Banga ji bo danişîna rojnameger Muftuoglû, Gok û Yilmaz: Em ê rojnamegeriyê biparêzin

  • rojane
  • 09:07 3 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Danişîna edîtorên MA'yê Dîcle Mûftûoglû, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz ku zêdeyî 7 meh in girtî ne, dê di rojên pêş de li pey hev bên lidarxistin. Endama Desteya Rêveber a MKG'ê Arjîn Dîlek Oncel û Sekretera DFG'ê Gulşen Koçûk ji bo parastina rojnamegeriyê bang li hemû hevpîşeyên xwe kirin.
 
Edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Mûftûoglû, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê zêdeyî 7 meh in girtî ne. Der barê Abdurrahman Gok ê ku di çarçoveya lêpirsîna Amedê de di 25'ê Nîsanê de hat girtin û li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Amedê tê girtin, bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Gok ku dê di 5'ê Kanûnê de cara duyemîn derkeve pêşberî dadger, danişîna wî dê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê bê lidarxistin.
 
Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglû bi "endamtiya rêxistinê" û "avakirin û birêvebirina rêxistinê" tê sûcdarkirin. Danişîna ewil a Mûftûoglûyê dê di 7'ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê bê lidarxistin.
 
Yekemîn danişîna Sedat Yilmaz ê ku bi heman îdiayan tê sûcdarkirin jî dê di 14'ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê bê lidarxistin.
 
DFG, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û DÎSK Basîn-Îş, ji bo piştgiriyê bidin rojnamegeran dê di 4'ê Kanûnê de li Amed, Enqere û Stenbolê daxuyaniyan bidin.
 
Endama Desteya Rêveber a MKG'ê Arjîn Dîlek Oncel û Sekretera DFG'ê Gulşen Koçûk banga xurtkirina hevgirtinê ya ji bo rojnamegerên girtî kirin.
 
 ‘ROJNAMEGERÎ HAT DARIZANDIN'
 
Endama Desteya Rêveber a MKG'ê Arjîn Dîlek Oncel 
 
Arjîn Dîlek Oncelê bal kişand ser wê yekê ku ji bo dîtina demokrasiya welatekî pêwîst e mirov li rojnamevanên girtî yên li wî welatî mêze bike û got ku Tirkiye di vî warî de xwediyê ezmûneke qels e. Oncelê bi bîr xist ku di nava 2 salên dawî de nêzî 30 rojnamegerên çapemeniya azad hatine girtin û got ku di dozên hatine vekirin de ji rojnamegeran nûçeyên wan hatine pirsîn û pirsên wekî “Çima we li ser bajarên dorpêçkirî û wêrankirî nivîsî? We çima kuştina jinan nivîsî?" ji wan hatine kirin û nûçeyên wan wekî sûc hatine hesibandin.  
 
Oncel, diyar kir ku rojnamevanên kurd bi taybetî ji ber ku li bajarên Kurdistanê binpêkirina mafan radigihînin di hedefa desthilatê de ne û wiha got: "Gotinek heye: 'Di şeran de pêşî rastî dimire.' A rast, desthilatdareke heye, deshilatdariya AKP-MHP’ê ku naxwaze ev rastî bên bihîstin." 
 
BÊDENGIYA ÇAPEMENIYA TIRK
 
Oncel, da zanîn ku rojnamevanên kurd ên ku di bin zextê de ne, dema ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê tînin ziman, peyama 'dê ev zext bandorê li we jî bike' didin kesên ku li hemberî van êrişan bêdeng dimînin' û got ku di demên dawî de rojnamegerên muxalif ên tirk jî bûne hedef ev yek e. Oncelê girtina Gerînendeyê Giştî yê Tele1 Merdan Yanardag ku ji ber rexne anîn ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat girti, bibîr xist û got: “Helbet ev encama zextan e. Heta ku em dengê xwe nekin dê ev zext li civakê belav bibin. Mixabin rojnamevanên din ên muxalif jî dê ji vê yekê zirarê bibînin." 
 
Oncel, diyar kir ku di salên 1990’î de rojnameger û belavkarên kurd hatine qetilkirin û ev rewş îro jî bi zext û girtinan didome û wiha dewam kir: “Em wekî xebatkarên Çapemeniya Azad ji kevneşopiyeke ku rojnameyên wê hatin bombekirin tên. Di wan salan de gelek hevalên me bi mirinê re rû bi rû man û gelek jî hatin qetilkirin. 30 sal derbas bûn, lê em hê jî rojnamegerî û Çapemeniya Azad diparêzin. Bi kurtî rojnameger paşve gav navêjin.”
 
‘EM Ê HEVALÊN XWE BIPARÊZIN'
 
Oncel, anî ziman ku Mûftûoglû, Gok û Yilmaz ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê dîl hatine girtin û xwest hevalên wan demildest bên berdan. Oncel diyar kir ku rojnamegerên girtî dê di danişînê de parastina rojnamegeriyê bikin û destnîşan kir ku divê hemû sazî û rêxistinên çapemeniyê jî beşdarî danişînê bibin û hem rojnamegerên girtî hem jî rojnamegeriyê biparêzin. Oncel banga ji bo beşdariya li daxuyaniya DFG, MGP û DÎSK Basîn-Îşê kir ku dê di 4'ê Kanûnê de bê dayîn. 
 
Sekretera DFG'ê Gulşen Koçûk 
 
Sekretera DFG'ê Gulşen Koçûk jî diyar kir ku dewlet bi zextên li ser rojnamegerên kurd dixwaze civakê bitirsîne. Koçûk, bibîr xist ku Mûftûoglû û Yilmaz di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatine binçavkirin û got ku ev tiştekî "îronîk" e. 
 
Koçûk, bal kişand ser hevkariya daraz-desthilatê û got ku tu biryar ji ne li derî desthilatê ne. Koçûkê anî ziman ku xebatkarên Çapemeniya Azad ên polîtîkayên desthilatê eşkere kirin hedef tên girtin û got: “Bi îdianameyên vala hevalên me girtin. Ji ber nûçeyên ku dê tu carî nebin sedema girtinê hatin girtin. Bi rastî jî hevalên me ev qas roj ji ber vê girtî ne." 
 
Koçûk, da zanîn ku nerabûna li ber zextan dibe sedeam berbelav bûna wan û got ku hikûmet hêza xwe ji bêdengiyê digire. Koçûkê, destnîşan kir ku ji bo parastina rojnamegeriyê divê bê şert û şirût li cem hev bin. 
 
‘BÛN RONÎ JI GIRTÎGEHAN RE'
 
Koçûk ku got "Armanca desthilatê bêdengkirin û tunekirina çapemenî û rojnamegeriya azad bû" anî ziman ku lê desthilat negihîtiye armanca xwe û wiha got: “Armanc ew bû ku li derve tu kes nehêlin ku nikaribin binivîsin. Lê hejmara kesên li derve zêde bû û hevalên me yên hatin girtin li girtîgehan bû ronî û rastiya wir jî ragihandin derve." 
 
BANGAWAZÎ
 
Koçûk, ji bo daxuyaniya ku dê di 4'ê kanûnê de li Amed, Enqere û Stenbolê bi awayekî hevwext bê dayîn bang kir û got ku ew her kesî vedixwînin vê daxuyaniya ku dê beriya danişîna rojnamgerên girtî bê dayîn. 
 
MA/ Rûkiye Adiguzel 
 
 

Sernavên din

04/12/2023
15:44 Bertek nîşanî biryara demborînê dan: Çanda necezakirinê êdî kirine polîtîka
14:49 Parlamenter Hun ji bo girtiyê nexweş ê 75 salî Elbî serî li Meclisê da
14:09 7 ciwanên HEDEP’î hatin berdan
13:44 Di Hefteya Mafên Mirovan de panela "Pirsgirêka Koçberî û Vegerandinê" hat lidarxistin
13:31 Doza Vartînîsê bi hinceta demborînê hate betalkirin
13:28 Leşkeran êrişî karkerên li ber didin kirin: 2 kes hatin binçavkirin
12:56 Rêxistina HEDEP’ê ya Îzmîrê diçe kongreyê
12:26 Saltik ê MHP’î gef li rojnameger Îdîl xwar
12:14 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
11:38 Li Tanzanyayê lêhî û hezîna axê: 47 kes mirin û 85 kes jî birîndar bûn
11:34 Berdevka HEDEP’ê Dogan: Meyla ku em li her devera Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê derket pêş
11:12 Li Gemlîkê bi pileya 5.1 erdhej çêbû
10:43 Girtî Atak: Divê gelê me xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkeve
10:26 Rêxistinên çapemeniyê: Ji bo 3 rojnamegerên girtî azadî
10:19 Rojnameger Gok ji ber pirtûka di salên 1800’î de hatiye nivîsandin tê darizandin!
10:11 Xwişka girtiyê di çalakiya grevê de: Êriş lê hate kirin, her derê wî reş û şîn e
09:54 Tanhan ê dema li ber mirinê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
09:29 Greva birçîbûnê di roja 8’an de didome
09:26 Ji edîtorê Rojnewsê 41 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Parêzerê ku polîs milê wî şikand serpêhatiya xwe vegot
09:11 ‘Em ê li ser sindoqan bersivê bidin kesên vîna gel nas nakin’
09:07 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê têkoşîn bê mezinkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2023'YAN
03/12/2023
20:03 HEDEP dê biryarên xwe yên pêvajoya hilbijartinê sibê aşkere bike
19:12 Şandeya jinan bi jinên endamên Partiya Komunîst re civiyan
18:43 Li Misircê 2 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
18:28 Ciwanên HEDEP’î bi lêdanê hatin binçavkirin
17:11 Ji girtiyên li dijî binpêkirinan derketin re cezayê hucreyê birîn
17:02 Amedspor li hemberî Kastamonu Sporê 1-2 têk çû
16:58 Li Kerboranê bi ser malan de hate girtin: Kesek hate binçavkirin
16:50 Hevserokên nû yên Komeleya Lêkolînên Kurdî diyar bûn
16:42 Çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan diyarî girtiyên nexweş hatin kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Edeneyê bi ciwanan re civiya
15:50 ‘Divê em xwedî li girtiyan derkevin û barê wan sivik bikin’
15:39 Ji Komeleya Ekolojiyê ya Amedê ‘Bazara Pevguhertinê’
15:30 Turk: Têkoşîna me têkoşîna azadiyê ye
Aydenîz: Heta tecrîd bi dawî nebe dê azadî neyê
15:03 Li Amedê agir bi otobûseke rêwiyan ket
14:59 Rewşa Makbûle Ozer dê sibe zelal bibe
14:58 Di wesayîta li Kerboranê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin de teqîn çêbû
14:48 Şîna Azad Satilmiş ê cenazeyê wî di qutiyê de hatibû dayîn bi girseyî hat ziyaretkirin
14:39 Rapora girtiyên nexweş: Rewşa wan giran dibe
13:42 Yuksekbag û Okali ên bi hev re hatibûn girtin piştî 30 salan bi hev re hatin berdan
13:32 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Parlamentoya Norveçê de ye: Divê CPT rapora xwe biweşîne
13:16 Hatîmogûllari: Divê kotaya îstîhdamê ya ji bo astgengdaran ji sedî 10 be
12:25 Hejmara 3’yan a Bûltena Tecrîdê derket
12:01 Li Mûşê bi ser malan de hate girtin
11:55 OHD: Tecrîdê bi dawî bikin, daxwazên girtiyan bi cih bînin
11:12 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Yên ku çavkaniya wan heqîqet, tune nabin
10:51 Ji bo 3 rojnamegerên girtî dê li 3 bajaran daxuyanî bên dayîn
10:46 MYK’a HEDEP’ê bi rojevên girîng civiya
10:39 Ji edîtorê Rojnewsê Ehmed 40 roj in tu agahî nayên girtin
10:39 Kovara Jinê bi berga ‘Karesat jî di nav patriyarkayê de ne’ derçû
10:28 Tîryakî: Dê li 200 navendan pêşhilbijartin bên kirin
09:47 Greva birçîbûnê di roja 7’an de didome
09:36 Rêvebereke din ê rêxistina sûc li Stenbolê hate girtin
09:09 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Em nikarin çayekê jî vexwin
09:07 Banga ji bo danişîna rojnameger Muftuoglû, Gok û Yilmaz: Em ê rojnamegeriyê biparêzin
09:05 Qeyûmê bajêr qedandî vê carê jî çav berdaye boriyên binerdê
09:04 ‘Greva birçîbûnê peyamek e ji dînamîkên civakî re'
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2023'YAN
02/12/2023
19:55 Rapora meha Mijdarê ya DFG'ê: Di 52 dozan de 93 rojnameger hatin darizandin
17:33 MYK’â HEDEP’ê ji ber mijarên sereke sibê dicive
17:19 Mitînga KESK’ê ya Kartalê: Ne budçeya sermayeyê ya gel
16:50 Parlamenterê HEDEP’ê Ocalan: Çavê kurdan li Îmraliyê ye
16:42 ‘Girtiyê nexweş Akbaba yê 31 sal in girtî ye nayê darmankirin’
16:13 'Parastina Dayikên Şemiyê parastina mafên mirovan e'
15:48 Çevîrmen: ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da girtiyê dikeve diyalîzê
15:19 Kekê wî di bin çavan de qêrîna wî bihîst, 29 sal in aqûbeta wî nayê zanîn
14:58 ÎHD'ê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsî
14:50 Girtiyên di çalakiyê de peyam şandin: Dem dema ji polîtîkayên şer re bêjin “na” ye
14:26 Cenazeyê Ozbey a li herêma Marûnisê jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin
14:03 Mitînga herêmî ya Amedê ya KESK’ê: Em bi 'jin, jiyan, azadî'yê li vir in
13:55 HEDEP’ê ji bo kongreya Mêrdînê banga tevlibûnê kir
13:54 Ji bo Ozer a 81 salî bang kirin: Bila pêvajoya ATK’ê jinûve dest pê bike
13:09 Komeleya Ekolojiyê dê ‘Bazara Pêvguhertinê’ li dar bixe
13:02 Serdana malbata Elçîçek kirin
12:46 39 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
12:24 Yuksekbag ê 30 sal in girtî bû hate berdan
11:52 Li Bedlisê zêdetirî 50 kesan hatin girtin
10:33 Îsraîl ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir
10:15 Kuçukbalaban: Heke tecrît dom bike wê gengeşiyên civakî derbikevin
09:56 Girtî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin
09:54 Gerînendeyê Weşana Giştî yê Evrenselê yê nû bû Hakki Ozdal
09:41 Dayika ku cenazeyê keça xwe di kartonê de wergirt: Dewlet çi bike ji tirsa xwe dike
09:20 Di ser bombekirina Ozgur Ulkeyê re 29 sal derbas bûn: Ev agir sînor jî derbas kirin
09:17 Qeyûm 20 milyon TL lê xerc kir, paşê bêheq dewr kir
09:13 Siyasetmedaran ji bo greva birçîbûnê bang kirin: Bibin dengê wan
09:09 Çalakiya girtiyan di roja 6'emîn de didome: Daxwazên wan daxwazên me ne
09:07 Qeyûmê Êlihê di 2 salan de bi bihayê 34 milyon TL'yî 3 îhale dane heman şîrketê
09:04 Parêzerê Eser ê ku polîs ew kuşt: Cezayê heq kiribû nehat birîn
09:02 Ji Hevdîrektorê MLSA'yê Ok banga ji bo danişînên rojnameger Yilmaz, Muftuoglû û Gok
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2023'YAN
01/12/2023
22:17 Lîstika “Çinûr” promiyera xwe kir
19:36 Agirbest bi dawî bû: 109 filistînî hatin kuştin
17:07 Nerazîbûnên li dijî biryara girtina ji peywirê: Em bi TTB'ê re ne
16:25 Di Nobeta Aştiyê de banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
16:06 Dê mutalaya doza Modernîteya Demokratîk were amadekirin
15:55 Turkdogan: Bedelê neçareserkirina pirsgirêka kurd 4 trîlyon dolar e
15:50 Girtiyê ji sedî 90 astengdar ji bo Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye
15:45 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî di roja 5’an de didomin