AKP’ê di nava 20 salan de tenê qereqol, kule û avahiyên ewlehiyê li Şirnexê çêkirin 2023-08-13 09:00:51   ŞIRNEX - Desthilata AKP’ê di nava 20 salan de li Şirnexê ji bo qereqol, kule, avahî û rêyên leşkeriyê  2 milyar û 387 milyon û 780 hezar lîre xerc kir.   Ji ber polîtîkayên "ewlehiyê" yên ku dewlet ji salên 1990’î heta niha li  Kurdistanê dimeşîne, lêçûnên leşkerî qat bi qat zêde bûn. Bi taybetî li Şirnex û navçeyên wê yên ku ji salên 90'î û vir ve Rewşa Awarte (OHAL) lê didome, ji bo pêşxistina aboriya bajêr razandinên berbiçav nehatiye kirin, pereyê ku ji bo "ewlehiyê" tê xerckirin jî balê dikişîne.    Li gorî daneyên Rêxistina Plansaziya Dewletê (DPT) yên di sala 2017'an de hatine amadekirin, Şirnex ji aliyê aboriyê ve di rêza 81'emîn de ye. Ji sala 2003’an heta 2023’an AKP’ê û hikumeta wê ji bo leşkerî û ewlehiyê li Şirnex û navçeyên wê 2 milyar 387 milyon û 780 hezar lîre pere xerc kirine.   Bi lêçûnên ji budçeya Wezareta Karên Hûndir ku di malpera fermî ya Walîtiya Şirnexê de cih digirin li Şirnex û navçeyên wê bi dehan qereqol, kule, avahiyên miduriyeta polîsan ên navend û navçe û avahiyên xizmetên leşkeriyê hatin çêkirin.    Projeyên Wezaretê ku di nava  20 salan de hatine çêkirin û berdewam dikin wiha ne;   *Ji bo 71 heb, projeya tamîrkirin û lênêrîn, çêkirina tesîs û avahiyan: 18 milyar 118 milyon û 127 hezar û 12 lîre   * Ji bo 18  heb projeya xetên veguhestina enerjiyê, Pergalên Ewlehiya Kamera, Ronahî, Ragihandin û Kamerayê: 27 milyar 386 milyon û 290 hezar lîre.   * Ji bo çêkirina avahiya Midûriyeta Polîsan a Navçeya Hezexê: 9 milyon û 165 hezar û 84 lîre.   * Ji bo çêkirina avahiya Midûriyeta Polîsan a Navçeya Cizîrê: 16 milyon 940 hezar lîre.   * Di navbera gundê Çemanê  û navçeya Elkê ya  girêdayî Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Şirnexê de 4 kule hatin çêkirin: Mîlyonek û 340 hezar û 480 lîre.   * Ji bo çêkirina avahiya Midûriyeta Polîsan a Navçeya Qilêbanê: 17 mîlyon 200 hezar lîre.   * Li derdora Grizero û birca ku di bin berpirsyartiya Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê de ye tê têlkirin: 456 hezar lîre.    * Çêkirina avahiya duyemîn ya Midûriyeta Polîsan a Navçeya Cizîrê: 2 milyon û 400 hezar lîre.   * Avahiya Xizmetê ya Serokatiya Şaxa Leşkerî ya Navendî ya Şirnexê: 727 hezar lîre.   * Malnivînka Wardiya ji 52 yekîneyan pêk tê ya Fermendariya Leşkêrî ya Şirnexê: 20 milyon û 490 hezar lîre.   * Montekirina Blokên G1-G2-G3-G4-G5-G6-J1-H6-H7 ên Lojmanên Tekser Fermandariya Tûgay a Cendermeyan a Çakirsogutê: 2 milyon û 629 hezar û 500 lîre.    * Malnivînka Wardiya ji 24 Yekîneyan pêk tê ya Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Hezexê ya Şirnexê: 11 milyon û 992 hezar û 200 lîre.   * Tamîrkirina ENH ya AUB ya Girê Sêvê û Fermandariya Tabûra Cendermeyan a Mîllî ya Şirnexê: Milyonek û 670 hezar lîre.    * Malnivînka Wardiya ji 24 Yekîneyan pêk tê ya Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Hezex a Şirnexê: 11 milyon û 992 hezar û 200 lîre.    * Tamîrata Cepheya Derve ya Avahiya Xizmetê ya Fermandariya Cendermeyan a Şirnexê: 382 hezar lîre.    * Daîreya Qazana Kalorîferê ya Qereqola Mîllî ya Şirnexê: 951 hezar lîre.    * Malnivînka Wardiya ji 24 Yekîneyan pêk tê ya Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Hezex a Şirnexê: 12 milyon û 186 hezar û 706 lîre.    * Wergirtina Malzemeyê Ceyranê ya ji bo Xeta Sînor a Iraqê û Tirkiyeyê ya Şirnexê: 212 hezar û 450 lîre.          * Ji bo projeyên di malpera fermî ya Walîtiya Şirnexê de hatine parvekirin û tenê temam bûne heta niha milyarek 635 mîlyon 882 hezar lîre ji bo leşkerî û ewlekariyê hatiye xerckirin                                                                     Projeyên ku berdewam dikin jî wiha ne;   * Xeta ronahiyê ya sînorê Iraq-Sûriyeyê ya lênêrin û tamîrkirinê: Milyonek û 162 hezar û 750 lîre.   * Çêkirina avahiya Midûriyeta Polîsan a Silopiyayê: 158 milyon 330 hezar lîre.   * Xebata temîrata Lojmanên TOKÎ’yan a Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê: 238 milyon û 999 hezar lîre.   * Ji bo projeyên din ên ku berdewam dikin jî 751 mîlyon û 898 hezar lîre hatin xerckirin.   2 MILYAR Û 387 MILYON HATIN XERCKIRIN    Budçeya Wezareta Karên Hundir ku di rûpela Walîtiyê de ye, ji bo leşker û ewlekariyê mîqtara hatiye çêkirin û xerckirin weke 2 mîlyar û 387 milyon û 780 hezar lîre hat qeydkirin.   MA / Zeynep Dûrgût