Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 08:43 6 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li 11 bajaran di encama serdegirtinên malan de 75 kes hatin binçavkirin. 

 
Di 1’ê cotmehê de li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê çalakiyek hate lidarxistin. Operasyonên binçavkirinê yên piştî çalakiyê hatin destpêkirin didomin. Di serdegirtinên malan ên li bajarên Îzmîr, Eskîşehîr, Kilîs, Kocaelî, Êlih, Colemêrg, Mêrdîn, Amed, Agirî, Bedlîs û Şirnexê de 75 kes hatin binçavkirin. 
 
MÊRDÎN Û COLEMÊRG
 
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal li Mêrdînê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. 
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê jî bi ser gelek malan de hate girtin. Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Şewirmendê parlamentera Partiya Çepên Kesk Oznûr Bartinê Yasîn Akdag, Bahtiyar Bor, Vedat Ozeken, Savaş Akdogan, Ûgûr Şedal, Bariş Ozçuk, Emîn Ertûş, Agît Koca, Serhat Aşkan û Îsa Terzîoglû. 
 
Hate zanîn ku di serdegirtinên malên Ozçuk û Ozeken de ferdên malbatê yên bertek nîşanî polîsan dane hatine derbkirin. 
 
ÎZMÎR
 
Di serdegirtinên malan ên li Îzmîrê de Hevserokên HDP'ê yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan, Hevserokên HDP'a Bûcayê Nîhat Turk û Azîze Çelîk û Şenay Ûlûsan û Dîlan Ûlûsan hatin binçavkirin. 
 
POLÎSAN BI SER MUCADELE BÎRLÎGIYÊ DE JÎ GIRTIN 
 
Rojnameya Mucadele Bîrlîgiyê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihand ku bi ser rojnameya wan de jî hatiye girtin. Di parvekirinê de hate diyarkirin ku Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Onsozê Songul Yucel û Sena Şat a di lijneya nivîsê ya di kovarê de cih digire hatine binçavkirin. Di parvekirinê de hate destnîşankirin ku sedema binçavkirinan "endamtiya rêxistinê" ye û wiha hate gotin: "Yek ji kesa serê vê sibê hate binçavkirin Nûran Guvenîlîr a xwînereke Mûcadele Bîrlîgiyê ye. Operasyonên di demên dawî de li dijî şoreşger û welatparêzan tên kirin nikarin şoreşgeran rawestînin. Bila binçavkirî bên berdan. Serê sibê deriyê Rojnameya Mucadele Bîrlîgiyê jî şikandin û bi ser de girtin."
 
Her wiha hate ragihandin ku di serdegirtinê de pirtûk û ewraq hatine belavkirin û hard dîskên kompîtûran, wênegir û kompîtûr hatine desteserkirin.  
 
KOCAELÎ, STENBOL, MÛGLA Û BÛRSA 
 
Li Kocaelî, Stenbol, Bûrsa û Mûglayê jî herî kêm 11 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. 
 
Hevseroka HDP'a Kocaeliyê Aynûr Sento, rêvebera HDP'a Gebzeyê Şaziye Zorba, endamên HDP'ê Şenay Butun, Semîne Guneş, welatî Abdûrrahîm Demîrkaya, Ahmet Akboga û Ezgî Akçûkûr li Kocaeliyê hatine binçavkirin. Rêveberê HDP'a Kartalê Bulent Tûran û rêvebera HDP'a Stenbolê ya berê Fener Gunana li Stenbolê, endamê HDP'ê Velî Akbûlût li Bûrsayê û Ayşe Berktay jî li Bodrûmê hatiye binçavkirin. 
 
Hate zanîn ku kesên li Bûrsa, Bodrûm û Stenbolê hatine binçavkirin dê bibin Kocaeliyê. 
 
MÊRSÎN 
 
Li Mêrsînê jî ciwanên bi navê Cafer Adsay û Hamdullah Ozen û gelek kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Kesên sedema binçavkirina wan nehate zanîn li Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê tên ragirtin. 
 
 

Sernavên din

06/10/2023
09:40 MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin