‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’

  • rojane
  • 15:35 1 Mijdar 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de bi daxuyaniyên li gelek bajaran hatin dayîn re berxwedana dîrokî hate silavkirin û kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Di peyamên hatin dayîn de hate bibîrxistin ku kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin û banga mezinkirina hevgirtina bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hate kirin

 
Îro salvegera 9’emîn a îlankirina 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê ji aliyê Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê (EUTCC) Yekîtiya Ewropa (YE) ve û Înîsiyatîfa Kampa Aştiyê bi armanca piştgiriya bi berxwedana li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Êrişên li dijî Kobanê tevî 9 sal derbas bûne jî berdewam dikin. Îro li gelek deverên cîhanê Roja Kobanê bi hin çalakî û aktîvîteyan tê pîrozkirin. Yek ji navenda çalakî û aktîvîteyan jî bajarên bakurê Kurdistanê ne. 
 
RIHA 
 
DBP, HEDEP û HDP li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Meclisa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be” hate vekirin de Hevseroka HDP’a Rihayê Garîbe Yeşîl axivî. Yeşîl, bal kişand ser berxwedana li Kobanê. Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN 
 
HEDEP, DBP û HDP’ê di çarçoveya bernameyên bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê tên lidarxistin de serdana goran kirin. Di çarçoveya bernameyan de li navçeyên Nisêbîn û Qoserê gorên kesên dema Berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan û kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilkirin hatin ziyaretkirin û ew kes hatin bibîranîn. 
 
Li Nisêbînê Hevseroka HDP’a Navçeyê Şîndar Akinci, bi lêv kir ku li Kobanê li dijî êrişên hov berxwedaneke dîrokê tê meşandin û anî ziman ku êrişên li dijî Kobanê qebûl nakin.  
 
Li Qoserê jî Hevseroka HDP’a Navçeyê di bîranîna li ser gorên Mûrat Yurtgul û Emrûllah Akhamûr ên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane de axivî û wiha got: “Di destên wan de ne çek pênûs hebûn û da ji zarokên Kobanê re pêlîstokan bibin. Lê pergala dagirker zarokên me qetilkirin. Ew jî bûn kevoka azadiyê. Em vê hovîtiyê careke din şermezar dikin.”
 
Hevserokê HEDEP’ê yê Mêrdînê Alaaddîn Tûran jî anî ziman ku kesên jiyana xwe ji dest dan di rûpelên dîrokê de cih digirin û wiha got: “Li dijî faşîzmê şerekî dijwar qewimî û hate qezenckirin. Ev yek di cîhanê de mînakek e.”
 
Apê Mûrat Yurtgul, Yûsûf Yurtgul jî bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn berdewam dike û xwest ku nijadperestiya li dijî gelê kurd bi dawî bibe. 
 
Piştî axaftinan beşdarvanan qûrnefîlên sor danîn ser goran. 
 
WAN
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê jî bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêvebera komeleyê Ayten Kiran a di daxuyaniya li avahiya şaxê hate dayîn de axivî, wiha got: “Em weke parazvanên mafên mirovan berxwedana gelê kurd a 134 rojan a li dijî DAIŞ’ê silav dikin. Roja Kobanê ya Cîhanê.”
 
AGIRΠ
 
Li Agiriyê jî Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin. Gelek kes tevli pîrozbahiya ji aliyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîdê ve li avahiya partiyê hate lidarxistin bûn. 
 
Hevserokê HDP’a Navçeyê Serhat Ceylan têkildarî girîngî û wateya rojê axivî. Dû re malbatên zarokên xwe di berxwedana Kobanê de winda kirin, pasteya hate amadekirin birîn. Di pîrozbahiyê de he her tim dirûşmeya “Bijî Berxwedana Kobanê” hate berzkirin. 
 
ENQERE 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Enqereyê jî beşdarî civînê bûn. Li eywana civîn lê hate lidarxistin pankarta “Mirov bi mafên xwe mirov e” hate daliqandin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç a di civînê de axivî, wiha got: “Em weke parazvanên mafên mirovan berxwedana gelê kurd a 134 rojan a li dijî DAIŞ’ê silav dikin. Em li hemû cîhanê careke din daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê tînin ziman. Roja Kobanê ya Cîhanê Pîroz Be.”
 
AMED 
 
Bi pêşengiya Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Amedê bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê li ber avahiya DBP’ê daxuyanî hat dayîn. Rêveberên DBP, HEDEP, HDP, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li bûn û pankarta “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelê me pîroz be” hat vekirin. Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray daxuyanî xwend. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Gelê kurd li her çar aliyên Kurdistanê bi salan e li dijî dagirkerî, êriş, tunehesibandin, tundî û îşkenceyê li berxwe dide. Ji bo parastina doza têkoşîna xwe ji bo parastina nasnameya xwe her tim serî hildaye. Li dijî dewletên axa wan dagir kirine serî netewandiye, çong daneaniye. Ji dîrokê heta niha berxwedaneke bi rûmet a gelê kurd dewam kiriye. Yek ji mînakên vê berxwedanê jî berxwedana li Kobanê ye û Şoreşa Rojava ye. Şoreşa Rojava şoreşa jinan e. Bi Şoreşa Rojava re li cîhanê jinên kurd bûn feyzeke mezin. 
 
Jinên kurd li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke bêhempa dan. Bi serkeftina Şoreşa li Rojava re jiyaneke nû hat avakirin. Bi berxwedan û pêşengiya jinan ev şoreş mezin bû, ji jinan re rêyeke fireh vekir û li dijî sîstema qapîtalîst bû alternatîfa jiyaneke wekhev, demokratîk û azad. Piştî Şoreşa Rojava ya wekî şoreşa jinê tê pênasekirin jinan di hemû qadan de cihê xwe girtin û pergaleke li ser esasên hevkariya gelan, azadiya jinan hat avakirin. Şoreşa Rojava wekî şoreşa jinê tê pênaskirin. Jinên kurd ji ber ku li Kobanê DAIŞ têk birin, li berxwe dan, serî netewandin loma jî cîhan di bin bandora Şoreşa Rojava de ma. Kesên xwediyê Xelata Nobelê, akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr, saziyên civaka sîvîl û gelek kesan bang kirin da ku 1'ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê bê îlankirin. Bi vê munasebetê û bi serhildana di peşengiya jinên kurd, gelê kurd di 1'ê Mijdara 2014'an de 1'ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. 
 
Li gelek welatên cîhanê bi milyonan kes bi kurdan re ketin nava piştevaniyeke xurt. Çimkî hemû cîhanê fam kir ku gelê kurd li dijî hovîtiya DAIŞ'ê li berxwe da. Loma jî li gelek welatên cîhanê peyamên piştevaniyê ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dan. Bi taybet  serkeftina jinên kurd a di şoreşê de hat pîrozkirin. 
 
Li dijî vê şoreşê bi hevkariya dewletan êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê hîn jî dewam dike. Di 2018'an de Tirkiyeyê bi piştevaniya dewletên cîhanê êrişî Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê kir. Li vir xweza û dîroka gelê kurd hat talankirin. Li vir ket nava hewldanên guhertina demografiyê û bû sedem ku gelê kurd dîsa li ser axa xwe bibin koçber. Li dijî van êrişana gelê kurd li her çar aliyên Kurdistanê û li cîhanê têkoşîna xwe didomîne. Ji bo pergaleke piştevaniyê, ji tundiyê dûr, demokratîk û aştiyê diparêze, ava bikin kurdan her tim li berxwe dan û ev berxwedan hîn dewam dike. Loma em di wê baweriyê de ne ku ew ê kesên li Kobanê li berxwe dan bi ser bikevin. 
Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên hov, bû semboleke berxwedanê. Têkoşerên li Kobanê li berxwe dan cîhan ji belaya DAIŞ'ê rizgar kirin. Loma jî piştevaniya bi Kobanê re gelekî girîng e. Em bang li hemû sazî û dezgehên li qada navneteweyî, raya giştî ya cîhanê û parêzvanên mafên mirovan ên li qada navneteweyî dikin ku ji bo xwedîderketin li berxwedanan Kobanê dengê xwe bilind bikin. Piştevaniya bi Kobanê re, bi Rojavayê Kurdistanê re xurt bikin." 
 
SÊRT 
 
Li Sêrtê bi daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Rêxistina HEDEP’a Sêrtê bal kişandin ser Roja Kobanê ya Cîhanê. TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin, rêveberên HEDEP û DBP’ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuayaniya hate dayîn de bal hate kişandin ser Berxwedana Kobanê û piştevaniya li dora wê bû xeleq têkbirina DAIŞ û hişmendiya alîkariya wê dikir. 

Sernavên din

02/11/2023
09:49 9 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
09:08 Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an
09:07 Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me
10:07 Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe
09:55 Parêzer Aydin: Bi neberdana Kişanakê dixwazin muxalefetê dîzayn bikin
09:06 Girtiyê nexweş bi alîkariya dîwaran diçe cihê hevdîtinê
09:05 Civaknas Bariş: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe
09:05 MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş
09:04 Li Semsûrê xwendekar bêdibistan mane!
09:01 ‘Çareserî bi paradîgmaya Ocalan pêkan e’
09:00 ROJEVA 31'YÊ COTMEHA 2023'YAN
30/10/2023
17:44 Doza Kobanê: A rast ên ku kurdan ji nedîtî ve tên dabeşkar in
17:26 Yildiz ê piştî 30 salî hat berdan: Têkoşîn berdewam e
16:45 13 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:33 Rêveberê HDP’ê Şenyuz hat girtin
16:24 Sahanî Loûk a ku Hemasê îşkence lê kiribû mir
16:17 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em ê li ber zextan serî netewînin
16:07 Li Hevseroka HEDEP'a Sûrê sîxurtî hatiye ferzkirin
15:43 Beştaş: Dadgehên herêmî li ber biryarên DMME’yê û AYM’ê radibin
15:37 Parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serlêdanê bikin
15:02 Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt
14:50 Di doza ‘heqaretê’ ya Şenyaşar de biryara ‘lihevkirin’ê
14:36 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:28 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:22 Bi girseyî serdana şîna Ozmen hat kirin
11:48 Parêzera Armîta Girawend hat binçavkirin
11:32 6 roj in xeber ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:18 Parêzerên Kişanak: Divê miwekîla me tavilê bê berdan
09:16 Dadgehê îtîraza negirtina polîs û cezakirina hindik red kir
09:15 Danişîna rojnamegerên girtî Orûç û Arslan sibê ye
09:15 8 girtiyan name şandin: Em di tercîdê de ne
09:13 Têkoşîna çand û hunerê: Civakek bi rêya hunerê heye
09:12 Tahmaz: Divê li cîhanê bayekî aştiyê yê xurt pêk were
09:09 ‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’
09:08 Doza ku li dijî xemsariya dewletê hatiye vekirin tê dirêjkirin
09:05 Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Em niha bi dewleta AKP'ê re rû bi rû ne
09:03 Katircioglû: Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan fikra Abdullah Ocalan bên guhdarîkirin