Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin

  • rojane
  • 09:16 21 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Dayikên Botanê ku bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan, diyar kirin ku ew amade ne ku tecrîdê bişikînin û gotin: "Heya ev tecrîd hebe, em ê hemû dê bin zilm û bindestiyê de bin. Divê kurd êdî rabin ser pêyan." 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Abdullah Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû lê axaftin di nivî de hatibû qutkirin. Ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. 
 
Bertekên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam in. Dayikên Botanê nêrazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê anîn ziman û xwestin ku demildest tecrîd bê rakirin. 
 
'EM Ê HEMÛ KARÊ XWE BIDIN ALIYEKÎ JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ TÊBIKOŞIN'
 
Ji dayikan Şîrîn Demir anî ziman ku azadiya gelên bindest bêyî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne pêkan e û wiha axivî: "Ev tecrîda li ser birêz Ocalan li ser me hemûyan e. Heta ku ev tecrîde li ser Îmraliyê ranebe dê li ser me jî ranebe. Ev zilm li hemû kurdan tê kirin. Sedema vê zilmê girankirina tecrîdê ye. Kengî ku ev tecrîda li Îmraliyê hat şikandin û birêz Ocalan azad bû, wê demê em hemû jî dê azad bibin. Heya ku ev tecrîd hebe, em jî dê bin zilm û bindestiyê de bin. Divê em hemû karê xwe bidin aliyekî û ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin. Çavê me li Îmraliyê ye."
 
Nafya Kuçuk jî bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser şer û ev tişt anî ziman: "Xwedê destê me û Serok bigihîjine hev du. Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û rabe ser pêyan. Em vê tecrîdê qebûl nakin û dibêjin ku dawî li vê tecrîdê bînin. Em jî weke her gelekî doza mafê xwe û zimanê xwe dikin. Îro kî bibêje ez kurd im wan digirin. Ez ne tirk im ez kurd im. Kesek êdî nikare bibêje ez kurd im. Heta ku birêz Ocalan bernedin em jî ne azad in, ne aram in. "
 
'HEYA OCALAN LI WIR BE DÊ DEMOKRASÎ TUNE BE'
 
Dayik Pîroze Denîz jî diyar kir ku pirsgirêkên Tirkiyeyê hemû girêdayî tecrîda girankirî ne û wiha pê de çû: "Bila vê tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bikin. Heta ku ev tecrîd bi dawî nebe aştî çênabe. Heya birêz Ocalan di nava çar diwaran de be, dê demokrasî tune be. Ev 32 meh in em tu agahiyê ji birêz Ocalan nagirin. Azadiya me jî bi birêz Ocalan pêkan e. Em dixwazin ku ev tecrîd rabe. Weke her gelekî em jî Serokê xwe di nav xwe de dixwazin. Tecrîd bi xwe re şer tîne. Em dixwazin ku êdî aram bibin. Mifteya aştiyê û çareseriyê di destê birêz Ocalan de û li İmraliyê ye. Xwedîderketina li Ocalan meseleyeke şerefê ye."
 
'DIVÊ KURD ÊDÎ RABIN SER PÊYAN'
 
Zeynep Yilmaz jî bi lêv kir ku encax Ocalan dikare hêsirên dayikan bide sekinandin û wiha domand: "Em dixwazin ku Serokê me berdin. Divê êdî em kurd rabin ser pêyan. Em dixwazin ev xwîn bê sekinandin. Heke Apo berdin dibe ku ev şer bisekine, dibe ku êdî aramî çêbibe. Wekî her kesî em jî azadiya xwe daxwaz dikin. Em naxwazin ku êdî dilê tu kesekî bişewite. Dixwazin ku Serok azad bibe. Her kes heqê xwe yê azadiyê dixwaze." 
 
'EM JI ŞIKANDINA TECRÎDÊ RE AMADE NE'
 
Ji dayikan Behiye Ozgur jî daxwaza rakirina tecrîdê kir û ev tişt gotin: "Em aştiyê dixwazin, em birakujiyê naxwazin. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em li pey doza zarokên xwe ne. Ew me bikin qîme jî em ji doza xwe nayên xwarê. Mirin carekê çêdibe. Em li pey doza serokê xwe ne. Ew çi ji me bikin jî em li pey Serokê xwe ne. Em dixwazin ku wî demildest berdin. Ma em ê heta qiyametê bindest bin? Êdî ji bindestiyê re bes e. Her roj zarokên xelkê dikuje, digire û îşkence dike. Zarokên xelkê qir kirin. Em şer naxwazin. Bila her kes rabe ser pêyan. Em ji şikandina tecrîdê re amade ne."
 
'DIVÊ TU KES BÊDENG NEMÎNE'
 
Nafiye Kurt jî bal kişand ser girîngiya çalakiyên li dijî tecrîdê û bang li hemû kurdan kir ku li dijî tecrîdê erk û berpirsyariyên xwe bînin cih û got: "Em vê tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan li ser me hemûyan e. Her kesê ku xwedî wijdan be divê li dijî tecrîdê xwe bêdeng neke. Daxwaza me ji gelê me ew e ku rabin ser pêyan. Bes e êdî. Heta kengî em ê di bin tecrîdê bin, heta kengî em ê bin dest bin? Divê em hemû rabin ser pêyan û li dijî vê tecrîdê bisekinin."
 
'HER KU TECRÎD GIRAN DIBE ŞER JÎ GIRAN DIBE'
 
Esmer Çikmaz jî anî ziman ku aştî bêyî Îmraliyê ne pêkan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev tecrîd li ser tevahiya gelê kurd e. Divê gelê kurd rabe ser pêyan û qebûl neke da ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Ev tecrîd li ser gelê kurd tê meşandin. Em daxwaz dikin ku ev tecrîd bi dawî bibe. Heke ev tecrîde rabû hingê em dikarin behsa aştiyê bikin. Dema ku tecrît rabû dê aştî jî lihevhatin jî çêbibe. Îro kesek ne bê dev û ziman e. Divê her kes rabe ser pêyan. Her ku tecrîd giran dibe şer jî giran dibe. Em li benda aştiyê ne. Aştî jî li İmraliyê ye. Heke tecrîd rabû dê aştî jî bê."  
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

23/11/2023
09:45 'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin'
09:28 Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
09:27 Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
09:15 Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!
09:13 Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê
09:09 Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye
09:09 Ji Yewnanistanê peyama 25'ê Mijdarê: Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2023'YAN
22/11/2023
21:31 Bi çekê gef li Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin
21:27 Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'
20:46 Li ber NY’yê li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê
17:13 Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
16:59 Endamên ESP’ê û SGDF’ê bi hinceta ‘îxbarê’ hatine binçavkirin
16:58 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî qeyûmê Şaredariya Wanê
16:15 Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn
15:47 Rêxistinên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê
15:44 Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir
14:57 Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev
14:13 DBP’e encamnameya civînên xwe eşkere kir
13:45 Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin
13:31 Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir
12:59 Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e
12:44 Tuzun: Tevî hişyariyên di rapora AFAD’ê de jî tu tevdîr nehatin girtin
12:08 Babayîgît ê malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû bi parêzerê xwe re hevdîtin kir
12:01 Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin
11:48 Dewleta tirk zozanên Sîdekanê bombebaran kir
11:11 Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin
11:09 Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir
10:43 Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin
10:22 Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir
10:21 Şêniyên taxa ber bi ava lehiyê ket li benda piştevaniyê ne
09:45 Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir
09:39 Ji rojnameger Ehmed 29 roj in agahî nayên girtin
09:27 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî
09:20 Efxanistan bi qedexeyan veguherî dojehê
09:17 Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere
09:15 Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan hat astengkirin
09:12 Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin
09:10 Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e
09:05 Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin
09:02 Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN
21/11/2023
21:43 Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî
20:23 Banga ji bo 25’ê Mijdarê
20:21 Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn
17:44 Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin
16:25 Parlamenterên HEDEP’î li Meclisê Adan ê MHP’î protesto kirin
16:22 Malbat ji ber jiyana Babayîgît ku dozger got ‘di girtîgehê de ye’ bifikar e
16:21 CFWIJ: Di êrişa Îsraîlê de 2 rojnamevan hatin kuştin
15:58 Di doza li ser îfadeya şahid hatibû vekirin de biryara yekkirina dosyayê hat dayîn
15:43 Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
15:21 Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin
15:15 Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin
15:08 Di hevdîtinên bûçeya Wezareta Dadê de rojev tecrîda li Îmraliyê bû
15:06 Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir
14:42 Adibellî: Ez bi mudaxileya polîsan hatim girtin
12:45 Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin
12:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:17 Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
11:56 Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin
11:47 Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye
11:39 DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn
11:24 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:09 ‘Dê berdewama Meşa Azadiyê were’
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin
09:11 Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan