Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn 2023-08-14 09:02:10 AMED - Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça ya pirsgirêkên seferên balafiran ên li Balafirgeha Amedê qewimîn birin Meclisê wiha got: “Em dizanin ev der ji bo endustriya şer were domandin weke baregehekê tê bikaranîn. Li ser herêma Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn.”   Li Amedê ev demekê di seferên balafiran ên li Balafirgeha Amedê pirsgirêk tên jiyîn. Pirsgirêkên ku welatî dijîn nayên çareserkirin û her roja ku diçe pirsgirekeke din lê zêde dibe. Gelek caran firînên balafiran bi hinceta “erzaya teknîkê” hatin taloqkirin û di peydakirina seferên balafiran ên rasterast de jî zehmetî tê jiyîn. Herî dawî di 12’ê tebaxê de rêwî ji ber sedemên “operasyonel” 6 saetan hatin mexdûrkirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça ku pirsgirêkên seferên balafiran ên li Amedê tên jiyîn bir rojeva Meclisê, diyar kir ku li ser bajarên bakurê Kurdistanê cihekariyeke taybet tê kirin.    ‘PÊKANÎNEKE TAYBET A JI BO KURDISTANÊ’    Akça, bal kişand ku pirsgirêkên balafiran bi Amedê re ne bisînor in, li gelek bajarên Kurdistanê diqewimin û wiha got: “Pirsgirêkeke firînê tê jiyîn. Mirov nikarin ji hin cihên navendî yên diyar re bifirin, ji bo firînekê peyda bikin divê beriya mehekê planên xwe bikin. Lê weke nexweşî, cenaze, perwerde gelek rewşên lezgîn ên mirovan çêdibin û mirov ji ber van pirsgirêkan neçar in bi lez û bez seyahatê bikin. Lê belê xuya dike ku li ser herêma Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn. Têkildarî vê nêzîkî beriya mehekê me pêşniyazname pêşkeşî Wezareta Veguhestinê kir û me di wir de pirskir ku destînasyon li gorî çi tên diyarkirin. Di kesayeta Amedê de me pirs kir ku ‘çima firîn kêm in’. Bêguman em bi tenê dayîna pêşniyaznameyê bi sînor neman, me weke daxwazname ji Komîsyona Veguhestin û Gihandinê re ragihand. Ji bilî vê me ji fîrmayên hewayî re faks kişand û ji wan re jî daxwaza destûrê kir.”    BANDORA BALAFIRÊN ŞER   Akça, da zanîn ku ji aliyê Wezareta Veguhestin û Binesaziyê ve hate ragihandin ku têkildarî firînan pirsgirêk nînin, hejmara firînan ji aliyê firmayan ve tê diyarkirin û wiha berdewam kir: “Lê li vir di hin serdeman de dema cenazeyê yekê çêbû dibînin ku di 20 deqîqeyan carekê de firîn çêdibin. Dema bernameyeke Serokkomar çêdibe jî wiha ye. Mûameleyeke taybet heye. Her wiha em dizanin ku ji bo domandina endustriya şer ev der weke baregehekê tê bikaranîn. Em dibînin ku dema balafirên şer ji vir rabûn, li Amedê firîn çawa derengî tên xistin, carna jî mirov 5-6 saetan li balafirgehê dimînin. Pêkanînên ku ne li gorî hin pîvan û exlaqên firînê hene.”   ‘JI BO ÇARESERIYÊ EM HER HEFTEYÊ LÊ DIGERIN’    Akça, bi lêv kir ku wan bersiveke têrker negirtine ku çima seferên balafiran ên li Amedê bi taybetî di demsala havînê de kêm dibin û wiha lê zêde kir: “Em vê mijarê dişopînin. Em hêj jî wan aciz dikin, her hefte faksan dişînin. Her hefte telefonê dikin û dibêjin em dixwazin bi wan re biaxivin. Heta ku ew telefonên xwe vedikin em ê lêgerîn, şandina faksan, dayîna pêşniyaznameyan û teşhîrkirina vê bidomînin.”   ‘EM Ê TEŞHÎRKIRINÊ BIDOMÎNIN’    Akça, anî ziman ku anîna rojevê ya pirsgirêkê bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca pêşîn a hikûmeteke îdeal, divê rehetiya welatiyên ku sozê didin temsîl bikin be, lê belê soza rêveberiya heyî ya li vê derê bêhtir şer e, hîn bêhtir xwîn e, hîn bêhtir mirin e. Ji ber vê yekê pêdiviyên welatiyan dikevin rêza sêyemîn û çaremîn. Em ê teşhîrkirina vê rewşê bidomînin. Her wiha em bang li rêxistinên civakî yên sivîl û derdorên karsazan dikin ku bikevin nava liv û tevgerê û îtîrazên xwe bilind bikin. Em bang dikin ku hem li fîrmayên balafiran hem jî li Wezareta Veguhestinê bigerin û bi şandina meîlê wan aciz bikin.”   MA / Eylem Akdag