Ji ber 'heqaretê' giliyê bijîşk kir

  • rojane
  • 09:04 6 Kanûn 2023
  • |
img

STENBOL - Gulîstan Aydin ku li nexweşxaneya dewletê ji bo emeliyata çavan 60 hezar TL pere jê hat xwestin, îdia kir ku ji ber ku gotiye ew ê nikaribe bi meaşê xwe yê teqawidbûyînê heqê emeliyatê bide, bijîşk heqaret lê kiriye û personelê ewlehiyê jî ew derxistiye derve. Aydinê giliyê bijîşkê navborî kir. 

 
Gulîstan Aydin (59) ku li navçeya Avcilar a Stenbolê dijî, di 23'yê mijdarê de ji ber nerihetiya çavên xwe çû Nexweşxaneya Dewletê ya Avcilarê ya Mûrat Kolûkû cem bijîşk B.E. Aydinê îdia kir ku rastî tundiya devkî ya bijîşk B.E. û heqaretên wî hatiye. Aydinê vê yekê ragihand Yekeya Mafên Nexweşan a Nexweşxaneyê û di 29'ê Mijdarê de jî çû Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê û giliyê bijîşk kir. 
 
Aydinê ku tiştên hatine serê wê ji MA'yê re bilêv kirin, go: “Ez ji bo şîfayê çûm cem bijîşk, lê wî heqaret li min kirin. Ev nayê qebûlkirin. Ez dozdarê bijîşk B.E. me." 
 
TU 60 HEZAR TL'YÎ BIDÎ TU YÊ BIDÎ ÇÊKIRIN!
 
Aydinê anî ziman ku li nexweşxaneya ku çûye ji aliyê bijşkê çavan B.E. ve hatiye muayenekirin û got ku teşxîsa kataraktê hatiye danîn. Aydinê tiştên ku qewimîn wiha vegotin: “Doktor B.E. Piştî muayeneya min, ji bo emeliyatê barkod da min. Dema ku ez ji ser maseyê radibûm, min got, 'Bijîşk, divê ez tiştekî ji te bipirsim.' Hin nasên min dibêjin ku hûn dikarin lensan bi kar bînin da ku berçav neyê bikaranîn piştî emeliyatê. Ez jî dixwazim lensan bi kar bînim û ji mercekan xilas bibim, hûn çi pêşniyaz dikin? B.E. ji min re got, 'Eger pereyê te hebe, tu dikarî bidî çêkirin.' Min jî got got par li nexweşxaneya dewletê bihayê wê 30 hezar TL bû. B.E. ji min re got, '30'yê çi niha bûye 60 hezar lîre, ger tu 60 hezarî bidî dikarî bidî çêkirin.' Min jî got ew qas pereyê min tune ye, meaşê min ê teqawidbûyînê 7 hezar û 500 lî re ye û ez ê çaw abi vî pereyî çêbikim. Ji ber vê yekê min nexweşxaneya dewletê hilbijart, min got. Dema ku me bi asayî sohbet dikir, bijîşkji nişka ve bi rengekî nediyar êrişkar bû, barkoda ku dabû min hilda, çirand û avêt çopê û got 'hem pereyê te tune ye hem jî ehmeq î.'"
 
EW AVÊTIYE DERVE
 
Aydinê anî ziman ku bijîşk jî ji ber ku wê lêçûna emeliyatê zêde dîtiye rabûye wê bikêmxistina dewletê sûcdar kiriye û wiha got: "Bijîşk bi got 'tu dewletê biçûk dixî, ji odeya min derkeve.' Min jê re got, min tu kesî biçûk nexistiye û heqaretê li min dike. Li wir nexweşên din jî hebûn, şahid in. Lê bijîşk bi israr xwest ez ji odeyê derkevim û bi rêya ewlehiya nexweşxaneyê ez derxistim derve, tevî ku ez bi tu awayî bi fîzîkî nêzî wî nebûm jî. Ew mîna ku ez êrişkar bûm tevgeriya. Li ber çavê her kesî heqaret li min kir û ez gelekî rencîde kirim. Ez dewadar im." 
 
Aydinê anî ziman ku piştî nîqaşan ew çûye Yekîneya Mafên Nexweşan û giliyên xwe nivîsandiye û piştre jî hevdîtin bi ser bijîşkê nexweşxaneyê re pêk aniye lê tu encam bi dest nexistine. Aydinê diyar kir ku dema ji nexweşxaneyê derketiye rewşê ragihandiye 184 Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê jî û wiha got: “Wezareta Tenduristiyê 2 caran serî li min vegeriya. Got, 'Em gelek xemgîn in, derbasî be. Em li ser van mijaran semîneran didin bijîşkên xwe.' Bijîşk heqaret li min kir û xwest berê meseleyê bid ecihekî cuda. Tu eleqeya vê bi bijîşktiyê, bi mafên nexweşan re nîn e."
 
NEXWEŞXANE: EM NIKARIN TU AGAHIYÊ BIDIN
 
Têkildarî van îdiayên Aydinê em bi rêya telefonê li nexweşxaneya navborî heriyan. Rayedarên Yekeya Mafên Nexweşan a Nexweşxaneya Mûrat Koluk a Avcilarê gotin ku ew nikarin têkildarî mijarê de tu agahiyan bidin. 
 
MA/ Esra Solîn Dal

Sernavên din

07/12/2023
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:59 Rojnameger Furkan Karabay hate binçavkirin
11:55 Dayik, keç û neviya wê ya 3 salî ji ber îdiaya polîsan a ‘qûşxane-tawa’ hatin girtin
11:04 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: 36 jin hatin qetilkirin
10:41 Girtî: Çalakiya me heya em digihijin armanca xwe dê bidome
10:10 Leyla Guven: Hêj darbest derneketin divê her kes tişta ji dest tê bike
09:44 Ji rojnameger Silêman Ehmed 44 roj in tu agahî nayên girtin
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 11’an de didome
09:43 Derûnas Tekînalp: Modernîteya kapîtalîst çavkaniya nexweşiyên derûnî ye
09:42 Sêrtî namzetên çawa dixwazin?
09:39 Li Efxanistanê mirina biguman a jinan zêde dibe: Di 4 salan de 4 hezar û 300 jinan jiyana xwe ji dest dan
09:12 ‘Deriyê Îmraliyê dê bi têkoşînê vebe'
09:11 Ji Nobeda Edaletê bang: Xwedîderketineke civakî divê
09:04 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê bi 'Jin, Jiyan, Azadî'yê yekitiya xwe ava bikin
09:01 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2023'YAN
06/12/2023
22:12 Bi etîketa ‘#DirenişTecridiYenecek’ banga ji bo grevên birçîbûnê: Tu jî bibe dengê wan
20:27 Doza Kobanê: Aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e
19:47 Grevên birçîbûnê li ber NY’yê hatin silavkirin
19:40 Dê li gelek deverên cîhanê çalakiyên ‘Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bên lidarxistin
18:29 Li Rihayê fîlmê Press hat pêşandan
17:12 Aydin Erdem li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê tev li greva birçîbûnê bûn
16:59 Cenazeyê zaroka ku hate îdiakirin xwe avêtiye çem hate dîtin
16:45 Tecrîda girankirî û greva birçîbûnê di rojeva Meclisê de ne
16:44 Beştaş: Ji bo ku tecrîd rabe em bi hemû hêza xwe têbikoşin
16:17 Ji bo parastinê dem dan Ogun Samast
16:05 Nobetên Edaletê yên Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê: Dê dawî muhteşem be
15:21 Dozger di mutala xwe de xwest ku Mehmet Emîn Ozkan bê cezakirin
15:00 Bi dronê êrişî baregeha leşkerî ya DYA’yê hate kirin
14:51 Gundekî Pîranê ev 20 roj in bêceyran e
14:40 Karkeran li Ozak Tekstîlê hilberîn dan sekinandin
14:29 HEDEP’a Mêrsînê ji bo serlêdanan bang kir
14:25 Danişîna doza cerdevanê tecawizkar: Zarokê got ku gef lê hatiye xwarin
13:42 Tevî du raporên ‘dikare ceza lê were birîn’ jî amirê polîsan cara sêyemîn sewqî ATK’ê hate kirin
13:17 Dê 1’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Silêmaniyê bê lidarxistin
13:04 ÎSÎG: Di cînayetên kar ên mijdarê de 137 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:44 Komîsyona Hilbijartinê ya HEDEP’a Mêrdînê bang li jin û ciwanan kir
12:37 Rojnamevan Îrfan Ûçar hate binçavkirin
12:30 Darizandina Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê hate rawestandin
11:54 18’emîn Konferansa Navneteweyî ya Yekitiya Ewropayê, Tirkiye û Kurdan dest pê dike
11:52 Li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê bi sedan wesayît di dorê de man
11:51 Îşkenceya li dijî ciwanên belavok belav dikirin li emniyetê jî dom kir
11:20 Ji Sefîrtiya Japonyayê daxuyaniya PKK'ê
11:07 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstilê kirin
11:01 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:58 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Tecrîda mutleq sînorên tehemûlê derbas kir
10:27 Sedema beraetkirina Çaglar: Delîlên şênber nîn in
10:22 Îdianame ji 43 rûpelan pêk tê lê navê rojnameger Muftuoglû di 41 rûpelan de tune ye
09:58 Jinên girtî yên siyasetmedar xwestin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin
09:53 Parêzer Ozdogan: Doza Vartînîsî bi biryara îradeya siyasî hate betalkirin
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 10’an de didome
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 43 roj in tu agahî nayên girtin
09:08 Rûniştina li terasa qeyûm jî bi pereyan e
09:07 HEDEP: Roja dawî ya serlêdanên ji bo bernamzetiyê 10'ê Kanûnê ye
09:06 Nobeda Edaletê: Abdullah Ocalan xeta sor a vî gelî ye
09:05 Fatûre li gorî par 3 qat zêde bûne
09:04 Ji ber 'heqaretê' giliyê bijîşk kir
09:03 Ji bo jinên sewalkar doza temînatekê dike
09:02 Canpolat: Ger tecrîd rabe dê pirsgirêk çareser bibin
09:01 Omer Ocalan: Divê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re demildest pêk bê
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2023'YAN
05/12/2023
20:09 Doza Kobanê: Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ'ê bi kar anî
17:21 Rojnamevan Abdûrrahman Gok ji girtîgehê derket
17:18 Cenazeyê Cemal Tanhan hate veşartin
17:06 21 kesan jiyana ji dest dan, girtî neman
17:03 Li ber girtîgehê bang kirin: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
16:57 Nobeta Edaletê bi tevlibûnan berdewam dike
15:34 Di bombebarana Bamernê de kesek hat qetilkirin
15:11 Cîvîna gel: Girtî balê dikişinin ser riya çareseriyê
14:04 Danişîna Doza Pirsûsê: Daxwaza guhdarkirina Davûtoglû nehate qebûlkirin
13:56 Karkerên Ozak Tekstîlê çalakiya xwe didomînin
13:52 Doza Kobanê: DAIŞ her tim ji bo armancên veşarî yên Tirkiyeyê hate bikaranîn
13:23 Karkerê ji înşaetê ketî bi giranî birîndar bû
13:22 Hejmara girtîgehên ketine greva birçîbûnê derket 106’an
13:21 Di doza Sakîne Kultur de dozger ji bo faîl cezayê muebbeta giran xwest
12:49 Hatîmogûllari: Em ê qeyûman bişînin nav qirêjiya wan
11:23 Rojnameger Abdurrahman Gok hat tehliyekirin
11:11 Ji bo Abdullah Ocalan piştî erdhejê serlêdana “hevdîtina bilez” hate kirin
10:52 Li Meletiyê bi ser malan de hate girtin
10:49 Dewleta tirk Bamernê bombebaran kir
10:44 Danişîna edîtorê MA’yê Gok dest pê kir
10:38 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Em ê teqez bi ser bikevin
10:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 42 roj in tu agahî nayên girtin
09:55 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Tecrîdê rakin
09:33 Greva birçîbûnê di roja 9’an de didome
09:19 Ji girtîgehê peyamek: Xwedî li çalakiya me derkevin
09:16 Îstinafê cezayê li endamê meclisa şaredariyê hatibû birîn xera kir
09:15 30 sal in li benda birayê xwe ye: Em hestiyên xwe dixwazin
09:09 Li Dêrsimê ciwan koç dikin: Yekzilamî bûye sedema bêhêvîtiyê
09:02 Kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' mezin dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2023'YAN
04/12/2023
20:37 Alî Gulgulu piştî 31 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
20:29 Ariboga ji girtîgehê derket
19:34 Di doza destdirêjiyê de li Sedat E. 17 sal û 6 meh ceza hat birîn
17:00 Girtî Çalim banga xwedîderketina li greva birçîbûnê kir
16:53 Maçoglû: Ji bo dîtina şahidan hindik mabû dozger êdî îlanê bide rojnameyan
16:31 Karkerên Ozak Tekstîlê di daxwazên xwe de bi israr in
16:16 KNK’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir: Îro ji her demê zêdetir pêdivî bi yekitiyê heye
16:15 Li Amedê keyayek kuştî hate dîtin
16:12 212 sazî û kesayetan ji bo Ehmed ê ji aliyê PDK'ê ve hate revandin, bang kirin