Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin

  • rojane
  • 13:16 16 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - Şaxa OHD’a Amedê miameleya xerab û sepanên îşkenceyê yên polîsan di protestoyên Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de li dijî gel kirin raporek amade kir û giliyê polîsan kir. 
 
Di 9’ê Cotmehê de li Amedê li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşma “Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Lê belê polîsan êrişî çalakvanan kir. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî miameleya xerab û sepanên îşkenceyê yên polîsan raporek amade kir. 
 
Rapor, li ser hesaba medyaya dijîtal a Şaxa OHD’a Amedê hate weşandin. Di raporê de hate gotin ku çalakiya di 9’ê cotmehê de bi biryara walîtiya Amedê hate qedexekirin. 
 
BI DARÊ ZORÊ BELGE PÊ DAN ÎMZEKIRIN 
 
Di raporê de binpêkirinên heyî wiha hatin vegotin: “Welatî di bin tava nîvro de saetekê zêdetir di dorpêçê de hatin hiştin, hinek welatiyên ji ber pîrtiya xwe nexweş bûn xwestin ji dorpêçê derkevin lê destûr nehate dayîn. Hêzên ewlekariyê ku biryara qedexeyê ya walîtiyê nîşan didin, bêyî ku hişyariyekê bikin welatiyên dixwestin bikevin qadê û yên li dora wê derbas dibûn binçav kirin. Welatiyên ku bertek nîşanî binçavkirinê dayîn jî rastî heqaret û miameleya xerab a hêzên ewlekariyê hatin. Di vê navberê de bi sedan kes bi saetan di wesayîtê de destkelemçekirî hatin hiştin û rastî miameleyeke biçûkxistinê hatin. Dema welatî di wesayîtê de dihatin ragirtin, nivîseke ku PKK/KCK li ser hatibû nivîsandin û bêyî ku jê re were xwendin bi darê zorê pê dan îmzekirin.”
 
BI SAETAN AV NEDAN BINÇAVKIRIYAN
 
Miameleya xerab piştî binçavkirinê jî berdewam kir. Welatiyên hatin binçavkirin, piştî kar û barê li nexweşxaneyê, ne li nezaretxaneyê li baxçeyê Şaxa TEM’ê di şert û mercên dermirovî de hatin sekinandin. Zêdetirî 10 saetan ne xwarin ne jî av dan binçavkiriyan. Parêzeran hewl dan li gorî derfetên xwe ji binçavkiriyan re avê peyda bikin. Gelek kes rastî miameleya xerab û îşkenceyê hatin. Ji bilî kesên qeyda wan nehatiye kirin, gelemperiya wan kal û pîr bi giştî 105 kes hatin binçavkirin. Tevahiya binçavkiriyan bi hinceta ‘sûcê Muxalefeta li Dijî Qanûna hejmar 2911’ û li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatin binçavkirin.
 
DI HUNDIRÊ WESAYÎTÊ DE KONTROLA BIJÎŞK
 
Karûbarê îfadedayînê di heman rojê de di saetên dereng de dest pê kir û piştî îfadeyê jî weke komên 10 kesî şandin nexweşxaneyê û hatin berdan. Ev kirarî heta 10.10.2023’yan saet 08.00’an berdewam kir. Ji 105 welatiyan yek jê bi îdiaya sûcê ‘ji bo kar nede kirin li ber xwe daye’ hate girtin. Welatiyên hatin berdan ji bo kontrola bijîşk birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî. Bijîşk jî Protokola Stenbolê binpê kir û di hundirê wesayîta hêzên ewlekariyê de binçavkirî kontrol kir. 
 
SEPANA DERHIQÛQΠ
 
Di xala 34’emîn a Destûr Bingehîn de ‘mafê civînên aştiyane’ hene. Nehiştin welatiyên dixwestin tev li daxuyaniyê bibin bikevin qadê. Girse ji hev hate belavkirin û bi saetan li ber tavê hate hiştin. Bi awayeke derhiqûqî hatin binçavkirin, ji pişt ve hatin kelemçekirin, hêzên ewlekariyê hêzeke zêde bi kar anîn û rê li ber van bûyeran vekirin. Li gorî xala 17/3’yan a Destûr Bingehîn ‘îşkence û ezyet li tu kesî nayê kirin. Nabe ku cezaye yan jî miameleyeke ne li gorî heysiyeta mirovan were kirin.’ Hat tespîtkirin ku hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî ketin qadê, nehiştin tu kes bikeve qadê, welatî binçav kirin, ji pişt ve kelemçe kirin, tundî li welatiyan kirin. 
 
KAMERAYA ROJNAMEGER HATE ŞIKANDIN
 
Destûr nehat dayîn ku rojnameger çalakiyê bikişînin, tevî ku qertên xwe yên çapemeniyê nîşan dan jî bi mertalan hatin atengkirin, li dijî wan êrişên fîzîkî û devkî hatin kirin. Her wiha rojnamegerek ji hêla polîsan ve hate debkirin û kameraya rojnamegerekî hate şikandin. 
 
JIN HATIN TACÎZKIRIN
 
Gelek welatiyên jin ji hêla polîsên zilam ve hatin binçavkirin û rastî tacîz û êrişa zayendî ya polîsan hatin. Têkildarî binpêkirinên hatine kirin, miameleya xerab, tacîz û êrişa zayendî, ji bo derheqê hêzên ewlekariyê û dozger de tehqîqeta îdarî were kirin, pêşniyar hate kirin.” 
 
GILÎ HATE KIRIN 
 
Şaxa OHD’a Amedê têkildarî binpêkirinên di dema binçavkirinê de, miameleya xerab û îşkenceyê gilî kir. OHD’ê derheqê polîsan de bi sedema “Îşkence, peywira xwe xerab bi kar anîne, kes ji azadiya xwe bêpar hiştin û êrişa zayendî” li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî kir. 
 

Sernavên din

17/10/2023
11:54 Smith-Sivertsen: Heta ku Ocalan di tecrîdê de be dê aştî neyê Rojhilata Navîn
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:16 Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide