AKP’ê di nava 20 salan de tenê qereqol, kule û avahiyên ewlehiyê li Şirnexê çêkirin

  • rojane
  • 09:00 13 Tebax 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Desthilata AKP’ê di nava 20 salan de li Şirnexê ji bo qereqol, kule, avahî û rêyên leşkeriyê  2 milyar û 387 milyon û 780 hezar lîre xerc kir.
 
Ji ber polîtîkayên "ewlehiyê" yên ku dewlet ji salên 1990’î heta niha li  Kurdistanê dimeşîne, lêçûnên leşkerî qat bi qat zêde bûn. Bi taybetî li Şirnex û navçeyên wê yên ku ji salên 90'î û vir ve Rewşa Awarte (OHAL) lê didome, ji bo pêşxistina aboriya bajêr razandinên berbiçav nehatiye kirin, pereyê ku ji bo "ewlehiyê" tê xerckirin jî balê dikişîne. 
 
Li gorî daneyên Rêxistina Plansaziya Dewletê (DPT) yên di sala 2017'an de hatine amadekirin, Şirnex ji aliyê aboriyê ve di rêza 81'emîn de ye. Ji sala 2003’an heta 2023’an AKP’ê û hikumeta wê ji bo leşkerî û ewlehiyê li Şirnex û navçeyên wê 2 milyar 387 milyon û 780 hezar lîre pere xerc kirine.
 
Bi lêçûnên ji budçeya Wezareta Karên Hûndir ku di malpera fermî ya Walîtiya Şirnexê de cih digirin li Şirnex û navçeyên wê bi dehan qereqol, kule, avahiyên miduriyeta polîsan ên navend û navçe û avahiyên xizmetên leşkeriyê hatin çêkirin. 
 
Projeyên Wezaretê ku di nava  20 salan de hatine çêkirin û berdewam dikin wiha ne;
 
*Ji bo 71 heb, projeya tamîrkirin û lênêrîn, çêkirina tesîs û avahiyan: 18 milyar 118 milyon û 127 hezar û 12 lîre
 
* Ji bo 18  heb projeya xetên veguhestina enerjiyê, Pergalên Ewlehiya Kamera, Ronahî, Ragihandin û Kamerayê: 27 milyar 386 milyon û 290 hezar lîre.
 
* Ji bo çêkirina avahiya Midûriyeta Polîsan a Navçeya Hezexê: 9 milyon û 165 hezar û 84 lîre.
 
* Ji bo çêkirina avahiya Midûriyeta Polîsan a Navçeya Cizîrê: 16 milyon 940 hezar lîre.
 
* Di navbera gundê Çemanê  û navçeya Elkê ya  girêdayî Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Şirnexê de 4 kule hatin çêkirin: Mîlyonek û 340 hezar û 480 lîre.
 
* Ji bo çêkirina avahiya Midûriyeta Polîsan a Navçeya Qilêbanê: 17 mîlyon 200 hezar lîre.
 
* Li derdora Grizero û birca ku di bin berpirsyartiya Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê de ye tê têlkirin: 456 hezar lîre. 
 
* Çêkirina avahiya duyemîn ya Midûriyeta Polîsan a Navçeya Cizîrê: 2 milyon û 400 hezar lîre.
 
* Avahiya Xizmetê ya Serokatiya Şaxa Leşkerî ya Navendî ya Şirnexê: 727 hezar lîre.
 
* Malnivînka Wardiya ji 52 yekîneyan pêk tê ya Fermendariya Leşkêrî ya Şirnexê: 20 milyon û 490 hezar lîre.
 
* Montekirina Blokên G1-G2-G3-G4-G5-G6-J1-H6-H7 ên Lojmanên Tekser Fermandariya Tûgay a Cendermeyan a Çakirsogutê: 2 milyon û 629 hezar û 500 lîre. 
 
* Malnivînka Wardiya ji 24 Yekîneyan pêk tê ya Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Hezexê ya Şirnexê: 11 milyon û 992 hezar û 200 lîre.
 
* Tamîrkirina ENH ya AUB ya Girê Sêvê û Fermandariya Tabûra Cendermeyan a Mîllî ya Şirnexê: Milyonek û 670 hezar lîre. 
 
* Malnivînka Wardiya ji 24 Yekîneyan pêk tê ya Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Hezex a Şirnexê: 11 milyon û 992 hezar û 200 lîre. 
 
* Tamîrata Cepheya Derve ya Avahiya Xizmetê ya Fermandariya Cendermeyan a Şirnexê: 382 hezar lîre. 
 
* Daîreya Qazana Kalorîferê ya Qereqola Mîllî ya Şirnexê: 951 hezar lîre. 
 
* Malnivînka Wardiya ji 24 Yekîneyan pêk tê ya Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Hezex a Şirnexê: 12 milyon û 186 hezar û 706 lîre. 
 
* Wergirtina Malzemeyê Ceyranê ya ji bo Xeta Sînor a Iraqê û Tirkiyeyê ya Şirnexê: 212 hezar û 450 lîre. 
       
* Ji bo projeyên di malpera fermî ya Walîtiya Şirnexê de hatine parvekirin û tenê temam bûne heta niha milyarek 635 mîlyon 882 hezar lîre ji bo leşkerî û ewlekariyê hatiye xerckirin
                                                                   
Projeyên ku berdewam dikin jî wiha ne;
 
* Xeta ronahiyê ya sînorê Iraq-Sûriyeyê ya lênêrin û tamîrkirinê: Milyonek û 162 hezar û 750 lîre.
 
* Çêkirina avahiya Midûriyeta Polîsan a Silopiyayê: 158 milyon 330 hezar lîre.
 
* Xebata temîrata Lojmanên TOKÎ’yan a Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê: 238 milyon û 999 hezar lîre.
 
* Ji bo projeyên din ên ku berdewam dikin jî 751 mîlyon û 898 hezar lîre hatin xerckirin.
 
2 MILYAR Û 387 MILYON HATIN XERCKIRIN 
 
Budçeya Wezareta Karên Hundir ku di rûpela Walîtiyê de ye, ji bo leşker û ewlekariyê mîqtara hatiye çêkirin û xerckirin weke 2 mîlyar û 387 milyon û 780 hezar lîre hat qeydkirin.
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 

Sernavên din

17/08/2023
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin
19:47 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bilbêsê ya di bin dorpêçê de ye kir
19:31 Welatî li Deriyê Sînor ê Çelê 3 roj in tên sekinandin
18:55 Kişanak: Piştevaniya li dijî êrişan jêveneger e
18:39 Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in