Rejîma Îranê kurdî kir hedef: Em dikarin pêşî li qirkirina çandî bigirin

img
WAN - Damezrînerên Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê ya Roznewbarê ku hat girtin, gotin: "Kurdî nasnameya me ye. Ger em li hemû beşan bibin yek, em ê karibin pêşî li vê qirkirinê bigirin." 
 
Beriya salvegera mirina Jîna Emînî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, zextên li ser kurdan zêde bûn. Li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî girtina aktivîstên kurd zêde bû û hê jî didome. Her wiha rejîmê dawî li karê mamosteyên kurdî anî, Roznewbar a perwerdheiya bi kurdî dida hat girtin, lîsansa Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê ya Roznewbarê ku 6 salan li bajarên Qorveh û Dehgolanê perwerdheiya bi kurdî dida, hat betalkirin. Damezrînerên Roznewbarê Farîdeh Weîsî û hevjînê wê Cyrus Abbasî, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
TEVÎ HEMÛ ASTENGIYAN JÎ LÎSANSA XWE WERGIRTIN
 
Abbasî bilêv kir ku piştî 11 salên mamostetiya li sektora taybet ji bo perwerdehiya bi kurdî bibin Roznewbarê ava kirine û got: "Ji bo em nasnameya xwe û fikrên xwe yên kurdî ji her wextî bêtir bidin der, me biryar lê da ku em navendeke perwerdehiyê ya xwecihî ava bikin. Lewma me di sala 2016'an de ji bo wergirtina lîsansê serî li Wezareta Perwerdehî û Hînkariyê ya Îranê da. Piştî salekê tevî hemû astengiyan jî me sertîfîkaya Organîzasyona Zanistê wergirt. Li Îranê ji bo kesên li gor qanûn û rêziknameyên Komara Îslamî tevnagerin avakirina saziyeke perwerdheiyê û bi taybetî jî ji bo kurdan zehmet e." 
 
‘HAYA ME JI QIRKIRINA ÇANDÎ HEBÛ'
 
Abbasî anî ziman ku dewleta Îranê hem di dema Şah de hem jî di dema şerîatê de li hemberî kurdan polîtîkayeke asimilasyonê bi rê ve biriye û got: "Me xwest em li dijî asimilasyon û qirkirina çandî ya li dijî gelê kurd tiştinan bikin. Ji bo şagirtên kurd, nasnameya kurdî û fikra kurdî bên me xwest em tiştinan bikin. Me demeke dirêj bi rêyên ne fermî zarok perwerde kirin, lê paşê me xwest em vê di bin navê saziyeke fermî de bikin. Me di havîna 2017'an de saziya xwe bi awayekî fermî vekir û me ragihand ku zimanê wê kurdî ye." 
 
‘PIŞTÎ JÎNA'YÊ ZEXT ZÊDE BÛN'
 
Abbasî bilêv kir ku wan jî para xwe ji zextên li ser kurdan girtine û got: "Piştî ku me ragihand zimanê perwerdehiya me ya fermî kurdî ye, teşkîlatên ewlehiyê gef li me xwarin û ji bo em enstîtuyê bigirin bi ser me de hatin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî em jî daketin qadan û zextên li ser me zêde bûn. Piştî şehîdkirina Jîna Emînî bi 5 rojan ez û ji malbata min 3 kes hatin girtin û piştî 3 mehan 6 sal û 4 meh ceza li min hat birîn, lê cezayê min taloq kirin. Lê min kêfaret da." 
 
‘QIRKIRIN'
 
Farîdeh Weîsî jî ragihand ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dawî li karê bi dehan hîndekarên kurd ên li zanîngehan hatiye dayîn û got: "Piştî şoreşa Jîna Emînî zext zêde bûn. Bi dehan mamosteyên zanîngehan hatin qewirandin û saziyên perwerdehiya bi kurdî didan hatin girtin. Ev jî nîşan dide ku hikûmet ji zextê pêvtir tu bersivekê nade daxwazên rewa yên kurdan. Li Rojhilat û Bakur û bi giştî li hemû beşên Kurdistanê bi taybetî di warê ziman û çandê de qirkirineke mezin heye li ser kurdan. Li Rojhilatê gelek kes û hin partî li dijî vê polîtîkayê rabûn. Em hêvî dikin ku dê gelê kurd bi berxwedanê û têkoşînê mafên xwe bi dest bixe." 
 
‘KURD DIKARIN PÊŞÎ LI QIRKIRINÊ BIGIRIN'
 
Weîsî bilêv kir ku li her çar beşên Kurdistanê li ser kurdan asimilasiyoneke zêde heye û got: "Enstîtuyê girtin, lê belê em xebatên xwe bi awayekî didin didomînin. Banga me ji bo gelê kurd ev e ku em yekitiya xwe û tifaqa xwe di ser her tiştî re bigirin û hînî xwendin-nivîsandina bi kurdî bibin û kurdî hînî zarokên xwe bikin. Kurdî nasnameya me ye. Ger em li hemû beşan bibin yek, em ê karibin pêşî li vê qirkirinê bigirin."
 
MA / Bêrîvan Kûtlû

Sernavên din

09/09/2023
09:11 Jin destvala ji bazarê vedigerin
09:05 Der barê darbeya 12'ê Îlonê de pêşangeha 'Raborî îro ye'
09:04 Ji ber gotina 'dê AKP-MHP hesab bide' doz li Leyla Guven hat vekirin
09:02 Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi dawî bû
09:01 'Li qada giştî tunehesibandina kurdî dibe sedema pirsgirêkên civakî'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2023'YAN
08/09/2023
19:52 Girtiyê nexweş Ozalp 35 roj in tê dermankirin
19:44 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hat binçavkirin
18:59 2 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:54 Li Girtîgeha Panosê 3 jin bi saetan rastî îşkenceyê hatin
16:47 Li Wanê du kes hatin binçavkirin
16:45 Cenazeyên Akdenîz û Koç hatin definkirin
16:22 Polîsan avêt ser Navenda Çandê ya Îdilê: 10 kes hatin binçavkirin
16:05 44 roj in heman bersivê didin Malbata Şenyaşar: Wezîr nîne!
15:28 Li dijî biryara dersînorkirina Abdulmenaf Osman îtîraz hate kirin
15:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk dê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet bê lidarxistin
14:17 Onder ji şandeya Doza Kobanê re got: Hûn nikarin min bidarizînin
14:11 ‘Dest ji xeletiyên li ser sûr û Baxçeyên Hewselê berdin’
12:44 Yuksekdag û Kişanak peyam şandin: Îradeya jinê hêza bingehîn a xebat û serkeftinan e
12:07 Kampanya veguhestin Çûkûrovayê: Li dijî tiryakê bibe barîkat
11:52 Girtiyê cezayê muebbetê lê hatiye birîn di statûya ‘muebbeta giran’ de tê ragirtin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Êrişa berfireh a li dijî gundên Minbicê hate têkbirin
10:49 Konferansa jinan dest pê kir: Dem dema mezinkirina têkoşîna serdema nû ye
10:31 ‘Dîmenên heyî nîşan didin bê ka dewletê ji bo DAIŞ’ê çi derfet pêşkeş kirine’
10:27 Qala Yilmaz Guney kir: Huner bi daxwazên gel re kir yek
09:38 Ji malbata ku parêzvanê dozger re şer kiribû 6 kes hatin girtin
09:22 Cezayê Ozgun hate betalkirin: Lîstika dînîtiyê bi raporê vala hate derxistin
09:09 Tînaş: Girtiyê nexweş Fevzî Arslan bi mirinê re rû bi rû ye
09:05 Ji Çetînkayayê ku înfaza wî 9 caran hatiye şewitandin banga hestiyariyê
09:04 Qeydên kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin
09:04 ‘Gelê me bi qirkirinê re rû bi rû ye, lê cîhan piştgiriya Talîbanê dike'
09:03 Li dijî tecrîd û asîmîlasyonê çalakiyên çandî
09:02 Doç. Dr. Karabûlût: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:01 Kincên Înan ên perçekirî piştî 8 salan radestî malbata wê kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:49 Hunermend Kadîr Çat: Bi awayekî keyfî hatim binçavkirin
08:28 Cenazeyê Peyam Demîr li gundê wê hat veşartin
08:16 Cenazeyê Tekîn li Bismilê hate veşartin
07/09/2023
23:43 Krîzê li dilê Hevşaredarê Îdirê Yilmaz ê girtî xist
23:38 Li Wanê kesek hat binçavkirin
23:35 Gumuştaş û Ûçar hatin berdan
18:08 Cenazeyên Tekîn û Demîr radestî malbatên wan hatin kirin
18:01 Bi girseyî çûn şîna Zulfiye Bînbîrê
16:10 Emîne Şenyaşar: Bila pergala we hilweşe
15:08 Qeyûmê Pirsûsê 41 kargeh hilweşandin: 4 kes hatin binçavkirin
14:53 BES: Ji qesrê edalet dernakeve
14:18 Avci: Qeyûm dixwaze bi lez û bez hemû mal û milkên şaredariyê bifroşe
13:44 ‘Doza ava lîmonê’ ya siyasetmedarên jin hate taloqkirin
13:38 ‘Bila zarokên kurd bi kêfxweşiya perwerdehiya zimanê zikmakî biçin dibistanan’
13:28 Rejîma Îranê ciwanekî din ê kurd girt
13:18 Cezayê hucreyê dan girtiyê îtîrazî têla li ber paceyê kir
13:18 Bertek nîşanî dersînorkirina Menaf Osman dan: Qanûn û hiqûq tune tê hesibandin
13:02 Doza Kobanê: Di hilbijartinên herêmî de jî dê ev dosya bê axaftin
13:01 Cihê konferansa jinan a Partiya Çepên Kesk guherî
12:01 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:53 Tirkiye dixwaze şanogerê ji Îranê yê li GGM’ê girtî ye deportî Îranê bike
11:45 Li Erzînganê girtî bêbêhn tên hiştin!
10:08 Rojnamevan Koyluoglû: Tê xwestin ku hilbijartina li Kerkûkê were betalkirin
09:05 Bîldîrîcî: Heya ambargo hebe çapemenî jî dê parçeyeke vê bêedaletiyê be
09:04 ‘Divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên dijhiqûqî bên betalkirin'
09:02 Rejîma Îranê kurdî kir hedef: Em dikarin pêşî li qirkirina çandî bigirin
09:01 Wezaretan ji bo kuştina Surme Înce îdia kirin ku 'li wir pevçûn hebûye'
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2023’YAN
06/09/2023
23:41 Li Amedê şanoya 'Kulav û Peyk'
22:39 Tûrnûvaya fûtbolê ya ciwanan didome
20:52 Satici ya ji girtîgehê derket li Şemzînanê hat pêşwazîkirin
20:35 Bîrdal: Sedema xizaniyê nebûna aştiyê ye
19:13 Kargeha zarokan a MED-DER’ê bi şahiyekê bi dawî bû
18:59 Rewşa dawî ya lehiyê: 7 kesan jiyana xwe ji dest da, kesek winda ye
17:49 Hevşaredarên Panosê hatin berdan
17:43 Îdareya bajêr gund bê av hişt, lê xistin stuyê şaredariya HDP'î
16:20 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 42’yemîn de ye
16:16 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 5’an
16:06 Di 11 rojên operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de çi qewimîn?
15:53 2 kesên li Bagcilarê hatibûn binçavkirin hatin girtin
15:11 24 roj in encama testa DNA’yê ya Leyla Gulcu derneketiye
14:48 Rojnamevana girtî Maroofian: Di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin
14:25 Li cerdevanên ku li Şirnexê talana xwezayê dikin ên nû tên zêdekirin
13:07 Li Geverê gelek darên fêkiyan şewitîn
13:06 ‘Bila Abdulmenaf Osman radestî malbata wî bê kirin’
11:40 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 3’yan
11:02 Li Amedê jinek birîndar bû
10:40 Partiyên Rojhilat greva giştî ragihandin
10:28 Li Rihayê ciwan dê li dijî şerê taybet konserekê li dar bixin
10:23 Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansek mezin amade dike
10:04 Daneyên tundiyê yên JINNEWS'ê: 28 jin hatin qetilkirin
09:57 Rojnamevan Bîlgîn: Li Dêrazorê gelên herêmê bi hev re li ber xwe didin
09:15 Li Stenbolê di lehiyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Partiya Çepên Kesk amadekariya kampaneyeyeke li dijî tecrîdê dike
09:03 Li Wanê meseleya xizmeta tenduristiyê: Pirsgirêk bi pansûmankirinê çareser nabe
09:02 Di salekê de du caran êriş birin ser heman gorê: Bêdengî rê li ber zilmê vedike
09:00 Li Semsûrê dibe ku mexdûrên erdhejê vê zivistanê di konan de derbas bikin!
09:00 ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2023’YAN
08:55 Erdogan kesê ji ber Komkujiya Sêwasê hatibû girtin efû kir
05/09/2023
22:50 Îfadeya kesên ku li Bagcilarê hatibûn binçavkirin temam bû
19:35 Li Hezroyê gundî pev çûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
16:42 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
16:39 Li Amedê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
16:38 Egîtîm Senê foruma ‘mafê perwerdeya bi zimanê dayikê’ li dar xist