Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin 2023-05-19 10:43:19   AMED  - Polîsê bi navê Serdar Gok bi kûçikan êrişî Şeyhmus Yilmaz û Menîce Yilmaz kiribû û birîndar kiribû. Di danişîna dozê de dozger mutalaaya xwe amade kir û xwest ku ji ber sedema “Bi zanebûn birîndar kiriye” ji 2 salan heta 6 salan cezayê hefsê li Gok were birîn.   Ji bo girtina Muhammed Emîn Cura ku li navçeya Rezan a Amedê polîsê bi navê Atakan Arslan kuştibû, di 31’ê gulana 2020’an de operasyon hatibû lidarxistin û polîsan bi ser malan de girtin. Di dema serdegirtina malan de polîsan deriyê mala Menîce û Şeyhmus Yilmaz şikandin û bi kûçikan êrişî Menîce û Şeyhmûs Yilmaz kirin. Polîsê ku kûçik berdayî ser hevjînan û bûye sedema birîndarbûna wan Serdar Gok, ji ber êrişê tê darizandin. Di danişîna dozê de dozger mutalaaya xwe amade kir û cezayê hefsê xwest. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hate lidarxistin. Dozger xwest ku polîsê êrişkar Gok di çarçoveya xala 86’an a TCK’ê ku sûcê “Birîndarkirina biqesdî” sererast dike de were cezakirin.    KÛÇIK WEKE ‘ÇEK’ HATE QEBÛLKIRIN   Dozger, di mutalaaya xwe de got ku di dema lêgerîna malê de polîs Serdar Gok kûçik kontrol nekiriye lewma kûçikan êrişî Menîce û Şeyhmûs kiriye û bûye sedema bi sivik birîndarbûna Menîce Yilmaz. Bi domdarî dozger got ku di êrişê de Şeyhmûs Yilmaz jî bi giranî birîndar bûye ku ev birîna wî bi mudaxeleyeke tibbî ya sivik nediha tedawîkirin. Dozger di mutalaaya xwe de bal kişand ser benda f a fikraya 1’emîn a xala 6’an a TCK’ê ku dibêje “heke kûçik berdin ser kedan û bibin sedema birîndarbûnê” wê demê kûçik weke çek tê hesibandin. Dozger, anî ziman ku birîndarkirina Menîce û Şeyhmûs yilmaz dikeve ber sûcê “Peywirdarê cemaweriyê bi çekê bi sivikî birîndar kiriye.”    XWEST CEZA WERE ZÊDEKIRIN   Dozger, di îdianameya xwe de xwest ku polîs Gok ji ber sûcê “Bi sivik birîndarkirina Menîce Yilmaz” 4 meh heta salekê cezayê hefsê were birîn. Dozger ji ber sûcê birîndardarkirina Menîce Yilmaz, xwest ku cezayê Gok di çarçoveya sûcê “peywirdarê cemaweriyê peywira xwe xerab bi kar aniyê û bi çekê hatiye kirin” were nirxandin û cezayê wî were zêdekirin. Dozger xwest ku ji ber êrişa li dijî Menîce Yilmaz, di navbera 6 meh û salek û 6 mehan de cezayê hefsê li Gok were birîn.    XWEST JI BER CEZAYÊ ‘BIRÎNDARKIRINA BIQESDÎ’ WERE CEZAKIRIN    Dozger, di mutalaaya xwe de bi bîr xist ku di êrişa bi kûçikan de Şeyhmûs Yilmaz bi awayeke ku nikare bi mudaxaleyeke tibbî ya hêsan were tedawîkirin birîndar bûye û got ku Gok sûcê “Peywirdarê cemaweriyê bi çekê û bi zanebûn birîndar kiriye” kiriye. Dozger, xwest ku ji ber sûcê “birîndarkirina biqesdî” ji salekê heta 3 salan cezayê hefsê li Gok were birîn. Di mutalaaya xwe de dozger xwest ji ber sûcê “peywirdarê cemaweriyê peywira xwe nebaş bi kar aniye û bi çekê pêk aniye” cezayê Gok were zêdekirin û daxwaz kir ku ji salek û 6 mehan heta 4 sal û 6 mehan cezayê hefsê li Gok were birîn.    'BERSÛC BI PARASTINÊ HEWL DIDE XWE JI SÛC XELAS BIKE’    Dozger xwest ku ji ber her du sûcan, ji 2 salan heta 6 salan cezayê hefsê li Gok were birîn. Dozger got ku bersûc di parastina xwe de sûcê xwe qebûl nake, dema îfadeyên beşdaran ku raporên tiba edlî jî piştrast dikin berçavan tên girtin xuya dike bersûc hewl dide bi parastinê xwe ji sûcê xwe xelas bike.    Parêzerê Menîce û Şeyhmûs Yilmaz, Selameddîn Varol jî anî ziman ku ew tev li mutalaayê dibin û xwest ku bersûc bi cezayê hefsê were cezakirin.    JI BO PARASTINÊ 15 ROJ DEM DA    Dadgehê xwest ku mutalaa heta rûniştina din teblîgî navnîşana bersûc were kirin, bersûc ji roja teblîgkirinê ve divê di nava 15 rojan de parastina xwe amade bike û danişîn taloqî 19’ê hezîranê kir.