Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne 2023-12-10 21:45:16   ENQERE - Serokê TÎHV’ê Metîn Bakkalci yê di aktîvîteya têkildarî 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de axivî, tespît kir ku maf veguheriye îstîsnayê , binpêkirin jî veguherîne rêgezan û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê ferasetê bidomînin. Mirovahî dê rêyeke nû bibîne.”   Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li Alba Otel a Enqereyê çalakiyek li dar xist. Li eywana aktîvîte lê hate lidarxistin pankarta “Li dijî şer em aştiyê diparêzin”. Serokê TÎHV’ê Metîn Bakkalci, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan û gelek aktîvîstên mafên mirovan û nûnerên partiyên siyasî tev li aktîvîteyê bûn.    Bakkalci yê ewilî di aktîvîteyê de mafê axaftinê wergirt, bal kişand ku gelek kesên têkoşîna mafên mirovan didan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî niha di girtîgehan de ne û got ku “Em bi tevkariya wan heta van rojan hatin”. Bakkalci yê îşaret bi girîngiya rojê kir wiha got: “Li cîhanê li vî welatî li her derê vî welatî, li Rojava li her derê li dijî mafên mirovan êriş hene, ez ji ber vê yekê şerm dikim. Li Tirkiyeyê jî em di pêvajoyeke ku bikaranîna mafan veguheriye îstîsnayê , binpêkirin jî veguherîne rêgezan, qada cemaweriyê û sivîlan bi temamî hatiye girtin, li dijî parazvanên mafên mirovan her ku diçe zext zêde dibin de derbas dibin. Mirovahî dê rêyeke nû bibîne. Ez hêvî dikim ku dê demekî nêz de bibîne. Em kesên di vê eywanê de û kesên ne li vir dê bibînin.”   WELATÊ KOMKUJIYÊN VEKIRΠ   Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban jî anî ziman ku li cîhan û Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovan ên cidî berdewam dikin. Kuçukbalaban, destnîşan kir ku Tirkiye welatê komkujiyên vekirî ye û wiha got: “Dema em Dêrsim, Gazî, Koçgirî, Agirî, Mereş, Sêwaz, Gar, Pirsûs û Amedê dijmêrin derdikeve holê ku welatekî komkujiyan e. “ Kuçukbalaban bal kişand êrişên li dijî jinan, penaberan, zarokan û gelek beşên din û bi lêv kir ku ev rewş dide nîşandan ku li Tirkiyeyê mafên mirovan nînin.    JÎNGEH TÊN BOMBEBARANKIRIN   Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan jî bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bakirhan, anî ziman ku li çar aliyên cîhanê binpêkirinên mafan diqewimin û dayik digirîn û wiha got: “Cenazeyên zarokên xwe radikin. Mirov îşkenceyê dibînin û tên girtin. Bi awayekî neheq tên darizandin.” Bakirhan anî ziman ku kesên têkoşîna mafên mirovan didin rûyê spî yê civakê ne.    BERTEK NÎŞANÎ WEZÎR DA   Bakirhan bal kişand ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç di axaftineke xwe ya beriya niha de îdia dike ku dewleta tirk qanûnên xwe nû kirine û demokratîktir bûye û wiha bi gotinên: “Heke henekên xwe bi me bike, trajediyeke. Heke baweriya wî bi vê yekê were komediye. Bawer im haya Wezaretê Dadê bi çalakiya greva birçîbûnê nîne. Bi daxwaza girtina Makbûle Ozer a 83 salî nîne. Bawer im haya wî bi hezaran girtiyên siyasî yên di girtîhan de nîne. Haya wî nîne ku hevserokên partiyekê, parlamenter û hevşaredar bi awayekî neheq û bêhiqûqî bi dozên komployê niha di girtîgehan de ne” bertek nîşanî Tûnç da.   ‘LI ROJAVA TARÎTÎ RONÎ KIRIN’    Bakirhan, wiha dawî bi axaftina xwe anî: “Desthilata ku me bi rê ve dibe ev qas nezane an jî henekên xwe bi me dike. Lê kesên li dijî van li ber xwe didin hene. Kesên têdikoşin hene. Kesên bi berxwedanê hewl didin vê komediyê û vê rewşa trajîk komîk ji holê rakinhene. Kesên li Rojava tarîtî ronî kirin çil sal in di bin êrişeke mezin de têdikoşin. Em kesên ku dibêjin mafên mirovan, demokrasî, azadî û aştî bawer dikim ku bi piştevaniyê bi avakirina tifaqên xurttir, em ê van rêveberên mafan bin pê dikin bişînin.”