Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn

  • rojane
  • 09:02 14 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça ya pirsgirêkên seferên balafiran ên li Balafirgeha Amedê qewimîn birin Meclisê wiha got: “Em dizanin ev der ji bo endustriya şer were domandin weke baregehekê tê bikaranîn. Li ser herêma Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn.”
 
Li Amedê ev demekê di seferên balafiran ên li Balafirgeha Amedê pirsgirêk tên jiyîn. Pirsgirêkên ku welatî dijîn nayên çareserkirin û her roja ku diçe pirsgirekeke din lê zêde dibe. Gelek caran firînên balafiran bi hinceta “erzaya teknîkê” hatin taloqkirin û di peydakirina seferên balafiran ên rasterast de jî zehmetî tê jiyîn. Herî dawî di 12’ê tebaxê de rêwî ji ber sedemên “operasyonel” 6 saetan hatin mexdûrkirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça ku pirsgirêkên seferên balafiran ên li Amedê tên jiyîn bir rojeva Meclisê, diyar kir ku li ser bajarên bakurê Kurdistanê cihekariyeke taybet tê kirin. 
 
‘PÊKANÎNEKE TAYBET A JI BO KURDISTANÊ’ 
 
Akça, bal kişand ku pirsgirêkên balafiran bi Amedê re ne bisînor in, li gelek bajarên Kurdistanê diqewimin û wiha got: “Pirsgirêkeke firînê tê jiyîn. Mirov nikarin ji hin cihên navendî yên diyar re bifirin, ji bo firînekê peyda bikin divê beriya mehekê planên xwe bikin. Lê weke nexweşî, cenaze, perwerde gelek rewşên lezgîn ên mirovan çêdibin û mirov ji ber van pirsgirêkan neçar in bi lez û bez seyahatê bikin. Lê belê xuya dike ku li ser herêma Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn. Têkildarî vê nêzîkî beriya mehekê me pêşniyazname pêşkeşî Wezareta Veguhestinê kir û me di wir de pirskir ku destînasyon li gorî çi tên diyarkirin. Di kesayeta Amedê de me pirs kir ku ‘çima firîn kêm in’. Bêguman em bi tenê dayîna pêşniyaznameyê bi sînor neman, me weke daxwazname ji Komîsyona Veguhestin û Gihandinê re ragihand. Ji bilî vê me ji fîrmayên hewayî re faks kişand û ji wan re jî daxwaza destûrê kir.” 
 
BANDORA BALAFIRÊN ŞER
 
Akça, da zanîn ku ji aliyê Wezareta Veguhestin û Binesaziyê ve hate ragihandin ku têkildarî firînan pirsgirêk nînin, hejmara firînan ji aliyê firmayan ve tê diyarkirin û wiha berdewam kir: “Lê li vir di hin serdeman de dema cenazeyê yekê çêbû dibînin ku di 20 deqîqeyan carekê de firîn çêdibin. Dema bernameyeke Serokkomar çêdibe jî wiha ye. Mûameleyeke taybet heye. Her wiha em dizanin ku ji bo domandina endustriya şer ev der weke baregehekê tê bikaranîn. Em dibînin ku dema balafirên şer ji vir rabûn, li Amedê firîn çawa derengî tên xistin, carna jî mirov 5-6 saetan li balafirgehê dimînin. Pêkanînên ku ne li gorî hin pîvan û exlaqên firînê hene.”
 
‘JI BO ÇARESERIYÊ EM HER HEFTEYÊ LÊ DIGERIN’ 
 
Akça, bi lêv kir ku wan bersiveke têrker negirtine ku çima seferên balafiran ên li Amedê bi taybetî di demsala havînê de kêm dibin û wiha lê zêde kir: “Em vê mijarê dişopînin. Em hêj jî wan aciz dikin, her hefte faksan dişînin. Her hefte telefonê dikin û dibêjin em dixwazin bi wan re biaxivin. Heta ku ew telefonên xwe vedikin em ê lêgerîn, şandina faksan, dayîna pêşniyaznameyan û teşhîrkirina vê bidomînin.”
 
‘EM Ê TEŞHÎRKIRINÊ BIDOMÎNIN’ 
 
Akça, anî ziman ku anîna rojevê ya pirsgirêkê bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca pêşîn a hikûmeteke îdeal, divê rehetiya welatiyên ku sozê didin temsîl bikin be, lê belê soza rêveberiya heyî ya li vê derê bêhtir şer e, hîn bêhtir xwîn e, hîn bêhtir mirin e. Ji ber vê yekê pêdiviyên welatiyan dikevin rêza sêyemîn û çaremîn. Em ê teşhîrkirina vê rewşê bidomînin. Her wiha em bang li rêxistinên civakî yên sivîl û derdorên karsazan dikin ku bikevin nava liv û tevgerê û îtîrazên xwe bilind bikin. Em bang dikin ku hem li fîrmayên balafiran hem jî li Wezareta Veguhestinê bigerin û bi şandina meîlê wan aciz bikin.”
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

17/08/2023
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin
19:47 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bilbêsê ya di bin dorpêçê de ye kir
19:31 Welatî li Deriyê Sînor ê Çelê 3 roj in tên sekinandin
18:55 Kişanak: Piştevaniya li dijî êrişan jêveneger e
18:39 Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in