konserê bidin
10:50 Bakirhan: Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin
10:03 Ciwan xwe ji bo kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ amade dikin
09:49 Ji rojnameger Silêman Ehmed 53 roj in tu agahî nayên girtin
09:45 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 20’an de didome
09:42 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Bila dewlet hişê xwe bîne serê xwe!
09:30 Girtiyê nexweş li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye
09:24 Tîma Futbolê ya Jinan di sala xwe ya ewil de bû şampiyon
09:17 Parêzer Çîftçîler: Ger tecrîd bidome dê girtîgehên din jî veguherin Îmraliyê
09:15 Nûnerê DÎSK'ê yê Egeyê Sari: Divê çîna karkeran li kuçeyan be
09:06 Bayindir: Divê em nehêlin kesek jî xizmetê ji polîtîkayên şerê taybet re bike
09:05 Hat xwestin ku li Haral ê ku bi kuştinê gef li Serokê Baroya Amedê Eren xwar 4 sal ceza bê birîn
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2023'YAN
15/12/2023
20:54 Gun: Berpirsê qetlîamê Şeyhmûz Babat e
19:30 Hejmara 4'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
17:01 Li Erxeniyê ji ber rê bertek nîşanî qeyûm dan
16:48 Konsera NÇM’ê hate qedexekirin: Dê cih û saeteke nû bê diyarkirin
16:42 Serdanên piştgiriya Nobeta Edaletê didomin
16:13 Rapora Girtîgehên Çûkûrovayê: Mafên mirovan hatin rawestandin
16:11 Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî faîlê tacîza zayendî parast
16:04 ‘Divê tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne’
15:00 Hatîmogûllari: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye divê ji holê bê rakirin
14:41 Zîzek tev li 'Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bû
13:34 Li polîsê parêzer derb kiribû ceza hate birîn
13:32 Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê îdiaya ‘tifaqê’ derewand
13:20 AYM’ê ji bo biryara qedexekirina Taksîmê di 1’ê Gulanê de got ‘binpêkirina maf e
13:18 Trafoya cotkarê ku giliyê DEDAŞ’ê kir hate mohrkirin
12:10 Li Bedlîsê leşkerek bi awayeke guman mir
12:03 Penaberên kurd di greva birçîbûnê de ne
11:55 Qeyûmî pere nehişt, Şaredariya AKP’î neguhêzbaran difiroşe
11:53 Kurê girtiyê nexweş: Bavê min nikare heta 4 mehên din li girtîgehê bijî!
11:16 Doza tacîzê hate taloqkirin
11:10 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin: 11 kes mirin
11:07 Girtî di daxwaza xwe ya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de bibiryar in
10:59 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê sibe li Amedê dest pê dike
10:39 Girtî Eman: Yekane kesê bikare şer bisekinîne Abdullah Ocalan e
10:28 Delegasyona Jinan a Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan tavilê bê berdan
10:17 Prz. Marcelli: Divê CPT ji bo Ocalan bi helwesteke bibîryar daxuyaniyê bide
10:01 Cenazeyê Yilmaz ê HPG’î hate definkirin
09:54 Ji bo mala xwe ya li Sûrê 8 sal in têdikoşe
09:21 Rêxistinên hiqûqê û mafan ên Îzmîrê: Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin
09:09 52 roj in ji rojnameger Ehmed agahî nayên girtin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 19’an de didome
09:06 Armanca Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo pêşketineke akademîk e
09:05 Li qeraxa Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax serbest e!