Li Wanê pirsgirêka komirê: Kalorîferên gelek dibistanan nehatine vekirin

  • rojane
  • 09:13 30 Mijdar 2023
  • |
img
WAN - Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku ji ber hê jî komir li dibistanên Wanê nehatiye belavkirin kalorîferên dibistanan girtî ne û xwest ku îdarekkarên xwecihî berpirsiyariya bi cih bînin. 
 
Hat diyarkirin ku li Wanê ku zivistanên wê dijwar derbas dibin, êzing û komir li gelek dibistanan nehatine belavkirin. Hat ragihandin ku li gelek dibistanan bi taybetî li navendên navçeyan ji ber ku komir tune ye kalorîfer hê nehatine vêxistin û li dibistanên gundan jî xwendekar bi tepik û êzingên ku ji malê tînin xwe germ dikin.
 
KALORÎFERÊN DIBISTANAN NEHATINE VEKIRIN
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku dibistanên ku kalorîferên wan nehatine vekirin hene û ji ber vê yekê xwendekar di hawireke sar û nebaş de perwerdeyê dibînin. Mûrat Atabay da zanîn ku salên berê ji bo dibistanan îhaleyên komirê di asta herêmî de dihatin kirin, lê ji sala 2020’an û vir ve bi biryarnameya ku ji teref Serokkomartiyê ve hat weşandin îhaleyên herêmî hatine betalkirin û got ku dabînkirina komirê bi îhaleyên navendî dest pê kiriye. Atabay da zanîn ku komira ku bi rêya Kargehên Komirê yên Tirkiyeyê (TKÎ) tê peydakirin, ji aliyê Rêhesinên Dewletê ve tê veguhastin û radestî bajaran tê kirin û wiha got: “Piştî ku ev pêkanîn dest pê kir, em rastî gelek pirsgirêkan hatin. Ya yekem, ji ber ku qeyd dereng gihaştin bajaran, belavkirin bi derengî hat xistin. 
 
Yanî bi hatina zivistanê re belavkirina komirê bi xwe re gelek pirsgirêkan tîne. Pirsgirêka duyemîn a mezin jî, asta kaloriyê ya vê komirê kêm e û gelek malzemeyên bermayî, nemaze kevir tê de hene. Li gorî lêkolîna ku me hefteya borî li bajêr kir; Komir hê negihaştiye piraniya dibistanên gundan jî. Yanî mamoste û xwendekar di van şert û mercên dijwar ên zivistanê de bi taybetî ji ber hewaya sar a ku hefteya borî dest pê kiribû, rastî pirsgirêkên mezin tên. Niha bi dehan dibistanên me hene ku kalorîferên wan nehatine vekirin. Ev zarok, ji bêgavî di şert û mercên nebaş de diçin dibistanê."
 
Murat Atabay
 
‘ÎDAREKAR XWE NADIN BER BERPIRSIYARIYÊ'
 
Atabay li ser pirsa çima îhaleyên xwecihî hatine betalkirin wiha got: “Çima îhaleyên xwecihî veguheran îhaleyên navendî? Gelo qey hêviyeke wan ji Kargehên Komirê yên Tirkiyê heye? Bi veguhestina komirê ya bi rêya Rêhesinên Dewletê, qey budçeyek ber bi wir ve tê veguheztin? Em vê nizanin. Lêbelê, em dizanin ku xwendekar û xebatkarên perwerdehiyê ynayên hesibandin. Ev çend sal in li Wanê ev pirsgirêk didome. Rêveberên xwecihî yên ku me bi wan re hevdîtin kir, diyar kirin ku ji ber ku îhaleyeke navendî ye nikarin mudaxele bikin. Di vî warî de xwe nadin ber berpirsiyariyê. Digel ku ew qas pere ji cihên cuda re têne veguheztin, lê budçeyek pir kêm ji qada perwerdeyê re tê veqetandin. Di peydakirina hewcedariyên bingehîn de jî gelek zehmetî hene. Lewma em li bendê ne ku rêveberên xwecihî însiyatîfê hilgirin û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, da ku komir di wext de bê peydekirin." 
 
REWŞA DIBISTANÊN GUNDAN
 
Atabay bal kişand ku sotemenî ji dibistanên gund re nayê şandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sobe bi tepik û darên ku zarok ji malên xwe tînin tên dadan. Dibistanên ku pergala qazanê û kalorîfer lê hene jî, di vî warî de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ,ne. Hem dereng hatina komirê hem jî qalîteya wê ya pir nebaş dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Me ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr re nameyek nivîsand û xwest ku ev pirsgirêk di zûtirîn demê de bê çareserkirin. Ji ber ku giliyên cidî tên. Ji bo nimûne; Li navçeya Payîzavayê herî kêm behsa 60 dibistanên gundan tê kirin. Dîsa li navçeya Çardêranê gelek dibistanên gundan komir ji wan re neçûye. Ji ber rewşa hewaya Wanê ne mimkun e ku meriv li wir bimîne û li wan gundan mamostetiyê bike.”
 
MA / Ercan Oksuz
 

Sernavên din

01/12/2023
19:36 Agirbest bi dawî bû: 109 filistînî hatin kuştin
17:07 Nerazîbûnên li dijî biryara girtina ji peywirê: Em bi TTB'ê re ne
16:25 Di Nobeta Aştiyê de banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
16:06 Dê mutalaya doza Modernîteya Demokratîk were amadekirin
15:55 Turkdogan: Bedelê neçareserkirina pirsgirêka kurd 4 trîlyon dolar e
15:50 Girtiyê ji sedî 90 astengdar ji bo Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye
15:45 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî di roja 5’an de didomin
15:37 HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da
15:26 Hevdîtinên mûçeya kêmtirîn taloqî 11’ê kanûnê hatinkirin
15:23 Ji girtiyê xwest tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe 135 hezar TL xwestin
14:00 Doza li Komîteya Amadekar a Newrozê hatibû vekirin hat taloqkirin
13:47 Kesên li Nisêbînê hatibûn binçavkirin sewqî Mûşê hatin kirin
13:45 Cenazeyê Elçîçek ku di qartonê de radestî malbata wê kirin hate definkirin
13:03 ATK’ê ji bo Ozer a 81 salî û nexweş got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
12:38 Leşkeran barîkat danîn ber karkerên li ber xwe didin
12:12 Gelê Amedê piştgirî da Mizrakli: Em ê li ser sindoqê bersivê bidin
12:01 Bakirhan: Kesên kurdan qebûl nekin dê teqez li ser vê axê winda bikin
11:56 Malbata Ocalan û vasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:55 Ji bo Can Atalay cara duyemîn serî li AYM’ê dan
11:35 Li Bedlîsê 22 kes hatin girtin
11:12 Berdevka Meclisa Jinan Turkoglû: Yên ku dê bajarên xwe birêve bibin em jin in
11:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 5’an de berdewam dike
10:49 Parêzerê Mizrakli: Ji ber nasnameya wî ya polîtîk ceza lê hate birîn
09:56 Li Xezeyê agirbest nehat dirêjkirin
09:46 Teqwîma hilbijartinên rêveberiyên herêmî hate weşandin
09:32 Di budçeya ‘edaletê’ ya Wezareta Dadê de 12 girtîgehên nû hene
09:22 Girtiyê nexweş Tanboga 29 roj in li nexweşxaneyê tê ragirtin: Rewşa wî giran e
09:06 Turkmen: OSB veguherîne kampên koleyan
09:05 Înfaza Hatîce Çakmak a 30 sal in girtî ye hat şewitandin
09:04 Qeyûmê Yenîşehîrê bi 9 milyonan miqarne stendiye!
09:03 Dozên 3 rojnamevanan dest pê dikin: Em li cem hevpîşeyên xwe ne
09:02 Gund di nava toza komirê de maye: Rayedar xwe li nedîtinê datînin
09:01 Li Cizîrê noqavên heyî di mudaxilekirinê de qels in
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Li Nisêbînê 2 kes hatin binçavkirin
30/11/2023
20:49 Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê ji wezîfeyê hatin girtin
20:34 Doza Kobanê: HDP’ê li dijî êrişên DAÎŞ'ê roleke mirovî lîst
17:33 Şenyaşar sûcdarî qebûl nekirin
16:58 Cenazeyên Menfîet Elçîçek û Azad Satilmiş dan malbatên wan
16:44 Bi rapora ATK’ê Ozer a 81 salî dê dîsa bikeve girtîgehê
16:12 Fîncanci: Em li ser peywira xwe ne
15:08 Daxwaza tevlibûna doza Kobanê ya Diyanetê: Serokkomariyê mizgeftên ‘şewitandî’ ranegihand
14:52 Doza Kobanê: Îdia veguherîn bêbextiyê
14:27 Cemal Tanhan ev 39 roj in têkoşîna jiyanê dide
14:13 Bakirhan: Em ê bersiva kesên vîna me xesp kirine bidin
14:05 KESK dê di 2’yê kanûnê de mitîngekê li dar bixe
13:14 Komeleyên Koçê dane parvekirin: Dixwazin Kurdistanê bêmirov bihêlin
13:06 Kedkarên Ozak Tekstîlê tevî dorpêçê li ber xwe didin
12:14 Hatîmogûllari: MGK’ya dixwaze şer biqedin, êrişên li dijî kurdan didomîne
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Yakişir ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Ruhê azadiyê hêzê dide me
10:38 37 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
10:36 Çalakiya girtiyan di roja 4'emîn de berdewam dike
10:36 Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’: Dê ji Tirkiyeyê re şandeyek bê şandin
09:15 Doza Elçî: Dê têkoşîna me ya li dijî kes û saziyên pişta kiryaran digirin bidome
09:13 Li Wanê pirsgirêka komirê: Kalorîferên gelek dibistanan nehatine vekirin
09:10 Avci: Nelirêtiyên qeyûmê yekem di dema qeyûmê duyem de hatin domandin
09:07 Rêya ku 4 sal in nehatiye temamkirin dibe sedema qezayan
09:05 Li Enqereyê pêşangeha 'li hundir li derve'
09:02 Şaredarê AKP'î yê Şirnexê amûra X-RAY'ê li endamên HDP'î ferz dike!
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2023'YAN
29/11/2023
20:09 Li Mêrsînê kesek hat girtin
19:34 Car din 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli hat birîn
19:12 Hatîmogullariyê çû serdana Emîne Şenyaşarê
17:08 Doza Tahir Elçî: Dadgerên serbixwe û bêalî nîn in
16:53 Xizmên girtiyan li pêşîya girtîgehê ne: Dawî li qedexeyan bînin
16:52 Dê li Amedê bi daxwaza ‘budçeya gel’ miting were lidarxistin
16:50 MKG’ê 1’emîn Lijneya Giştî li dar xist
15:28 ÎHD ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
14:46 Girtiyê siyasî Gur: Ji ber kurdbûn û muxalîfbûna xwe têm darizandin
14:34 Doza Tahir Elçî: Dê ji bo mutalaayê dosya ji dozgeriyê re bê şandin
14:14 Lijneya Baweriyan û Gelan a HEDEP’ê: Dest ji hedefgirtina sivîlan berdin
14:05 Krîterên bernamzetên HEDEP’ê ku dê gel hilbijêre diyar bûn
13:18 Bakirhan: Îcar li dîwarî qelibîn
13:13 Ciwanan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin
13:06 Di doza Eser de cezayê polîs hate daxistin
12:55 Hatîmogûllari: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:51 Îrmez ê HEDEP'î: Heta ku tecrîd tê rakirin em ê nesekinin
12:09 Li Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
11:53 Çalakiya girtiyan kete roja 3’yan
11:46 Parêzerê rojnameger Ehmed: Tevî biryara dozgeriyê jî destûra hevdîtinê nadin
11:14 Jinên kedkar li dijî zext û mobîngê çalakiyê li dar dixin
11:13 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:12 Ji 43 kesan 7 jê hatin berdan
11:10 Ji bo Emîne Şenyaşar ceza hate xwestin
10:43 Danişîna doza Tahir Elçî dest pê kir
10:40 Aydin ê 30 sal piştre hate berdan: Bi saya têkoşîna gelê xwe me xwe li ser pêyan girt
10:39 Li Dîlokê 2 jê zarok 5 kes hatin girtin
10:03 Rêya Xiştanê bi hinceta ‘nifûs kêm e’ nayê çêkirin
10:02 Li Amedê 3 girtî hatin sewqkirin
10:01 Dayika girtî: Tenê lingekî kurê min heye lê dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje
09:06 Cengîz: Pêşketina muzîka kurdî kolonyalîstan nerihet dike
09:04 Li Şirnexê 8 sal in jin di 25'ê Mijdarê de rastî tundiya dewletê tên
09:03 Li 104 girtîgehan çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî'
09:01 ‘Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan têdikoşe'
09:00 Parêzer Guneş: Nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li statuya kurdan e
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2023'YAN
28/11/2023
23:02 Eleqeyeke zêde ji bo pîrozbahiya Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo
21:04 Li Şirnexê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
19:20 Li Amedê panela 'Bêcezatî û Mafên Mirovan'