Serokê ÎHD’a Amedê Yilmaz: Tecrîd dibe sedema zêdekirina binpêkirinên mafan

  • rojane
  • 09:46 19 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê nû hat bijartin diyar kir ku binpêkirinên mafan ên diqewimin ji tecrîda li Îmraliyê qut nîne û îşkence û binpêkirina mafan tê rewakirin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Amedê ku li dijî binpêkirinên mafan û îşkenceyên giran ên li Kurdistanê ji bo maf û azadiyan têdikoşe, 17’emîn Civata xwe ya Giştî li dar xist. Parêzer Ercan Yilmaz ku di serdema nû de ji bo Serokatiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê hat hilbijartin, tabloya mafên mirovan a Tirkiyeyê û têkildarî xeta têkoşîna wan a mafên mirovan ji ajansa me re axivî. 
 
Ercan Yilmaz
 
‘TABLOYEK XERAB HEYE’ 
 
Yilmaz da zanîn ku Komara Tirkiyeyê ji roja hatiye damezrandina heta niha nebûye welatekî ku mafên mirovan were parastin û wiha got: "Helbet di heman demê de derdorên ku gavên demokratîkbûnê qismî lê hatine avêtin, pêvajoya lihevkirina bi Ewropayê re hene. Yekitî hatiye tecrubekirin û piçekî zêdetir li ser prensîba rêzgirtina mafên mirovan hatiye axaftin." Ercan bal kişand ser Rewşa Awarte (OHAL) a piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê û got: “Piştî darbeyê ku bi dû konsepta şer re pêk hat, li ser her kesekî bi sedan û hezaran binpêkirin hene. Mafên welatiyan di Destûra Bingehîn de hatine diyarkirin. Ji mafê jiyanê bigire heta xebatên sendîkayan, ji azadiya îfadeyê bigire heta prensîba rêzgirtina jiyana malbatê gelek binpêkirinên mafan hene. Ev tablo qet dilê meriv rehet nake. Tabloyek xerab heye.” 
 
‘MUXALEFET JÎ BERPIRSIYAR E’ 
 
Yilmaz diyar kir ku ne tenê hikûmet di heman demê de muxalefet jî berpirsyarê vê rewşê ye û got: “Mixabin dinîqaşên di çarçoveya maf û azadiyan de muxalefet jî bi qasî desthilatdariyê dikare gotinên neteweperestiyê pêş bixe. Di çarçoveya ewlekariya neteweyî de nêzî mafan dibin. Di vê mijarê de mafên mirovan li Tirkiyeyê ketiye pileya duyemîn. Sed korayî ku li Tirkiyeyê çanda mafên mirovan tune ye. Beşek mezin a civakê mexdûr bûye. Her tim mexdûr kurd û muxalîf in.” 
 
HIQÛQA TAYBET JI BO KURDISTANÊ
 
Yilmaz anî ziman ku li ser Kurdistanê qanûnek û hiqûqek taybet tê sepandin û wiha dewam kir: “Qanûna taybet a ku tê sepandin ji atmosfera siyasî qut nîn e. Ew wekî rêbazek tepisandinê tê bikaranîn. Hêmaneke din a pêşîgirtina li çalakiyên siyasî û azadiya derbirînê, rêbaza îşkence û muameleya xerab e. Bi taybetî li herêmên gundewarî ku zehmet e welatiyan bigihînin tu mekanîzmekê, em şahid in ku rastî îşkenceyên tund ên hêzên dewletê tên. Ji bo vê yekê gelek serlêdan ji bo komeleya me hene. Bi rastî em dibin şahid ku dewlet bi rêya hêzên xwe zextan li ser welatiyan dike û welatî ji ber nêrînên xwe yên siyasî tên cezakirin. Dema polîs û leşker van kiryaran dikin ceza li wan nayê birîn û lêpirsînên îdarî nayê destpêkirin û ev yek wan hê bêtir teşwîq dike. Ew dikarin heta ku li ser hin platformên medyaya dîjîtal parve jî bikin. Hed û hesabê îşkenceyê êdî tune ye. Îşkence ji hedê xwe derketiye.” 
 
‘DIVÊ DEMILDEST TECRÎD BÊ RAKIRIN’ 
 
Yilmaz bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Binpêkirinên mafên bingehîn ên ku zêde dibin ji tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qut nîn e.  Tişta ku em jê re dibêjin tecrîd, tecrîdkirina gelên li herêmê û qutkirina têkiliyên wan ên bi cîhana derve re ye. Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê ev demeke dirêj e nikarin bi malbatên xwe re têkiliyê deynin û nikarin ji van mafên xwe yên wekî mafê telefonê, muxatabiyê, hevdîtina malbatê û parêzeran sûdê werbigirin. Di hevdîtinên navbera heyeta dewletê û Ocalan de li Girava Îmraliyê di navbera salên 2013-15’an de agirbesteke bi temamî hebû. Nakokî çênebûn, cenaze nedihatin bajaran, lê piştî ku ev pêvajo têk çû, bi rastî li Tirkiyeyê veguherî rejîmeke zordest a otokratîk. Birêz Ocalan di civakê de xwedî nirxek giranbûha ye. Ev rewş îro hema hema ji aliyê hemû pêkhateyan ve, heta demekê ji aliyê rayedarên AKP’ê ve jî hate vegotin. Bi astengkirin û qedexekirina hevdîtinên li Îmraliyê re zext û şer dest pê kir. Em dixwazin êdî şer û pevçûn li ser vê erdnîgariyê bi dawî bibe û cihê xwe ji çareserî û aştiyê re berde. Ji bo aştî û çareseriyek mayînde jî were divê demildest tecrîda li ser Ocalan were rakirin.” 
 
 ‘EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYA XWE DERKEVIN’
 
Yilmaz ku got, “Têkoşîna mafên mirovan têkoşînek bênavber û bêwestan e” wiha dawî li axaftina xwe anî: “Komeleya me li ser kevneşopiya li dijî îşkence, darbeyan û binpêkirina mafên mirovan têkoşîna xwe domandiye heta roja me ya îro. Em ê jî li ser bingeh û kevneşopiya paratina mafên mirovan têkoşîna xwe bidomînin û em ê her xwedî li mîrateya raboriya xwe derkevin. Em ê li ber binpêkirinên mafan û îşkenceyê her rabin.” 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

23/08/2023
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan
16:14 Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir
15:50 Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e
15:34 Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin