Girtiyê nexweş li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye 2023-12-16 09:30:43 ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Reşît Ûyar ê bi daxwaza "Azadî ji Abdullah Ocalan re" ket greva birçîbûnê got: "Ez di vir de bimrim jî, cenazeyê min ji vê girtîgehê derkeve jî heta ku ev pirsgirêk çareser nebe û ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî nebe, ez ê greva xwe ya birçîbûnê berdewam bikim û dermanan jî nexwim."   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de tê girtin ev zêdetirî 33 meh in tu agahî nayên standin. Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan her ku diçe girantir dibe. Der barê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê de bertek jî her ku diçe zêdetir dibin. Li dijî tecrîda li ser Ocalan li girtîgehan girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd çareserî” de hat destpêkirin greva birçîbûnê dan destpêkirin.    Ji girtiyên di greva birçîbûnê de yek jê jî girtiyê nexweş Reşît Ûyar ê 60 salî ye. Uyar ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzon de tê girtin, nexweşîna penceşêra prostatê û birîna mideyê lê peyda bûne û ev 4 sal in di girtîgehê de bi dermanan tedawî dibe. Uyar ê ku roja sêşemê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî ragihand ku ew jî di greva birçîbûnê de ne. Hevjîna wî Hatîce Ûyarê der barê rewşa wî de axivî.    LI DIJÎ TECRÎDÊ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE   Ûyarê diyar kir ku hevjînê wê aniye ziman ku tevî nexweşiya xwe ya giran jî erk û berpirsyarî girtiye ser milê xwe û ketiye greva birçîbûnê û wiha axivî: "Hevjînê min ev 11 sal û nîv e di girtîgehê de ye. Ji ber ku pir dûr e, 2 sal in ez neçûm hevdîtina wî. Roja sêşemê li min geriya û got, 'em di greva birçîbûnê de ne.' Ev 3-4 sal in nexweşiyên wî hene. Ji ber van nexweşiyên xwe divê her roj dermanan bixwe. Lêbelê tevî vê nexweşiya xwe jî wî ji hevalên xwe re gotiye, 'ez ê bikevim greva birçîbûnê û ez ê dermanan jî nexwim.' Heta ku di greva birçîbûnê de be nikare dermanên xwe jî bixwe. Nexweşiyên wî jî nexweşiyên giran in. Ji min re got, 'ez di vir de bimrim jî, cenazeyê min ji vê girtîgehê derkeve jî heta ku ev pirsgirêk çareser nebe û ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî nebe ez ê greva xwe ya birçîbûnê berdewam bikim û dermanan jî nexwim.' Wî ev berpirsyarî girtiye ser milê xwe û divê em barê wan sivik bikin."   'HETA OCALAN AZAD NEBE EM JÎ AZAD NABIN'   Ûyarê bi lêv kir ku azadiya Ocalan azadiya gelê kurd e û wiha berdewam kir: "Daxwaza wan ew e ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan û girtiyan bê rakirin. Daxwaza wan cîhaneke bi aram e. Em bi xwe jî dixwazin ev tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Heta ev tecrîd li ser birêz Ocalan û girtîgehan berdewam bike dê dinya tevahî di bin vê tecrîdê de bimîne. Îro ev tecrîd ne tenê li ser birêz Ocalan û girtîgehan heye, li ser hemû dinyayê ev tecrîd heye. Heta birêz Ocalan azad nebe em jî tu caran azad nabin. Em ê her û her vê êşê bikişînin. Em dixwazin aramiyek çêbibe. Daxwaza me ew e ku hemû girtiyên siyasî bên berdan."   'HEKE EM XWE KERR BIKIN PIRSGIRÊK ÇARESER NABE'   Hatice Ûyarê bêdengiya li dijî tecrîda girankirî rexne kir û ev bang kir: "Çi kesê ku diziyê bike, qirêjiyê bike û mirovan bikuje efû dikin û berdidin. Lê mirovên ku xwedî li vê axê û vê dozê bibêje 'ez kurd im' heta ku sax be di girtîgehê de dihêlin. Van mirovan doza malê kesekî nekiriye. Xwîna kesekî jî nerijandine. Ji bo ku zimanê wan kurdî ye di girtîgehê de ne. Banga min ji gelê kurd re heye; bila li van girtîgehan binêrin, di van girtîgehan de ev mirov li ber xwe didin û wan bibînin. Ev mirov dikevin rojiya mirinê, cenazeyên wan bi ser me de tên, rabin ser pêyan. Heke me piştevaniya xwe bi hêz kir, îxtîmaleke mezin dê ev çalakî encam bigire û çareseriyek ji vê pirsgirêkê re bê dîtin. Lê heke ku her kes di mala xwe de, xwe kerr bike bi xwedê ev pirsgirêk çareser nabe. Di van girtîgehan de mirov dimirin, cenazeyên wan tên. Ji me re şerm e ku di girtîgehan de cenazeyên zarokên me ji me re bên. Mirovê kurd xwe li mala xwe ker bike û xwe nede ber vî barî dê çareser nebe. Bila her kes bi berpirsyarî tevbigere."      MA / Zeynep Durgut