Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne

  • rojane
  • 21:45 10 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE - Serokê TÎHV’ê Metîn Bakkalci yê di aktîvîteya têkildarî 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de axivî, tespît kir ku maf veguheriye îstîsnayê , binpêkirin jî veguherîne rêgezan û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê ferasetê bidomînin. Mirovahî dê rêyeke nû bibîne.”
 
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li Alba Otel a Enqereyê çalakiyek li dar xist. Li eywana aktîvîte lê hate lidarxistin pankarta “Li dijî şer em aştiyê diparêzin”. Serokê TÎHV’ê Metîn Bakkalci, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan û gelek aktîvîstên mafên mirovan û nûnerên partiyên siyasî tev li aktîvîteyê bûn. 
 
Bakkalci yê ewilî di aktîvîteyê de mafê axaftinê wergirt, bal kişand ku gelek kesên têkoşîna mafên mirovan didan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî niha di girtîgehan de ne û got ku “Em bi tevkariya wan heta van rojan hatin”. Bakkalci yê îşaret bi girîngiya rojê kir wiha got: “Li cîhanê li vî welatî li her derê vî welatî, li Rojava li her derê li dijî mafên mirovan êriş hene, ez ji ber vê yekê şerm dikim. Li Tirkiyeyê jî em di pêvajoyeke ku bikaranîna mafan veguheriye îstîsnayê , binpêkirin jî veguherîne rêgezan, qada cemaweriyê û sivîlan bi temamî hatiye girtin, li dijî parazvanên mafên mirovan her ku diçe zext zêde dibin de derbas dibin. Mirovahî dê rêyeke nû bibîne. Ez hêvî dikim ku dê demekî nêz de bibîne. Em kesên di vê eywanê de û kesên ne li vir dê bibînin.”
 
WELATÊ KOMKUJIYÊN VEKIRΠ
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban jî anî ziman ku li cîhan û Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovan ên cidî berdewam dikin. Kuçukbalaban, destnîşan kir ku Tirkiye welatê komkujiyên vekirî ye û wiha got: “Dema em Dêrsim, Gazî, Koçgirî, Agirî, Mereş, Sêwaz, Gar, Pirsûs û Amedê dijmêrin derdikeve holê ku welatekî komkujiyan e. “ Kuçukbalaban bal kişand êrişên li dijî jinan, penaberan, zarokan û gelek beşên din û bi lêv kir ku ev rewş dide nîşandan ku li Tirkiyeyê mafên mirovan nînin. 
 
JÎNGEH TÊN BOMBEBARANKIRIN
 
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan jî bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bakirhan, anî ziman ku li çar aliyên cîhanê binpêkirinên mafan diqewimin û dayik digirîn û wiha got: “Cenazeyên zarokên xwe radikin. Mirov îşkenceyê dibînin û tên girtin. Bi awayekî neheq tên darizandin.” Bakirhan anî ziman ku kesên têkoşîna mafên mirovan didin rûyê spî yê civakê ne. 
 
BERTEK NÎŞANÎ WEZÎR DA
 
Bakirhan bal kişand ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç di axaftineke xwe ya beriya niha de îdia dike ku dewleta tirk qanûnên xwe nû kirine û demokratîktir bûye û wiha bi gotinên: “Heke henekên xwe bi me bike, trajediyeke. Heke baweriya wî bi vê yekê were komediye. Bawer im haya Wezaretê Dadê bi çalakiya greva birçîbûnê nîne. Bi daxwaza girtina Makbûle Ozer a 83 salî nîne. Bawer im haya wî bi hezaran girtiyên siyasî yên di girtîhan de nîne. Haya wî nîne ku hevserokên partiyekê, parlamenter û hevşaredar bi awayekî neheq û bêhiqûqî bi dozên komployê niha di girtîgehan de ne” bertek nîşanî Tûnç da.
 
‘LI ROJAVA TARÎTÎ RONÎ KIRIN’ 
 
Bakirhan, wiha dawî bi axaftina xwe anî: “Desthilata ku me bi rê ve dibe ev qas nezane an jî henekên xwe bi me dike. Lê kesên li dijî van li ber xwe didin hene. Kesên têdikoşin hene. Kesên bi berxwedanê hewl didin vê komediyê û vê rewşa trajîk komîk ji holê rakinhene. Kesên li Rojava tarîtî ronî kirin çil sal in di bin êrişeke mezin de têdikoşin. Em kesên ku dibêjin mafên mirovan, demokrasî, azadî û aştî bawer dikim ku bi piştevaniyê bi avakirina tifaqên xurttir, em ê van rêveberên mafan bin pê dikin bişînin.”
 

Sernavên din

12/12/2023
14:23 Tuncel: Tevî tundiya mêr jî dê meşa azadiyê bidome
14:22 Bi ser qawişa girtiyan de girtin: Kamera li qawişê bi cih kirin
14:14 Bor ê li ser ‘îxbarê’ hatibû binçavkirin hate berdan
14:09 Pîrên elewiyan û alimên olî: Divê azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn
13:57 Parlamenterê Partiya Saadetê li ser kursiya Meclisê krîza dil derbas kir
13:52 Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin
13:29 DEM Partiyê ji bo serdana Îmraliyê banga civîna lezgîn li Komîsyonê kir
13:27 Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da
13:04 Hatîmogûllari êrişa li dijî rêveberên Amedsporê bi bîr xist
13:02 Ji bo rêveberê DEM Partiyê Gun şîn hate danîn
12:55 Ji bo tupên xwînê yên li goristanê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hat dayîn
12:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye?
10:56 Mahmût Gun kêliyên êrişê vegot: Êrişkar cerdevan in
10:32 Li Geverê bi ser malan de hate girtin
10:30 8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe
10:27 Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
10:08 Ozel dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bike
10:01 Çapraz a ÎHD’î: Divê demildest şandeyên serbixwe bişînin Îmraliyê
10:00 Qeyûm tevahiya parên şaredariyê yên li du herêman dewrî walîtiyê kir
09:19 Ji rojnamevan Ehmed 49 roj in agahî nayên girtin
09:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 16’an de didome
09:12 Sedema cezayê hefsê yê 7 sal û 6 mehan: Axaftin, pirtûk û nûçe
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:06 Zarokên wan di dema qedexeyan de hatin qetilkirin: Em wan rojan ji bîr nakin
09:05 Ji bo çawişê pispor ê destdirêjî li zarokê kirî biryara neşopandinê hate dayîn
09:03 Ji ber DEDAŞ'ê dest ji cotkariyê berdidin
09:02 Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be
09:01 Ji bo keça xwe mala xwe anî Amedê û tev li Nobeda Edaletê bû
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2023'YAN
11/12/2023
21:17 Ji cerdevanên ku tê gotin Gun qetil kirin yek jê teslîm bû
20:40 Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:44 Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû
16:25 Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê
16:04 Jinên Botanê ji Ocalan re gore û lîf rêsandin
15:33 Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin
15:32 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin
15:31 Îstînafê doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
15:00 Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe
14:38 Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn
14:08 Rêveberê DEM Partiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
13:52 Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan
12:57 ‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’
11:45 Îsraîlê êrişî Şamê kir
11:39 Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’
11:23 Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe!
11:12 Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin
10:44 Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir
10:17 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:16 Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye
10:07 ‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin’
09:31 Ji rojnamevan Ehmed 48 roj in agahî nayên girtin: PDK ji jiyana wî berpirsyar e
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
09:27 Li ser angaştên pûç HDP dîsa tê darizandin
09:11 Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane
09:09 Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye
09:05 Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:10 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket
10/12/2023
22:53 Ciwanan tecrîd şermezar kirin
22:48 Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt
21:45 Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne
21:03 Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
20:15 ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
18:15 Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin
17:37 Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
17:32 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû
17:02 Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin
16:16 Zaroka 13 salî bi zilamê 28 salî re hate nîşankirin
16:13 Hat îdiakirin ku kesê di wesayîta wî de hişbir hatiye girtin çawişê pispor e
16:06 Teqawidan li Enqereyê mitîng li dar xistin
15:29 Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan'
15:28 Li 4 bajaran heman daxwaz: Ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Li Meksîkayê Konfederalîzma Demokratîk hate nîqaşkirin
15:03 Di Roja Mafên Mirovan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bang hate kirin
14:48 'Heta birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome!
14:09 Parêzer Yureklî: Îmrali laboratuara demokrasiyê ye
13:46 Delegasyona Jinê çû serdana Komeleya Dema Jinê
13:18 Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bibîranîn
11:49 Li Zonguldakê hezaz: Cenazeyên dayik û kurê wê hatin dîtin
11:40 Binpêkirina maf a herî mezin li Îmraliyê tê kirin
11:39 Li Colemêrgê erdhej çêbû
11:17 Hejmara 41’an a Kovara Jînê derçû
11:16 Îşkenceya di dema binçavkirinê de vegotin
10:50 Wezaretê pişaftin piştrast kir: Erebî zimanê perwerdeyê, kurdî dersa hilbijarî ye
10:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 47 roj in tu agahî nayên girtin
10:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 14’an de didome
10:17 Ji bo girtiyên nexweş dê Nobeta Mafê Mirovan were girtin
10:08 Di nava du salan de li Rihayê 32 jin hatin qetilkirin
09:10 Yalçin ê OHD'î: Dê serlêdanên me yên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bidomin
09:08 Karul a ku 86 rojan di greva birçîbûnê de ma: Em bi têkoşîneke topyekûn bibin dengê girtiyan
09:06 ‘Bila Bîrdariya Mafên Mirovan a ku wesayît lê qelibî bê çêkirin'
09:03 Qafeyên ku qeyûm bi milyonan lîreyan çêkir dilopan dikin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Boltan: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:23 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 17 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan
09/12/2023
20:12 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Xwedî li axa xwe derkevin
17:11 Rojnamevan Elfazî Toral hate berdan
17:04 Bakirhan Dergaha Garîp Dede ziyaret kir