Rejîma Îranê kurdî kir hedef: Em dikarin pêşî li qirkirina çandî bigirin 2023-09-07 09:02:42   WAN - Damezrînerên Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê ya Roznewbarê ku hat girtin, gotin: "Kurdî nasnameya me ye. Ger em li hemû beşan bibin yek, em ê karibin pêşî li vê qirkirinê bigirin."    Beriya salvegera mirina Jîna Emînî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, zextên li ser kurdan zêde bûn. Li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî girtina aktivîstên kurd zêde bû û hê jî didome. Her wiha rejîmê dawî li karê mamosteyên kurdî anî, Roznewbar a perwerdheiya bi kurdî dida hat girtin, lîsansa Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê ya Roznewbarê ku 6 salan li bajarên Qorveh û Dehgolanê perwerdheiya bi kurdî dida, hat betalkirin. Damezrînerên Roznewbarê Farîdeh Weîsî û hevjînê wê Cyrus Abbasî, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.    TEVÎ HEMÛ ASTENGIYAN JÎ LÎSANSA XWE WERGIRTIN   Abbasî bilêv kir ku piştî 11 salên mamostetiya li sektora taybet ji bo perwerdehiya bi kurdî bibin Roznewbarê ava kirine û got: "Ji bo em nasnameya xwe û fikrên xwe yên kurdî ji her wextî bêtir bidin der, me biryar lê da ku em navendeke perwerdehiyê ya xwecihî ava bikin. Lewma me di sala 2016'an de ji bo wergirtina lîsansê serî li Wezareta Perwerdehî û Hînkariyê ya Îranê da. Piştî salekê tevî hemû astengiyan jî me sertîfîkaya Organîzasyona Zanistê wergirt. Li Îranê ji bo kesên li gor qanûn û rêziknameyên Komara Îslamî tevnagerin avakirina saziyeke perwerdheiyê û bi taybetî jî ji bo kurdan zehmet e."    ‘HAYA ME JI QIRKIRINA ÇANDÎ HEBÛ'   Abbasî anî ziman ku dewleta Îranê hem di dema Şah de hem jî di dema şerîatê de li hemberî kurdan polîtîkayeke asimilasyonê bi rê ve biriye û got: "Me xwest em li dijî asimilasyon û qirkirina çandî ya li dijî gelê kurd tiştinan bikin. Ji bo şagirtên kurd, nasnameya kurdî û fikra kurdî bên me xwest em tiştinan bikin. Me demeke dirêj bi rêyên ne fermî zarok perwerde kirin, lê paşê me xwest em vê di bin navê saziyeke fermî de bikin. Me di havîna 2017'an de saziya xwe bi awayekî fermî vekir û me ragihand ku zimanê wê kurdî ye."    ‘PIŞTÎ JÎNA'YÊ ZEXT ZÊDE BÛN'   Abbasî bilêv kir ku wan jî para xwe ji zextên li ser kurdan girtine û got: "Piştî ku me ragihand zimanê perwerdehiya me ya fermî kurdî ye, teşkîlatên ewlehiyê gef li me xwarin û ji bo em enstîtuyê bigirin bi ser me de hatin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî em jî daketin qadan û zextên li ser me zêde bûn. Piştî şehîdkirina Jîna Emînî bi 5 rojan ez û ji malbata min 3 kes hatin girtin û piştî 3 mehan 6 sal û 4 meh ceza li min hat birîn, lê cezayê min taloq kirin. Lê min kêfaret da."    ‘QIRKIRIN'   Farîdeh Weîsî jî ragihand ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dawî li karê bi dehan hîndekarên kurd ên li zanîngehan hatiye dayîn û got: "Piştî şoreşa Jîna Emînî zext zêde bûn. Bi dehan mamosteyên zanîngehan hatin qewirandin û saziyên perwerdehiya bi kurdî didan hatin girtin. Ev jî nîşan dide ku hikûmet ji zextê pêvtir tu bersivekê nade daxwazên rewa yên kurdan. Li Rojhilat û Bakur û bi giştî li hemû beşên Kurdistanê bi taybetî di warê ziman û çandê de qirkirineke mezin heye li ser kurdan. Li Rojhilatê gelek kes û hin partî li dijî vê polîtîkayê rabûn. Em hêvî dikin ku dê gelê kurd bi berxwedanê û têkoşînê mafên xwe bi dest bixe."    ‘KURD DIKARIN PÊŞÎ LI QIRKIRINÊ BIGIRIN'   Weîsî bilêv kir ku li her çar beşên Kurdistanê li ser kurdan asimilasiyoneke zêde heye û got: "Enstîtuyê girtin, lê belê em xebatên xwe bi awayekî didin didomînin. Banga me ji bo gelê kurd ev e ku em yekitiya xwe û tifaqa xwe di ser her tiştî re bigirin û hînî xwendin-nivîsandina bi kurdî bibin û kurdî hînî zarokên xwe bikin. Kurdî nasnameya me ye. Ger em li hemû beşan bibin yek, em ê karibin pêşî li vê qirkirinê bigirin."   MA / Bêrîvan Kûtlû