Rapora ‘guleya ketiye hewadariyê’: Tevî giliyan jî tu kirarî nehatin destpêkirin

  • rojane
  • 15:01 28 Tebax 2023
  • |
img
AMED - OHD û Baroya Amedê têkildarî guleya ketiye hewadariya Kampûsa Girtîgehên Amedê rapor amade kir û di raporê de hat diyarkirin ku beriya niha jî rewşên bi heman rengî qewimîne û tevî giliyan jî tu kirariyek nehatiye destpêkirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê û Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê têkildarî guleya ketiye hewadariya Kampusa Girtîgehan a Amedê raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku di navbera 7 û 22’yê tebaxê de bi girtiyan re hevdîtin hatiye kirin. 
 
DOZGER Û MIDÛR TU KIRARÎ NEDAN DESTPÊKIRIN 
 
Di raporê de hevdîtina bi girtî A.G. re hatiye kirin cih girt ku dema di 6’ê tebaxê de li cihê hewadariyê ya Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind Amedê gule lê ketibû. Di raporê de hat diyarkirin ku di roja bûyerê saet derdora 16.30’an de dema A.G. li hewadariyê rûdinişt, guleyeke ku nehat zanîn ji ku de hatiye li pişta wî ket û ev agahî hatin dayîn: “Ji ber vê guleyê, gurçila wî ya rastê werimî û sor bû. A.G. piştre sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl hate kirin. Qederê 4 saet piştî bûyerê polîsên ji Qereqolê Huzurê hatin, îfadeyê A.G. girtin. A.G. ji ber vê bûyerê gilî kir. Di saetên bûyerên de girtiyên din jî gelek deng bihîstin. Hat zanîn ku beriya vê bûyerê jî gule ketine cihê hewadariyê. Hat gotin ku tevî jê re hatiye ragihandin jî ne dozgerê girtîgehê û ne jî midûr têkildarî vê bûyerê tu kirarî nedane destpêkirin.” 
 
BERSIVA 'GULEYA MAGANDA YE’
 
Bi domdarî di raporê de hevdîtina bi girtî E.K. re hatiye kirin ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin re hate parvekirin. Li gorî raporê, agahiyên E.K. dayîn wiha ne: “Da zanîn ku bi girtiyên bi navên S.Ç. , H.Î. , B.U. , G.E.  û S.A. li qawîşa A-9’ê dimîne, di 21’3e tebaxa 2023’yan saet derdora 20:00’an, demekî kin beriya hejmartinê gelek dengên çekan bihîstine, di vê navberê de teqereq ji hewadariyê hatiye lê belê ji ber ku derî girtîbûn nedîtin ka sedema wê çi ye, serê sibehê saet di navbera 6.05 - 10’ê de personelan deriyê hewadariyê vekirine, dema girtiyê bi navê S.Ç. li cihê hewadariyê dimeşiya, li cihê dikeve bin kameraya hewadariyê li erdê cismek dîtiye û dema lê nihêrtî zanî ku gule ye, piştî ku girtiyên din ên li qawîşê hişyar bûn ew jî ji mijarê haydar bûne, saet derdora 7.30’an de girtiyên li odeyê agahî dane karmendên girtîgehê. E.K. da zanîn ku girtiyan xwestin têkildarî mijarê bi rêveberiya girtîgehê û dozger re hevdîtinê bikin lê belê bi wan re tu hevdîtin nehatine kirin, memûrê girtîgehê ku weke cîgirê serkarmendê rêveberiya girtîgehê tê zanîn ji wan re gotiye ku mijareke girîng nîne û ji wan re gotiye; ‘Weke ku hûn jî dizanin ev der Amed e. Li derdorê gelek maganda hene. Guleyan li derdorê direşînin.’” 
 
‘MECBÛR IN KU TEVDÎRAN BIGIRIN’
 
Di beşa nirxandinê ya raporê de jî ev tişt hatin parvekirin: “Ji bo parastina mafê jiyanê yê girtiyan mecbûr in ku her cureyên tevdîran bên girtin. Hem di demên cuda de bi çekê birîndarkirina girtiyên ku ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin û hem jî ev bûyera guleyê nîşan dide ku di mijara berpirsyartiya ewlehiya hundir û derve de pirsgirêk hene. Ji bo parastina mafê jiyanê û mafê cihê hewînê ya biewle, divê hemû tevdîrên ewlehiyê bên girtin û jiyana girtiyan bê mîsogerkirin. Di vê mijarê de berpirsyartiya Wezareta Dadê heye û divê tevdîrên pêwîst bigire.” 
 
DAXWAZA LÊPIRSÎNÊ
 
Di beşa encamê ya raporê de jî ev tişt hatin gotin: “Em dixwazin têkildarî bûyerê lêpirsîn were destpêkirin. Divê lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin bi awayekî bibandor bê meşandin, ji bo tespîtkirina faîlan fealiyetên darazê bên meşandin û ji ber ku ji bo mafên hewîna biewle û jiyanê yên girtiyên li Kampûsa Girtîgehên Amedê tevdîrên pêwîst nehatine girtin, divê lêpirsîna edlî û îdarî were destpêkirin.” 
 

Sernavên din

30/08/2023
11:34 Berteka li dijî projeya wezaretê: Divê Girtîgeha Amedê weke ‘mekana hafizeyê’ bimîne
11:14 Kirkazak: Divê li dijî Lozanê peymaneke civakî were çêkirin
11:11 Parêzeran serî li CPT'yê dan: Dibe sibê dereng be, bi lez û bez serdana Îmraliyê bike
10:54 Baran: Heke paradîgmaya Ocalan di hiş û jiyana me de be wê tecrîd pûç bibe
10:54 Li Gabonê leşkeran dest danîn ser rêveberiya welêt
10:37 Girtiyê nexweş Şakîr Turan jiyana xwe ji dest da
10:21 Altan: Çareserkirina meseleya kurd hevtayê komara demokratîk e
10:14 Şaredarê AKP'yî ku hatiye tayînkirin şaredariyê xistiye bin deynan
09:53 Bi Emîne Şenyaşar re rojek: Di her kêliya jiyana wan de edalet heye
09:40 Banga ji bo rakirina tecrîdê: Her kes berpirsiyar e
09:19 Bi awayekî kelemçekirî birin nexweşxaneyê lê nehat dermankirin
09:18 Ji ber navê dozger der barê parêzer Aktar de îdianame hat amadekirin
09:02 Teqemeniyên di çêkirina avahiyan de tên bikaranîn dibin cihê xetereyeke mezin!
09:02 'Tirkiye ji PDK'ê xwestiye ku şerê li hemberî PKK'ê bi awayekî fermî îlan bike'
09:01 'Hişmendiya tunehesibandina kurdî ev sed sal in neguheriye"
09:00 ROJEVA 30’YÊ TEBAXA 2023’YAN
29/08/2023
21:57 Leşkerek mir
20:02 Ji koçerên li Farqînê hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
18:09 Li herêma Omeriyan operasyona leşkerî
17:26 Cenazeyê Koç nedan malbatê
16:52 TIR a wergeriyayî Rêya Armûşê ji trafîkê re girt
16:47 Wezîrê Dadê nexwest bi Emîne Şenyaşar re hevdîtinê bike
16:22 Rêxistinên elewiyan bertek nîşanî ‘pîrên mûçe werdigirin’ dan
16:04 Cezakirina Celalettîn Can hat şermezarkirin
15:56 Bi hinceta ‘navê te di nûçeyê de derbas bûye’ doz li rojnameger Çelîk hate vekirin!
15:25 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansa mezin amade dike
15:17 Li Amedê civîna jinan: Em ê tecrîdê rakin û jiyana xwe azad bikin
14:36 UNESCO'yê sûr û Baxçeyên Hewselê hilda lîsteya 'Mîrateyên di Xetereyê de'
14:35 Kesê li Îzmîrê destdirêjî li zarokê kirî hate girtin
13:04 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şerayê kir
13:03 Dewleta tirk û komên paramîlîter demografyaya Girê Spî diguherînin
12:35 Dê qertên 1'ê Îlonê bo rojnamegerên girtî bên şandin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li bajarên Serhedê dê baraneke zêde bibare
10:50 Banga ji bo mitînga 1'ê Îlonê: Em li dijî şer dakevin qadan
10:30 Alîgirên Amedsporê hatin berdan
10:25 Li ser daxwaza RTUK’ê VOA Turkçe hate astengkirin
10:00 Karataş: Divê zimanê kurdî ne tenê di qada tenduristiyê de lê di hemû qadan de hebe
09:37 Rojnamevan Zal: Tirkiye bi siyaseta şantajê dixwaze tawîzan bide
09:36 Li dijî şerê taybet li qadan e: Jiyaneke azad a ku em bi dest bixin heye
09:15 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:01 Têkoşîna li dijî tecrîdê: Rêya demokratîkbûnê ji Îmraliyê re derbas dibe
09:01 Li Qerejdaxê hem cotkar hem jî karker bi gilî û gazinc in
09:01 Findiq di biniya fiyetê diyarkirî re tên firotin
09:01 Wan ji bo sala perwerdehiyê ya nû ne amade ye
09:00 'Kurd li Efrînê nikarin bi kurdî biaxivin'
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2023’YAN
28/08/2023
23:15 Êrişên Tirkiyeyê yên li Biradostê didomin
22:14 Li Silopiyayê dê li dijî şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê bê lidarxistin
18:18 Avahiya Şaredariya Cizîrê ya berê hat hilweşandin
16:44 Çalakiya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Wezareta Dadê di roja 33’yan de didome
16:39 Ji bo zimanê kurdî li E-Reçetemê were zêdekirin pêşnûmepirsa komî hate dayîn
16:25 Piştgirên Amedsporê sewqî edliyeyê kirin
15:53 Daxuyaniya 193 rewşenbîran a têkildarî Doza Kobanê: Derhiqûqî ye û em li dijin
15:31 Komkujiya Roboskê di meha 140’an de ye: Heta hesab neyê dayîn hevhelalkirin nabe
15:05 DAD: Em banga dikin ku kesên hewl didin elewîtiyê tune bikin bên teşhîrkirin
15:01 Rapora ‘guleya ketiye hewadariyê’: Tevî giliyan jî tu kirarî nehatin destpêkirin
14:31 ÎHD: Tehliyeya 313 girtiyan hate astengkirin, bila rêzikname bê betalkirin
13:54 Iraq û Îranê li ser girtina baregehên hêzên Rojhilat ên li Başûr lihev kirin
13:12 Li Dara Hênê ji bo baregeha leşkerî dar tên talankirin
13:10 Hewldana 78'an bertek nîşanî cezayê li Can hatiye birîn da
12:48 DBP'a Êlihê dest bi amadekariyên kongreyê kir: Werin em bi hev re vê pêvajoyê bihûnin
12:18 Operasyona li dijî DAIŞ’ê: Ketin û derketina 3 bajaran hate qedexekirin
12:17 Li Bursayê mirina zarokekî ya biguman
12:01 Xemsarî bû sedema mirina zarokekê
11:15 Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê kir
10:33 Konferansa 'Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve' di 3’yê îlonê de tê lidarxistin
10:01 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ozcan: Em ê tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin
09:02 Xwebûn bi manşeta 'Aştî Nefesa Gelan e' derket
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:55 Leşkerek hate kuştin
08:54 Li 7 bajaran dê baraneke zêde bibare
08:22 HSD’ê li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin
27/08/2023
23:44 Amedsporê bi 2-0'an dest bi lîgê kir
21:22 Tanrikulu bersiv da Koca: Di pergala e-reçete ya min de kurdî tunebe nayê qebûlkirin
21:08 SÎHA'yê li Silêmaniyê êrişî wesayîtekê kir
20:23 Li 13 gund û mezrayên Farqînê 3 roj in ceyran hatiye birîn
19:18 Ciwanan li seyranê bal kişandin ser polîtîkayên şerên taybet
17:02 Şandeya li Farqînê lêkolîn kirî: Êriş li dijî sivîlan hatiye kirin
16:13 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê bi gel re civiya
15:57 Xwarinê nadin koçerên hatine binçavkirin
15:56 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
15:32 Salvegera wefata Ebrû Tîmtîkê: Heta dawiyê li ber xwe da
15:23 Baroya Şirnexê: Divê tavilê zimanê kurdî li E-REÇETEM’ê were zêdekirin
15:02 Keskîn Bayindir: Heta tecrîd neyê şikandin aştî mimkin nîne
14:10 Ozcan û Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê
13:32 Ozcan: Em ê hemû astengiyan ji holê rakin
Kirkazak: Bila tirsa we ya li hemberî me bidome
13:31 Cenazeyên 3 kesên li Farqînê jiyana xwe ji dest dayîn anîn ATK'ê
13:14 Ji MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd xebateke nû: Kargeha Nivîskariya Afirîner
10:38 Ciwanên li dijî şerê taybet in: Ji ewil avakirina zîhniyetê
10:28 Kongreya HDP’ê: Divê kesên serî li tecrîdê didin bizanin ku nikarin rêya çareseriyê bixitimînin
10:06 Ozturk ê 30 salan girtî ma: Heke astengî bên rakirin pirsgirêk dikare di 6 mehan de bê çareserkirin
09:26 KNK: Şêweyê pêşwazîkirina Fîdan a li Hewlêrê cihê şermê ye
09:07 Sayin ê ji girtîgehê derket: Li zindanan berxwedaneke dîrokî heye
09:07 Eleqeyeke zêde ji bo 30'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter heye
09:03 Turkdogan: Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 Germavên Zumrûdê dan Şaredarê AKP'î!
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2023’YAN
26/08/2023
22:26 Ji jinên şengalî ji bo Abdullah Ocalan 100 name
22:22 Li Îranê di meha Tebaxê de 25 jin hatin qetilkirin