Girtî ji bo ‘Azadiya Ocalan’ di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê dikin

  • rojane
  • 16:30 26 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Girtiyên PKK û PAJK’î bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dê di navbera 27’ê Mijdarê û 15’ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger bikin. 
 
Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î yên li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û da zanîn ku dê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de di navbera 27’ê Mijdarê û 15’ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger bikin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); girtiyên nexweş, kal û cezayê wan du sal mane dê tev li grevê nebin. 
 
Daxuyaniya Denîz Kaya wiha ye: “Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li zindanên Tirkiye û Kurdistanê, bi hestên berxwedana şoreşgerî em kampanya 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' silav dikin ku 10'ê Cotmehê destpê kir.
 
SEREKFTIN JI ÇALAKVANAN RE XWESTIN
 
Em ji hemû dost, hevrê û gelên xwe re serketinê dixwazin ku li her qadê bi rêbazên afirîner, bi ruh, fikir û pênûsa xwe, bi huner, dua û her cure çalakiyan beşdarî vê kampanyayê dibin. Em bi fîzîkî tecrîdkirî jî bin em dixwazin ku zanibin em bi hemû hebûna xwe bi wan re ne.
 
Bû sê sal ku em nikarin agahiyê ji Rêber Apo werbigirin. Tecrîd û dîlgirtina bênavber ji roja destpêkê ve 25 sal in dewam dike. Eger ji Îmraliyê deng nayê, hingî dibe ku ji aliyê neyînî ve her tişt diqewime. Kevneşopiya dewleta tirkiyeyê û bûyerên ku heta niha qewimîn dibin sedem ku em bi vî rengî bifikirin. Ji ber ku têkoşîna esasî li Îmraliyê tê meşandin. Konsepta şer a topyekûn ku sala 2015'an destpê kir, bi girtina deriyên Îmraliyê li cîhanê destpê kir. Tundiya polîtîkaya tepisandin û komkujiyê ya li derve di heman demê de nîşan dide ku têkoşîna li Îmraliyê jî çiqasî berfireh e.
 
KOMPLOYA NAVDEWLETÎ BERDEWAM DIKE
 
Rastiya Îmraliyê di encama tifaqeke navdewletî de hate afirandin û hewl tê dayin ku bi heman tifaqê bê meşandin. Heta ku ev tecrîd û dîlgirtina li Îmraliyê dewam bike em ê zanibin ku komploya navdewletî dewam dike. Bi dîlgirtina Rêber Apo re pêngaveke stratejîk li ser Rojhilata Navîn hate kirin ku ev rastî bi pratîka 25 salên dawî hîn bi şênberî tê dîtin. Lewma êşa herî giran bi serê kurdan bê jî, êrişa li dijî Rêber Apo bi esasî li hemberî îdeala demokratîk a Rojhilata Navîn bû. Di dema jinûve dîzaynkirina herêmê de hate xwestin ku potansiyeleke xurt a ku gelên herêmê karibin sûdê ji vê firsendê werbigirim, bê bandor bê hiştin. Hêzên navneteweyî û hevkarên wan ku hesabên xwe yên polîtîk ên hebûna xwe bi neteweperestî û olperestiyê hewl dan ava bikin, gotin û hewldanek li dijî vê statukoya xwe qebûl nedikirin.
 
RÊBER APO HEWL DA JI BO HEMÛ GELAN BIBE NEFESEK
 
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) tenê ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê dîlgirtina Rêber Apo birêxistin nekir. Aqlê dewleta tirk têrê nake ku vê yekê bibîne ku ev aciziyet hîn jî 25 sal in dewam dike. Rêveberiyeke ku bi dijminatiya li Kurdan ruh û fikrê xwe seqet, ne dikare roja heyî ne jî paşerojê rast bixwîne. Ya ku qewimî jî ev bû. Ji ber vê yekê pêwîstî bi wergirtina tedbîreke fikrî û polîtîk a ji bo pêşîgirtina li lîstikê wernegirt. Nedîtin ku agirê li Rojhilata Navîn hate dadan wê mezin bibe û veguhere şewatekê. Sedam nedît û berdêla vê yekê jî bi canê xw eda. Iraq ji nû ve hate dîzaynkirin. Versiyonên cuda yên vê pêvajoyê bi serê Lîbya, Misir, Sûdan û Yemenê hat. Rewşa Sûriyeyê li holê ye. Rêber Apo gelekî hişyar kir, bi analîzên xwe yên dîrokî û rojane çareseriyên li ser bûyerên biqewimin pêşkêş kir. Belayê ku neteweperestî, olperestî û zayendîperestî mirovahiyê dixitimîne bi hemû aliyên nirxand. Ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn her wiha hewl da ku ji hemû gelên cîhanê, bindestan, jinan û xwezayê re bibe nefesek. Li wê hucreya teng a bênefes hate hiştin, hewl da bibe nefesek.
 
FIKRA NETEWEYA DEMOKRATÎK Û KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK
 
Bi tevdana olperestî û neteweperestiyê, her wiha bi destê dorpêçiya zayendîperestiyê civak li hemberî şer û destwerdanan bêparastin, bêhêz û bêçare hate hiştin. Her kiryareke ku vê tevdanê xurt dike, ji bilî neçareseriyê, ji bilî alîgiriya li krîz û ferasetên desthilatdarîperestiyê wê encameke din bi xwe re nîne. Nikarin paşerojekê pêşkêşî gelan bikin. Şerê Îsraîl-Fîlîstînê yê diqewime jî xeleka dawî ya vî mejî ye. Encama xwe çi dibe bila bibe, ev şer wê bi kêrî gelan neyê. Bi polîtîkayên zanebûn ên hêzên hegemon û desthilatdariyên li dora wan, tovên olperestî û neteweperestiyê li vê xakê hatin çandin. Heta ku ev tov neyên avêtin, nepêkaen ku rizgarî ji vê rewşê bibe. Ev jî wê bibe şerê bêdawî, neçareserî û bêqîmetbûna jiyanê.
 
Fikrê Konfederalîzma Demokratîk û Neteweya Demokratîk a Rêber Apo hêvî û pratîka jinûve avakirina jiyanê ye. Destwerdaneke xurt a li hemû lîstikên desthilatdarîperest e. Li Rojhilata Navîn ku cihêrengî bi hev re dijîn, li şûna ku komên cuda yên baweriyan hevdu tune bikin hevdu xwedî dikin, jin bi rengekî azad û wekhev dijî, gelo kîjan despotê mêr dikare lê hebe? Li Rojhilata Navîn ku aştiya xwe ya navxweyî pêk aniye û bi hesretê jiyana azad e, kîjan hêza hegemon dikare tevbigere?
 
Di vê pêvajoyê de ku destwerdana ji bo dîzaynkirina herêmê zêde bûye, armanca girtina deriyê Îmraliyê diyar e. Tecrîda li Îmraliyê ne tenê bi îradeya dewleta tirk a ku wezîfeya gardiyantiyê jê re hatiye dayin, lê belê bi îradeya hevpar a hêzên ku mohra xwe danîne binê komploya navdewletî dewam dike. Ev tecrîd di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelan hemûyan û alternatîfa jiyana azad hatiye kirin û hîn bêhtir tê girankirin. Yên ku ji wan heye ku bi neteweperestî û olperestiyê dikarin xwe biparêzin, wê bi tenê vî agirî gur bikin.
 
