Rapora ‘guleya ketiye hewadariyê’: Tevî giliyan jî tu kirarî nehatin destpêkirin 2023-08-28 15:01:00   AMED - OHD û Baroya Amedê têkildarî guleya ketiye hewadariya Kampûsa Girtîgehên Amedê rapor amade kir û di raporê de hat diyarkirin ku beriya niha jî rewşên bi heman rengî qewimîne û tevî giliyan jî tu kirariyek nehatiye destpêkirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê û Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê têkildarî guleya ketiye hewadariya Kampusa Girtîgehan a Amedê raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku di navbera 7 û 22’yê tebaxê de bi girtiyan re hevdîtin hatiye kirin.    DOZGER Û MIDÛR TU KIRARÎ NEDAN DESTPÊKIRIN    Di raporê de hevdîtina bi girtî A.G. re hatiye kirin cih girt ku dema di 6’ê tebaxê de li cihê hewadariyê ya Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind Amedê gule lê ketibû. Di raporê de hat diyarkirin ku di roja bûyerê saet derdora 16.30’an de dema A.G. li hewadariyê rûdinişt, guleyeke ku nehat zanîn ji ku de hatiye li pişta wî ket û ev agahî hatin dayîn: “Ji ber vê guleyê, gurçila wî ya rastê werimî û sor bû. A.G. piştre sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl hate kirin. Qederê 4 saet piştî bûyerê polîsên ji Qereqolê Huzurê hatin, îfadeyê A.G. girtin. A.G. ji ber vê bûyerê gilî kir. Di saetên bûyerên de girtiyên din jî gelek deng bihîstin. Hat zanîn ku beriya vê bûyerê jî gule ketine cihê hewadariyê. Hat gotin ku tevî jê re hatiye ragihandin jî ne dozgerê girtîgehê û ne jî midûr têkildarî vê bûyerê tu kirarî nedane destpêkirin.”    BERSIVA 'GULEYA MAGANDA YE’   Bi domdarî di raporê de hevdîtina bi girtî E.K. re hatiye kirin ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin re hate parvekirin. Li gorî raporê, agahiyên E.K. dayîn wiha ne: “Da zanîn ku bi girtiyên bi navên S.Ç. , H.Î. , B.U. , G.E.  û S.A. li qawîşa A-9’ê dimîne, di 21’3e tebaxa 2023’yan saet derdora 20:00’an, demekî kin beriya hejmartinê gelek dengên çekan bihîstine, di vê navberê de teqereq ji hewadariyê hatiye lê belê ji ber ku derî girtîbûn nedîtin ka sedema wê çi ye, serê sibehê saet di navbera 6.05 - 10’ê de personelan deriyê hewadariyê vekirine, dema girtiyê bi navê S.Ç. li cihê hewadariyê dimeşiya, li cihê dikeve bin kameraya hewadariyê li erdê cismek dîtiye û dema lê nihêrtî zanî ku gule ye, piştî ku girtiyên din ên li qawîşê hişyar bûn ew jî ji mijarê haydar bûne, saet derdora 7.30’an de girtiyên li odeyê agahî dane karmendên girtîgehê. E.K. da zanîn ku girtiyan xwestin têkildarî mijarê bi rêveberiya girtîgehê û dozger re hevdîtinê bikin lê belê bi wan re tu hevdîtin nehatine kirin, memûrê girtîgehê ku weke cîgirê serkarmendê rêveberiya girtîgehê tê zanîn ji wan re gotiye ku mijareke girîng nîne û ji wan re gotiye; ‘Weke ku hûn jî dizanin ev der Amed e. Li derdorê gelek maganda hene. Guleyan li derdorê direşînin.’”    ‘MECBÛR IN KU TEVDÎRAN BIGIRIN’   Di beşa nirxandinê ya raporê de jî ev tişt hatin parvekirin: “Ji bo parastina mafê jiyanê yê girtiyan mecbûr in ku her cureyên tevdîran bên girtin. Hem di demên cuda de bi çekê birîndarkirina girtiyên ku ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin û hem jî ev bûyera guleyê nîşan dide ku di mijara berpirsyartiya ewlehiya hundir û derve de pirsgirêk hene. Ji bo parastina mafê jiyanê û mafê cihê hewînê ya biewle, divê hemû tevdîrên ewlehiyê bên girtin û jiyana girtiyan bê mîsogerkirin. Di vê mijarê de berpirsyartiya Wezareta Dadê heye û divê tevdîrên pêwîst bigire.”    DAXWAZA LÊPIRSÎNÊ   Di beşa encamê ya raporê de jî ev tişt hatin gotin: “Em dixwazin têkildarî bûyerê lêpirsîn were destpêkirin. Divê lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin bi awayekî bibandor bê meşandin, ji bo tespîtkirina faîlan fealiyetên darazê bên meşandin û ji ber ku ji bo mafên hewîna biewle û jiyanê yên girtiyên li Kampûsa Girtîgehên Amedê tevdîrên pêwîst nehatine girtin, divê lêpirsîna edlî û îdarî were destpêkirin.”