Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin 2023-11-21 09:16:53   ŞIRNEX - Dayikên Botanê ku bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan, diyar kirin ku ew amade ne ku tecrîdê bişikînin û gotin: "Heya ev tecrîd hebe, em ê hemû dê bin zilm û bindestiyê de bin. Divê kurd êdî rabin ser pêyan."    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Abdullah Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû lê axaftin di nivî de hatibû qutkirin. Ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.    Bertekên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam in. Dayikên Botanê nêrazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê anîn ziman û xwestin ku demildest tecrîd bê rakirin.    'EM Ê HEMÛ KARÊ XWE BIDIN ALIYEKÎ JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ TÊBIKOŞIN'   Ji dayikan Şîrîn Demir anî ziman ku azadiya gelên bindest bêyî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne pêkan e û wiha axivî: "Ev tecrîda li ser birêz Ocalan li ser me hemûyan e. Heta ku ev tecrîde li ser Îmraliyê ranebe dê li ser me jî ranebe. Ev zilm li hemû kurdan tê kirin. Sedema vê zilmê girankirina tecrîdê ye. Kengî ku ev tecrîda li Îmraliyê hat şikandin û birêz Ocalan azad bû, wê demê em hemû jî dê azad bibin. Heya ku ev tecrîd hebe, em jî dê bin zilm û bindestiyê de bin. Divê em hemû karê xwe bidin aliyekî û ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin. Çavê me li Îmraliyê ye."   Nafya Kuçuk jî bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser şer û ev tişt anî ziman: "Xwedê destê me û Serok bigihîjine hev du. Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û rabe ser pêyan. Em vê tecrîdê qebûl nakin û dibêjin ku dawî li vê tecrîdê bînin. Em jî weke her gelekî doza mafê xwe û zimanê xwe dikin. Îro kî bibêje ez kurd im wan digirin. Ez ne tirk im ez kurd im. Kesek êdî nikare bibêje ez kurd im. Heta ku birêz Ocalan bernedin em jî ne azad in, ne aram in. "   'HEYA OCALAN LI WIR BE DÊ DEMOKRASÎ TUNE BE'   Dayik Pîroze Denîz jî diyar kir ku pirsgirêkên Tirkiyeyê hemû girêdayî tecrîda girankirî ne û wiha pê de çû: "Bila vê tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bikin. Heta ku ev tecrîd bi dawî nebe aştî çênabe. Heya birêz Ocalan di nava çar diwaran de be, dê demokrasî tune be. Ev 32 meh in em tu agahiyê ji birêz Ocalan nagirin. Azadiya me jî bi birêz Ocalan pêkan e. Em dixwazin ku ev tecrîd rabe. Weke her gelekî em jî Serokê xwe di nav xwe de dixwazin. Tecrîd bi xwe re şer tîne. Em dixwazin ku êdî aram bibin. Mifteya aştiyê û çareseriyê di destê birêz Ocalan de û li İmraliyê ye. Xwedîderketina li Ocalan meseleyeke şerefê ye."   'DIVÊ KURD ÊDÎ RABIN SER PÊYAN'   Zeynep Yilmaz jî bi lêv kir ku encax Ocalan dikare hêsirên dayikan bide sekinandin û wiha domand: "Em dixwazin ku Serokê me berdin. Divê êdî em kurd rabin ser pêyan. Em dixwazin ev xwîn bê sekinandin. Heke Apo berdin dibe ku ev şer bisekine, dibe ku êdî aramî çêbibe. Wekî her kesî em jî azadiya xwe daxwaz dikin. Em naxwazin ku êdî dilê tu kesekî bişewite. Dixwazin ku Serok azad bibe. Her kes heqê xwe yê azadiyê dixwaze."    'EM JI ŞIKANDINA TECRÎDÊ RE AMADE NE'   Ji dayikan Behiye Ozgur jî daxwaza rakirina tecrîdê kir û ev tişt gotin: "Em aştiyê dixwazin, em birakujiyê naxwazin. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em li pey doza zarokên xwe ne. Ew me bikin qîme jî em ji doza xwe nayên xwarê. Mirin carekê çêdibe. Em li pey doza serokê xwe ne. Ew çi ji me bikin jî em li pey Serokê xwe ne. Em dixwazin ku wî demildest berdin. Ma em ê heta qiyametê bindest bin? Êdî ji bindestiyê re bes e. Her roj zarokên xelkê dikuje, digire û îşkence dike. Zarokên xelkê qir kirin. Em şer naxwazin. Bila her kes rabe ser pêyan. Em ji şikandina tecrîdê re amade ne."   'DIVÊ TU KES BÊDENG NEMÎNE'   Nafiye Kurt jî bal kişand ser girîngiya çalakiyên li dijî tecrîdê û bang li hemû kurdan kir ku li dijî tecrîdê erk û berpirsyariyên xwe bînin cih û got: "Em vê tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan li ser me hemûyan e. Her kesê ku xwedî wijdan be divê li dijî tecrîdê xwe bêdeng neke. Daxwaza me ji gelê me ew e ku rabin ser pêyan. Bes e êdî. Heta kengî em ê di bin tecrîdê bin, heta kengî em ê bin dest bin? Divê em hemû rabin ser pêyan û li dijî vê tecrîdê bisekinin."   'HER KU TECRÎD GIRAN DIBE ŞER JÎ GIRAN DIBE'   Esmer Çikmaz jî anî ziman ku aştî bêyî Îmraliyê ne pêkan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev tecrîd li ser tevahiya gelê kurd e. Divê gelê kurd rabe ser pêyan û qebûl neke da ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Ev tecrîd li ser gelê kurd tê meşandin. Em daxwaz dikin ku ev tecrîd bi dawî bibe. Heke ev tecrîde rabû hingê em dikarin behsa aştiyê bikin. Dema ku tecrît rabû dê aştî jî lihevhatin jî çêbibe. Îro kesek ne bê dev û ziman e. Divê her kes rabe ser pêyan. Her ku tecrîd giran dibe şer jî giran dibe. Em li benda aştiyê ne. Aştî jî li İmraliyê ye. Heke tecrîd rabû dê aştî jî bê."     MA / Zeynep Durgut