MUXALEFETA JI XWE RE DEMOKRAT Û KONFORMÎST
 
Gel, komên baweriyan ên demokratîk, jin divê ji her demê bêhtir dest li vê rêveçûnê werdin. Tirkiye jî di nav de qada heyî yıa siyasetê bi temamî veguheriye qada berjewendiyan a komên yekdestî. Ev durûtiya ku mehdê mirovan dixelîne li gelek qadan belav bûye. Bi muxalefeta ji xwe re demokrat û konformîst, eşkere ye ku ji bilî jinûve afirandina sîstema heyî ti encam bi dest nakeve. Li Tirkiyeyê her beşa civakê qala rizandinê, bêedaletiyê, xizaniyê û krîzê dike. Ev hemû encam e. Li Tirkiyeyê axaftin li ser encamê tê kirin, tê xwestin ku sedemên vê yekê neyên dîtin, ji nedîtî ve tên.
 
NEÇARESERKIRINA PIRGIRÊKA KURD ISRARA DI ZILMÊ DE YE
 
Pirsgirêka kurd sedema sereke ya van encaman e. Pirsgirêka kurd a ku bêçareserî tê hiştin, tê wateya hîn bêhtir şer. Lêçûnên leşkerî yên vê yekê xizaniyê bi xwe re tîne. her wiha bêhiqûqî, dijberiya li qanûnê, kêfiyet, bi kurtasî şerê taybet û fînansekirina vê yekê ji encamên wê ne. Ev yek jî tê wateya pereyê reş, qaçaxçitiya narkotîkê, mafya û çetebûyînê. Neçareserkirina pirsgirêka kurd israra li ser zilma zalim e.
 
Rêber Apo pirsgirêkên siyasî, aborî, ekolojîk û zayendî yên li nava civaka xwe û tevahiya cîhanê pênae dike û çareseriyên rasteqîn pêşkêş dike. Jiyana xwe jî li ser bingeha bicihanîna van wezîfe û berpirsyariyan ava dike. Dema ku tiştên dixwaze biguherîne, sererast bike, ji nû ve ava bike dibîne ku nekariye pêk bîne, xwe diguherîne. Li nava şert û mercên heyî bi salan tecrîdkirî jî be destûrê nade ku potansiyel û danheviya wî bê desteserkirin û pênase û rêbazên çareseriyê yên ji danhevî û potansiyela xwe wergirtî, her firsendê parve dike. Rêber Apo azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê di her şert û mercî de diparêze, li pêşiya sîstema netewe dewletê dibe asteng ku van nirx û pêwîstiyan mehkûmî tunekirinê bike. Ew bi xwe rastiyê tîne ji gelan re, ji bo ev rastî bê fêhmkirin û vegotin, rê û rêbazên bêhempa pêşkêş dike. Rêber Apo bêyî ku gilî bike, bêyî ku li benda tiştekî bimîne ji bo başiya her kesî, ji bo jiyaneke mirovane tevdigere, lewma êrişên ewqasî giran lê tê kirin. Rêber Apo rêberekî gel e ku her soza xwe bi cih tîne û her tiştên dike bi ser dixîne. Soza pêkanîna şoreşê ya da gelan li Rojava, li Şengalê bi cih hat, bi civaka Kurd re li nava hemû gelan û cîhanê belav bû. Rêber Apo rêbereke ku timî berê xwe li başî, bedewî û ya rast e, hewl dide van hemûyan bigihîne jiyanê û mirovan, di her şert û mercî de li ser piyan dimîne; fikrê azad hildiberîne û ji bo her pirsgirêkê xwedî çareseriyê ye. Fikir û felsefeya xwe ya li ser bingeha van nirxan bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê xist xizmeta mirovahiyê. Bi vê paradîgmayê hem îro hem jî paşeroj tê avakirin.
 
TECRÎD KÛR BÛYE 
 
Rêber Apo bi salane di sîstema tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê de helwesta xwe diyar kiriye, rêya xwe hilbijartiye û serketinên mezin bi dest xistiye. Ji ber van sedeman hemûyan, çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heman tişt e. Divê yek ji ya din cuda neyê nirxandin. Ji xwe bi vê zanebûnê navê 'Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' li pêngavê hatiye kirin. Ji her gelek mirov piştgiriyê didin vê kampanyayê. Ev yek hem kêfxweşiyeke, hem jî biryardariya vemirandina agirê dojehê û avakirina bihuştê nîşan dide.
 
Rêber Apo dibêje, 'Şoreş cudakirina ji hev a divê bê jiyîn û ya divê neyê jiyîn e'. Faşîzma AKP-MHP’ê bi êrişên xwe tişta ku pêdivî bi jiyîna wê nîne, li ser me ferz dike. Rejîma faşîst teslîmbûnê li ser me û gerîla ferz dike û hewl dide raya giştî ya demokratîk bîne rewşek wisa ku nekare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Em weke girtiyên PKK û PJAK’î hîs dikin ku her roja derbas dibe şert û merc girantir dibin û hemû çalakî di şert û mercên ku tecrîd lê kûr bûye de tên kirin. Cihên ku em lê nefes distînin û didin, ku derê dibe bila bibe, em ti carî dest ji jiyana xwe ya azad û baweriya xwe ya ji yekîtiya wekhevî-azadiyê ya gelên xwe re bernadin. Em ê hewl bidin bi biryardariyeke mezin û asta partîbûneke hîn mezintir bibin layiqê Rêber Apo ku afirênerê van îdealên me ye.
 
GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA DORVEGER
 
Bi vê armancê em ê di navbera 27’ê Mijdarê û 15’ê Sibatê de Çalakiya Greva Birçîbûnê ya Dorveger lidar bixin. Em ê bi vê çalakiyê tevlîbûna xwe ya ji bo pêngava 'Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî' nîşan bidin. Her qadeke me ya girtîgehê wê plan û hejmara kom û roja çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger, li gorî şert û mercên xwe diyar bike. Kesên nexweş, kal û du sal ji bidawîbûna cezayên wan re mane, wê tevlî çalakiyê neyên kirin. Her wiha, li her devera ku em lê ne, wê li ser bingehê xisûsên di daxuyaniya me de û li gorî naveroka kampanyayê wê ji nûneriyên ji derve, saziyên mafên mirovan, nûneriyên medyayan re, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re nameyan binivîsîn. Em ê daxwaznameyan pêşkêşî Wezareta Edaletê bikin, di daxwaznameyan de tim û tim qala tecrîda li Îmraliyê bikin û bixwazin ku me jî veguhestînin Îmraliyê. Em ê ji Rêber Apo û hevrêyên xwe yên din ên li Îmraliyê re hîn zêdetir nameyan binivîsînin û berpirsyariyên CPT’ê li bîra wê bixin. Em ê li dadgehan tecrîdê şermezar û teşhîr bikin. Di pêvajoya çalakiyê de divê hemû hevalên me li gorî planê tevbigerin û divê teqez nekevin hewldana rêbaza çalakiya şexsî. Li ser vî esasî di serî de malbatên me, em bang li hemû dost, azadîxwaz û demokrasîxwazan dikin ku xwedî li kampanyayê derbikevin û bi hev re dîrokê binivîsînin. Bi vê wesîleyê em 27’ê Mijdarê salvegera 45’emîn a damezrandina partiya xwe PKK’ê bi pêngaveke nû ya berxwedanê pêşwazî dikin, bi hestê dilsoziyeke mezin Rêber Apo ku paradîgmaya jiyana azad diyarî gelên me kiriye silav dikin, şehîdên xwe yên leheng ku hejmara wan digihije 40 hezarî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin. Weke girtiyên PKK’î û PAJK’î em hemû hevrê û gelên xwe yên têkoşer, silav dikin û dibêjin ku salvegera 45’emîn a damezrandina partiya me PKK’ê li me hemûyan pîroz be.
 
Bi dirûşma ‘Gelê azad, neteweya demokratîk’ ji hemû raya giştî ya demokratîk re silav, rêzdarî û hezkirinên xwe dişînin.” 
 

Sernavên din

28/11/2023
19:02 Hatîmogûllari: Qeyûman li şaredariyan 'buroya diziyê' vekir
16:54 Xemsariya Qeyûm a lêhiyê: Hişyarî nehatin guhdarîkirin
16:51 Japonyayê PKK ji nava lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist
16:03 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bîranîn
15:47 Rêxistinên hiqûqê: Bila kesên Tahir Elçî qetil kirin bên eşkerekirin
15:36 Daxuyaniya HEDEP’a Wanê ya têkildarî bernamzetan
15:35 4 jê bi bi kurdî 7 pirtûk ji Weşanên Aramê derçûn
15:33 Li Bedlîs û Wanê herî kêm 43 kes hatin binçavkirin
15:15 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Amedê gel vexwend kongreyê
15:14 Bi ser Komkujiya Roboskê re 143 meh derbas bûn
15:13 Doza Kobanê: Ez gotina ‘jirêdeketî’ li Diyanetê vedigerînim
14:20 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em di têkoşînê de bibiryar, di azadiyê de bi israr in
14:11 Di salekê de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes hatin revandin
14:06 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî berdewam in
14:05 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ocalan xeta me ya sor e
13:59 Buldan du pirs ji wezîr Yerlîkaya kir
12:53 Ji bo mehekê 46 milyon lîre li bûdçeya Şaredariya Pirsûsê zêde kirin
12:48 Bakirhan: Greva birçîbûnê bangawaziya mezinkirina têkoşînê ye
12:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:37 Li Îzmîrê bi ser Jin Art Huner û TUHAYDER'ê de hate girtin
11:33 Yuksekdag: Pêdivî bi tifaqeke berfirah a jinan heye
11:18 Kesên li Farqînê hatin binçavkirin hatin berdan
11:17 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
11:06 Tehliyeya Oktay careke din bi îdiaya ‘îxtîmalê’ hate astengkirin
10:37 Ji ber ku Eres ‘poşmantiyê’ qebûl nake nayê berdan
10:32 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di roja duyemîn de didome
10:25 Tahir Elçî hat bibîranîn: 80 sal jî derbas bibin em ê dev ji têkoşînê bernedin
10:23 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
10:22 Li Bedlisê bi ser gundan de hate girtin
10:20 Pekoz: Divê HEDEP li bajarên rojava şaredariyan bixwaze
09:15 Dadgeh dibêje 'Uldeş berdin' lê îdareya girtîgehê bernade
09:13 Me dîmenên qirkirina xwezaya li Akbelenê girtin: Qada sîtê tê qirkirin
09:09 Komeleya Lêkolînên Kurdî dê kongreya xwe li dar bixe
09:05 Perava Gola Wanê ji avahiyên qaçax xalî nabe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2023'YAN
27/11/2023
20:17 Nergîz a ku berdana wê salekê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
19:52 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidên veşarî hatin pûçkirin
17:58 Kilinç piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:41 TMMOB û TTB'ê serdana HEDEP'ê kirin
16:53 Ji bo polîsê tundî li parêzer Orhan kiribû cezayê hefsê hat xwestin
16:52 Li Edeneyê îdiaya îşkenceyê: Telîs li serê ciwanan kirin
16:23 Amespor: Divê TFF înîsiyatîfê li xwe bigire û em ê giliyê êrişkaran bikin
15:18 Wezareta Karên Hundir: Li 18 bajaran 98 kes hatin binçavkirin
14:46 Egîtîm Sen: Tevî qedexeyê jî rêveberên AKP’î civînên xwe li dibistanan dikin
14:22 Li Cizîrê zarokekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
14:14 Doza Kobanê: Bersûc nikare ji gumanê sûd bigire lê îdia pê xurt dibe!
14:13 ‘Heta tecrîd neyê têkbirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin’
13:54 Rojnamegerên bi îşkenceyê hatin binçavkirin serî li ÎHD’ê dan
13:19 Girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Heta ku gav tên avêtin dê çalakiya me bidome
12:57 Ji rojnameger Silêman Ehmed 34 roj in tu agahî nayên girtin
12:39 Şahîn ê HEDEP’î: Hevdîtinên ji bo serlêdanan dê heta 9’ê kanûnê bidomin
12:01 Li HEDEP’ê serlêdanên ji bo hilbijartinên herêmî dest pê kirin
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
11:38 Kujerên belavkarê rojnameyê Adnan Işik ev 30 sal in nehatine dîtin
11:23 Şirîda qeraxa Îskenderûnê di bin avê de ma
11:12 Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
09:48 Li Enqereyê notirvanekî hevjîna xwe qetil kir
09:36 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:20 Iraq û başûrê Kurdistanê diçin hilbijartinê: Sindoq ne bi ewle ne
09:09 Eren: Ronîkirina kuştina Tahîr Elçî bi dilsarî tê kirin
09:05 Dayika ku 9 sal in nikare biçe hevdîtina keça xwe bertek nîşanî neberdana wê da
09:04 Seroka TTB’ê Fîncanci: Em bi tu deran ve naçin
09:02 Lîstikeke nû li şanoya kurdî zêde bû: Çinûr
09:01 Hevşaredara ku berdana wê hat taloqkirin: Lijne poşmanîtiyê ferz dike
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:56 Li Zap û Avaşînê 3 leşker mirin
26/11/2023
23:27 AFAD: Ji ber bahoz û barana zêde 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:17 Bozan: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe gelê me azad nabe
21:18 Jinên dengbêj li Îzmîrê derketin ser dikê
19:17 Li ser sînorê Dirbêsiyê pevçûnên dijwar
19:02 Şîna Bûlût bi girseyî hate ziyaretkirin
16:45 HEDEP li Ceyhanê bi gel re civiya
16:33 Baroya Rihayê atolyeya ‘Wekheviya zayendiya civakî’ li dar xist
16:30 Girtî ji bo ‘Azadiya Ocalan’ di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê dikin
16:09 Egîtîm Sen: Li ser mafê xwebirêxistinkirinê zext heye
15:53 Bayindir: Em ê deriyên Îmraliyê bişkînin, Ocalan azad bikin
15:42 Demîrtaş ji bo bîranîna Tahir Elçî stranek çêkir
15:39 MEBYA-DER: Em ê bi berxwedana xwe bersivê bidin êrişên ser goristanan
15:06 Berdevka HEDEP’ê: Li her derê gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike
14:49 ‘Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome’
13:58 Uysal: Navê partiyê çi dibe bila bibe dê ev têkoşîn bidome
13:40 Encamên Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê hatin eşkerekirin
12:49 Li Meksîkayê êrişa çekdarî: 9 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
12:12 Di serdema AKP’ê de 28 hezar komele û weqfên din hatin avakirin
11:04 Li Mecîdiyekoyê bûn yekdeng: Em çareya hev û du ne
10:44 Bi ser mirina Tahir Elçî re 8 sal derbas bûn: Ew gule li me tevan hate xistin
10:23 Kovara Jinê vê hefteyê bi mijara 25’ê Mijdarê derçû
09:50 33 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:34 Di êrişên Tirkiyeyê de 2 milyon û 150 hezar kes bê ceyran ma
09:05 Ji ber ku 'poşman' nebû nehat berdan
09:04 Serbijîşktiyê muayeneya bi kelemçekirî parast
09:02 Berdana girtî Akkaya careke din hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2023’YAN
08:58 Meteorolojiyê ji bo 67 bajaran hişyarî kir
25/11/2023
23:06 3 rojnamevan û 18 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:37 Ji Tevgera Şemiya Mor peyama 25’ê Mijdarê
19:16 Li Mecîdiyekoyê meşa 25'ê Mijdarê: Dê serîhildana me neqede
17:01 Di Roja Têkoşîna Têkoşîna Li Dijî Tundiyê de tundiya polîsan hate şermezarkirin
16:45 Li Amedê jin li dijî tundiyê li hev kom bûn
16:41 Jin li dijî tundiyê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li qadan e