Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê

  • rojane
  • 09:00 8 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê ku derbarê wê de biryara hilweşînê ya bilez hate dayîn, veguhestin dibistanê. Xwendekeran li vir perwerde didîtin jî veguhestin dibistanên cuda. Rêveberê Şaxa SES’a Şirnexê Enes Încîn anî ziman ku bi salan e ji ber nelihevkirina rantê avahiya nû nikare bê avakirin. 
 
Nexweşxaneya dewletê ya li navçeya Elkê ya Şirnexê xizmet dide, ji ber avahiya lê xizmet dida neguncav e hate valakirin û veguhestin dibistanekê. Avahiya bi 30 cih ku di sala 2004’an de kete xizmetê ji ber bi demê re riziya biryar hate dayîn ku di sala 2020’an de bê hilweşandin û nexweşxaneyeke nû bê avakirin. 
 
Tevî ku ji bo kompleksa tenduristiyê gelek îhale hatin dayîn jî ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve weke xizmeteke 50 nivîn û lojmaneke ji 20 apartmanan hat plankirin, hilweşandinê dest pê nekir. Piştî erdheja li Mereşê ya di 6’ê sibatê de biryar hate dayîn ku nexweşxaneya dewletê ya ji bo wê biryara ‘hilweşandina lezgîn’ hate dayîn veguhêzin Dibistana Navîn a Herêmê ya Leylî ya Şehît Yalçin Aydin û li vir xizmetê bide. Di çarçoveya vê biryarê de xwendekarên li vir dihatin perwerdekirin sewqî dibistanên cuda hatin kirin. 
 
Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê di 30’ê cotmehê de veguhestin avahiya dibistanê. Şêniyên navçeyê jî ji vê dîrokê û şunde berê xwe dan rêya dibistanê. 
 
Sekreterê Rêxistinkirinê yê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Enes Încîn kêmasiyên xizmetên tenduristiyê yên li avahiya dibistanê tên dayîn vegotin. 
 
JI BER RANTA SIYASÎ AVAHIYA NÛ NEHATE AVAKIRIN 
 
Enes Încîn anî ziman ku nexweşxaneya ji ber şertên fizîkî bêkêr bû îhaleya wê beriya 3 salan hate kirin ji ber ranta siyas nehate avakirin û da zanîn ku di hevdîtinên bi rayedaran re kirine de “pirsgirêka ewlehiyê” weke hincet hatiye nîşandan. Încîn, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Lê me tespît kir ku pirsgirêk zêdetir ji ber nelihevkirina rantê ya siyasiyan derketiye holê. Ji bo avahiya nexweşxaneyê beriya niha di erdên cudatir de xebat hatin kirin. Lê belê ji ber nelihevkirinên navbera mirovên nêzî partiya desthilatdar a heyî li ser cihê avahiya nexweşxaneyê heta niha tesîseke tenduristiyê nehatiye çêkirin. Ji ber vê yekê jî li Elkê xizmeta tenduristiyê niha ne li nexweşxaneyê di avahiya dibistanekê de tê dayîn.”
 
Încîn, anî ziman ku şertên fizîkî yên avahiya dibistanê ji bo pêşkeşkirina xizmeta tenduristiyê ne guncav in û wiha berdewam kir: “Veguherandina polan a yekeyên xizmetê, servîsên cihan bi tena serê xwe pirsgirêk e. Em dikarin bêjin ku niha li navçeyê xizmeteke tenduristiyê ya biwesf nayê dayîn.”
 
KÊMASIYA PERSONELAN HEYE
 
Încîn, da zanîn ku pirsgirekeke din a girîng a nexweşxaneyê jî kêmasiya personelan e. Încîn, bi lêv kir ku kêmasiya personelan dîsa ji ber têkiliyên siyasî derdikeve holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dibînin ku hin personelên ku cihê peywîra wan Elkê ye bi hin cureyên torpîlên siyasî li nexweşxaneyên li navçeyên Silopiya, Cizîr û navenda Şirnexê tên peywîrdarkirin. Dîsa torpîlên bi sendîkayên alîgir bi bandor dibin. Ji ber vê yekê bi taybetî niha li nexweşxaneya dewletê di yekeyên rontgen, laboratuvar û beşa lezgîn de valahiya personelan heye. Di van yekeyan de hin hevalên me neçar dimînin 15-16 rojan 24 saetan nobetan bigirin. Ev yek jî bi xwe re kar û bareke cidî ya kar tîne. Ji ber vê yekê di personelên tenduristiyê yên li wir dixebitin de pirsgirêkên qedîn û acizbûnê hene. Ev peywîrdarkirin di heman demê de tayînên nava bajêr jî asteng dike û dibe sedemê mexduriyeteke cuda. Ji ber ku kontenjanên tayînkirina nava bajêr ên li herêmên din bên vekirin ji aliyê kesên ji navçeya Elkê bi torpîlê tên ve tên tijîkirin. Ji ber van torpîlan û neşarezatiyê xizmeta tenduristiyê ya bikalîte nikare bê hilberandin.”
 
XWARIN NE BAŞ IN!
 
Încîn, anî ziman ku pirsgirêka xwarinê ku di gelek saziyên cemaweriyê de tên jiyîn li nexweşxaneya dewletê jî tê jiyîn wiha lê zêde kir: “Em xwediyê şîrketên xwarinê yên li tesîsên tenduristiyê dizanin. Ev jî bi referansên siyasî îhaleyên li saziyên cemaweriyê digirin û teqez şertnameya xwarinê bi cih naînin. Personelên nexweşxaneyê diyar kirin ku xwarinên ji aliyê fîrmayê ve tên çêkirin ne paqij in û têra wan nake. Ligel vê yekê personelên tenduristiyê bihayê xwarinên ku naxwin jî didin. Ji ber pergala biqert an jî îmzeyê nîne ji hevalên me her roj ji bo serê danî 14 lîre heqê xwarinê tê birîn. 
 
Încîn, diyar kir ku divê xizmetên cemaweriyê bi awayekî plankirî û bernamekirî bên kirin û ne di bin bandora partiyeke siyasî de be. Încîn, bi lêv kir ku ji ber cihê wê yê erdnîgariyê pirsgirêkên veguhastinê ya navçeyê bi navenda bajêr û navçeyên din re heye û destnîşan kir ku divê demildest nexweşxaneyeke baş li navçeyê bê avakirin.”
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

08/11/2023
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
17:43 Rojnamevan Şardan hat berdan
15:27 487 êzidiyên din vegeriyan Şengalê
15:13 Ji Blinken daxuyaniya piştî hevdîtina bi Fîdan re
15:12 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bixebitin
14:47 Çemê Dîcleyê tê qirêjkirin û qeyûm jî lê temaşe dike
13:59 ‘Bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin’
13:24 Der barê rojnamevan Kanbal de dozek nû hat vekirin
12:32 Di êrişa li dijî Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn
12:14 Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê kurd Qasim Abeste bi darve kir
12:12 Aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî hate binçavkirin
11:59 Keskîn û Kuçukbalaban weke Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê yên nû hatin hilbijartin
11:39 Dadgeh: Esra Y.’yê xwe ne kuşt, hate kuştin
10:07 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Divê dîlgirtiyên Doza Kobanê tavilê bên berdan
09:25 Doza tacîzê ya çawişê pispor: Berdana wî li dijî hiqûqê ye
09:12 Dayika lîstikvanê Amedsporê di maçê de hat binçavkirin
09:11 Dayikên Aştiyê: Tecrîd wê rabe û aştî wê were
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
09:04 Yurdatapan ku ‘Banga Aştiyê’ îmze kir: Deklarasyon ji bo çareseriyê girîng e
09:01 Xelkê Wanê: Çareserî ne şer e razemaniya ji bo aboriyê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:54 Xwebûn bi manşeta ‘Ha Erdogan ha DAIŞ’ derket
05/11/2023
18:06 Li Silopiyayê konsera bi coş
16:46 Polîsan mudaxileyî kesên hewl didan bikevin Baregeha Încîrlîkê kirin
16:28 Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir
16:20 Li Îranê bi dehan xwendekar jehrî bûn
16:18 KCDP: Di cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin
16:10 Urun ê têkiliya wî bi Ak Ocaklari re heye bi hişbirê hate girtin
16:03 Ji konferansa DBP’e çendek nîşe: Bi kurdî dest pê kir, bi kurdî bi dawî bû
15:35 Di atolyeyên TJA’yê de rojev tecrîd û şerê taybet bû
15:11 Konferansa Ciwanan a Cîhanê: Hewl didin femînîzmê manîpule bikin
14:53 Dayika Aştiyê Eryilmaz: Me soza têkoşînê daye zarokên xwe
14:52 Orman: Dê ciwan dest ji têkoşîna xwe bernedin
14:42 Kaya: Pergal ji girtiyên siyasî ditirse
14:15 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna aştiyê birêxistin bikin
14:03 Belgeya helwestê ya DBP’ê: Seferberiya xwebirêxistinkirinê hate destpêkirin
13:48 Bakirhan: Pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye
13:34 TJA li Îzmîrê bi jinan re civiya
13:15 Girtiyên siyasî kongre silav kirin û gotin: Xwediyê fikriyata DBP’ê birêz Abdullah Ocalan e
13:03 Akdag: ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildana jinan e
12:51 Kesên ji bo hevserokatiya giştî ya DBP’ê hatin pêşniyarkirin diyar bûn
12:43 Dê di 18’ê mijarê de ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bê destpêkirin
12:32 Bayindir: Ji Kurdistanê re azadî, ji Rojhilata Navîn re demokrasî
12:17 Aydenîz: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe em ê li ber xwe bidin
12:08 Îsraîlê êrişî Kampa Penaberan a El-Megaziyê kir: Herî kêm 51 kes hatin qetilkirin
11:48 Navên tirkî li gund û meydanên Efrînê hatin kirin
11:35 12 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:14 Konferansa DBP’ê bi coşeke mezin dest pê kir
11:08 Unver: Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re em naxwazin PDK li Mexmûrê be
10:42 Li Aydinê lehî rabû: 2 kes mirin
10:40 Hejmara 36’an a Kovara Jinê derçû