'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin' 2023-09-01 09:34:21 WAN - Rojnamevan Îkram Balekanî peymana ji bo bêçekkirina partiyên kurd ên ji Rojhilat nirxand û got ku divê partiyên kurd li dijî tesfiyekirinê, bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin.    Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Bilind a Îranê û Musteşarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê, di 19'ê adarê de bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Es-Sûdanî civînek çêkirin. Di civînê de protokola ku partiyên Rojhilat dawî li kar û barên xwe yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bînin hat îmzekirin. Di vê peymanê de biryar hat girtin ku partiyên li herêma Rojhilat bên bêçekkirin. Di çarçoveya peymanê de heya 19'ê îlona 2023'yan muhlet dan partiyên kurd ku çekên xwe radest bikin û tevî malbatên xwe derbasî kampên li Hewlêr û Silêmaniyeyê bibin. Serfermandarê Îranê Mûhammed Bakirî gef li van partiyan xwar ku ger heya îlonê çekên xwe daneynin, dê kampaên li Herêma Federe ya Kurdistanê yên partiyên kurd ên ji Rojhilat hîn bêtir hedef bigirin.    Komeleyê, piştî ku peyman bi raya giştî re hat parvekirin daxuyand ku dê teslîm nebin û dê bersiva êrişan bidin. Partiya Kurdistan a Demokratîk li Îranê (PDK-Î), daxuyand ku PDK a li Herêma Federe ya Kurdistanê qedexeya daxuyaniyê daniye ber wan. Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK) jî daxuyand ku Îranê zextên xwe zêde kirine. PJAK'ê jî ragihand ku dê peymanê qebûl nekin.    Rojnamevan Îkram Balekanî peymana navbirî nirxand.    BÊBEXTIYA MALBATA BARZANÎ   Balekanî destnîşan kir ku partiyên kurd ên muxalif ên Îranê her tim doza azadiyê dikin û wiha got: "Piştî Komara Kurdistanê ya Mahabadê, bi pêşengiya Qazî Mihemed fikreke azadiyê heye. Ji wê rojê heya niha çendî rê û rêbaz cuda bin jî ji bo azadî û têkoşîn her tim berxwedan hebû. Kesên dibêjin ew pêşengên şoreşê ne du caran sekte li berxwedana li herêma Rojhilatê xistin. Xiyanet li bîranîna Qazî Mihemed hat kirin. Gava Mele Mistefa ji Yekitiya Sovyetê vegeriya, bi Şahê Îranê re li hev kir û şoreşgerên ji Komara Mahabadê mayî tesfiye kir. Wî Silêman Moînî kuşt û cenazeyê wî radestî Îranê kir. Piştî şoreşa îslamî ya Îranê piraniya Rojhilat kes destê şoreşgerên kurd, lê vê car jî bi pêşengiya Mesûd Barzanî, bi şirîkatiya bi dewleta îslamê re li hemberî kurdan şer kirin."    Balekanî diyar kir ku piştî ku pêşengên şoreşa Rojhilat jiyana xwe ji dest dane, partiyên li herêmê bi awayekî muhtacî malbata Barzanî hatine kirin û ev tişt anî ziman: "Bêçekbûn li PAK, Komele, PDK-Î hat ferzkirin û ew li kampan bi cih kirin. Niha jî Îran dibêje, 'divê ev partî bêçek bên hiştin', lê ev ne rast e. Jixwe ev partî bi salan e bêçek in û çalakiyeke çekdarî nakin. Bi çekên xwe tenê kampên xwe diparêzin, hemû li kampan zewicîn, zarokên wan çêbûn. Têkoşîneke wan a çekdarî tune ye. Lê Îran dixwaze çekên wan ên ji bo xweperastinê jî ji wan bistîne."    'DIXWAZIN SER BÊBEXTIYÊ BIGIRIN'   Bi domdarî Balekanî bilêv kir ku daxuyaniyên Îranê dane didin der ku di warê leşkerî û îstixbaratê de tevkariyek bi rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê re heye. Balekanî destnîşan kir ku karbidestê Mesûd Barzanî Rêber Ahmed, li ser navê Mesûd Barzanî çû Îranê û xwestiye wekî ev peyman bi dewleta Iraqê re hatibe çêkirin nîşan bide û wiha domand: "Xwestin nîşan bidin ku wekî Iraqê peyman îmze kiriye nîşan bidin. Lê belê Îranê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku sê aliyên vê peymanê hene. Lê bûyer bi daxuyaniyên nû yên Îranê re car din bû rojev. Sedema ku bi salan e tê xwestin ev partî radestî Îranê bên kirin, bi dînamîkên Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Malbata Barzanî, partiyê Rojhilatê bi kar dianî û ji Erebistana Siûdî pere distend. Piraniya van pereyan ji malbata Barzanî re diçû û qismeke biçûk jî ji van partiyan re. Paşê Îran û Erebistana Siûdî biryar dan ku tekariyê bikin û Îranê xwest Erebistana Siûdî bes van pereyan bide. Erebistanê jî şert qebûl kirine û piştî vê malbata Barzanî jî fêm kir ku dê partiyên kurd jê re bibin bar û dest ji wan berda."    ‘ROJHILAT NE BÊ ALTERNATÎF E'   Di berdewamê de Balekanî bilêv kir ku divê bi tesfiyekirina van partiyan re gelê Rojhilat bêhêvî nebe û wiha pê de çû: "Partiyên Rojhilat tenê ne PAK, Komele, PDK'î ne. Li Rojhilatê ya herî bihêz û ji bo çalakiyan amade KODAR û PJAK a girêdayî wê ye û rêxistinên ciwan û jinan HPJ û YRK ne. Ev partî hêviya azadiyê ya gelê Rojhilat in. Gelê me ne muhtacî kampan û dewleta Başûr e û ew nikarin çarenûsa gel diyar bikin. Ger Komele, PAK û PDK-Î, bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin dê kes nikaribe wan radestî Îranê bike."    Balekanî got ku tekane çare ew e ku Partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqeke çêbikin.    MA / Berîvan Kûtlû