DFG: 12 rojnamevan hatin binçavkirin, 3 rojnamevan hatin girtin û 2 hezar û 2 nûçe hatin astengkirin

  • rojane
  • 10:37 3 Mijdar 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - DFG'a di rapora xwe ya meha cotmehê de diyar kir ku ji bo rojnamevan di hawireke ewle de peywira xwe pêk neyînin rêbazên cuda tên bikaranîn, da zanîn ku di meha cotmehê de 12 rojnamevan hatine binçavkirin, 3 rojnamevan hatine girtin, gelek rojnamevan hatin darizandin û 2 hezar û 22 nûçe hatine astengkirin. 

 
Komeleya Rojnamevan a Dîcle Firatê (DFG) “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Rojnamegeran a Meha Cotmehê” parve kir. DFG'ê da zanîn ku di meha cotmehê de 12 rojnamevan hatine binçavkirin, 3 rojnamevan hatine girtin, 119 rojnamevan hatine darizandin, 2022 nûçe û 682 naveroka parvekirinên medyaya dîjîtal hatine astengkirin. 
 
Rapora DFG'ê ya meha cotmehê wiha ye: 
 
"Rojnamevanî ji roja weke pîşe yan jî navgîneke ragihandinê dest bi pratîkê kir û vir ve ji bo mirovahiyê xwedî cihekî gelekî girîng e. Piştî ku agahiyên hatin bidestxistin hatin ragihandin û pêşkêşî girseyan hatin kirin, tespîta ku ev nîmeteke jêneveger e, hema bêje ji aliyê hemû civakan ve hat qebûlkirin. Lê belê desthilat heman tiştî nefikirîne. Rojnamevanî ji bo wan weke qadeke bi xeter, divê di bin kontrolê de be û li cihê têrê nake divê di bin zextê de be ye. Îro kesên di qadên rîskê de û di şerên li gelemperiya cîhanê diqewimin de hedef tên girtin dîsa rojnamevan in. Mînaka wê ya dawî di şerê Îsraîl û Filistînê yê didome de hate dîtin. Tenê di nava mehekê de zêdetirî 30 rojnamevanan hatin qetilkirin. Di her şert û mercî de, di şeran de jî divê yên ku pêşî werin parastin rojnamevan bin, lê nayê qebûlkirin ku rojnamevan bi vî rengî werin hedefgirtin û qetilkirin. Berpirsyariya her kesî ye ku rojnamevan di nava şert û mercên ewletir de bixebitin û em bang li aliyan dikin ku vê berpirsyariyê bi cih bînin.
 
ŞARDAN Û KOCAKAYA HATIN GIRTIN 
 
Li Tirkiyeyê meha cotmehê ji aliyê rojnamevanan ve dîsa xerab derbas bû. Her çiqas di nava mehê de hin hevalên me yên rojnamevan ên girtî hatibin berdan jî mîna ku bêjin “divê cihên wan vala nemîne” hin rojnamevan nû hatin girtin. Ev yek nayê qebûlkirin. Herî dawî di 1’ê Mijdarê de nivîskarê T24’ê rojnamevan Tolga Şardan ku ji ber nûçeyeke xwe hatibû binçavkirin û Dilşah Kocakaya ya ku ji ber beşdarî kampanyaya Nobedariya Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya ji bo Ozgur Gundemê bûbû, hatin girtin.
 
63 ROJNAMEVAN HÊJ GIRTÎ NE
 
Li gorî rapora me Hevseroka Komeleya me Dîcle Muftuoglû jî di nav de 63 xebatkarên çapemeniyê û medyayê hê jî di girtîgehan de ne. Ji aliyê raya giştî ve baş tê zanîn ku ev rewş çawa li pêşiya azadiya raman û îfadeyê astengiyeke mezin e. Ji ber vê yekê em banga xwe dîsa dubara dikin. Di serî de Hevseroka me û Tolga Şardan û Dilşah Kocakaya yên herî dawî hatin girtin, divê hemû rojnamevan demildest bên berdan. Wekî ku ji daneyên rapora me tê fêmkirin, ji bo ku rojnamevan di hawireke ewle de peywira xwe pêk neînin, rêbazên cuda tên bikaranîn. Dîsa gelek rojnamevan hatin binçavkirin, hinek ji wan hatin girtin. Her wiha rojnameger rastî muameleya xerab hatin, gef li wan hatin xwarin û nehiştin ku nûçeyan bişopînin. Derbarê hin rojnamevanan de lêpirsîn hatin vekirin, bi dehan rojnamevan dîsa derketin pêşberî dadgeran û hin ji wan jî hatin cezakirin.
 
2 HEZAR Û 22 NÛÇE Û 682 NAVEROKÊN MEDYAYA DÎJÎTAL HATIN ASTENGKIRIN
 
Di meha cotmehê de RTUK’a ku weke “lijneyeke qedexekar” tevdigere, biryarên xwe yên cezakirina hin qenalên televîzyonan berdewam kir. Sansura li ser nûçeyan jî bi qedexeya weşanê ya dadgehan berdewam kir.
Lê belê sansur û astengiya herî mezin dîsa me di qedexeyên li dijî mecrayên medyaya dîjîtal de dîtin. Di nava mehekê de 6 malperên înternetê hatin girtin, 2 hezar û 22 nûçe û 682 naverokên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. Ev hejmara mezinahiya sansurê ya li qada rojnamevaniyê radixe pêş çavan.
 
LI DIJÎ VÊ REJÎMA ZORDAR DENGÊ XWE ZÊDETIR BILIND BIKIN
 
Lê belê rojnamevan heq dikin ku di hawireke ewle de bixebitin û nûçeyên baştir ji raya giştî re ragihînin. Hewldanên kontrolkirinê yên rojnamevan û saziyên çapemeniyê yên lê dixebitin, bi tenê bi zext û astengdariyên ji rêzê nikarin bên ziman. Divê were zanîn ku heke rojnamevan azad û ewle nebin tu kes nîne. Kesên welat bi rê ve dibin jî di nav de. Ji ber vê yekê, em dixwazin dubare bikin; Destê xwe ji rojnamevanên ku yekane armanca wan ew e ku nûçeyên rast ji raya giştî re ragihînin, bigirin. Bihêlin bila pênûsên azad zêdetir bibin û rojnamevaniyeke baştir bê kirin. Ji bo ev pêk were divê hemû derdorên demokratîk li dijî vê rejîma zordar dengê xwe zêdetir bilind bikin û rojnamevanan xurtir biparêzin. Em careke din dubare dikin; #RojnamevanîNeSûce, #RojnamevanNikarinBênDarizandin!"
 
Hin daneyên îstatîstîkê yên rapora binpêkirinên mafên rojnamevanan wiha ne: 
 
"BINPÊKIRINÊN MAFÊN EWLEHÎ Û JIYANÎ YÊN ROJNAMEVANAN
 
Rojnamevanên rastî êrişê hatin: 1
Rojnamevanên hatin binçavkirin: 12
Rojnamevanên hatin girtin: 3
Rojnamevanên rastî tundiyê hatin: 7
Rojnamevanên gef li wan hatine xwarin: 5
Rojnamevanên hatine astengkirin: 9
Li girtîgehan binpêkirinên mafên rojnamevanan: 4
 
BINPÊKIRINÊN LI SER AZADIYA FIKR Û RAMANÊN ROJNAMEVANAN 
 
Rojnamevanên ku ketine ber lêpirsînan: 5
Cezayên hatine birîn: 2
Cezayê girtîgehê: 10 Sal
Hejmara dosyeyên darizandinê: 44
Hejmara rojnamevanên hatin darizandin: 119
Hejmara rojnamevanên girtî: 63
 
ASTENGKIRIN Û SANSURA LI SER SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ
 
Cezayên RTUK’ê hejmara weşanan: 1
Hejmara cezayê rawestandina bernameyan: 5
Cezayê pereyan: Ji %5 cezayê pere hatiye birîn 
Biryara qedexeyên weşanan: 13
 
ASTENGKIRINA XWEGIHANDINA ÎNTERNET-DÎJÎTAL MEDYA 
 
Malperên hatine girtin: 6
Nuçeyên hatine qedexekirin: 2 hezar û 22
Astengkirina xwegihandina tora civakî/medya dîjîtal: 682."
 
 
 
 

Sernavên din

05/11/2023
10:39 Bi hezaran kes herikîn konferans DBP’ê
10:39 Doza 22 jinên tên darizandin dest pê dike
09:59 Di lêpirsîna Kader Ortakaya de ev 9 sal in tu pêşketin nînin
09:14 Unsal: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê aştî çêbibe
09:10 Bi demsala zivistanê re liv û tevgera li Sûka Sobefiroşan zêde bû
09:09 'Divê qanûna sansurê bê betalkirin'
09:08 Sûcên li hemberî zarokan: Ji ber terîqetan em nikarin pêwendiyê bi malbatan re deynin
09:07 Şaredarê derbasî AKP'ê bû şaredarî di nava deynan de hiştiye
09:06 Lêpirsîna der barê strana kurdî de bi biryara 'neşopandinê' bi dawî bû
09:03 Aktîvîsta TJA'yê ji ber qeyda dengê ku ne aîdê wê ye ev du sal in girtî ye!
09:03 'Simîda Diaxive': Êdî kes nikare simîdan jî bikire
09:01 Kanîwar: Werin tev li kelecan û kêfxweşiya konsera me bibin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2023’YAN
07:49 Seroke Giştî yê CHP’ê yê nû bû Ozgur Ozel
04/11/2023
19:50 Amîda: Cegerxwîn temsîlkariya serhildêriyê ye
16:33 Di kongreyên Egîtîm Senê de daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî
16:31 Berrîn Sari ya berdana wê du caran hate taloqkirin ji girtîgehê derket
16:13 Li Qoserê qeyûm hate şermezarkirin: Gel dê di 31’ê Adarê de hesab bipirse
15:51 Aqûbeta kesên beriya 28 salan li Kerboranê hatin windakirin hate pirsîn
15:16 Ji girtiyê nexweş banga ‘lezgîn a çareseriyê’
14:53 Keskîn: Divê muxalefet nîqaşa ‘em çiqasî dişibin dewletê’ bike
14:49 Li aqûbeta Çakici û Boran hat pirsîn
14:22 Leşkerên Îranê kolberan gulebaran kirin: 5 kolber birîndar bûn
14:18 Rêveberên DBP’ê xelkê Amedê vexwendin konfaransa xwe
12:46 Dayikên Şemiyê dest ji Qada Galatasarayê bernadin
11:37 DMMO’yê ji bo endama xwe ya girtî bang kir
11:24 Bakirhan: Rojên ku em ê aktorên 4’ê Mijdarê bişînin nêzîk in
11:18 Endamê CPT’ê Restellînî ku 3 caran serdana Îmraliyê kir: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe
10:56 Stranên guhdarkirin weke delîlên 'sûc' hatin hesibandin
10:40 Huda Kaya: Ne ez reviyam, dozgerî bi hefteyan ji min reviya
10:06 Li Wanê dema çinîna kartolan dest pê kir
10:05 Di 6 pirsan de biryara Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê ya ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Ji ber 'qedexeyan' û 'bihabûnê' sewalvanî li ber qedandinê ye
09:04 Bîrdal: Ger dilê wan û sedsaleke demokratîk hebe, pêşî divê dawî li tecrîdê bînin
09:03 Di 14 saliya xwe de bû şahidê qetlîamê: Ji wê rojê ve helbestan dinivisîne
09:02 Li girtîgehên Êlihê binpêkirinên mafan zêde dibin
09:01 Pêşî xera kir, dû re bi heman hincetê ceza erê kir
09:00 Dikandarên Bazara Penîr a Baglarê: Ji bo çareseriyê divê desthilat bê guhertin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2023'YAN
03/11/2023
23:03 Li Lûzernê çalakiya xeleka ji mirovan a bi daxwaza 'azadî ji bo Abdullah Ocalan'
22:01 Eleqeyeke zêde ji bo lîstika 'Strîp Tease' ya bi kirmanckî
17:43 Konferansa Ciwanan a Cîhanê diyarî Abdullah Ocalan hat kirin
17:00 Xeta ava vexwarinê ya Şirnexê teqiya
16:59 Di doza Mirovên Şemiyê de daxwaza nûkirina mutalaayê hate redkirin
16:56 Li Dêrîkê kirin ku zarokek întîhar bike!
16:19 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
15:57 Rêxistinên hiqûqê: Bila Kişanak û Atalay bên berdan
15:44 Li dijî şerên li Rojhilata Navîn ‘Nobeda Aştiyê’ hat lidarxistin
15:36 SGDF: Dê nekarin bi êrişan encamekî bi dest bixin
15:10 Li Rihayê muxtarê tacîzî zarokekê kiribû ji peywîrê hate wergirtin
14:46 Beriya danişînê faîlan gefa kuştinê li malbata Esra Y. xwar
14:26 Freedom House çû serdana DFG’ê
14:24 Rêxistinên navneteweyî banga berdana siyasetmedarên kurd kirin
13:30 Li Şirnexê baran û mij bandora xwe nîşan dide
13:16 Akbiyik derheqê 669 kesan de 112 rûpelên îfadeyê da
13:03 Fîgen Yuksekdag tev li merasîma cenazeyê kekê xwe bû
12:22 Li navçeya Sûrê 3 otel, 12 kargeh û 53 avahî dan ber firotinê
12:17 Nergis Muhammedî ji ber ku şalpeyê red kir wê sewqî nexweşxaneyê nekirin
12:06 Li Şirnexê qeza çêbû: 2 kes mirin
11:37 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:03 Berdevka HEDEP’ê: 7 sal in darbeya siyasî bênavber didome
11:00 Cîgirê Şaredarê AKP’yî ji ‘bertîlxwarinê’ hat girtin
10:37 DFG: 12 rojnamevan hatin binçavkirin, 3 rojnamevan hatin girtin û 2 hezar û 2 nûçe hatin astengkirin
10:34 Rojnameger Erdînç hate berdan
10:33 Di mehekê de 3 kolber hatin qetilkirin û 27 jî birîndar bûn
10:32 Artêşa Îsraîlê: Dorpêça li ser Xezeyê temam bû
Hamas: Xeze wê bibe ‘laneta’ Îsraîlê
10:18 Li gorî TUÎK’ê TUFE ji sedî 3,43 zêde bûye
10:15 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:33 Tevî zêdekirina faîzê jî dolar û euro radibe
09:05 Li Colemêrgê hê jî sepanên Rewşa Awarte di meriyetê de ne
09:04 Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê: Divê ciwan tev li têkoşîna rêxistinkirî bibin
09:02 Hevşaredar: Divê Kişanak serbest bê berdan
09:02 Dayikên Aştiyê: Yek gotineke Abdullah Ocalan dikare dawî li vî şerî bîne
09:00 Hemama dîrokî ya Girê Sor hindik maye hilweşe
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2023’YAN
02/11/2023
22:50 Ji Koma Zarokên Aryan 'Konsera Payizê'
20:12 Sosin û Demîr piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
17:57 HEDEP, ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da
16:52 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan 9 hezar derbas kir
16:35 Kekê Fîgen Yuksekdag wefat kir
16:02 Bajarên Bakur ji ber barana zêde hatin hişyarkirin
15:50 Parêzerê OHD’î Çelîk rastî êrişê hat
15:46 Nêrgiz Mihemedî: Serkeftin ne hesan e lê teqez e
14:31 Danişîna doza ‘şebekeya şêlandinê’ ya emniyetê hate lidarxistin
14:22 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
14:07 Di 9 mehan de 21 jin hatin qetilkirin
14:05 TJA: Gultan Kişanak dîl tê girtin û divê tavilê were berdan
13:55 Derbarê rojnamevan Yildiz de daxwaza ceza hate kirin
13:46 Gundên êzidî û suryanan hatin topbarankirin
13:37 Doza Kobanê: Dabeşkar ew in ên ku danehevên welat difiroşin
13:17 Cîgirê serokê AKP’î ji ber bertîlê hate binçavkirin
12:34 Ji bo tevlibûna doza Esra Y. banga tevlibûnê hate kirin
12:33 Di doza tacîzê de daxwaza girtinê nehate qebûlkirin
12:07 Danişîna doza rojnamevan Kaya hate taloqkirin
11:40 Ji bo Abdullah Ocalan ê 32 meh in agahî jê nayê girtin serlêdan hate kirin
11:39 Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de ji bo weşanên kurdî eleqeye zêde heye
11:37 Kocakaya ku piştevanî dabû Ozgur Gundemê hate girtin
11:34 Ji şandeya vekişîn şopand re cezayê hefsê hate birîn
10:36 Parlamenterên HEDEP’ê:Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
10:10 17 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan