'Efrîn bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan'

  • rojane
  • 09:01 19 Tebax 2023
  • |
img
RIHA - Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Îbrahîm Şêxo ku serdana Waliyê Hatayê Mûstafa Masatli ya ji bo Efrînê nirxand, got: "Efrîn niha bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan." 
 
Bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilataê Sûriyeyê, di 20'ê Çileya 2018'an de rastî êrişa Tirkiye û komên paramîlîter ên Tirkiye piştgiriya wan dike hat û di 18'ê Gulanê de jî ket bin kontrola komên selefî. Ji roja ku Efrîn ketiye destê van koman, ji revandina mirovan û kuştina mirovan bigire bûye warê her cure xirabiyan. Efrîn ku beriya êrişê ji sedî 90 serjimariya wê kurd bûn, niha demografiya wê hatiye guherandin û bi vê re şopên kurdan tên malaştin. Piştî ku ket destê Tirkiye û komên selefî, zêdetirî 300 hezar kes koçber bûn û li şûna wan ji Îdlîb, Hûmûs, Hama, Gûta, Lazkiye û Helebê malbatên komên selefî li vir hatin bicihkirin. Ji xeynî vê li dibistanan zimanê tirkî bû zimanê perwerdheiyê yê mecbûrî û navê cihan hatin guherandin û navê tirkî li wan hatin kirin. Herî dawî jî lewheyên ku navên kurdan ên bi kurdî-erebî hatin guherandin û li şûna wan navê erebî û tirkî hatin nivîsandin. 
 
5 sal di ser êrişê re derbas bûye, lê hê jî hêzên navneteweyî xwe li ber binpêkirinên mafan ên li Efrînê li bêdengiyê datînin. Herî dawî DYA'yê di 17'ê Tebaxa 2023'yan de ji ber sedemên wekî "revandin, fîdye-xeraç, destdirêjî û guherandina demografiyê" der barê komên paramîlîter Lîwaya Şah Silêman û Tueman Hemze yên Tirkiye piştgiriya wan dike, biryara mueyîdeyê girt. Lê roja ev biryar hat girtin Waliyê Hatayê Mûstafa Masatli û rêveberê ENKS'ê Abdulhekîm Beşar serdana Efrînê kirin. Lê belê têkildarî serdanê tu daxuyanî nehat belavkirin. 
 
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, serdana Waliyê Hatayê û rêveberê ENKS'ê û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li ber kirinên li Efrînê nirxand. 
 
Îbrahîm Şêxo
 
KIRINÊN TIRKIYEYÊ
 
Şêxo bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Efrînê û got: "Dagirkirina Efrînê 5 sal in bênavber didome. Revandina mirovan, destdirêjî, kuştin, girtin, desteserkirina xaniyên şêniyên bajêr û hwd. ji sala 2018'an ve bênavber didomin. Tirkiye wekî hêzeke dagirker li wir bi cih bû. Ji bo guherandina demografiyê çi ji destê wan hat kir." 
 
‘EFRÎN BI HATAYÊ VE HAT GIRÊDAN'
 
Şêxo ji bo serdana Waliyê Hatayê Mûstafa Masatli û Rêveberê ENKS'ê Abdulhekîm Beşar a Efrînê jî got: "Li her navçeyeke Efrînê kesekî girêdayî walî heye. Ev kes wekî cîgirên Waliyê Hatayê dixebitin. Hem leşkerî hem jî rêveberî di destê van kesan de ye. Li herêmê çi bê kirin bi pesendkirina van tê kirin. Ev kes xwe li ber sûcên çeteyan li nedîtinê datînin. Gava çete sûcekî bikin, rêveberên tirk dibêjin 'heqê wan e, ew bi Tirkiyeyê re tevgeriyan.' Efrîn niha bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan. Armanca serdana walî amadekirina zemîna vê yekê ye. Ji perwerdheiyê heya bi tenduristiyê hemû amadekariyên wan didomin." 
 
'ENKS JÎ ŞIRÎKÊ DAGIRKIRINÊ YE'
 
Şêxo têkildarî têkiliyên ENKS û Tirkiyeyê jî wiha got: "Ew jî şirîkê sûcên Tirkiye û komên paramîlîter e. Li gor armancên Tirkiyeyê tevdigerin. Dibêjin guherîna dmeografîk tune ye. Tu tiştekî ku kesên wekî Abdulhekîm Beşar bide efrîniyan tune ye. Tu tiştekî ku Beşar bide malbatên zarokên wan hatine revandin, kuştin û detsdirêjî wan hatiye kirin tune ye. Tu ferqa ENKS û Tirkiyeyê tune ye. Hemû şirîkê vî sûcî ne." 
 
Şêxo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya ji bo binpêkirinên mafan ên li Efrînê jî û got ku divê hêzên navneteweyî li ber van kirina deng derxînin û mueyîdeya DYA'yê ya ji bo kesekî du kesan ne çare ye, divê hemû kesên tiliya wan di dagirkeriyê de heye li dadgehên navneteweyî bên darizandin. 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

23/08/2023
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan
16:14 Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir
15:50 Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e
15:34 Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin