Pekoz: Divê HEDEP li bajarên rojava şaredariyan bixwaze

  • rojane
  • 10:20 28 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Pisporê siyasetê Dr. Mûstafa Pekoz diyar kir ku AKP dibe ku hinek deverên lê qezenc bike bide HUDA-PAR’ê û wiha got: “Hêza diyarker HEDEP e û divê bajar bi bajar amadekariyên xwe bike. Divê li ser bingeha hevkariyê, li rojava hinek şaredariyan bixwaze.” 
 
Bala hemû partiyên siyasî li hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2024’an e. Nayê zanîn bê ka partiyên berê hevkarî kirin dê di vê hilbijartinê de jî tifaqê çêbikin an na. Lê di halê hazir de wisa dixuye ku AKP û MHP dê dîsa tifaqê bikin. Lê Tifaqa Milet a ku CHP serkêşiya wê dike, di nava nediyariyekê de ne. Hêj ji wan tu partiyan stratejiyek eşkere nekiriye. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ku “Rêya Sêyemîn” esas digire, dê di van hilbijartinan de li şûna stratejiya “Qezenc bike-bide windakirin”, dê stratejiya “Qezenc bike-qezenc bike” bisekine. Li gorî vê dê partî li hemû deverên yekemîn û duyemîn derdikeve bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê. Dê stratejiya bajarên metropolan jî di pêvajoya pêş de bê eşkerekirin. 
 
Pisporê siyasetê Dr. Mûstafa Pekoz têkildarî girîngiya hilbijartinên rêveberiyên herêmî û rewşa partiyan ji ajansa me re axivî. 
 
‘HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ GELEK GIRÎNG IN’
 
Pekoz, bal kişand ser girîngiya rêveberiyên herêmî û wiha got: “Rêveberiyên herêmî bandoreke mezin li polîtîkaya welêt dikin lewma girîng in. Gel li pratîka partiyan dinêre û ev yek bandorê li hilbijartinên giştî dike.”
 
Bi domdarî Pekoz diyar kir ku heke îktîdara AKP’ê şaredariyên Enqere û Stenbolê bi dest nexe û hinek şaredariyên din jî winda bike, serkeftina Erdogan a di hilbijartinên serokkomariyê yên 28’ê gulana 2023’yan de dê pir zehmet bibe. Pekoz, wiha dom kir: “Dê êdî qala serkeftineke teqez a AKP’ê neyê kirin û ji ber krîzên aborî, otorîterbûn û hwd. jî bi lez û bez ber bi hilbijartinên giştî ve biçe. Lewma AKP-MHP dê ji bo bidestxistina şaredariyên Enqere û Stenbolê tevahiya hêza dewletê bi kar bînin. Çendek dane nîşan didin ku dê AKP û MHP di vê hilbijartinê de bi hev re tevbigerin. Erê rast e di navbera wan de pirsgirêkên cidî hene û dê di pêşerojê de rê li ber geşedanên cidî vekin lê di halê hazir de dê di vê hilbijartinê de tifaq bin. Qezenckirina Enqere û Stenbolê ji bo wan girîng e. Heke qezenc bike dê ji hêla psîkolojîk ve serdest bibin û ji mijara destûra bingehîn heta dîzaynkirina darazê dê di gelek mijaran de pir rehet tevbigerin. Lewma Erdogan ji kanûnê ve zêde bala xwe dide ser Enqere û Stenbolê.” 
 
‘AKP HEWL DIDE KURDÊN ‘XEYÎDÎ’ BIBE SER SINDOQAN’
 
Di berdewamê de Pekoz qala stratejiya AKP’ê ya li dijî hilbijêrên kurd kir û ev tişt anî ziman: “Di hilbijartinên 2019’an de sedema windakirina AKP’ê ya li Stenbol, Mêrsîn, Antalya, Edene û Hatayê tercîha hilbijêrên kurd bû. Di halê hazir de tu nîşaneyên bidawîkirina polîtîkaya tesfiyekirinê ya AKP’ê ya li dijî kurdan nînin. Lewma ji bo hilbijêrên HEDEP’ê tu stratejiyeke wê tune ye. Ji bo vê divê bi nûnerên wê yên polîtîk re hevdîtinan bike lê tiştekî wiha niha nîne. Tê zanîn ku gelek hilbijêrên kurd ên li Stenbolê û deverên din deng didan AKP’ê, di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2019’an û di yên giştî yên sala 2023’yan de dengê xwe neavêtin. Yek ji stratejiya AKP’ê jî dê bibe ev kurd. Xuya dike ku AKP ji bo vê xebateke mezin dike û hewl dide wan bibe ser sindoqê.” 
 
PLANA AKP’Ê YA JI BO HUDA-PAR’Ê
 
Têkildarî polîtîkaya AKP’ê ya li bajarên Kurdistanê jî Pekoz ev nirxandin kir: “Plana wê ya ewil ew e ku şaredariyên heyî biparêze û yên qeyûm lê hatine tayînkirin jî bi dest bixe. Di pişperdeya plana xwe de jî hewl dide HUDA-PAR’ê li herêmê bêhtir xuyanîtir bike. Ji bo vê jî dê hinek şaredariyên bi dest dixe bide HUDA-PAR’ê. Bi vê yekê re hewl dide hevsengiya polîtîkaya li bajarên kurdan ji hêla HEDEP’ê ve xera bike. Ev plan, ne planeke demkî ye. Her ji niha ve bi destê dewletê hewl didin bingeha hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2029’an ava bikin. Anku stratejiya AKP’ê, bi taybet jî li ser MHP û HUDA-PAR’ê hatiye teşegirtin. Heke AKP di anketan de encama dixwaze nebîne, dibe ku li deriyê HEDEP’ê bixe.” 
 
HEDEP DÊ BI MUXALEFETÊ RE ÇAWA TEVBIGERE? 
 
Pekoz, têkildarî tifaqeke îxtîmalî ya di navbera CHP û HEDEP’ê de jî wiha got: “Heta ku polîtîkayeke şefaf û eşkere neyê kirin dê kurd dengê xwe nedin wan. Anku divê CHP mîna bi partiyên din ên tifaqê re, bi HEDEP’ê re jî li pêşberî raya giştî hevdîtinan bike. Weke mînak, rêjeya dengê HEDEP’ê ya li Stenbolê derdora ji sedî 9-12 e. Ev rêjeye tê wê wateyê ku kurd dikarin hilbijartinê bidin qezenckirin an jî windakirin. Hemû şaredariyên bajarên mezin ên CHP’ê di 2019’an de qezenc kirî bi saya dengên HEDEP’iyan bû. Heke li Stenbolê kurdan piştgirî nedabûna Îmamoglû bi ser nediket. Lewma CHP û Îmamoglû li gorî vê rastiyê tevbigerin. Heke hêj di hişê ‘kurd dê ji xwe deng bidin me’, xwe dixapînin. HEDEP kê nîşan bide hilbijêrên wê dengê xwe bidin wî/wê. Divê her kes li gorî vê rastiyê tevbigere.” 
 
STRATEJIYA HEDEP’Ê
 
Bi domdarî Pekoz anî ziman ku hêza herî girîng a ku dê encamên hilbijartinê diyar bike HEDEP e û wiha pê de çû: “Hem îktîdar hem jî muxalefet bi vê dizane. Em dibînin ku stratejiya hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya HEDEP’ê li gorî ya sala 2019’an pir guherî ye. Stratejiya 2019’an ew bû ku li bajarên kurdan hejmara şaredariyan zêde bikin û li rojava bi AKP’ê bidin windakirin. A rast ev stratejî bi ser ket. Lê di vê hilbijartinê de dest ji vê stratejiyê berda. Xuyaye ku dê HEDEP ji bo hevdîtinên bi îktîdar û muxalefetê re vekirî ye û taktîkeke zelal dimeşîne. Wisa xuya dike ku dê tiştên ji raya giştî veşarî nekin. Di piştperdeya hevdîtinên bi AKP’ê re de mijarên stratejîk ên weke pirsgirêka kurd heye. Lê di hevdîtinên bi muxalefet û CHP’ê re dê rasterast şaredarî derkevin pêş.” 
 
‘DIVÊ HEDEP BANDORA XWE YA POLÎTÎK BIDE HÎSKIRIN’
 
Pekoz, axaftina xwe wiha qedand: “Di stratejiya polîtîk a HEDEP’ê de demokratîkkirina Tirkiyeyê heye. Nîviya hilbijêrên HEDEP’ê li metropolan e. Lê li gorî vê rastiyê bandoreke polîtîk a têrker nake. Lewma hewl dide di pêvajoya pêş de xwe li bajarên rojava bide hîskirin. Weke mînak; heke di navbera CHP û HEDEP’ê de hevdîtin çêbibin, dê hewl bide qadên ku polîtîkayên xwe lê pratîze bike bide avakirin. Rêya vê ya esasî jî daxwaza birêvebirina hinek şaredariyan e. Ji bo ku HEDEP li bajarên rojava bandora xwe ya civakî bide hîskirin, divê bazariyên bibandor bike. Ji bo vê jî divê bajar bi bajar amadekariyên xwe bike. Divê li bajarên weke Stenbol, Edene, Mêrsîn, Hatay, Antalya, Kocaelî, Bursa, Aydin, Mûgla û hwd. planên polîtîk bike û daxwazên xwe şênber bike. Li Stenbolê divê navçe bi navçe xebatan bike û daxwazên xwe bike rojev. Li gorî min tiştekî bi aqilane nîne ku tifaqeke li tevahiya welêt derbasdar bê avakirin. Tifaqên li gorî bajar û navçeyan bêhtir biaqilene ne. Lewma divê HEDEP demek beriya demekî bajar û navçeyên ku hilbijêrên wê lê zêde hene tespît bike û ji bo hevkariyê daxwazên şênber deyne holê.” 
 
MA / Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

28/11/2023
19:02 Hatîmogûllari: Qeyûman li şaredariyan 'buroya diziyê' vekir
16:54 Xemsariya Qeyûm a lêhiyê: Hişyarî nehatin guhdarîkirin
16:51 Japonyayê PKK ji nava lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist
16:03 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bîranîn
15:47 Rêxistinên hiqûqê: Bila kesên Tahir Elçî qetil kirin bên eşkerekirin
15:36 Daxuyaniya HEDEP’a Wanê ya têkildarî bernamzetan
15:35 4 jê bi bi kurdî 7 pirtûk ji Weşanên Aramê derçûn
15:33 Li Bedlîs û Wanê herî kêm 43 kes hatin binçavkirin
15:15 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Amedê gel vexwend kongreyê
15:14 Bi ser Komkujiya Roboskê re 143 meh derbas bûn
15:13 Doza Kobanê: Ez gotina ‘jirêdeketî’ li Diyanetê vedigerînim
14:20 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em di têkoşînê de bibiryar, di azadiyê de bi israr in
14:11 Di salekê de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes hatin revandin
14:06 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî berdewam in
14:05 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ocalan xeta me ya sor e
13:59 Buldan du pirs ji wezîr Yerlîkaya kir
12:53 Ji bo mehekê 46 milyon lîre li bûdçeya Şaredariya Pirsûsê zêde kirin
12:48 Bakirhan: Greva birçîbûnê bangawaziya mezinkirina têkoşînê ye
12:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:37 Li Îzmîrê bi ser Jin Art Huner û TUHAYDER'ê de hate girtin
11:33 Yuksekdag: Pêdivî bi tifaqeke berfirah a jinan heye
11:18 Kesên li Farqînê hatin binçavkirin hatin berdan
11:17 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
11:06 Tehliyeya Oktay careke din bi îdiaya ‘îxtîmalê’ hate astengkirin
10:37 Ji ber ku Eres ‘poşmantiyê’ qebûl nake nayê berdan
10:32 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di roja duyemîn de didome
10:25 Tahir Elçî hat bibîranîn: 80 sal jî derbas bibin em ê dev ji têkoşînê bernedin
10:23 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
10:22 Li Bedlisê bi ser gundan de hate girtin
10:20 Pekoz: Divê HEDEP li bajarên rojava şaredariyan bixwaze
09:15 Dadgeh dibêje 'Uldeş berdin' lê îdareya girtîgehê bernade
09:13 Me dîmenên qirkirina xwezaya li Akbelenê girtin: Qada sîtê tê qirkirin
09:09 Komeleya Lêkolînên Kurdî dê kongreya xwe li dar bixe
09:05 Perava Gola Wanê ji avahiyên qaçax xalî nabe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2023'YAN
27/11/2023
20:17 Nergîz a ku berdana wê salekê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
19:52 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidên veşarî hatin pûçkirin
17:58 Kilinç piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:41 TMMOB û TTB'ê serdana HEDEP'ê kirin
16:53 Ji bo polîsê tundî li parêzer Orhan kiribû cezayê hefsê hat xwestin
16:52 Li Edeneyê îdiaya îşkenceyê: Telîs li serê ciwanan kirin
16:23 Amespor: Divê TFF înîsiyatîfê li xwe bigire û em ê giliyê êrişkaran bikin
15:18 Wezareta Karên Hundir: Li 18 bajaran 98 kes hatin binçavkirin
14:46 Egîtîm Sen: Tevî qedexeyê jî rêveberên AKP’î civînên xwe li dibistanan dikin
14:22 Li Cizîrê zarokekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
14:14 Doza Kobanê: Bersûc nikare ji gumanê sûd bigire lê îdia pê xurt dibe!
14:13 ‘Heta tecrîd neyê têkbirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin’
13:54 Rojnamegerên bi îşkenceyê hatin binçavkirin serî li ÎHD’ê dan
13:19 Girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Heta ku gav tên avêtin dê çalakiya me bidome
12:57 Ji rojnameger Silêman Ehmed 34 roj in tu agahî nayên girtin
12:39 Şahîn ê HEDEP’î: Hevdîtinên ji bo serlêdanan dê heta 9’ê kanûnê bidomin
12:01 Li HEDEP’ê serlêdanên ji bo hilbijartinên herêmî dest pê kirin
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
11:38 Kujerên belavkarê rojnameyê Adnan Işik ev 30 sal in nehatine dîtin
11:23 Şirîda qeraxa Îskenderûnê di bin avê de ma
11:12 Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
09:48 Li Enqereyê notirvanekî hevjîna xwe qetil kir
09:36 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:20 Iraq û başûrê Kurdistanê diçin hilbijartinê: Sindoq ne bi ewle ne
09:09 Eren: Ronîkirina kuştina Tahîr Elçî bi dilsarî tê kirin
09:05 Dayika ku 9 sal in nikare biçe hevdîtina keça xwe bertek nîşanî neberdana wê da
09:04 Seroka TTB’ê Fîncanci: Em bi tu deran ve naçin
09:02 Lîstikeke nû li şanoya kurdî zêde bû: Çinûr
09:01 Hevşaredara ku berdana wê hat taloqkirin: Lijne poşmanîtiyê ferz dike
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:56 Li Zap û Avaşînê 3 leşker mirin
26/11/2023
23:27 AFAD: Ji ber bahoz û barana zêde 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:17 Bozan: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe gelê me azad nabe
21:18 Jinên dengbêj li Îzmîrê derketin ser dikê
19:17 Li ser sînorê Dirbêsiyê pevçûnên dijwar
19:02 Şîna Bûlût bi girseyî hate ziyaretkirin
16:45 HEDEP li Ceyhanê bi gel re civiya
16:33 Baroya Rihayê atolyeya ‘Wekheviya zayendiya civakî’ li dar xist
16:30 Girtî ji bo ‘Azadiya Ocalan’ di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê dikin
16:09 Egîtîm Sen: Li ser mafê xwebirêxistinkirinê zext heye
15:53 Bayindir: Em ê deriyên Îmraliyê bişkînin, Ocalan azad bikin
15:42 Demîrtaş ji bo bîranîna Tahir Elçî stranek çêkir
15:39 MEBYA-DER: Em ê bi berxwedana xwe bersivê bidin êrişên ser goristanan
15:06 Berdevka HEDEP’ê: Li her derê gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike
14:49 ‘Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome’
13:58 Uysal: Navê partiyê çi dibe bila bibe dê ev têkoşîn bidome
13:40 Encamên Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê hatin eşkerekirin
12:49 Li Meksîkayê êrişa çekdarî: 9 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
12:12 Di serdema AKP’ê de 28 hezar komele û weqfên din hatin avakirin
11:04 Li Mecîdiyekoyê bûn yekdeng: Em çareya hev û du ne
10:44 Bi ser mirina Tahir Elçî re 8 sal derbas bûn: Ew gule li me tevan hate xistin
10:23 Kovara Jinê vê hefteyê bi mijara 25’ê Mijdarê derçû
09:50 33 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:34 Di êrişên Tirkiyeyê de 2 milyon û 150 hezar kes bê ceyran ma
09:05 Ji ber ku 'poşman' nebû nehat berdan
09:04 Serbijîşktiyê muayeneya bi kelemçekirî parast
09:02 Berdana girtî Akkaya careke din hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2023’YAN
08:58 Meteorolojiyê ji bo 67 bajaran hişyarî kir
25/11/2023
23:06 3 rojnamevan û 18 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:37 Ji Tevgera Şemiya Mor peyama 25’ê Mijdarê
19:16 Li Mecîdiyekoyê meşa 25'ê Mijdarê: Dê serîhildana me neqede
17:01 Di Roja Têkoşîna Têkoşîna Li Dijî Tundiyê de tundiya polîsan hate şermezarkirin
16:45 Li Amedê jin li dijî tundiyê li hev kom bûn
16:41 Jin li dijî tundiyê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li qadan e