Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê

  • rojane
  • 19:50 7 Mijdar 2023
  • |
img
RIHA - Girtiyên nexweş Fevzî Arslan û Şehîrban Mîmkara di hevdîtina bi parêzerên xwe re îşkenceya li wan hatiye kirin vegotin û banga hestiyariyê kirin.
 
Girtiyê nexweş Fevzî Arslan (50) ku di Girtîgeha Tipa T ya Rihayê de tê ragirtin û girtiya nexweş Şehrîban Mîmkara ya li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê û bi nexweşiya pençeşêrê ketiye, bi rêya parêzeran binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.
 
Fevzî Arslan ê ku ji bo roviyên wî dernekevin neçar ma korsetê bi kar bîne, diyar kir ku di sewqên nexweşxaneyê de bi muameleya xerab re rû bi rû mane û lêgerîna li hundirê dev lê hatiye ferzkirin. Arslan diyar kir ku muayeneya kelepçekirî li ser hatiye ferkirin û wiha got: "Dema em diçin ser bijîşk leşker dibêjin dem nemaye û nahêlin em pirsan bikin. Muayeneya me bi rêk û pêk nayê kirin." Arslan destnîşan kir ku odeyên ku ew tê de dimînin di bin navê lêgerînê serobino kirine û got ku di lêgerîna çend roj berê de betaniyên wan hatine desteserkirin. Aralan wiha berdewam kir: "Tiştên min ji dolabê derxistin û  danîn ser Qurana min." Arslan anî ziman ku serlêdanên wan ên ji rêveberiyê re nehatine bersivandin û wiha got: "Berê xwîn çûbû ser mejiyê min. Fitiqa min heye. Tedawiya min heta niha nehatiye kirin. Tu fêdeya korsetê tune. Bijîşk dibêjin divê demildest emeliyat bibim, lê hîn jî nebûme.”
 
Girtiya nexweş Şehrîban Mîmkara ku herî dawî bi nexweşiya pençeşêrê ketibû diyar kir ku di sewqên nexweşxaneyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû mane û serpêhatiyên xwe wiha vegot: “Sewqên min dereng xistin. Piştre dema parêzer û parlamenteran rewşa min ji dozgeriyê re ragihandin, min sewqî nexweşxaneyê kirin. Lê vê carê her çiqas du caran biyopsî kirin jî der barê nexweşiya min de teşhîs nehat kirin û ger bûbe jî ji min re negotin. Dema ku ji bo cara sêyem biyopsiya min hat kirin, min pirsî ka çiya min heye. Gotin tu bi penceşêrê ketiyî, lê nexweşiya min ji min re negotin. Ez hîn jî nizanim çi nexweşiya min heye. Agahiyê nadin min. Rêveberiya girtîgehê bersiva daxwaznameyên min nade. Niha malbata min got ku wan bihîstiye ku biryara emeliyatê ji bo min hatiye dayîn. Di vê der barê de tu agahî nedan min. Ez texmîn dikim ku ez nizanim dê roja emeliyata min çi ji min re bibêjin. Ez naxwazim bêyî amadeyî biçim emeliyatê. Lê ew vê derfetê nadin min. Ger ez emeliyat bibim jî, derfeta min tune ku bijîşk yan jî nexweşxaneyê hilbijêrim, ez naxwazim piştî emeliyatê di bin çavdêriya nexweşxaneyê de bimînim. Li wir pir qirêj û bêhijyenîk e. Ger emeliyat bibim ez naxwazim di girtîgehê de bimînim. Ji ber ku rîska min a enfeksiyonê heye, ez dixwazim tedawiya min li odeyeke paqij bikin. Daxwza min ji rêveberiyê ew e ku agahiyên rast bidin min.”
 
'5 ROJ IN AV NAHERIKE’
 
Şehrîban Mîmkara diyar kir ku lêgerîna derxistina pêlavê li wan tê ferzkirin û got ku ev pêkanîn li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Şehrîban Mîmkara anî ziman ku gelek caran avê qut dikin û daxuyand ku ev 5 roj in av naherike.
 
BANGA JI BO HESTYARIYÊ
 
Arslan û Mîmkara bang li parêzvanên mafên mirovan, bi taybetî rêxistinên hiqûqî kirin ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkevin nava liv û tevgerê û dengê girtiyan bibihîzin.

Sernavên din

08/11/2023
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
17:43 Rojnamevan Şardan hat berdan
15:27 487 êzidiyên din vegeriyan Şengalê
15:13 Ji Blinken daxuyaniya piştî hevdîtina bi Fîdan re
15:12 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bixebitin
14:47 Çemê Dîcleyê tê qirêjkirin û qeyûm jî lê temaşe dike
13:59 ‘Bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin’
13:24 Der barê rojnamevan Kanbal de dozek nû hat vekirin
12:32 Di êrişa li dijî Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn
12:14 Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê kurd Qasim Abeste bi darve kir
12:12 Aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî hate binçavkirin
11:59 Keskîn û Kuçukbalaban weke Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê yên nû hatin hilbijartin
11:39 Dadgeh: Esra Y.’yê xwe ne kuşt, hate kuştin
10:07 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Divê dîlgirtiyên Doza Kobanê tavilê bên berdan
09:25 Doza tacîzê ya çawişê pispor: Berdana wî li dijî hiqûqê ye
09:12 Dayika lîstikvanê Amedsporê di maçê de hat binçavkirin
09:11 Dayikên Aştiyê: Tecrîd wê rabe û aştî wê were
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
09:04 Yurdatapan ku ‘Banga Aştiyê’ îmze kir: Deklarasyon ji bo çareseriyê girîng e
09:01 Xelkê Wanê: Çareserî ne şer e razemaniya ji bo aboriyê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:54 Xwebûn bi manşeta ‘Ha Erdogan ha DAIŞ’ derket
05/11/2023
18:06 Li Silopiyayê konsera bi coş
16:46 Polîsan mudaxileyî kesên hewl didan bikevin Baregeha Încîrlîkê kirin
16:28 Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir
16:20 Li Îranê bi dehan xwendekar jehrî bûn
16:18 KCDP: Di cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin
16:10 Urun ê têkiliya wî bi Ak Ocaklari re heye bi hişbirê hate girtin
16:03 Ji konferansa DBP’e çendek nîşe: Bi kurdî dest pê kir, bi kurdî bi dawî bû
15:35 Di atolyeyên TJA’yê de rojev tecrîd û şerê taybet bû
15:11 Konferansa Ciwanan a Cîhanê: Hewl didin femînîzmê manîpule bikin
14:53 Dayika Aştiyê Eryilmaz: Me soza têkoşînê daye zarokên xwe
14:52 Orman: Dê ciwan dest ji têkoşîna xwe bernedin
14:42 Kaya: Pergal ji girtiyên siyasî ditirse
14:15 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna aştiyê birêxistin bikin
14:03 Belgeya helwestê ya DBP’ê: Seferberiya xwebirêxistinkirinê hate destpêkirin
13:48 Bakirhan: Pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye
13:34 TJA li Îzmîrê bi jinan re civiya
13:15 Girtiyên siyasî kongre silav kirin û gotin: Xwediyê fikriyata DBP’ê birêz Abdullah Ocalan e
13:03 Akdag: ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildana jinan e
12:51 Kesên ji bo hevserokatiya giştî ya DBP’ê hatin pêşniyarkirin diyar bûn
12:43 Dê di 18’ê mijarê de ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bê destpêkirin
12:32 Bayindir: Ji Kurdistanê re azadî, ji Rojhilata Navîn re demokrasî
12:17 Aydenîz: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe em ê li ber xwe bidin
12:08 Îsraîlê êrişî Kampa Penaberan a El-Megaziyê kir: Herî kêm 51 kes hatin qetilkirin
11:48 Navên tirkî li gund û meydanên Efrînê hatin kirin
11:35 12 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:14 Konferansa DBP’ê bi coşeke mezin dest pê kir
11:08 Unver: Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re em naxwazin PDK li Mexmûrê be
10:42 Li Aydinê lehî rabû: 2 kes mirin
10:40 Hejmara 36’an a Kovara Jinê derçû