Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire

  • rojane
  • 14:43 4 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê yê Ewropa Ebdulkerîm Omer li Parlamentoya Ewropayê ya li Fransayê hin hevdîtin kirin. Parlamenterên Ewropayî di hevdîtinan de diyar kirin ku divê nûnerên Rêveberiya Xweser di hemû hevdîtinên navnetewî de cih bigirin.
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo krîza li Sûriyeyê bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, di 18'ê nîsana 2023'yan deklarasyoneke ji 8 xalan pêk tê aşkere kiribû û di serî de rejîma Sûriyeyê û welatên ereb, hêzên siyasî û rewşenbîrên li van welatan, bi derdorên demokratîk re Neteweyên Yekbûyî (NY) û hemû hêzên navnetewî vexwendibûn ku berpirsyariyê bigirin ser xwe. Nûnerên Rêveberiya Xweser ku ji roja deklarasyon aşkere kirine ve hewldanên xwe yên di vê mijarê de didomînin li Parlamentoya Ewropayê (PE) ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê hin rêze hevdîtin kirin. Di wan hevdîtinan de pêşdeçûnên dawî li ser qada Sûriyeyê bi giştî , Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet hatin nîqaşkirin.
 
Hevdîtin bi parlamenterên ewropî Alfonsi Francois, Catherine Langen Sieben, Fabio Castaldo, Javier Nart, Ilan DeBasso û Marisa Matias re pêk hatin.
 
Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropa Ebdulkerîm Omer di van hevdîtinan de li ser pêşdeçûna krîza Sûriyeyê axivî û bal kişand ser tunebûna tu asoyekê ji bo çareseriya siyasî ya aştiyane li welat, her wiha got hewldanên ewropa û navneteweyî yên ji bo xebata siyasî girîng in.
 
Omer, li ser sedemên li pey astengkirina hewldanên çareseriya siyasî wiha got: "Diyar e hin astengî hene ku nahêlin krîza Sûriyeyê bi dawî be. Rejîma Sûriyeyê naxwaze çareser be û hîna jî bi rêya rêbazên leşkerî, ewlehî û vegera li beriya 2011'an hewl dide welat kontrol bike. Hêzên muxalefetê jî şertgirê derve ne û ew jî berpirsiyariyeke mezin ê vê krîzê ne. Ji ber ku xwestekên rasteqîn ên ku sûriyeyî ji bo wan derketine paşguh dikin û li gorî fermanên hêzên herêmî tev digerin."
 
HIN HÊZÊN AKTÎF LI PÊŞ ÇARESERKIRINÊ ASTENG IN 
 
Omer, li ser berpirsiyariya hêzên navneteweyî ya di dirêjkirina temenê şerê Sûriyeyê de wiha domand: "Ji ber ku li gel hêzên navneteweyî nêrîneke stratejîk a aşkera ji bo çareserkirina krîza sûriyeyê tune ye çareseriya siyasî li Sûriyeyê dereng ma û hate paşxistin, ji wê zêdetir jî hin hêzên aktîf li qada Sûriyeyê mîna mijara Astanayê li pêş çareserkirinê asteng in. Ev dewlet jî di bingeh de hêmanên astengiya çareseriyê ne û pê bawerî nabe."
 
Omer, bal kişand ser beyannameya Rêveberiya Xweser a li ser çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê wiha pê de çû: "Astengiyên li pêş çareseriya siyasî li welat hişt ku Rêveberiya Xweser beriya çend mehan vê beyannameyê pêşkêş bike û ji naveroka wê diyar e ku ew girîngiyê dide beşdarbûna tevahî sûriyeyiyan di çi hewldaneke bidawîkirina krîzê de û divê mafên tevahî pêkhateyên di Sûriyeyekê pêşerojê de parastî be."
 
'DIVÊ RÊVEBERIYA XWESER BEŞDARÎ HER HEWLDANÊN ÇARESERIYA KRÎZA SÛRIYEYÊ BIBE'
 
Parlamenterên ewropî jî anî ziman ku divê hewldanên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê hebin û êşên sûriyeyiyan neyên paşguhkirin û wiha gotin: "Girîng e ku hewldanên durist ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bên kirin. Em bawer in ku çareserî divê li gorî biryara navneteweyî ya 2254'an be û ji wê zêdetir pir girîng e ku her çareseriyek daxwazên rewa yên hemû Sûriyê pêk were.”
 
Parlamenteran li ser pêwîstiya beşdarbûna Rêveberiya Xweser di hewldanên çareseriyê de wiha domand: "Em dizanin ku Rêveberiya Xweser herêmên fireh ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku tê de bi milyonan sûriyeyiyên ji tevahî pêkhateyên etnîkî û olî hene bi rê ve dibe, ji lew re divê nûnerên ji wê beşdarî hemû civînên navneteweyî yên li ser Sûriyeyê tên nîqaşkirin be. Ji ber ku ji bilî wê tu çareseriyeke pêşerojê ku maf û xwestekên rewa yên tevahî sûriyeyiyan pêk bîne tune ye."
 
'PÊŞNIYAR Û ÇAREYÊN RÊVEBERIYA XWESER DÊ ÊŞÊN SÛRIYEYIYAN SÎNORDAR DIKIN'
 
Têkildarî beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo pêşwazîkirina penaber û koçberên Sûriyeyê yên dixwazin berê xwe bidin herêmên wê pêşkêş kiriye parlamenterên ewropî got wan ev beyanname bi erêniyeke mezin pêşwaz kirin û baweriya xwe anî ziman û wiha pê de çûn: "Dê ev pêşniyar û çareseriyên Rêveberiya Xweser pêşkêş kirine bi awayekî mezin êşên sûriyeyiyan ên mirovî sînordar bikin û li gorî wê em bawer in ku civata navneteweyî jî bi erk û berpirsiyariyên xwe rabe û tevahî şêweyên piştgirî û alîkariyên guncaw pêşkêşî Rêveberiya Xweser bike ku di vê dosyayên de bi ser bikeve."
 
Li ser ragihandina Rêveberiya Xweser a israra xwe ya destpêkirina tedbîrên darizandina hin endamên çeteyên DAIŞ'ê parlamenteran ev tişt anî ziman: "Em vê gava Rêveberiya Xweser fêm dikin, ji ber ku piştî hemû fedakariyên dane li benda hêzên navneteweyî bû ku bi erkên xwe yên rêxistin careke din dernekve rabin. Ev yek jî ji bilî dewletên welatiyên xwe yên DAIŞ'î yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne venegerînin çareser nabe. Êdî ev li ser Rêveberiya Xweser barekî giran in û îşaretê bi xeteriya vegera terorê ya careke din dike."
 
Parlamenterên ewropî bangên xwe ji tevahî dewletên ku welatiyên wan ên DAIŞ'î li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene dubare kir û got wan vegernin, di heman demê de bang li hêzên navneteweyî kir ku tevahî şêweyên piştgiriya guncaw ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bikin ku tedbîrên darizandina adilane ya endamên DAIŞ'ê ku destên wan di sûcên şer û sûcên dermirovî de hene pêk bînin.
 

Sernavên din

06/10/2023
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin