Ji endamên HPG'ê yên ku PDK'ê ew girtin, 2 sal in xeber nayê girtin

  • rojane
  • 09:03 9 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Ji 3 gerîlayên HPG'ê yên ku PDK'ê kemîn danîbû ber wan û ew girtibûn, 2 sal in tu agahî nayê girtin. Xwişka endamê HPG'ê Ayhan Tatli, Leyla Tatliyê diyar kir ku PDK bi tu awayî agahiyê nade wan û got: "Em dipirsîn gefan li me dixwin. PDK bila bes vê dijminatiyê bike. Bila bes li ser xwîna zarokên kurd bazariyê bike."
 
Dewleta tirk di 23'yê Nîsana 2021'ê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ji bejahiyê û hewayî ve bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) êriş dabûn destpêkirin. Di çarçoveya van êrişan de di 26'ê Tîrmeha 2021'ê de li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên taybet ên PDK’ê ve gerîlayên HPG’ê Erdal Aslan (Serwer Serhat), Ayhan Tatli (Wargeş Çavreş) û Mahmut Xelef (Dijwar Berxwedan) ketin kemînê û dîl hatin girtin. Ji her sê gerilayên HPG'ê 2 sal in tu xeber tune ye. Malbatên ku çûn Başûrê Kurdistanê û xwestin aqûbeta zarokên xwe hîn bibin, heta niha tu agahî wernegirtine û ji aliyê asayişa PDK'ê ve gef li wan tê xwarin ku dev ji lêgerîna zarokên xwe berdin. 
 
Malbata Tatli jî ev 2 sal in dixwaze ku agahiyekê ji Ayhan Tatli wergire. Xwişka Tatli, Leyla Tatli têkildarî mijarê axivî.
 
2 SAL IN XEBER JI WAN TUNE YE
 
Tatliyê bi lêv kir ku rayedarên PDK'ê ev 2 sal in ku der barê rewşa birayê wê û hevalên wî de agahiyekê nadin wan û wiha axivî: "Birayê min di meha tebaxê de, di sala 2021'ê de ji aliyê PDK'ê ve hatiye windakirin. Ev 2 sal in em tu agahiyê jê nastînin. Mirî ye, sax e em nizanin. Dema ku me li ser çapemeniyê ev agahî bihîst, malbata min çû başûrê Kurdistanê û serlêdan kir. Bi rayedaran re hevdîtin kir. Lêbelê di van hevdîtinan de hêzên PDK'ê ji malbata min re gotin, 'Teqez behsa vê mijarê nekin, yan na em ê we jî bigirin û we jî winda bikin.' Der barê bûyerê de tu agahî nedan malbatê. Malbat jî ji nêçariya xwe destvala vegeriya. Ji wê demê heta niha ji wî û hevalên wî agahî nîn e. Ev 2 sal in em nikarin ji dêya min re jî bibêjin. Dêya min nizane ku ketiye destê PDK'ê û ji wê demê heta niha winda ye." 
 
'EM PIRS DIKIN GEFAN LI ME DIXWIN'
 
Tatliyê helwesta PDK'ê rexne kir û got ku helwesta PDK'ê nayê qebûlkirin û got: "PDK neyartiya gelê kurd dike. Heke em kurd bin û xwîna me yek be, bila dawî li vê xiyaneta xwe bîne. Ev tişta ku PDK dike mirov nikare daqurtîne. Em vê nêzikatiya PDK'ê rexne û şermezar dikin. Xiyaneta wê ne tenê bi vê sînordar e û hê niha jî didome. Çawa dibe ku mirov xwîna birayê xwe birijîne? Çawa dibe ku mirov gelê xwe bifiroşe dewleta tirkan? Em dîsa bang li PDK'ê dikin bila agahiyekê bide. Birayê min sax be, mirî be bila bibêjin. Ev 2 sal in em di nav hewledanan de ne, lê agahî tune ye. Dema ku em ji PDK'ê pirs dikin jî gefan li me dixwe. Em nizanin ku PDK'ê çi aniye serê birayê min û hevalên wî. PDK bila bes vê dijminatiyê bike. Em kurd in û em gelek in. Em li heman erdnigariyê dijîn. Bila bes li ser xwîna zarokên kurd bazariyê bikin. Bila vê dijminatiyê bes li gelê xwe bike." 
 
 

Sernavên din

13/12/2023
10:44 Zekî Manas ê DBP’î hate girtin
10:38 Rêhevalên Gun: Bi taybetî ew hedef girtin
10:32 Ji ber girteka sexte ya polîsan ev 16 sal in di girtîgehê de ye
10:10 Parêzera lubnanî Majed: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelan rêber in
10:07 ‘Çepa tirk heke bixwaze pêşiya faşîzmê bigire, divê di pirsgirêka kurd de xwedî seknekî hevgirtî be’
10:05 Ji rojnamevan Ehmed 50 roj in agahî nayên girtin
09:49 Li Wanê eleqeyeke zêde ji bo serlêdanên bernamzetiyê heye
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 17’an de didome
09:31 Tunela di bin gund de tê çêkirin rê li ber xetereyên mezin vedike
09:26 Malbatên girtiyan: Em bibin yek tecrîdê bişikînin
09:20 Kaya ê di Nobeta Edaletê de bang kir: Ji xeynî berxwedanê tu çare tune ye
09:13 Dayikên ku piştî salan cenazeyên zarokên xwe wergirtin: Em hevalên doza zarokên xwe ne
09:12 Ji DEM Partiyê ji bo Sêrtê banga serlêdana bernamzetiyê
09:03 Di ser qedexeya Cizîrê re 8 sal derbas bûn: Ne dayika wî ne jî gelê wî çok danî
09:01 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2023'YAN
12/12/2023
20:24 Doza Kobanê: An em ê rêyekê vekin an jî em ê rêyekê bibînin!
20:12 Rêveberiya Xweser peymana civakî pejirand
18:41 Guvcîn ê girtî yê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
16:43 Meclisê navber da hevdîtinên bûdçeyê
16:01 Karkerên Ozak Tekstîlê 16 roj in li ber xwe didin
15:30 TÎP çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê
15:12 Piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:02 Li Farqînê 3 kes hatin binçavkirin
15:01 Amedsporê êrişa li dijî hakem Meler şermezar kir
14:46 Gun ê ku di êrişê de birîndar bû: Ji me re gotin ‘ji vir herin’ û gule reşandin
14:41 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de: Xwedî li berxwedana me derkevin
14:23 Tuncel: Tevî tundiya mêr jî dê meşa azadiyê bidome
14:22 Bi ser qawişa girtiyan de girtin: Kamera li qawişê bi cih kirin
14:14 Bor ê li ser ‘îxbarê’ hatibû binçavkirin hate berdan
14:09 Pîrên elewiyan û alimên olî: Divê azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn
13:57 Parlamenterê Partiya Saadetê li ser kursiya Meclisê krîza dil derbas kir
13:52 Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin
13:29 DEM Partiyê ji bo serdana Îmraliyê banga civîna lezgîn li Komîsyonê kir
13:27 Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da
13:04 Hatîmogûllari êrişa li dijî rêveberên Amedsporê bi bîr xist
13:02 Ji bo rêveberê DEM Partiyê Gun şîn hate danîn
12:55 Ji bo tupên xwînê yên li goristanê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hat dayîn
12:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye?
10:56 Mahmût Gun kêliyên êrişê vegot: Êrişkar cerdevan in
10:32 Li Geverê bi ser malan de hate girtin
10:30 8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe
10:27 Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
10:08 Ozel dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bike
10:01 Çapraz a ÎHD’î: Divê demildest şandeyên serbixwe bişînin Îmraliyê
10:00 Qeyûm tevahiya parên şaredariyê yên li du herêman dewrî walîtiyê kir
09:19 Ji rojnamevan Ehmed 49 roj in agahî nayên girtin
09:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 16’an de didome
09:12 Sedema cezayê hefsê yê 7 sal û 6 mehan: Axaftin, pirtûk û nûçe
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:06 Zarokên wan di dema qedexeyan de hatin qetilkirin: Em wan rojan ji bîr nakin
09:05 Ji bo çawişê pispor ê destdirêjî li zarokê kirî biryara neşopandinê hate dayîn
09:03 Ji ber DEDAŞ'ê dest ji cotkariyê berdidin
09:02 Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be
09:01 Ji bo keça xwe mala xwe anî Amedê û tev li Nobeda Edaletê bû
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2023'YAN
11/12/2023
21:17 Ji cerdevanên ku tê gotin Gun qetil kirin yek jê teslîm bû
20:40 Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:44 Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû
16:25 Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê
16:04 Jinên Botanê ji Ocalan re gore û lîf rêsandin
15:33 Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin
15:32 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin
15:31 Îstînafê doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
15:00 Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe
14:38 Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn
14:08 Rêveberê DEM Partiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
13:52 Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan
12:57 ‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’
11:45 Îsraîlê êrişî Şamê kir
11:39 Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’
11:23 Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe!
11:12 Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin
10:44 Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir
10:17 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:16 Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye
10:07 ‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin’
09:31 Ji rojnamevan Ehmed 48 roj in agahî nayên girtin: PDK ji jiyana wî berpirsyar e
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
09:27 Li ser angaştên pûç HDP dîsa tê darizandin
09:11 Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane
09:09 Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye
09:05 Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:10 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket
10/12/2023
22:53 Ciwanan tecrîd şermezar kirin
22:48 Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt
21:45 Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne
21:03 Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
20:15 ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
18:15 Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin
17:37 Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
17:32 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû
17:02 Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin
16:16 Zaroka 13 salî bi zilamê 28 salî re hate nîşankirin
16:13 Hat îdiakirin ku kesê di wesayîta wî de hişbir hatiye girtin çawişê pispor e
16:06 Teqawidan li Enqereyê mitîng li dar xistin
15:29 Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan'
15:28 Li 4 bajaran heman daxwaz: Ji Abdullah Ocalan re azadî