Ji endamên HPG'ê yên ku PDK'ê ew girtin, 2 sal in xeber nayê girtin 2023-12-09 09:03:17   ŞIRNEX - Ji 3 gerîlayên HPG'ê yên ku PDK'ê kemîn danîbû ber wan û ew girtibûn, 2 sal in tu agahî nayê girtin. Xwişka endamê HPG'ê Ayhan Tatli, Leyla Tatliyê diyar kir ku PDK bi tu awayî agahiyê nade wan û got: "Em dipirsîn gefan li me dixwin. PDK bila bes vê dijminatiyê bike. Bila bes li ser xwîna zarokên kurd bazariyê bike."   Dewleta tirk di 23'yê Nîsana 2021'ê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ji bejahiyê û hewayî ve bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) êriş dabûn destpêkirin. Di çarçoveya van êrişan de di 26'ê Tîrmeha 2021'ê de li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên taybet ên PDK’ê ve gerîlayên HPG’ê Erdal Aslan (Serwer Serhat), Ayhan Tatli (Wargeş Çavreş) û Mahmut Xelef (Dijwar Berxwedan) ketin kemînê û dîl hatin girtin. Ji her sê gerilayên HPG'ê 2 sal in tu xeber tune ye. Malbatên ku çûn Başûrê Kurdistanê û xwestin aqûbeta zarokên xwe hîn bibin, heta niha tu agahî wernegirtine û ji aliyê asayişa PDK'ê ve gef li wan tê xwarin ku dev ji lêgerîna zarokên xwe berdin.    Malbata Tatli jî ev 2 sal in dixwaze ku agahiyekê ji Ayhan Tatli wergire. Xwişka Tatli, Leyla Tatli têkildarî mijarê axivî.   2 SAL IN XEBER JI WAN TUNE YE   Tatliyê bi lêv kir ku rayedarên PDK'ê ev 2 sal in ku der barê rewşa birayê wê û hevalên wî de agahiyekê nadin wan û wiha axivî: "Birayê min di meha tebaxê de, di sala 2021'ê de ji aliyê PDK'ê ve hatiye windakirin. Ev 2 sal in em tu agahiyê jê nastînin. Mirî ye, sax e em nizanin. Dema ku me li ser çapemeniyê ev agahî bihîst, malbata min çû başûrê Kurdistanê û serlêdan kir. Bi rayedaran re hevdîtin kir. Lêbelê di van hevdîtinan de hêzên PDK'ê ji malbata min re gotin, 'Teqez behsa vê mijarê nekin, yan na em ê we jî bigirin û we jî winda bikin.' Der barê bûyerê de tu agahî nedan malbatê. Malbat jî ji nêçariya xwe destvala vegeriya. Ji wê demê heta niha ji wî û hevalên wî agahî nîn e. Ev 2 sal in em nikarin ji dêya min re jî bibêjin. Dêya min nizane ku ketiye destê PDK'ê û ji wê demê heta niha winda ye."    'EM PIRS DIKIN GEFAN LI ME DIXWIN'   Tatliyê helwesta PDK'ê rexne kir û got ku helwesta PDK'ê nayê qebûlkirin û got: "PDK neyartiya gelê kurd dike. Heke em kurd bin û xwîna me yek be, bila dawî li vê xiyaneta xwe bîne. Ev tişta ku PDK dike mirov nikare daqurtîne. Em vê nêzikatiya PDK'ê rexne û şermezar dikin. Xiyaneta wê ne tenê bi vê sînordar e û hê niha jî didome. Çawa dibe ku mirov xwîna birayê xwe birijîne? Çawa dibe ku mirov gelê xwe bifiroşe dewleta tirkan? Em dîsa bang li PDK'ê dikin bila agahiyekê bide. Birayê min sax be, mirî be bila bibêjin. Ev 2 sal in em di nav hewledanan de ne, lê agahî tune ye. Dema ku em ji PDK'ê pirs dikin jî gefan li me dixwe. Em nizanin ku PDK'ê çi aniye serê birayê min û hevalên wî. PDK bila bes vê dijminatiyê bike. Em kurd in û em gelek in. Em li heman erdnigariyê dijîn. Bila bes li ser xwîna zarokên kurd bazariyê bikin. Bila vê dijminatiyê bes li gelê xwe bike."