Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin

  • rojane
  • 10:43 19 Gulan 2023
  • |
img
AMED  - Polîsê bi navê Serdar Gok bi kûçikan êrişî Şeyhmus Yilmaz û Menîce Yilmaz kiribû û birîndar kiribû. Di danişîna dozê de dozger mutalaaya xwe amade kir û xwest ku ji ber sedema “Bi zanebûn birîndar kiriye” ji 2 salan heta 6 salan cezayê hefsê li Gok were birîn.
 
Ji bo girtina Muhammed Emîn Cura ku li navçeya Rezan a Amedê polîsê bi navê Atakan Arslan kuştibû, di 31’ê gulana 2020’an de operasyon hatibû lidarxistin û polîsan bi ser malan de girtin. Di dema serdegirtina malan de polîsan deriyê mala Menîce û Şeyhmus Yilmaz şikandin û bi kûçikan êrişî Menîce û Şeyhmûs Yilmaz kirin. Polîsê ku kûçik berdayî ser hevjînan û bûye sedema birîndarbûna wan Serdar Gok, ji ber êrişê tê darizandin. Di danişîna dozê de dozger mutalaaya xwe amade kir û cezayê hefsê xwest. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hate lidarxistin. Dozger xwest ku polîsê êrişkar Gok di çarçoveya xala 86’an a TCK’ê ku sûcê “Birîndarkirina biqesdî” sererast dike de were cezakirin. 
 
KÛÇIK WEKE ‘ÇEK’ HATE QEBÛLKIRIN
 
Dozger, di mutalaaya xwe de got ku di dema lêgerîna malê de polîs Serdar Gok kûçik kontrol nekiriye lewma kûçikan êrişî Menîce û Şeyhmûs kiriye û bûye sedema bi sivik birîndarbûna Menîce Yilmaz. Bi domdarî dozger got ku di êrişê de Şeyhmûs Yilmaz jî bi giranî birîndar bûye ku ev birîna wî bi mudaxeleyeke tibbî ya sivik nediha tedawîkirin. Dozger di mutalaaya xwe de bal kişand ser benda f a fikraya 1’emîn a xala 6’an a TCK’ê ku dibêje “heke kûçik berdin ser kedan û bibin sedema birîndarbûnê” wê demê kûçik weke çek tê hesibandin. Dozger, anî ziman ku birîndarkirina Menîce û Şeyhmûs yilmaz dikeve ber sûcê “Peywirdarê cemaweriyê bi çekê bi sivikî birîndar kiriye.” 
 
XWEST CEZA WERE ZÊDEKIRIN
 
Dozger, di îdianameya xwe de xwest ku polîs Gok ji ber sûcê “Bi sivik birîndarkirina Menîce Yilmaz” 4 meh heta salekê cezayê hefsê were birîn. Dozger ji ber sûcê birîndardarkirina Menîce Yilmaz, xwest ku cezayê Gok di çarçoveya sûcê “peywirdarê cemaweriyê peywira xwe xerab bi kar aniyê û bi çekê hatiye kirin” were nirxandin û cezayê wî were zêdekirin. Dozger xwest ku ji ber êrişa li dijî Menîce Yilmaz, di navbera 6 meh û salek û 6 mehan de cezayê hefsê li Gok were birîn. 
 
XWEST JI BER CEZAYÊ ‘BIRÎNDARKIRINA BIQESDÎ’ WERE CEZAKIRIN 
 
Dozger, di mutalaaya xwe de bi bîr xist ku di êrişa bi kûçikan de Şeyhmûs Yilmaz bi awayeke ku nikare bi mudaxaleyeke tibbî ya hêsan were tedawîkirin birîndar bûye û got ku Gok sûcê “Peywirdarê cemaweriyê bi çekê û bi zanebûn birîndar kiriye” kiriye. Dozger, xwest ku ji ber sûcê “birîndarkirina biqesdî” ji salekê heta 3 salan cezayê hefsê li Gok were birîn. Di mutalaaya xwe de dozger xwest ji ber sûcê “peywirdarê cemaweriyê peywira xwe nebaş bi kar aniye û bi çekê pêk aniye” cezayê Gok were zêdekirin û daxwaz kir ku ji salek û 6 mehan heta 4 sal û 6 mehan cezayê hefsê li Gok were birîn. 
 
'BERSÛC BI PARASTINÊ HEWL DIDE XWE JI SÛC XELAS BIKE’ 
 
Dozger xwest ku ji ber her du sûcan, ji 2 salan heta 6 salan cezayê hefsê li Gok were birîn. Dozger got ku bersûc di parastina xwe de sûcê xwe qebûl nake, dema îfadeyên beşdaran ku raporên tiba edlî jî piştrast dikin berçavan tên girtin xuya dike bersûc hewl dide bi parastinê xwe ji sûcê xwe xelas bike. 
 
Parêzerê Menîce û Şeyhmûs Yilmaz, Selameddîn Varol jî anî ziman ku ew tev li mutalaayê dibin û xwest ku bersûc bi cezayê hefsê were cezakirin. 
 
JI BO PARASTINÊ 15 ROJ DEM DA 
 
Dadgehê xwest ku mutalaa heta rûniştina din teblîgî navnîşana bersûc were kirin, bersûc ji roja teblîgkirinê ve divê di nava 15 rojan de parastina xwe amade bike û danişîn taloqî 19’ê hezîranê kir. 
 

Sernavên din

20/05/2023
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê
09:54 ‘Wê rayek me jiyanê diyar bike’
09:03 Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Ji Behrareş şoreşgerekî nemir: Hakî Karer
09:01 Girtiyê nexweş li ser kursiya biteker dijî
09:00 18'Ê GULANA 2023'YAN
17/05/2023
23:59 Polîsan êrişî Orakê HDP'î kir: Gaza îsotan reşandin çavê wî
19:59 Qeyûm bi kuştinê gef li rojnamevan Kanbal xwar
19:02 Li Îtalyayê lehî rabû: 8 kes mirin
18:58 Li ber NY’yê çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan'hat lidarxistin
17:29 Li Sîlopiyayê kesek hat kuştin
17:09 Li Wanê daxuyaniya ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
16:54 Li Manîsayê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin nivîsandin
16:34 Tifaqa Milet civiya
16:09 ÎHD û Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye demildest peymana NY’ê îmze bike
15:37 ‘Em bi xurtî tev li hilbijartina 28’ê Gulanê bibin’
15:12 Polîsan avêt ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Almanyayê
14:46 Piştî hilbijartin bo tûra duyemîn ma, dest bi belavkirina komirê kirin