Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!

  • rojane
  • 09:05 11 Cotmeh 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Şaredariya Hezexê ku 8 sal in ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, heta niha pirsgirêkeke gel jî çareser nekiriye. Hevşaredara navçeyê Songul Erden ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin diyar kir ku qeyûm deskeftiyên jinan hedef girt, tundiya li ser jinan zêde bû û navçe ji jinan re kirin girtîgeh. 

Hikûmeta AKP-MHP'ê di çarçoveya polîtîkaya desteserkirina îradeya gel de di sala 2019'an de qeyûm tayînî 59 şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. HDP'ê di hilbijartina xwecihî yên 2019'an de 3 Şaredariyên Bajarê Mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok û bi giştî 65 şaredarî bi dest xistibûn. Lê li gel tayinkirina qeyûman a şaredariyan 4 jê navçe û 2 jê bajarok tenê 6 şaredarî di dest partiyê de man. Bi tayînkirina qeyûman li şaredariyan polîtîkayên wan jî ketin meriyetê. Bi tayînkirina qeyûman, nelirêtî û gendelî di şaredariyan de gihişt asta herî jor û ji bo xizmeta gel jî xebateke berbiçav nehat kirin. Yek ji van şaredariyan jî şaredariya navçeya Hezex a Şirnexê ye. 
 
Şaredariya Hezexê di sala 2016'an de jî ji aliyê qeyûm ve hat desteserkirin. Navçeya Hezexê ji 5 tax, 2 bajarok, 64 gund û 24 gundan pêk tê. Li navçeya Hezexê ku nifûsa wê 76 hezar û 502 ye, HDP'ê di hilbijartinên xwecihî yên 2019'an de 8 hezar 275 deng standin û şaredarî bi dest xist. Lê belê şaredariya Hezexê ji aliyê desthilata AKP'ê ve di 13'ê mijdara 2019'an de hate desteserkirin. Şaredariya ku di pênc salan de sê qeyûm guherandin bi heman hişmendiyê ve hat birêvebirin. Li Hezexê heta niha ji pirsgirêkên gel re tu çareserî nehat ditîn û navçe terkî qederexa xwe hat kirin. 
 
Li navçeyê pêdiviya sereke ya gel av e lê ev pêdiviya wan nehat pêşwazîkirin û gel mehkûmî bêaviyê hat kirin. Gelê ku her sal di demsala havîn û zivistanê de bi van pirsgirêkan re rû bi rû dimîne jî ji bo çareseriya pirsgirêka wan avê tiştek nehat kirin. 
 
Hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Mûrat Şen ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin der barê pêkanînên qeyûm de axivîn. 
 
'ŞAREDARÎ BÛBÛ QEREQOLA POLÎS Û LEŞKERAN'
 
Songul Erden diyar kir ku di van pênc salan de tu pirsgirêkên jinan nehatine çareserkirin û got ku li gel tayinkirina qeyûm, li navçeyê tundiya li ser jinan gihişt asta herî jor û wiha axivî: "Şaredarî mala gel e. Dema ku me di hilbijartinên 2019'an de şaredariyê bi dest xist û em çûn şaredariyê me li beramberî xwe qereqolek dît. Di şaredariyê de tenê mêr hebûn. Ew jî leşker û polîs bûn. Şaredariya gel wiha dihat birêvebirin. Şaredarî bûbû wargeha polîs û leşkeran. Şaredarî bi hişmendiya mêrî dihat birêvebirin. Dema ku me şaredariyê qezenc kir, hem gelê me gelek keyfxweş bû hem jî me soz dabû ku em ê weke daxwaza gel bi rê ve bibin. Piştî ku em çûn şaredariyê dayikên me, jinên ciwan her roj di civata me de bûn. Şaredarî weke mala xwe dîtin. Tenê rojekê jî em tenê nehiştin. Me guh li hemû pirsgirêkên wan dikir û bi qasî ku ji destê me dihat me alikariya wan dikir."
 
PROJEYÊN WAN ÊN JI BO JINAN
 
Bi domdarî Erden bal kişand ser projeyên ku wan di qada jinê de danîbûn pêşiya xwe û ev tişt got: "Di qada jinan de projeyên me hebûn. Bi taybetî jî me dixwest ku ji jinan re qadan vekin. Li Hezexê 8 parkên me hene û me got em ê yek ji wan bikin parqa jinan. Ji bo ku jin bikaribin her saetê tê de rûnin me xebateke wiha dabû pêşiya xwe. Lê mixabin çênebû. Navendên me yên Çand û Hûnerê hebûn. Navenda me ya jinê hebû. Lê dema ku qeyûm tayinî şaredariyê kirin yekem hedefa wan bû desteserkirina deskeftiyên jinan. Çi pirsgirêkên jinan hebûna dihatin serî li me didan û em dibûn alîkar. Mala jinan hebû. Di sala 2019'an de me gelek proje dabûn pêşiya xwe. Me digot em ê midûriyeta Polîtîkayên Jinan vekirin. Xebata me ya esas û ya sereke dê ew ba. Ji xwe di şaredariyê de jin nebûn. Tenê personelek hebû û ew jî ya îmarê bû. Me got em ê nîvê şaredariyê bikin jin. Ji bo çi? Ji bo ku em pîçek jî be bikaribin vê hişmendiyê biguherînin. Zabitayên me hebûn û her çar jî mêr bûn. Me dixwest ku em sê ji wan bikin jin. Tu otobûsên me hebûn me digot em ê ajokareke jin bînin. Me pîranî bala xwe da xebatên jinan. Hezex civakeke serdeste. Ji ber wê me got em ê di şaredariyê de pîranî cih bidin jinan. Me dixwest di navendên xwe yên çandê de jinan bi cih bikin. Me dixwest ku em pirtûkxaneyeke jin vekin. Lêbelê ev projeyên me hemû nîvco man. Em tenê 6 mehan li ser kar man."
 
DER HEQÊ WÊ DE 10 DOZ HATIN VEKIRIN
 
Di berdewamê de Erden diyar kir ku qeyûm heta niha tu pryek pirsgirêkeke gel çareser nekiriye û got: "Di van 5 salan de rewşa navçeyê gelek xerab bû. Bi taybetî jî li ser jinên ciwan şereke taybet hat meşandin. Di van pênc salan de jin weke di girtîgehê de bin girtî bûn. Qadên ji wan re hatine vekirin nebûn. Cihê ku biçin lê rûnin nebûn. Qeyûm tenê ne xespkirina şaredariyê ye, xespkirina vîna gelekî ye. Ji ber wê jî qeyûm dema ku tê bandoreke neyînî li ser civakê jî dike. Lêbelê qeyûm li wir tenê biyanîyeke vê navçeyê ye. Ew ê nikare pirsgirêkên vî gelî, dayikên me çareser bikin. Qeyûm hatiye tayinkirin lê gel gazinên xwe ji me dike. Ji ber ku nikare biçe ji qeyûm re bike. Heta niha der heqê min de 10 doz hatine vekirin. Di sala 2021'an de ji ber ku li ser rêveberiyên xwe cihî hevpeyvîn da der heqê min de lêpirsîn vekirin. Lêbelê em bi biryara vî gelî hatine hilbijartin û em ê encax bi daxwaza vî gelî biçin." 
 
'QEYÛM NAVÇE DI BIN DEYNAN DE HIŞT' 
 
Hevşaredar Mûrat Şen jî bi lêv kir ku qeyûm navçeyê di nava deynan de hiştiye û ev tişt anî ziman: "Ji roja desteserkirina şaredariyê heta niha sê qeyûm hatine guhertin. Qeyûmê ewilî li ser navê FETO'yê li bajareke din hate sirgûnkirin. Yê piştî wî jî du salan ma û piştre çû. Her tim gotin em ê riyan çêbikin, pirsgirêka avê çareser bikin lêbelê yê heyî jî xerab kirin û çûn. Riyên kûçe û kolanên ku di dema HDP'ê de hatibûn çêkirin hemû xerab kirin û di bin navê gaza xwezayî de pêşkeşî hevalbendên xwe kirin. Her sal deh caran ev kolan û tax hatin kolandin. Heta ku berê xwe dan bax û baxçeyên gel jî. Kesên ku li gorî derfetên xwe bîreke avê kolandî jî ew jî hatin girtin. Ava ku ji gel re nedihat faturaya avê ji gel re şandin. Çar-pênc mehan av nayê lê faturaya avê dikşînin. Li hemberî gel tu rêz û hûrmeta wan nîne. Heta niha ji bo çareserkirina vê pirsgirêka navçeyê yek tiştek nekirin. Tenê bendê ne peyvira wan bi dawî bibe."
 
'GELÊ ME DÊ CAREKE DIN BERSIVÊ BIDE WAN'
 
Şen, bi domdarî got ku niha 8 parkên wan hene û ji van 8 parkan tenê du tên bikaranîn. Şen, axaftina xwe wiha qedand: "Park talan kirin. Qeyûm ne di nava gel de ne. Tenê peyvira wan ew e ku îhale bidin hevalbendên xwe û vî bajarî deyndar bikin. Kevir li ser kevirî nehiştin. Xwe muxatebî gel nabînin. Dayikên me yên ku diçin şaredariyên pirsgirêka xwe ya avê tînin ziman li wan heqeret tê kirin û dibêjin,' hûn çima tên vê derê' hesab jê dipirsin. Piştî tayinkirina qeyûm xwestin ku têkiliya me ya bi gel re qut bikin lêbelê ev daxwaza wan pêk nehat. Em her tim di nava gelê xwe de ne û ew têkiliya me qut nebû. Qeyûm şaredarî talan kir û di bin deynan de hiştiye. Ne du caran ew 50'î caran jî qeyûm biavêjin ser şaredariyê gel dê dev ji vîna xwe bernede. Di 31'ê adarê ev gel careke din bersiva pêwîst bide." 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

11/10/2023
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin
17:01 Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin
16:55 Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan
16:50 HSD: 4 leşker hatin kuştin
15:41 Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
15:34 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
15:20 Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye
14:58 Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome
14:57 Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn
14:48 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin
14:36 OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin
14:34 Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê
14:10 Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin
14:00 Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:47 Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin
10:56 Partiya Çepên Kesk: Hewl didin Doza 10’ê Cotmehê di tariyê de bihêlin
09:58 Komkujiya 10’ê Cotmehê: Têkoşîna edaletê dê bidome
09:15 Endamên Polîtburo ya YNK’ê diyar bûn
09:15 104 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:11 'Tirkiye dixwaze tişta ku DAIŞ'ê nikaribû bike temam bike'
09:07 Rojnamevan Cûma: Gelên Rojava bi yek helwestê li dijî êrişan radibin
09:05 Keça girtiyê nexweş Tanhan: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:04 Di rêveberiyên xwecihî de jin: Jin di nava civakê de azadiyê derdixe pêş
09:02 AKP li Botanê gund bi gund dengê cerdevanan vediguhêze navendan
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'YAN
09/10/2023
23:00 Hevserokên HDP'a Îzmîrê hatin girtin
21:13 Li Geverê yek jê zarok 4 kes hatin girtin
20:38 Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan
18:10 Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
17:00 Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome
16:46 Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn
16:33 Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin
16:23 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê
16:09 Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan
15:26 Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
15:10 Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin
15:02 Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne
14:55 Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin
14:26 Bêyî ku hincetek were nîşandan 36 penaber hatin dersînorkirin
14:14 Li Serêkaniya binxetê 2 jin hatin qetilkirin
13:54 Ata: Heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan dê her azad be
13:18 Ji NY'yê re nameya Rojava: Bila qada hewayî bê girtin
13:09 Hejmara miriyan ji hezar û 200 kesî bihûrî, 123 hezar kes ji warê xwe bûn
12:59 Rêxistinên hiqûqê: Hedefgirtina sivîlan a li Rojava sûcê şer e
12:54 Abdullah Ocalan, çima ji Rûsyayê dersînor kirin?
12:41 Bendewariyên hilbijêrên kurd ên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî çi ne?
12:27 ‘Jiyana me weke beriya 10’ê Cotmehê û piştî wê bû du parçe’
12:07 Di êrişa Tirkiyeyê ya li Zirganê de 5 jinên karker birîndar bûn
12:01 Li Amedê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
11:26 Der barê 8 jinan de lêpirsîna pankartê hat destpêkirin
11:05 Guven: Komplo ji bo Tirkiyeyê darbeyek bû
09:54 Seyîdxan Anter: Mehmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin
09:09 Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
09:08 Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
09:07 Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye
09:06 Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in
09:04 Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war
08:59 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN
07:30 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket
08/10/2023
23:55 Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
23:47 Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da
23:01 Dewleta tirk êrişî îstayoneke gazê û bîreke petrolê kir
22:39 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:27 Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
18:08 Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû
17:49 Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
16:26 Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hate ragihandin
16:26 Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê
16:03 Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn
15:54 Li Avestayê qursên kurdî dest pê kirin
15:39 Girtiyan bang kirin: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
14:25 Aydenîz: Divê em heta bidawîkirina tecrîdê têbikoşin
14:18 Rewşa dawî ya li Filistîn-Îsraîlê: Herî kêm 663 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:18 Stasyona Siwêdiyê ji sedî 80 ji xizmetê derket
13:43 Ji 3 siyasetmedarên binçavkirî yek jê hate girtin
13:09 Xelkê Mexmûrê li dijî êrişan meşiya