Çalagan: Em ê di di 8-9'ê îlonê de konferansa jinan li dar bixin

  • jin
  • 13:59 18 Tebax 2023
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ji bo piştevanî û rêxistinbûna jinan dê têkoşîna xwe mezin bikin û got: "Em ê di 20 û 30'yê tebaxê de jî li navçe û bajaran ji bo konferansê civînan li dar bixin û di 8-9'ê îlonê de jî konferansa xwe li dar bixin."
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan li avahiya Navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser mijarên di rojevê de. 
 
Çalagan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser salvegera tayînkirina qeyûman û got: "Bi tayînkirina qeyûman, hurmetê nîşanî vîna ku di sindoqan de derketî nedan, şaredarî hatin xespkirin û niha jî bêusulî û gendelî li şaredariyên ku hatin xespkirin didome. Bi dehan şaredarên me û endamên Meclisê hatin binçavkirin û girtin. Desthilatdara serdest a mêr polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinê dike îro jî bi destê qeyûman didomîne."
 
'EM Ê DEST JI DESTKEFTIYÊN XWE BERNEDIN’ 
 
Çalagan diyar kir ku ji sala 2016'an heta niha rejîma qeyûmê navendên ku ji hêla jinan ve hatin vekirin kir hedef û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro binêrin di 7 mehên dawiyê ya sala 2023'an de 227 jin hatin qetilkirin. Mirina 68 jinan wek 'mirina bi guman' derbasî qeydan bû. Di meha tîrmehê de jî 25 jin hatin qetilkirin. Ji wan 23 jin ji hêla mêrên ku pêre zewicandî ve hatin qetilkirin. Ev qetlîam tenê yên ku di çapemeniyê de derketine. Qetlîamên xwe roj bi roj zêde dibin, desthilatdar bi destê qeyûman stargehên jinan girt û rê li ber zêdebûna şîdetê vekir. Cihê ku hilberîn dihat kirin hatin girtin. Jinên ku li dijî şîdetê serî li mekanîzmayên parastinê didin hatin girtin. Agahiyên jinên ku bi şîdetê re rûbirû mane hatin aşkerakirin. Em carek din dibêjin ku jin dê têkoşîna xwe ya li hemberî rejîma qeyûm û polîtîkayên rant û talanê bidomîne. Em dev jî gelê xwe û destkeftiyên xwe bernadin." 
 
POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ JINAN 
 
Çalagan di civînê de wiha behsa şîdeta li hemberî Gultan Kişanak kir: "Piştî vegera ji cenazeyê xwişka xwe Gultan bi şîdetê re rûbirû ma. Ev tişt tê wateya hestên tolhildanê. Bi darbeya qeyûmê Gultan hat girtin. Gultana ku piştî merasîma cenazeyê birin Girtîgeha Xarpêtê bi muameleya xirab re rûbirû ma. Çend mesrefa rê dabe jî bi balafirê nebirin û bi saetan bi rîngê birin. Kesên ku dixwazin serî li Gultanê bitewînin bila sekna wê ya 12'yê Îlonê binêrin. Hem li hindûr û hem jî li derve em ê piştevanî û rêxistinbûna jinê mezin bikin û li dijî desthilatdara serdest a mêr têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Çalagan diyar kir ku desthilatdara AKP-MHP'ê bi polîtîkayên şer, şîdet û dijminatiya jinan welatiyan ber bi xizaniyê ve dibe û niha aborî têk çûye û got: "Em ê li dijî polîtîkayên xizaniyê û polîtîkayên ku jinê bêkar dihêle û kedxwariyê dike bi sebrek mezin têkoşîna xwe bidomînin."
 
'DAYIKÊN ŞEMIYÊ Û AŞTIYÊ DIBIN HEDEF’ 
 
Çalagan wiha behsa polîtîkayên tecrîdê kir: "Di bingeha hemû qeyranan de polîtîkayên tecrîd, şîdet û şer heye. Tecrîda ku li Îmraliyê destpê dike niha li hemû girtîgehan belavbûye. Her wiha li welat tecrît wek rejîmekî tê meşandin. Çend girtiyên siyasî cezayên xwe temam kiribin jî nayên berdan. Her roj agahiyên nû yên binpêkirina mafên girtiyan tê rojevê. Li girtîgehan êriş didome. Polîtîkayên tecrîdê ne tenê li girtîgehan niha li dervê bi mekanîzmayên cuda tê meşandin. Têkoşîna bi rûmet a Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê niha bûye hedefa desthilatdarê. Dayikên Şemiyê dev ji Qada Galatasareyê bernadin û ligel vê yekê jî tên binçavkirin û îşkence li wan dikin. Li Colemêrgê jî Dayikên Aştiyê hêj di binçavan de nin. Têkoşîna dayikên Aştiyê û yên Şemiyê têkoşîna me ye jî. Em ê bi hev re aştiyeke bi rûmet bînin vî welatî."
 
POLÎTÎKAYA TALANKIRINA XWEZAYÊ 
 
Çalagan di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên dijminatiyê ya li dijî xwezeyê û wiha axivî: "Ji aliyekî li Daristanên Akbelenê ji bo sermayedaran rant û talan heye. Ji aliyek jî bi hinceta 'ewlehiyê' li Cizîr û Bedlîsê mudaxileyê şewatên daristanan nakin. Her wiha kesên ku hewl didin agir vemîrinin jî tên astengkirin û tên binçavkirin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî talan û rantê bidomînin." Çalagan di civîna çapemeniyê de behsa rewşa penaberên jin kir diyar kir ku heke polîtîkayên şer û şîdetê bê bidawîkirin dê pirsgirêkên penaberan jî bê çareserkirin. 
 
'DOZA KOBANÊ KOMPLOYEK SIYASÎ YE’ 
 
Çalagan di axaftina xwe de qala Doza Kobanê jî kir û da zanîn ku li Kobanê bi pêşengiya jinan şoreşek pêk hat û Doza Kobanê jî tê wateya bêtehemûliya li dijî şoreşê û got: "Tu delîl di destê wan de nîne. Niha jî bi destê Diyanetê dixwazin kopmploya xwe bidomînin. Diyanet bi daxwaznameya xwe rola dozgeriyê girtiye. Bi hinceta ku siyasetmedarên ku tên darizandin li dijî nirxên olî tevgeriyane nîşan bidin. Ev tişt tê wateya îstîsmarkirina olê. Her roj jin li kolanan tê qetilkirin û hedef tên nîşandan çima Diyanet deng nake. Ewqas xizaniya jinan zêde bûye lê ji sedî 99 budçeya Diyanetê hatiye zêdekirin. Di wargehên tarîkatan de destdirêjî li zarokan dikin, lê Diyanet bêdeng e. Diyanet, çima li hemberî cenazeyê ku bi kargoyê tê şandin hestiyariyê nîşan nade, gelo bi kijan hestiyarî tev li Doza Kobanê dibe. Em carek din dibêjn ku Doza Kobanê komployek siyasî ye."
 
DÊ DI 8 Û 9'Ê ÎLONÊ DE KONFERANS BÊN BÊ LIDARXISTIN 
 
Çalagan destnîşan kir ku piştî hilbijartina giştî ya 14'ê Gulanê Partiya Çepên Kesk ket pêvajoyeke nû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî hilbijartinê me encamên hilbijartinê nirxand û xeta xwe ya pêşerojê diyar kir. Me wek Meclisa Jinan a partiyê li navçe û bajaran bi jinan re civîn li dar xist. Me xwest em piştevanî û rêxistinbûna xwe mezin bikin. Me mekanîzmayên rexne û rexnedayinê pêş xist û me kêmasiyên xwe anîn ziman. Bi pêşniyar û rexneyan me 2 komxebatên bi sernavê 'Jin û rêya 3'yemîn' û 'Mekanîzmayên rêxistinê ya jinan' pêk anî. Nirxandin û pêşniyarên ku di komxebatan derketin holê dê Konferansa Jinan a Navendî li dar bixin. Em ê di 20 û 30'yê tebaxê de li navçe û bajaran ji bo konferansê civînan li dar bixin û di 8-9'ê îlonê de jî konferansa xwe li dar bixin. Bijî têkoşîna jinan. Jin jiyan azadî."
 

Sernavên din

23/08/2023
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan
16:14 Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir
15:50 Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e
15:34 Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin