Rojnameger Sarya: Tirkiye sûcê şer dike

  • rojane
  • 11:53 8 Cotmeh 2023
  • |
img
RIHA - Rojnameger Bêrîtan Sarya diyar kir ku dewleta tirk di êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sûcê şer dike û wiha got: “Armanca dewletên serdest ew e ku Rêveberiya Xweser bêhêz bikin û neçarî xwe bikin.” 
 
Di 1’ê cotmehê de li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya di nava qada Wezareta Karên Hundir a Dewleta Tirk de êrişeke bombeyî hate lidarxistin. Piştî çalakiyê, dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş dan destpêkirin û ev êriş hêj berdewam in. Di êrişên piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan a di 4’ê cotmehê de febrîqe, dibistan, nexweşxane, bendav, stasyonên av, ceyran û petrolê hedef hatin girtin û herî kêm 110 herêm bi balafirên şer û bi SÎHA’yan hatin bombebarankirin. Di encama êrişan de 2 milyon kes bê nexweşxane, av, ceyran û gaza xwezayî man. Li gel êrişên bênavber ên li dijî Rojava, her wiha şevê din jî mizgefteke li Kampa Penaberan a Mexmûrê hate bombebarankirin. Di encama bombebaranê de dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn. 
 
Rojnameger Bêrîtan Sarya ku geşedanên li qadê jinêzve dişopîne, têkildarî rewşa dawî axivî. 
 
‘SÛCÊ ŞER TÊ KIRIN’
 
Sarya, da zanîn ku bi sala ye êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û wiha got: “Êrişa li Enqereyê ji bo zêdekirina êrişan weke hincet hate nîşandan. Dewleta tirk îdia kir ku kesên êriş pêk anîn ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çûne lê HSD û HPG’ê ev îdia derewand. Em baş dizanin ku heke ev çalakî nebûya, planên wan hebûn ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Jixwe êriş dikirin. Lê niha berfirehtir êrişan dikin. Di êrişan de qadên sivîlan hedef tên girtin. Yekser hedefgirtina binesaziyê, sûcê şer e.”
 
ARMANCA ÊRIŞAN
 
Bi domdarî Sarya got ku armanca êrişan “temamkirina qirkirina kurdan e” û ev tişt anî ziman: “Ji bo qirkirina kurdan, dixwazin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tesfiye bikin. Piştî dagirkeriya li Serêkaniyê û Girê Spî, her tim bi top, SÎHA û balafirên şer êriş dikirin lê nekarin tevgereke nû ya dagirkeriyê bidin destpêkirin. Heke ji hêza xwe bawer bûya û firsendeke konjonkturel bidîta, dê bike. Bi rastî jî petrolên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bo Erdogan bûn derd. Dixwaze herêmê dagir bike û petrola wê bigire destê xwe. Di sala 2019’an de bi nexşeya dagirkeriyê çûbû Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY). Di sala 2020’an de wî bi xwe teklîf bo Putîn kir ku petrolên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re derxînin. Lê nekarî bi ser keve. Em dibînin ku di êrişên heyî de tesîsên petrolê hedef tên girtin. Pareke yekser a rêveberiya Şamê û Rûsyayê jî di van êrişan de heye. Lê hedefgirtina stasyonên petrolê û embarên dexlî dê bandorê li tevahiya Sûriyeyê bike. Ji ber ku dê petrol û dexl bo qadên Şamê neçe.” 
 
ROLA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
 
Di berdewamê de Sarya bertek nîşanî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî da û ev tişt anî ziman: “Li dijî van sûcên şer, mekanîzmayên pêwîst nexistin dewrê. DYA, Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî jî şirîkên van êrişan e. Êrişan erê dikin. DYA, Rûsya, hikûmeta Şamê, hêzên koalîsyonê li deverên êriş li ser çêdibin dimînin lê bêdeng in. SÎHA’ya Tirkiyeyê hate xistin lê gotin ku ji bo parastina xwe kirine. Hakan Fîdan qala aliyên sêyemîn dikir. Dibe ku bersiva wê be. Lê teqez ji bo parastina xelkê herêmê nebû. Ji ber ku bi roja ye bi dehan êriş bi SÎHA’yan hatin kirin û tên kirin. Xelkê sivîl ê li dora baregehên DYA û Rûsyayê hedef tên girtin lê dengê xwe nakin.” 
 
‘ELEQEYA XWE BI KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ RE HEYE’
 
Rojnameger Sarya bi lêv kir ku niha li herêmê fînala Şerê Sêyemîn ê Cîhanê heye û ev nirxandin kir: “Ajanda û berjewendiyên her hêzekê cuda ne. Qonaxa duyemîn a şer bi komploya li dijî birêz Ocalan dest pê kir. Pergaleke îşkenceyê ya Îmraliyê ava kirin. Birêz Ocalan 25 sal in li dijî vê pergalê têdikoşe. 31 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Planên qirkirina kurdan girêdayî tecrîdê derketine lûtkeyê. Êrişên îro têkiliya xwe bi komployê re hene. Dîroka Tirkiyeyê bi qirkirinan tije ye. Ev sed sal e hewl dide qirkirina kurdan temam bike lê nikare. Li pêşberî wan kevneşopiyeke berxwedanê heye. Girankirina tecrîda li ser birêz Ocalan, êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmên parastinê û hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo temamkirina qirkirinê ne.” 
 
'BIRYARA BERXWEDANÊ YA GEL HEYE’
 
Sarya, axaftina xwe wiha qedand: “Xelkê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî êrişan û komployê daket qadan û berteka xwe nîşan da. Tevî êrişên giran jî vî gelî Şoreşa Rojava afirand, jiyan û pergala xwe ya siyasî birêxistin kir, azadiya jinê veguherand pergalê. Ev yek bi berxwedanê kir. Îro jî xwedî heman hêz û biryarê ye. Êrişan, ziyaneke mezin a aborî gihand Rojava lê gelê wê dê teslîm nebe. Biryara berxwedanê ya gelê Rojava heye. Hêzên leşkerî yên Rojava jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin êrişan. Dewleta tirk hewl dide DAIŞ’ê zindî bike. A rast Tirkiye bi xwe DAIŞ e. Divê bi heman ruhê serhldana 6-8’ê cotmehê Rojava were parastin. Daxwaza Tirkiyeyê qirkirin û rûxandina Rêveberiya Xweser e. Hêzên serdest jî dixwazin Rêveberiya Xweser bêhêz bikin û neçarî xwe bikin. Lewma divê ji her alî ve gelê kurd û dostên wan xwedî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

08/10/2023
15:54 Li Avestayê qursên kurdî dest pê kirin
15:39 Girtiyan bang kirin: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
14:25 Aydenîz: Divê em heta bidawîkirina tecrîdê têbikoşin
14:18 Rewşa dawî ya li Filistîn-Îsraîlê: Herî kêm 663 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:18 Stasyona Siwêdiyê ji sedî 80 ji xizmetê derket
13:43 Ji 3 siyasetmedarên binçavkirî yek jê hate girtin
13:09 Xelkê Mexmûrê li dijî êrişan meşiya
13:04 Di protestoya komployê de peyama ‘heta tecrîd bi dawî dibe em têbikoşin’ hate dayîn
12:03 Dînçer piştî 30 salan hate berdan
11:53 Rojnameger Sarya: Tirkiye sûcê şer dike
11:26 Li 8 deverên Gazeyê pevçûn berdewam dikin
11:04 Aydenîz: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:31 Li Efxanistanê erdhej: Hejmara miriyan derket 2 hezar û 53’yan
10:25 Hejmara Kovara Jinê bi nîqaşên ser destûra bingehîn derket
10:23 Aydar: Sekna li Îmraliyê komplo vala derxist
10:11 Akademîsyena misirî Attîa: Fikrên Ocalan mifteya wekheviyê ne
09:49 Li Çiyayê Gabar ayîna piştî 34 salan
09:39 Qeyûman bi hezaran donim erse û gelek malên şaredariyê dewr kirin
09:08 Bi çalakiya xwe li dora Abdullah Ocalan bûn xelekeke ji agir
09:07 'Em ê bi reflekseke rêxistinkirî li dijî şerê taybet bitêkoşin'
09:05 Rojnamevan Kanbal: Armanca van operasyonan krîmînalîzekirin e
09:02 ‘Êrişên li ser Rojava berdewama komploya 9'ê Cotmehê ne'
09:00 ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2023’YAN
07/10/2023
23:23 Tirkiyeyê êriş bir ser Mexmûrê: Dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn
19:33 Êrişa Hamasê: 70 mirî, nêzî hezarî birîndar
19:28 Li Ewropayê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
18:45 Di êrişa Tirkiyeyê de welatiyek hat qetilkirin
17:47 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:51 Karabûlût a hatibû binçavkirin hate berdan
16:32 Polîsan dîmenên îşkenceyê bi darê zorê ji telefonan birin
16:21 PEN’a Norveçê idianameya ‘çekên kîmyewî’ lêkolîn kir: Hiqûq hatiye binpêkirin
16:20 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Cemal Tarhan ê 70 salî bê berdan
15:54 Girtiyê nexweş Tanboga tenê dikare mama bixwe
15:53 Êrişên li ser Rojava û binçavkirin hatin protestokirin
15:37 Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin
15:29 Xizmên Windayan li aqûbeta du birayên winda pirsîn
15:03 Hevseroka HDP’a Enqereyê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
14:55 Şaxên ÎHD’ê: Em ê dest ji hesabpirsîna kujerên windayan bernedin
14:47 Berpirsê qetlîama Malbata Şenyaşar dîsa bû endamê MKYK’a AKP’ê
14:35 Dema binçavkirina hevserokên HDP’î hate dirêjkirin
14:27 Li Dîlokê jinek hate binçavkirin
14:21 Komploya nevneteweyî bi meşa meşaleyan hate şermezarkirin
14:02 Bayindir: Desthilat temenê xwe bi şer dirêj dike
14:00 ‘112 Hesp û Xezelek’ derçû
13:01 Hamasê li dijî Îsraîlê operasyon da destpêkirin
12:57 Dîsa Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kirin
12:37 Polîsan li ciwanê astengdar dan û giliyê wî kirin
12:19 Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin
11:49 Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin
11:35 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’
11:21 Encamnameya civîna DÎK’ê: Em ê ji bo aştiya civakî bi hemû reng, gel, baweriyan ve têbikoşin
11:16 Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin
11:05 Hevşaredarên Cizîrê der heqê qeyûm de doz vekirin
11:01 Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin
10:36 Hevseroka BOTAN-DER’ê: Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin
10:33 Jin Rêveberiyên Xwecihî nîqaş dikin: Êrişên li dijî Rojava li dijî destkeftiyên jinên kurd e
10:30 Ozbîngol: Aliyê siyasî yê Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir e
09:13 Bi kevirê di destê xwe de li dijî peymana 9’ê Cotmehê bû mertal
09:12 Rojnamevan Kalkan: Di çapemeniya kurd de nêrîna jinan bi Gûrbetellî dest pê kir
09:11 Dê aştîxwaz û azadîxwaz di 8'ê Cotmehê de li Kadikoyê kom bibin
09:09 ‘Tecrîdê welat di nava tarîtiyê de fetisandiye'
09:07 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê sûc e
09:04 Der barê Waliyê Hatayê de îdiayek cidî: Mal û milkên we û jinên we helal in
09:02 Omer Ocalan: Ji bo Destûra Bingehîn bê guherandin divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2023'YAN
06/10/2023
23:59 Balafirên şer Kobanê bombeberan kirin
23:38 Rojnamevan Kanbal hat berdan
22:33 'Li dijî tecrîdê Meşa Azadiyê'
20:18 Dê li Qibrisê Konferansa Modernîteya Demokratîk bê lidarxistin
20:15 Li Rojava bi hezaran kes li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan
18:03 Fadil Şenyaşar nehat berdan
17:02 Bi îdiaya ‘hedef nîşandanê’ doz li rojnamevan Arslan vekirin
16:48 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ dê xebata tagê bê kirin
16:42 Kampanyaya TJA’yê li Êlihê bi meşê dest pê kir
15:54 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana esnafan kir
15:33 Tîltay piştî 30 salên girtî hate bardan
15:06 Onder: Doza Kobanê ji bo darizandina AKP’ê pêşîdianameyek e
14:53 Danişîna doza Semra Guzel hat taloqkirin
14:53 Halîse Aksoy nehat berdan
14:48 Rojnamevan Kanbal bi ‘propagandaya rêxistinê’ tê sûcdarkirin
14:46 Doza Kobanê: Senaryoyeke baş nehatibe amadekirin lîstik xerab tê lîstin
14:29 Partiya Çepên Kesk: Desthilatdariya AKP'ê sûcê şer dike
14:21 Li Silopiyayê wesayita leşkerî ya zirxî li moto kuryeyekî xist
14:04 Li herêma Cizîrê îstasyona ceyranê hate bombebarankirin
13:47 Prof. Dr. Aktar: Polîtîka û êrişên li dijî kurdan konsesusek sedsalî ye
13:14 Kesa ku Xelata Aştiyê ya Nobelê qezenc kir diyar bû
12:52 Polîsan kelûpelên parlamenter Nejla Demîr desteser kirin
12:37 Di êrişan de 40 herêm hedef hatin girtin
12:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:09 Xwepêşandanên ji bo Armîta Garawand berdewam dikin
12:07 Bîlançoya 5 rojan: Herî kêm 246 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin
11:33 Di êrişa li dijî Akamediya Leşkeriyê ya Humusê de hejmara miriyan zêde dibin
10:58 Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiyên HDP’ê de girtin
10:57 Komploya navneteweyî dê li Kadikoyê were şermezarkirin
10:53 Nûnerê Taybet ê NY'yê yê Sûriyeyê: Divê dawî li êrişên li ser Rojava bê anîn
10:45 Sever: Dem dema azadiya Ocalan e
10:31 Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin
10:28 Rojnamevanê fransî Perrîer: Çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê tecrîda li Îmraliyê ye
10:06 Tê xwestin ku heyfa têkçûna DAIŞ’ê ji HDP’ê bê hildan!
09:43 Îldem ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Kurdan mirinê kuşt!