Aktîvîsta TJA'yê ji ber qeyda dengê ku ne aîdê wê ye ev du sal in girtî ye!

  • rojane
  • 09:03 5 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Analîza dengê ku tê îdîakirin aîdî Aktîvîsta TJA'yê Sumeyye Gok e bû sedema girtina wê. Her çiqas ew bi tawanbariya kuştina Tahîr Guven girtî ye jî lê hîna jî mesele zelal nebûye. Parêzerê Gok, Haşim Togurlu diyar kir ku pêvajo bi awayekî derqanûnî hatiye meşandin û got: "Tevî ku di raporên analîza deng ên ji aliyê leşkeriyê û ATK'ê ve hatine amadekirin de nakokî hene jî, muwekîla min nayê berdan."
 
Birayê Serokê AKP'ê yê berê yê navçeya Cizîrê Cîhan Guven, Tahîr Guven di 4'ê kanûna 2021'an de li kolana Mercan a taxa Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê di encama êrişeke çekdarî de hat kuştin. Di operasyona ku der barê kuştina Guven de hatibû destpêkirin 26 kes hatibûn binçavkirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sumeyye Gok û endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) M. Miraç Dînç jî di nav de 2 kesên din bi îdiaya “kuştina bi plankirî, xerakirina yekitî û perçekirina dewletê û “kuştina bi zanebûn” hatin girtin.
 
Sedema girtina Aktîvîsta TJA'yê Gok qeyda deng a ku ji 6 saniyeyan pêk dihat û aidî  jinekê ye û bi rêya WhatsAppê ji Guven re hatiye şandin, hate nîşandan. Ji bo tespîtkirina deng ku gelo ka aîdî Gok e yan aîdî kesek din e ji Laboratuvara Cendirmeyan a  Wanê re hat şandin. Di qeyda ku behsa wê tê kirin de kes bi kurdî axiviye lê ji bo analîza dengê Gok bi tirkî hatiye girtin. Di rapora ku ji leşkeriyê vegeriya de hat destnîşankirin ku deng dibe ku heman be. Di encama daxwazên bi israr ên parêzeran de qeyda dengê kurdî ya Gok li pêşberî heyeta dadgehê hate tomarkirin û ji Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê re hate şandin. Di rapora ku ji ATK'ê vegeriya de jî hate diyarkirin ku dengê ku di dosyayê de cih digire ji bo berhevkirina dengan ne guncav e. Parêzerên Gok diyar kirin ku di raporên analîza deng ên ji aliyê ATK û leşkeriyê ve hatine amadekirin de nakokî hene û ji ATK’ê re nivîs şandine ku deng ji nû ve bê lêkolînkirin. Daxwaza parêzeran hê jî nehatiye bersivandin. Nêzî du sal in lê hê heta niha jî nehatiye piştrastkirin ku qeyda deng ka aîdî kî ye. 
 
Parêzerê Sumeyye Gok û di heman demê de Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şirnexê Haşim Togurlu der barê bêhiqûqiyên di çarçoveya lêpirsîn û darizandinê de pêk hatin nirxand.
 
‘DOSYE PEVXISTIN E’ 
 
Togurlu bi lêv kir ku dosye bi fermana Wezîrê Karên Navxweyî ê demê Suleyman Soylu ve hatiye çêkirin û got: “Pêvajoya girtina Sumeyye Gok pêvajoyeke derqanûnî ye. Muwekîla me dema li nîvê kolanê dimeşiya hat binçavkirin. 4 roj piştî kuştina Tahîr Guven li Silopiyayê hat binçavkirin. Îxbarek bi rêya gmailê ji polîsan re diçe. Di vê îxbarê de tê îdiakirin ku, Gok dibe ku di kuştina Tahîr Guven cih girtibe, hatiye binçavkirin. Pişt re em hîn bûn ku di dosyeyê de qeyda deng heye. Tê îdiakirin ku qeyda deng a aîdî Gok e. Bi dîtina me ev dosye bi tevahî dosyeyek pevxistî ye. Ev dosyae bi fermana Suleyamn Soylu hatiye çêkirin. Ji ber ku Soylu  rasterast li ser vê dosyeyê di parlamentoyê da ferman dabû û polîs û hemû yekîneyên din hewl dan ku ji bo meşrûkirina Wezareta Karên Navxweyî hemû rêbazan bikar bînin. Tevî ku me hemû nakokiyên di dosyeyê de derxistin holê jî, ti daxwazên me nehatin bicihkirin û îtîrazên me jî nehatin qebûlkirin.”
 
‘DENG JI 6 SANIYEYAN PÊK TÊ’
 
Togurlu anî ziman ku sedema girtina Gok qeyda dengê ku ne aîdî wê bûye û got: "Di qeyda deng a 5-6 saniyeyî de gotinên wekî 'Ez hewl didim xwe bigihînim te, tu bersiva telefona xwe nadî, înterneta te qut bûye, min tiştek ji te fêm nekir’ heye. Ev deng jî bi kurdî tê şandin. Tê îdiakirin ku ev qeyda deng aîdî Sumeyye Gok e û Tahîr Guven kişandiye cihê bûyerê û di kuştina wî de cih girtiye. Ev qeyda deng di çarçoveya lêpirsînê de ji Laboratuvara Cendirmeyan a Wanê re tê şandin. Ev qeyd di rapora Cendirmeyan de tê diyarkirin ku dibe ku deng heman be. Bi gotineke din, ne teqez e, tê ragihandin ku dibe ku di dereceya sêyem de wisa be, ne di dereceya duyemîn de. Lê me israr kir ku ev rapor bi awayekî derqanûnî hatiye amadekirin. Ji bo analîza dengekî divê ku biryara dadgehê hebe lê ev pêvajo bêhiqûqî hate meşandin.
 
‘DENGÊ WÊ NEQANÛNÎ HATIYE GIRTIN’
 
Togurlu anî ziman ku qeyda dengê Gok li Midûriyeta Polîsan bi awayekî derqanûnî hatiye qeydkirin û got: “Lê belê tevî ku di lêpirsînê de biryara veşarî hebû jî, me nekarî bi muwekîla xwe re hevdîtinê pêk bînin. Qeyda dengê muwekîlê me yê ku bi awayekî derqanûnî hatiye binçavkirin, tê qeydkirin û ji bo analîzkirinê tê şandin.  Qeyda dengê ya ku Guven re hatiye şandin bi kurdî ye, lê dengê ku bêyî haya muwekîlê me hatiye qeydkirin jî bi tirkî ye. Di vir de jî nakokî heye û bi hinceta vê qeyda dengê Gok digirin. Ev salek û nîv e me bi israr daxwaz kir ku ev deng ji ATK’ê re bê şandin û dengê muwekîlê tam bi heman peyvên qeyda deng li pêşberî dadgehê bê analîzkirin û ji ATK’ê re bê şandin. Ev daxwaza me beriya du rûniştinan pêk hat. Dengên ji ATK'ê ya Stenbolê re hatine şandin re jî bersiv hate dayin û hate gotin ku ji bo ku van dengan binîn ba hev ne guncav e.”
 
‘DELÎLÊN ŞÊNBER NÎN IN’ 
 
Togurlu da zanîn ku di raporên cendirme û ATK’ê de nakokî hene û ji bo çareserkirina van nakokiyan serî li Desteya Bilind a ATK’ê dane û got: “Em li benda encama vê raporê ne. Heke ev rapor derkeve divê muwekîla min bê berdan. Heke r rapor neyê girtin jî, tu delîlên şênber nîn in ku Gok girtî bê darizandin. Eşkere ye ku dosye bi daxwaza Suleyman Soylu hatiye amadekirin.“
 
‘MALBATÊ ÎFADEYA XWE GUHERAND’ 
 
Togurlu anî ziman ku  îfadeyên malbata Guven ên di destpêkirin lêpirsînê û dadgehê de hatine girtin jî bi nakokî ne û wiha got: “Qeyda deng a jinekê ye û hevjîn û keça Tahîr Guven jî ev jin dîtine. Dema di qonaxa lêpirsînê de wêneyê Gok ji malbatê re tê nîşandan, malbat Gok nas nake û di qonaxa lêpirsînê de dibêjin ev kes ne Gok e. Lê ji ber hin sedeman li dadgehê dibêjin ev kes Sumeyye ye.”
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

05/11/2023
10:39 Bi hezaran kes herikîn konferans DBP’ê
10:39 Doza 22 jinên tên darizandin dest pê dike
09:59 Di lêpirsîna Kader Ortakaya de ev 9 sal in tu pêşketin nînin
09:14 Unsal: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê aştî çêbibe
09:10 Bi demsala zivistanê re liv û tevgera li Sûka Sobefiroşan zêde bû
09:09 'Divê qanûna sansurê bê betalkirin'
09:08 Sûcên li hemberî zarokan: Ji ber terîqetan em nikarin pêwendiyê bi malbatan re deynin
09:07 Şaredarê derbasî AKP'ê bû şaredarî di nava deynan de hiştiye
09:06 Lêpirsîna der barê strana kurdî de bi biryara 'neşopandinê' bi dawî bû
09:03 Aktîvîsta TJA'yê ji ber qeyda dengê ku ne aîdê wê ye ev du sal in girtî ye!
09:03 'Simîda Diaxive': Êdî kes nikare simîdan jî bikire
09:01 Kanîwar: Werin tev li kelecan û kêfxweşiya konsera me bibin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2023’YAN
07:49 Seroke Giştî yê CHP’ê yê nû bû Ozgur Ozel
04/11/2023
19:50 Amîda: Cegerxwîn temsîlkariya serhildêriyê ye
16:33 Di kongreyên Egîtîm Senê de daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî
16:31 Berrîn Sari ya berdana wê du caran hate taloqkirin ji girtîgehê derket
16:13 Li Qoserê qeyûm hate şermezarkirin: Gel dê di 31’ê Adarê de hesab bipirse
15:51 Aqûbeta kesên beriya 28 salan li Kerboranê hatin windakirin hate pirsîn
15:16 Ji girtiyê nexweş banga ‘lezgîn a çareseriyê’
14:53 Keskîn: Divê muxalefet nîqaşa ‘em çiqasî dişibin dewletê’ bike
14:49 Li aqûbeta Çakici û Boran hat pirsîn
14:22 Leşkerên Îranê kolberan gulebaran kirin: 5 kolber birîndar bûn
14:18 Rêveberên DBP’ê xelkê Amedê vexwendin konfaransa xwe
12:46 Dayikên Şemiyê dest ji Qada Galatasarayê bernadin
11:37 DMMO’yê ji bo endama xwe ya girtî bang kir
11:24 Bakirhan: Rojên ku em ê aktorên 4’ê Mijdarê bişînin nêzîk in
11:18 Endamê CPT’ê Restellînî ku 3 caran serdana Îmraliyê kir: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe
10:56 Stranên guhdarkirin weke delîlên 'sûc' hatin hesibandin
10:40 Huda Kaya: Ne ez reviyam, dozgerî bi hefteyan ji min reviya
10:06 Li Wanê dema çinîna kartolan dest pê kir
10:05 Di 6 pirsan de biryara Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê ya ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Ji ber 'qedexeyan' û 'bihabûnê' sewalvanî li ber qedandinê ye
09:04 Bîrdal: Ger dilê wan û sedsaleke demokratîk hebe, pêşî divê dawî li tecrîdê bînin
09:03 Di 14 saliya xwe de bû şahidê qetlîamê: Ji wê rojê ve helbestan dinivisîne
09:02 Li girtîgehên Êlihê binpêkirinên mafan zêde dibin
09:01 Pêşî xera kir, dû re bi heman hincetê ceza erê kir
09:00 Dikandarên Bazara Penîr a Baglarê: Ji bo çareseriyê divê desthilat bê guhertin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2023'YAN
03/11/2023
23:03 Li Lûzernê çalakiya xeleka ji mirovan a bi daxwaza 'azadî ji bo Abdullah Ocalan'
22:01 Eleqeyeke zêde ji bo lîstika 'Strîp Tease' ya bi kirmanckî
17:43 Konferansa Ciwanan a Cîhanê diyarî Abdullah Ocalan hat kirin
17:00 Xeta ava vexwarinê ya Şirnexê teqiya
16:59 Di doza Mirovên Şemiyê de daxwaza nûkirina mutalaayê hate redkirin
16:56 Li Dêrîkê kirin ku zarokek întîhar bike!
16:19 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
15:57 Rêxistinên hiqûqê: Bila Kişanak û Atalay bên berdan
15:44 Li dijî şerên li Rojhilata Navîn ‘Nobeda Aştiyê’ hat lidarxistin
15:36 SGDF: Dê nekarin bi êrişan encamekî bi dest bixin
15:10 Li Rihayê muxtarê tacîzî zarokekê kiribû ji peywîrê hate wergirtin
14:46 Beriya danişînê faîlan gefa kuştinê li malbata Esra Y. xwar
14:26 Freedom House çû serdana DFG’ê
14:24 Rêxistinên navneteweyî banga berdana siyasetmedarên kurd kirin
13:30 Li Şirnexê baran û mij bandora xwe nîşan dide
13:16 Akbiyik derheqê 669 kesan de 112 rûpelên îfadeyê da
13:03 Fîgen Yuksekdag tev li merasîma cenazeyê kekê xwe bû
12:22 Li navçeya Sûrê 3 otel, 12 kargeh û 53 avahî dan ber firotinê
12:17 Nergis Muhammedî ji ber ku şalpeyê red kir wê sewqî nexweşxaneyê nekirin
12:06 Li Şirnexê qeza çêbû: 2 kes mirin
11:37 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:03 Berdevka HEDEP’ê: 7 sal in darbeya siyasî bênavber didome
11:00 Cîgirê Şaredarê AKP’yî ji ‘bertîlxwarinê’ hat girtin
10:37 DFG: 12 rojnamevan hatin binçavkirin, 3 rojnamevan hatin girtin û 2 hezar û 2 nûçe hatin astengkirin
10:34 Rojnameger Erdînç hate berdan
10:33 Di mehekê de 3 kolber hatin qetilkirin û 27 jî birîndar bûn
10:32 Artêşa Îsraîlê: Dorpêça li ser Xezeyê temam bû
Hamas: Xeze wê bibe ‘laneta’ Îsraîlê
10:18 Li gorî TUÎK’ê TUFE ji sedî 3,43 zêde bûye
10:15 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:33 Tevî zêdekirina faîzê jî dolar û euro radibe
09:05 Li Colemêrgê hê jî sepanên Rewşa Awarte di meriyetê de ne
09:04 Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê: Divê ciwan tev li têkoşîna rêxistinkirî bibin
09:02 Hevşaredar: Divê Kişanak serbest bê berdan
09:02 Dayikên Aştiyê: Yek gotineke Abdullah Ocalan dikare dawî li vî şerî bîne
09:00 Hemama dîrokî ya Girê Sor hindik maye hilweşe
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2023’YAN
02/11/2023
22:50 Ji Koma Zarokên Aryan 'Konsera Payizê'
20:12 Sosin û Demîr piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
17:57 HEDEP, ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da
16:52 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan 9 hezar derbas kir
16:35 Kekê Fîgen Yuksekdag wefat kir
16:02 Bajarên Bakur ji ber barana zêde hatin hişyarkirin
15:50 Parêzerê OHD’î Çelîk rastî êrişê hat
15:46 Nêrgiz Mihemedî: Serkeftin ne hesan e lê teqez e
14:31 Danişîna doza ‘şebekeya şêlandinê’ ya emniyetê hate lidarxistin
14:22 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
14:07 Di 9 mehan de 21 jin hatin qetilkirin
14:05 TJA: Gultan Kişanak dîl tê girtin û divê tavilê were berdan
13:55 Derbarê rojnamevan Yildiz de daxwaza ceza hate kirin
13:46 Gundên êzidî û suryanan hatin topbarankirin
13:37 Doza Kobanê: Dabeşkar ew in ên ku danehevên welat difiroşin
13:17 Cîgirê serokê AKP’î ji ber bertîlê hate binçavkirin
12:34 Ji bo tevlibûna doza Esra Y. banga tevlibûnê hate kirin
12:33 Di doza tacîzê de daxwaza girtinê nehate qebûlkirin
12:07 Danişîna doza rojnamevan Kaya hate taloqkirin
11:40 Ji bo Abdullah Ocalan ê 32 meh in agahî jê nayê girtin serlêdan hate kirin
11:39 Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de ji bo weşanên kurdî eleqeye zêde heye
11:37 Kocakaya ku piştevanî dabû Ozgur Gundemê hate girtin
11:34 Ji şandeya vekişîn şopand re cezayê hefsê hate birîn
10:36 Parlamenterên HEDEP’ê:Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
10:10 17 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan