'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'

img

WAN - Rojnamevan Îkram Balekanî peymana ji bo bêçekkirina partiyên kurd ên ji Rojhilat nirxand û got ku divê partiyên kurd li dijî tesfiyekirinê, bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin. 

 
Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Bilind a Îranê û Musteşarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê, di 19'ê adarê de bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Es-Sûdanî civînek çêkirin. Di civînê de protokola ku partiyên Rojhilat dawî li kar û barên xwe yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bînin hat îmzekirin. Di vê peymanê de biryar hat girtin ku partiyên li herêma Rojhilat bên bêçekkirin. Di çarçoveya peymanê de heya 19'ê îlona 2023'yan muhlet dan partiyên kurd ku çekên xwe radest bikin û tevî malbatên xwe derbasî kampên li Hewlêr û Silêmaniyeyê bibin. Serfermandarê Îranê Mûhammed Bakirî gef li van partiyan xwar ku ger heya îlonê çekên xwe daneynin, dê kampaên li Herêma Federe ya Kurdistanê yên partiyên kurd ên ji Rojhilat hîn bêtir hedef bigirin. 
 
Komeleyê, piştî ku peyman bi raya giştî re hat parvekirin daxuyand ku dê teslîm nebin û dê bersiva êrişan bidin. Partiya Kurdistan a Demokratîk li Îranê (PDK-Î), daxuyand ku PDK a li Herêma Federe ya Kurdistanê qedexeya daxuyaniyê daniye ber wan. Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK) jî daxuyand ku Îranê zextên xwe zêde kirine. PJAK'ê jî ragihand ku dê peymanê qebûl nekin. 
 
Rojnamevan Îkram Balekanî peymana navbirî nirxand. 
 
BÊBEXTIYA MALBATA BARZANÎ
 
Balekanî destnîşan kir ku partiyên kurd ên muxalif ên Îranê her tim doza azadiyê dikin û wiha got: "Piştî Komara Kurdistanê ya Mahabadê, bi pêşengiya Qazî Mihemed fikreke azadiyê heye. Ji wê rojê heya niha çendî rê û rêbaz cuda bin jî ji bo azadî û têkoşîn her tim berxwedan hebû. Kesên dibêjin ew pêşengên şoreşê ne du caran sekte li berxwedana li herêma Rojhilatê xistin. Xiyanet li bîranîna Qazî Mihemed hat kirin. Gava Mele Mistefa ji Yekitiya Sovyetê vegeriya, bi Şahê Îranê re li hev kir û şoreşgerên ji Komara Mahabadê mayî tesfiye kir. Wî Silêman Moînî kuşt û cenazeyê wî radestî Îranê kir. Piştî şoreşa îslamî ya Îranê piraniya Rojhilat kes destê şoreşgerên kurd, lê vê car jî bi pêşengiya Mesûd Barzanî, bi şirîkatiya bi dewleta îslamê re li hemberî kurdan şer kirin." 
 
Balekanî diyar kir ku piştî ku pêşengên şoreşa Rojhilat jiyana xwe ji dest dane, partiyên li herêmê bi awayekî muhtacî malbata Barzanî hatine kirin û ev tişt anî ziman: "Bêçekbûn li PAK, Komele, PDK-Î hat ferzkirin û ew li kampan bi cih kirin. Niha jî Îran dibêje, 'divê ev partî bêçek bên hiştin', lê ev ne rast e. Jixwe ev partî bi salan e bêçek in û çalakiyeke çekdarî nakin. Bi çekên xwe tenê kampên xwe diparêzin, hemû li kampan zewicîn, zarokên wan çêbûn. Têkoşîneke wan a çekdarî tune ye. Lê Îran dixwaze çekên wan ên ji bo xweperastinê jî ji wan bistîne." 
 
'DIXWAZIN SER BÊBEXTIYÊ BIGIRIN'
 
Bi domdarî Balekanî bilêv kir ku daxuyaniyên Îranê dane didin der ku di warê leşkerî û îstixbaratê de tevkariyek bi rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê re heye. Balekanî destnîşan kir ku karbidestê Mesûd Barzanî Rêber Ahmed, li ser navê Mesûd Barzanî çû Îranê û xwestiye wekî ev peyman bi dewleta Iraqê re hatibe çêkirin nîşan bide û wiha domand: "Xwestin nîşan bidin ku wekî Iraqê peyman îmze kiriye nîşan bidin. Lê belê Îranê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku sê aliyên vê peymanê hene. Lê bûyer bi daxuyaniyên nû yên Îranê re car din bû rojev. Sedema ku bi salan e tê xwestin ev partî radestî Îranê bên kirin, bi dînamîkên Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Malbata Barzanî, partiyê Rojhilatê bi kar dianî û ji Erebistana Siûdî pere distend. Piraniya van pereyan ji malbata Barzanî re diçû û qismeke biçûk jî ji van partiyan re. Paşê Îran û Erebistana Siûdî biryar dan ku tekariyê bikin û Îranê xwest Erebistana Siûdî bes van pereyan bide. Erebistanê jî şert qebûl kirine û piştî vê malbata Barzanî jî fêm kir ku dê partiyên kurd jê re bibin bar û dest ji wan berda." 
 
‘ROJHILAT NE BÊ ALTERNATÎF E'
 
Di berdewamê de Balekanî bilêv kir ku divê bi tesfiyekirina van partiyan re gelê Rojhilat bêhêvî nebe û wiha pê de çû: "Partiyên Rojhilat tenê ne PAK, Komele, PDK'î ne. Li Rojhilatê ya herî bihêz û ji bo çalakiyan amade KODAR û PJAK a girêdayî wê ye û rêxistinên ciwan û jinan HPJ û YRK ne. Ev partî hêviya azadiyê ya gelê Rojhilat in. Gelê me ne muhtacî kampan û dewleta Başûr e û ew nikarin çarenûsa gel diyar bikin. Ger Komele, PAK û PDK-Î, bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin dê kes nikaribe wan radestî Îranê bike." 
 
Balekanî got ku tekane çare ew e ku Partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqeke çêbikin. 
 
MA / Berîvan Kûtlû

Sernavên din

02/09/2023
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!
09:03 Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
09:02 ‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye'
09:01 Li Feraşînê ne aramî lê dorpêç heye!
09:01 'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:16 Li mala ku bi çekên giran hat guleberankirin 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31/08/2023
19:05 Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê
16:48 Ji Malbata Şenyaşar re dîsa gotin: Wezîr ne li vir e!
15:39 Li Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî xist: Rewşa zarokî giran e
15:32 Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can hat binçavkirin
15:20 Li Mêrdînê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15:00 Zema dê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê were kirin diyar bû
14:51 KESK: Em li dijî TÎS’ê têbikoşin
14:24 ‘Em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan’
14:10 Turan li bajarê xwe bi girseyî hate oxirkirin
13:37 Li Wanê ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:36 Li Meletiyê êrişî karkeran hat kirin: 3 karker birîndar bûn
13:22 Çîrokên windakiriyan li kolanên Stenbolê ne
12:58 Li Datçayê erdhej çêbû
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:54 Ji bo rojnamegerên girtî qertên 1’ê Îlonê hatin şandin
12:10 Di encama êrişên mehek dawî de li ser Eyn Îsayê: 4 kes hatin kuştin
12:09 Endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onen hat binçavkirin
11:43 ‘Heya aştî were em ê têbikoşin’
11:19 Unsal ji Partiya DEVA’yê îstîfa kir
11:13 Şêniyên Taxa Febrîqeyê: Qeyûm bi darê zorê malên me diherifîne
11:02 Încî: Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê weke qadek siyasî tevdigere
11:01 Demîr: Em ê plana îmarê ya qeyûmê Êlihê bibin Dadgeha Îdareyê
10:29 Jin naxwazin Asim Sûltanoglû li Rihayê be!
10:15 Parêzer Çakas: Li hundir û li derve mirov tên zindanîkirin
09:59 Cenazeyê Turan ji bo definkirinê dibin Mêrdînê
09:51 Cotkarên ku garis çandine: Heke çareserî neyê peydakirin em ê dest ji cotkariyê berdin
09:50 Derheqê Kurdistana Sor de belgeyeke nû: Çavdêriyên Pçelîna
09:06 Dayikên Aştiyê: Li Rojhilata Navîn mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e
09:05 Di 64 saliya xwe de hînî xwendin û nivîsandina kurdî bû: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:04 Avahiya pirxesardîtî nayê hilweşandin!
09:04 Ji ciwanan tûrnûvaya fûtbolê: Roja dawî 3'yê Îlonê ye
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê da ber firotinê
09:02 Ji baregehên leşkeriyê re rêyên asfaltkirî, ji gel re jî rêyên xerabe!
09:02 Ehmed Xoceyê PYD'î: Şoreşa Rojava destkêftiyên kurdan mîsoger dike
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:24 Li gundê Çamîlî operasyona leşkerî: Xaniyek hat gulebarankirin
00:27 Cenazeyê Tûran ê bi saetan hat sekinandin gihîşt Amedê
30/08/2023
16:35 Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ didome: Bi dehan DAIŞ’î û tiryakfiroş hatin girtin
16:19 Malbata Turan cenaze wergirt û ber bi Mêrdînê ve bi rê ket
16:01 Li Îranê aktîvîstên hatin girtin bi tacîzê re rû bi rû man e
15:27 Hunermendê ku ferzkirina dersokê protesto kirî hate girtin
15:10 Girtiyê nexweş Ormanli hate berdan
13:41 Til Temir bi çekên giran hate bombebarankirin
12:34 Rapora 'pêwîstî bi taloqkirina ceza nîne' dane Turan ê jiyana xwe ji dest da
11:46 Jinan banga 1'ê Îlonê kir: Em biherikin Qada Îstasyonê
11:45 Hunermendê li dijî ferzkirina girêdana dersokê derketî hate binçavkirin
11:40 Dadgeha Îranê cezayê hepsê û qamçiyan li 5 welatiyên kurd birî