Dozên 3 rojnamevanan dest pê dikin: Em li cem hevpîşeyên xwe ne

  • rojane
  • 09:03 1 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE- Danişîna rojnameger Dîcle Mûftûoglû, Sedat Yilmaz û Abdurrahman Gok dê di nava mehê de bên lidarxistin. Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran diyar kirin ku ew li gel hevrêyên xwe ne û banga hevgirtinê kirin.
 
Danişînên dozên rojnameger Dîcle Mûftûoglû, Sedat Yilmaz û Abdurrahman Gok ên ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê girtî ne, dê hefteya bê dest pê bikin. Danişîna yekem a edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok e. Gok di 25'ê nîsanê de li Amedê hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Danişîna duyemîn a Gok dê di 5'ê kanûnê de li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Gok ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî girtî ye, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê"û "propagandaya rêxistinê" tê sûcdarkirin. 
 
Yekemîn danişîna Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora MA'yê Dîcle Mûftûoglûyê ku di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê di 3'yê gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatibû girtin, dê di 7'ê kanûnê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. Mûftûoglû ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê girtin, bi îdiaya "endamê rêxistinê" û "avakirin û birêvebirina rêxistinê" tê sûcdarkirin.
 
Yekemîn danişîna edîtorê MA'yê Sedat Yilmaz ku bi Mûftûoglûyê re hat girtin, dê di 14'ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê bê lidarxistin. Yilmaz jî ji ber xebatên pîşeyî bi sûcên bi heman rengî tên tawanbarkirin.
 
Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran banga tevlibûna li  danişînên rojnamegerên girtî kirin.
 
TARTANOGLÛ: EM LI CEM HEVPÎŞEYÊN XWE NE
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) a Enqereyê Sînan Tartanoglû diyar kir ku xalên qanûnê bi salan e ji bo cezakirina rojnamegeriyê tên nivîsandin. Tartanoglû da zanîn ku li hemberî hemû zextan jî ew her tim dibêjin "rojnamegerî ne sûc e" û got: "Di her serdegirtinê de, li girtîgehê, li korîdora edliyeyê û li hemû salonên dadgehê 'nerastbûn' bê pênaseya herî bingehîn dertê pêşiya me. Lêpirsînên li qereqol û dozgeriyan, îdianame û biryarên dadgehê ji bo 'rojnamegerî sûc e' li me ferz bikin û ji bo ku em ji pîşeya xwe bitirsin, tên sêwirandin." 
 
Tartanoglû destnîşan kir ku ew ê her tim li cem hevpîşeyên xwe ne  û got ku ew ê wekî TGS'ê di danişînên di meha kanûnê de bibêjin "Rojnamegerî ne sûc e."
 
ÇAPEMENIYÊN DIN REXNE KIR
 
Nûnerê DÎSK Basîn-Îş'ê yê Herêma Enqereyê Tûrgût Dedeoglû rexne li wê yekê anî ku çima zextên li ser rojnamegerên kurd di saziyên çapemeniyê yên cuda de nayên dîtin. Dedeoglû got: "Doza rojnamegerên kurd di çapemeniya sereke de jî nayê ragihandin. Ev şerm e. Ev cotstandardî ye li hemberî rojnamegerên kurd." 
 
Dedeoglû destnîşan kir ku divê serî li dadgehên ku rojnamegerên girtî lê tên darizandin bên dayîn ku ka doz li gorî rêgezên standard ên gerdûnî tên meşandin yan na. Dedeoglû bal kişand ku raporkirina pirsgirêkên darazê dê bibe gava ewil û wiha got: "Şopandina dozên azadîya derbirînê û azadiya çapemeniyê jî ew e ku dadger li gorî rêgezê biryaran bidin."
 
Dedeoglû ku got "xemsariya ji bo darizandinên rojnamegerên kurd û nexwedîderketina li wan tê wateya qebûlkirina sûcên rojnameger pê tên tawanbarkirin" û wiha got: “Hevalên me yên li rojavayê rojnamegeriyê dikin niha bi heman sûcdariyê re rû bi rû ne. Niha li vî welatî pîşeyek tê sûcdarkirin û dadgehkirin. Rojnamegeriyeke di bin kontrola dewletê de tê xwestin."
 
EL: NABE KU ROJNAMEVAN JI BER NÛÇEYAN BÊN GIRTIN
 
Serokê Komeleya Rojnamegerên Hevdem (ÇGD) Kivanç Eljî bal kişand ser sûcdariyên li ser rojnamegeran. El bi bîr xist ku rojnameger bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "avakirin û birêvebirina rêxistinê" tên sûcdarkirin, lê di çarçoveya lêpirsînê û îfadeya li midûriyeta polîsan de der barê xebatên wan ên rojnamegeriyê de pirs hatine kirin. El bal kişand ku axaftinên rojnamevanan ên bi telefonê yên bi hevkarên xwe re, gera wan a li derveyî welat, mayîna wan a li otêlê, malperên nûçeyan ên ku dişopînin û hereketa pereyan a di hesabên wan de wekî delîlên sûcî hatine nîşandan û got: "Em her dem dibêjin ku helbet rojnameger ne ne ew kes in ku destnedayîna wan heye. Yên ku rojnamegeriyê dikin helbet dikarin bên darizandin. Lê divê rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê neyên girtin. Wer xuya ye ku dozger û dadgeh ji qebûl kiriye ku ev ne delîl in, lewma ewl didin bi rêya şahidên veşartî xebatên rojnamegeriyê hedef bigirin. Em bang li hemû hevpîşeyên xwe dikin ku dozên hemû rojnamevanan bişopînin. Pêwîst e raya giştî der barê van dozan de bê agahdarkirin."

Sernavên din

01/12/2023
19:36 Agirbest bi dawî bû: 109 filistînî hatin kuştin
17:07 Nerazîbûnên li dijî biryara girtina ji peywirê: Em bi TTB'ê re ne
16:25 Di Nobeta Aştiyê de banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
16:06 Dê mutalaya doza Modernîteya Demokratîk were amadekirin
15:55 Turkdogan: Bedelê neçareserkirina pirsgirêka kurd 4 trîlyon dolar e
15:50 Girtiyê ji sedî 90 astengdar ji bo Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye
15:45 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî di roja 5’an de didomin
15:37 HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da
15:26 Hevdîtinên mûçeya kêmtirîn taloqî 11’ê kanûnê hatinkirin
15:23 Ji girtiyê xwest tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe 135 hezar TL xwestin
14:00 Doza li Komîteya Amadekar a Newrozê hatibû vekirin hat taloqkirin
13:47 Kesên li Nisêbînê hatibûn binçavkirin sewqî Mûşê hatin kirin
13:45 Cenazeyê Elçîçek ku di qartonê de radestî malbata wê kirin hate definkirin
13:03 ATK’ê ji bo Ozer a 81 salî û nexweş got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
12:38 Leşkeran barîkat danîn ber karkerên li ber xwe didin
12:12 Gelê Amedê piştgirî da Mizrakli: Em ê li ser sindoqê bersivê bidin
12:01 Bakirhan: Kesên kurdan qebûl nekin dê teqez li ser vê axê winda bikin
11:56 Malbata Ocalan û vasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:55 Ji bo Can Atalay cara duyemîn serî li AYM’ê dan
11:35 Li Bedlîsê 22 kes hatin girtin
11:12 Berdevka Meclisa Jinan Turkoglû: Yên ku dê bajarên xwe birêve bibin em jin in
11:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 5’an de berdewam dike
10:49 Parêzerê Mizrakli: Ji ber nasnameya wî ya polîtîk ceza lê hate birîn
09:56 Li Xezeyê agirbest nehat dirêjkirin
09:46 Teqwîma hilbijartinên rêveberiyên herêmî hate weşandin
09:32 Di budçeya ‘edaletê’ ya Wezareta Dadê de 12 girtîgehên nû hene
09:22 Girtiyê nexweş Tanboga 29 roj in li nexweşxaneyê tê ragirtin: Rewşa wî giran e
09:06 Turkmen: OSB veguherîne kampên koleyan
09:05 Înfaza Hatîce Çakmak a 30 sal in girtî ye hat şewitandin
09:04 Qeyûmê Yenîşehîrê bi 9 milyonan miqarne stendiye!
09:03 Dozên 3 rojnamevanan dest pê dikin: Em li cem hevpîşeyên xwe ne
09:02 Gund di nava toza komirê de maye: Rayedar xwe li nedîtinê datînin
09:01 Li Cizîrê noqavên heyî di mudaxilekirinê de qels in
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Li Nisêbînê 2 kes hatin binçavkirin
30/11/2023
20:49 Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê ji wezîfeyê hatin girtin
20:34 Doza Kobanê: HDP’ê li dijî êrişên DAÎŞ'ê roleke mirovî lîst
17:33 Şenyaşar sûcdarî qebûl nekirin
16:58 Cenazeyên Menfîet Elçîçek û Azad Satilmiş dan malbatên wan
16:44 Bi rapora ATK’ê Ozer a 81 salî dê dîsa bikeve girtîgehê
16:12 Fîncanci: Em li ser peywira xwe ne
15:08 Daxwaza tevlibûna doza Kobanê ya Diyanetê: Serokkomariyê mizgeftên ‘şewitandî’ ranegihand
14:52 Doza Kobanê: Îdia veguherîn bêbextiyê
14:27 Cemal Tanhan ev 39 roj in têkoşîna jiyanê dide
14:13 Bakirhan: Em ê bersiva kesên vîna me xesp kirine bidin
14:05 KESK dê di 2’yê kanûnê de mitîngekê li dar bixe
13:14 Komeleyên Koçê dane parvekirin: Dixwazin Kurdistanê bêmirov bihêlin
13:06 Kedkarên Ozak Tekstîlê tevî dorpêçê li ber xwe didin
12:14 Hatîmogûllari: MGK’ya dixwaze şer biqedin, êrişên li dijî kurdan didomîne
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Yakişir ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Ruhê azadiyê hêzê dide me
10:38 37 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
10:36 Çalakiya girtiyan di roja 4'emîn de berdewam dike
10:36 Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’: Dê ji Tirkiyeyê re şandeyek bê şandin
09:15 Doza Elçî: Dê têkoşîna me ya li dijî kes û saziyên pişta kiryaran digirin bidome
09:13 Li Wanê pirsgirêka komirê: Kalorîferên gelek dibistanan nehatine vekirin
09:10 Avci: Nelirêtiyên qeyûmê yekem di dema qeyûmê duyem de hatin domandin
09:07 Rêya ku 4 sal in nehatiye temamkirin dibe sedema qezayan
09:05 Li Enqereyê pêşangeha 'li hundir li derve'
09:02 Şaredarê AKP'î yê Şirnexê amûra X-RAY'ê li endamên HDP'î ferz dike!
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2023'YAN
29/11/2023
20:09 Li Mêrsînê kesek hat girtin
19:34 Car din 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli hat birîn
19:12 Hatîmogullariyê çû serdana Emîne Şenyaşarê
17:08 Doza Tahir Elçî: Dadgerên serbixwe û bêalî nîn in
16:53 Xizmên girtiyan li pêşîya girtîgehê ne: Dawî li qedexeyan bînin
16:52 Dê li Amedê bi daxwaza ‘budçeya gel’ miting were lidarxistin
16:50 MKG’ê 1’emîn Lijneya Giştî li dar xist
15:28 ÎHD ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
14:46 Girtiyê siyasî Gur: Ji ber kurdbûn û muxalîfbûna xwe têm darizandin
14:34 Doza Tahir Elçî: Dê ji bo mutalaayê dosya ji dozgeriyê re bê şandin
14:14 Lijneya Baweriyan û Gelan a HEDEP’ê: Dest ji hedefgirtina sivîlan berdin
14:05 Krîterên bernamzetên HEDEP’ê ku dê gel hilbijêre diyar bûn
13:18 Bakirhan: Îcar li dîwarî qelibîn
13:13 Ciwanan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin
13:06 Di doza Eser de cezayê polîs hate daxistin
12:55 Hatîmogûllari: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:51 Îrmez ê HEDEP'î: Heta ku tecrîd tê rakirin em ê nesekinin
12:09 Li Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
11:53 Çalakiya girtiyan kete roja 3’yan
11:46 Parêzerê rojnameger Ehmed: Tevî biryara dozgeriyê jî destûra hevdîtinê nadin
11:14 Jinên kedkar li dijî zext û mobîngê çalakiyê li dar dixin
11:13 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:12 Ji 43 kesan 7 jê hatin berdan
11:10 Ji bo Emîne Şenyaşar ceza hate xwestin
10:43 Danişîna doza Tahir Elçî dest pê kir
10:40 Aydin ê 30 sal piştre hate berdan: Bi saya têkoşîna gelê xwe me xwe li ser pêyan girt
10:39 Li Dîlokê 2 jê zarok 5 kes hatin girtin
10:03 Rêya Xiştanê bi hinceta ‘nifûs kêm e’ nayê çêkirin
10:02 Li Amedê 3 girtî hatin sewqkirin
10:01 Dayika girtî: Tenê lingekî kurê min heye lê dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje
09:06 Cengîz: Pêşketina muzîka kurdî kolonyalîstan nerihet dike
09:04 Li Şirnexê 8 sal in jin di 25'ê Mijdarê de rastî tundiya dewletê tên
09:03 Li 104 girtîgehan çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî'
09:01 ‘Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan têdikoşe'
09:00 Parêzer Guneş: Nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li statuya kurdan e
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2023'YAN
28/11/2023
23:02 Eleqeyeke zêde ji bo pîrozbahiya Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo
21:04 Li Şirnexê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
19:20 Li Amedê panela 'Bêcezatî û Mafên Mirovan'